Hawar dengê zanînê ye

Mîr Celadet Bedirxan di hejmara pêşîn û di rêzên pêşîn yên Kovara Hawar da wiha got:

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e.
Xwenasîn ji me rêya felat xweşiyê vedike.
Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide nas kirin.
Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê dê bide nas kirin.
lewma ku ziman şertê heyina pêşîne.

Kovara Hawar di 15’ê gulana 1932’an de derket û heta 15’ê gelawêja 1943’an 57 hejmar derketine. Cîhê xebata û weşandina kovarê paytexta Sûriyê Şam bû. Hawar mehê du caran derdiket. Kovara Hawar, kovarekî polîtîk û wêjeyî bû û ji aliyê Celadet Alî Bedirxan ve dihate derxistin. Kovara Hawar ku di dîroka weşanvantiya kurdî de xwedî cihekî girîng e, alîkariyeke wê ya mezin ji bo zimanê kurdî çêbûye. Di kovarê de bi giranî lêkolîn, çîrok û helbestên bi kurdî, ji edebiyata kurdî nivîsên bijartî hatin weşandin. Bi vi awayî Hawar di wêje û mijara zimanî de bûbû rewtek û ekolek û heta sala 1943’an weşana xwe berdewan kir.

Di sala 1998’an de hemû hejmarên hawarê ji aliyê Fêrat Cewerî hat berhevkirin o bi awayeki orijînal ji weşanxaneya Nûdemê hat weşandin.

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply