Sêşem , Sermawez 13 2018
Home / Danasîn / Pirtûknasîn / Handa; çîroka kul û derda

Handa; çîroka kul û derda

Pirtûka nivîskar Sîdar Jîr a bi navê ‘Handa’, bi edîtoriya mamoste Serwet Denîz ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin. Sîdar Jîr ji Şemrexa Mêrdînê ye û di sala 1980’yî de ji dayik bûye, li Zanîngeha Anadoluyê (Eskişehir) Fakulteya Aborînasiyê beşa Têkiliyên Navneteweyî û li Zanîngeha Stenbolê jî beşa Felsefeyê xwendiye. Hîn di serdema xwendekariya xwe ya zanîngehê de ligel hevalên xwe, bi rêbazên amatorî kovara bi navê ‘Kulîlk’ derxistiye. Di serdemekê de edîtoriya rojnameya Azadiya Welat, kovara Kulîlka Ciwan, kovara Rewşen û kovara ‘W’yê kiriye. Di 2004’an de Ariya Giyanên Stewr (Çîrok- Weşanxaneya Bajar), di 2011’an de Dozdeh Çirk (Çîrok- Weşanxaneya Lîsê), di 2015’an de Nasnameya Wêjeyê (Teorî- Weşanxaneya Lîsê) nivîsandiye.

Handa, sir û razên di binbîra keçeke hejar, şerpeze û belengaz de; bi rêbazên surrealîst û bi vegotineke rengîn, zengîn û qerrase dihûne û radigihîne. Pirtûka birêz Jîr, gosirmet (trajedî) û karesata ku bi serê qîza bi navê ‘Handa’ hatiye, ligel temenê xwe yî ciwan, bi ‘hostetiyeke temendirêj’ a wêjeyî û hunerî dirêse; bi eynik, mifte, sindoq, çarşef, av û êvarên efsûnî re hevrû dike; hîs û hestên ku ji porê dirêj ê Handayê jî bêtir gevçilîne, bêzar û tengezarê jiyanê ne û li nav hev geriyane, bi diranên şehekê şa dike û geh bi vî alî de û geh bi wî alî de li ba dike û bera ser sîng û berên Handayê dide.

Keça şilfîtazî, bi kuj û kemên heqîqeta hawirdorê dipêçe, bi ber mijeke cûnik de beralî dike û di nav bîr û bala xwendevan de digerîne. Li pêş çavên xwendevanan, sî û geremola ku girtiye ser asoyên Handayê dide alî û zelal dike; perdeya ku her carê ji ser bedena wê dişeqite û dişemite, dilifîne; paceya (pencere) ku tekane deriyê wê bû, bi kêfxweşî li ber vedike; tabloya dîwarê hêwana wê ku bi sir û razan nexşandî bû û ew kişandibû hundirê kevalê û li ber dêr û avahiyeke kevnar û kufar asê kiribû, li dar dihêle û Handayê bi ber av û çeman ve dişîne; roniya lambeya ku bênavber, pêl bi pêl û bi awayekî tirsnak, bi çûrisîn û biriqîn bi ser de dihatin, bi vegotineke tije huner ji ser dide alî, dilê Handayê bi agirê reqsê dadigire û bi ‘sî û pêjnên’ odeyê re tevlî nav tor û tevnên reqsa mîtolojîk dike; ew şahidiya xwezayê ku di şax û guliyên dara gûze de dide der, bi hewldana xwekujiyê ya diya keça perîşan re dewx dibe û bi destwerdana marekî ji nû ve tê ser hişê xwe û ew dayika ku tenduristiya xwe wenda dike, bi sir û razên keça wê re kişf dike; textê razanê ya balîf û doşeka wê ku Handayê li ser bû û aramiya hemêza dayika wê didayê, wekî cihê hevrûbûna xewn û xeyalên heqîqeta Handayê vediguherîne, bi dayika kul û xeman re tîne cem hev, heqîqeta geşedanên jiyana ku bi sir û razan dagirtî û bi mîrkutê kul û derdan kutayî ye, bi şahidiya xwendevanan radixe ber çavan…

Piştî zelalbûneke ewqasî berfireh, ma sekneke li heman hawirê, jiyaneke li heman hêwanê û rawestandina demê ya li ser heman çirkê, pêkan e gelo? Lewma Handayê bi rê dixe; rewîtiyeke bi ber neynika heqîqetê ve lê heqîqeta Handayê ku tu carî ji sir û razên ku di nav de dijî û ji wan naqete, hem jî bi lêgerîneke bênavber û bi gavkirineke di ser pace, derî û cuhên çem û rûbaran re, bi ber vebeyîn û xwenîşandana heyv, neynik, mifte, av, şeh, sî, pace, tablo, roniya lambeyê, dara gûzê, mar û textê razanê ve…

Xêz û xetên di vê nexşeyê de, tev huner û berhemdariya nivîskar rave dikin ku ji dexîlkê bi derxistina mifteyê û bi vekirina ew sindoqa sir û razan re, Handayê vedigerîne ser heqîqeta jiyana wê ya ku ji rastiya rojane gelekî dûr e, bi wêneyê dayika êşan re di asta bidawîkirina xewn û xeyalan de û bibîranînên gosirmeta ku di nav de dijî de, careke din û bi hejankeriyeke dijwartir hevrû dike; bi nuxt û xaleke watedar, heta demsaleke dîtir a nivîs û hilberînê, pênûsa xwe datîne.

Mizgîniya lûtkeyê

            Çîrokêke ku di hundirê hêwaneke bêdeng, reşbînî û naletî de derbas dibe, bi rêbaz û ceribînên nivîskar çawa ronî û diyar dibe, çawa kûr û berfireh vedibe, çawa hestewar û watedar tevdigere, çawa li nav dar, gelî û newalên herêmê ber vedide, çawa nişmî li Handayê bar dibe û çiqasî nerm ji ser piştê tê danîn; di çêj û tahma çîrokbêjên qedîm ên kurd û kurdistanî de hatiye stran, bi devekî şêrîn wek gezo hatiye ziman û bi hostetiyeke hunermendî hatiye pêjan… Di vî temenî de, bi sedema ku kirdariya şêwazeke ewqasî herikbar, afirandina gotareke ewqasî xurt û nexşîn, herwiha pesendkirina hostetiyeke ewqasî edebî; li cihekî binivîsin, em bi kêfxweşî dibêjin ‘di pêvajoyeke navîn de li Kurdistan, Rojhilata Navîn û belkî jî li cîhanê Sîdar Jîr’ê ku ji Çiyayê Mazî tê, silavên germ li xelat û serkeftinên wêjeyî dike, li rê ye. Ev, tenê ne hêvî û bendewarî ye; tenê ne dilxwaziyeke bi hestên şemrexî ye; her wiha analîz û çavdêriya aktivîstekî amator ê çanda kurdî ye!..

Çend nîşe

            Di pirtûkên kurdî de, şaşnivîs (tahîh) û pirsgirêkên hevoksaziyê, êşeke dijwar e. Bêguman di pirtûka ku ji aliyê me ve ewqasî hat pesindan de, hindik be jî ‘tashîh’ mane. Di vî warî de ligel ku nivîskar Sîdar Jîr û edîtor Serwet Denîz serkeftî ne jî, çend xalên ku bi ber çavên me ketin ev in:

Ewil em dikarin di warê zayendê de mînakekê bidin. Ligel ku ‘mij’ navekî ‘mê’ ye jî, di pirtûkê de wekî ‘nêr’ hatiye nivîsîn: “Di ser çem re mijekî qetranî mîna çivîkên temenkurt difûrîya.” (R-35, paragraf-2 û hwd). Gerek wisa ba; ‘Di ser çem re mijeke qetranî mîna çivîkên temenkurt difûrîya.’ Di vê hevokê de û di tevahiya pirtûkê de fonetîka kurdî ku ‘î’ya pêşiya tîpa ‘y’yê vediguherîne tîpa ‘i’yê, ji aliyê nivîskar û edîtor ve nehatiye bikaranîn û ji ber ku ez bawer dikim bi zanayî ev tercîh hatiye kirin, ji bo ku nebe mijara guftûgoyê, ez jî şîrove nakim…

Di pirtûka Handa de qertafên cînavkan bi gelemperî rast hatine bikaranîn lê tashîheke balkêş a ku bi ber çavê min ket û hêjayî nîşandanê ye, ev e: “Erê, wisa ye!.. Ez heme. Ez, em im! Tu jî em in!” (R-41, paragraf-14). Hevoka dawîn diviyabû ku bi qertafa kesê/a duyemîn biqediya. Divê hevok wisa ba: ‘Tu jî em î!’

Di dawiya pirtûkê de baldariya rastnivîsê hinekî sist bûye, hinek tîp ketine, hinek zêde mane, lê em dikarin vê rewşê, ji şaşnivîsê bêtir wekî ‘tîpên ketî û tîpên zêde’ bi nav bikin. Mînak: “Bi bihîstina hevoka dawîn re Handaê…” Di vê hevokê de tîpa ‘y’ ketiye, divê hevok wisa ba; ‘Bi bihîstina hevoka dawîn re Handayê…’ (R-102 Paragraf-2)…

“Ji rihela keçeke ciwan bigire heta fermanên împeretorana Hemûyanvedihewînim.” Gerek wisa ba; ‘Ji rihela keçeke ciwan bigire heta fermanên împeretoran, hemûyan vedihewînim.’ (R-103 Paragraf-3 Hevok-4)…

“Ez strareya bedenê me.” Di vê hevokê de tîpa ‘r’ a yekemîn zêde ye. Divê wisa ba; ‘Ez stareya bedenê me.’ (R-103 Paragraf-5)…

Li gorî min, ger vebeyîn û xwenîşandana heyv, neynik, mifte, av, şeh, sî, pace, tablo, roniya lambeyê, dara gûzê, mar û textê razanê, piçekî din ji dirûva gelemperî derketa û bêtir di çarçoveya têkildariya Handayê, hevrûbûn û şahidiya ligel wê hatiba hûnandin,  her wiha bi tevneke rengîn beşdarî ew reqsa hizirîn û vegotina serkeftî bûbana, dê bedewtir biba…

Peyva dawîn: Di serî de weşanxaneya Lîs’ê û gerînendeyê giştî Lal Laleş, kedkar û xebatkarên çand û hunera kurdî silav dikim; nivîskar û edîtorê ‘Handa’yê pîroz dikim, di pêşvebirina çand û wêjeya kurdî de berdewamiya serkeftinên çapemeniya kurd dixwazim û dibêjim: Hûn herhebin!

Mervan Serhildan

19.04.2018 10:00

http://mervanserhildan.com

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir