Şaredariya Çewlîgê dê şanoya “Hamlet” a ku ji aliyê Şanoya Şehr-î Çewlîgê ve bi Zazakî hatiye amadekirin li bajarê Stenbolê nîşan bide.
Şanoya Şehr-î Çewlîgê şanoyên bi Zazakî amade dike û par jî şanoyên bi navê “Hawalî Alan”, “Wesyeta Musayit” û “Mahmud” amade kiribûn.
Îsal li Navenda Çandê ya Baglarbaşiyê ya Uskudara Stenbolê di 27ê Çile de şanoya bi navê “Hamlet” a William Shakespeare ku di navbera salên 1599 û 1601an de nivîsiye dê bi Zazakî bê pêşkêş kirin.
Veguherandin û derhêneriya lîstika “Hamlet” a bi Zazakî ji aliyê Yunus Çiftçî ve tê kirin.
Rûdaw