ez li ber deriyê dilê te
mirina xwe dipêçim li stuyê te
bi laveya gezikek hezkirin,
dilopek ava firmêskan dirêjim
dibim sêwîyê te çi bikim
ne dibînî ne pirs dikî
bê halim evdalê xwedê
bi çarînek helbest
qîrîneke bi dizî
wek gerokekî westiyayî
li ber deriyên biyan
li te digerim çi bikim
dinixumînim çavan
qe nebe direvînim awiran
ji tirsa hezkirinên xapa
di bendîxana qufleşikestî de
tiliyan tevî navdestê
bi bistên ez dîl girtime dişidînim
ne dibînî ne pirs dikî
ez dihelim wek donê pez
dibim kizika li ber destan
tu bes bibêjî jî can im
halim ew e ez çi bikim
18 Hezîran 2002
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014