Hacî Qadirê Koyî: Lêgerîna li wateyeke cuda

(Yekê lem lawe rû dekate Ecem

Dû lew lawe debne dujminî hem

Dû hezar jin fesad kira lem la

Bûne qatîl ewanî tir lew la

(Hacî Qadirê Koyî)

 

Destnivîseke kevin

Mela Reûfê Selîm Axayê Koyê heta mir jî ew gencîneya destnivîs parast ku bi salan wek meraqa xwe ya herdemî, şiîr û edebiyata kurdî ya kevin tê de dinivîsand. Gelek şiîrên şaîrên Kurd û babetên folklorî, bi taybetî jî ewên ku bi devokî li ser zarê xelkê dihatin gotin, wî di keşkola xwe de bi xetên xwe dinivîsand. Eger ev keşkol winda bibûya, beşekî girîng yê şiîra kurdî yan winda dibû û yan wek xwe nedihatin nivîsandin.

Beşekî zêde yê şiîrên Hacî Qadirê Koyî, di vê keşkola destnivîs de û di gencîne û pirtûkxaneya Mela Reûf de wek kitêbên wî yên pîroz hatin parastin û nehîşt ji nav biçin. Heta dema bi bûyereke nediyar û aloz, ev gencîneya destnivîs dikeve destê nivîskarekî Kurd û piştî demeke kin, ev nivîskar beşekî zêde yê şiîran di dîwanekê de çap dike û dûre babet û şiîrên din ên destnivîs, dest bi dest dike û bi rê û şêweyên cuda tê çapkirin.

Eşkerebûna dest bi destkirina vê kitêba destnivîs, wê çaxê bû ku Mihemed Tofîq Werdî di kovara Gelawêj, hejmara 9an a sala 1944an de gotarek bi navnîşana (Dîtina gencîneyekê) belav dike û tê de behsa wê yekê dike ku kitêbeke destnivîs a giranbuha ya şiîrê ketiye destê wî, şiîrên wê yên beriya 50 salî ne û di nav wan de nêzîka (42) şiîrên destnivîs ên Hacî Qadirê Koyî jî hene. Yek ji wan şiîran jî helbesta wî ya navdar (Le Rroma kewte berçawim) e. Di wê gotarê de, Werdî beşek ji vê helbestê û çend parçeyan ji helbestên din ên Hacî Qadirê Koyî belav dike:

Le Rroma kewte berçawim kesêkî hayîm û heyran

Be heyet têgeyîm Kurd e be şêwey ehlî Kurdistan

Ke çûme xidmetî pirsîm: Birader xellkî kam cêgay?

Le kam la hatûy? Girya gutî: Baban! Gutim Baban?

Dillim dawe gutim bawke hemûman bêkes în lêre

Çi qewmawe? Gelê heyf e, megriye weku baran

Gutî: Bo xurbet û rrûtî niye efxan û hawarim

Le daxî hakimî xome, le şan û şewketî Kurdan

Gelêkim bîstûwe pestî û billindîy dewlletan, emma

Cîhan neydîwe pestî û wa mîsalî hakimî Kurdan

Piştî çend salan ji belavkirina vê gotara Mihemed Tofîq Werdî, Gîw Mukiryanî dîwana (Hacî Qadirê Koyî) çap û belav dike. Lê di hinek xêz û peyvan de cudahî heye ligel wan şiîrên ku Mihemed Tofîq Werdî di kovara Gelawêjê de belav kirine û di bingeh de yên destnivîsa kevin a Mela Reûfê Selîm Axa ne. Ev jî gumanê li ser hinek aliyên wê dîwana Hacî dirust dike ku diyar e girêdayî awayê nivîsandin û teqezkirina xêz û peyvên di keşkolê de ye.

Piştî çend salên dî, Mihemedê Mela Kerîm kitêba (Pêngaveke dîtir bi rê de ber bi teqezkirina Dîwana Hacî Qadirî Koyî ve) çap dike û hinek rexne û nîşe û têbîniyan li ser herdu dîwanên Hacî Qadir dinivîse. Dîwana ku Gîw Mukiryanî çap kiriye, ji dîwana Serdar Mîran û Kerîm Şareza cuda ye ku di kitêbekê de bi navê Dîwana Hacî Qadirê Koyî çap kirine û pişta xwe bi wê destnivîsê girê didin û pir bi hûrbînî wate û teqezkirina gelek peyv û malikên şiîrê û rastkirinê ji helbestên herdu dîwanan re dike.

Kekê Hemeyê Mela Kerîm di dema çapkirin û teqezkirina şiîrên Hacî Qadirê Koyî de, dibêje: “Gava min dest bi teqezkirina şiîrên Hacî Qadirê Koyî kir, keşkoleke kurdî ya kevin li ba min hebû ku çend parçe ji şiîrên Hacî Qadir tê de hebûn. Nêzîka 122 parçeyan bûn, lê şiîrên dubare tê de hebûn, gava min xilas kir 112 şiîr man.” Divê em amaje bidin wan keşkol û destnivîsên girîng jî ku mamoste Necmedîn Mela bi xetên xwe beşekî zêde yê şiîrên Hacî Qadirê Koyî tê de nivîsandiye, beşek ji destnivîsa wan şiîran jî vedigerin beriya 110 salan.

Destekî ji nivîsandinê westiyayî

Bêhtirî nîv sedsalê ye destek bi berdewamî şiîr û xezelên şaîrên Kurd dinivîse. Hinek caran dikeve girevê de û dixwaze tiştekî nenivîse, lê gava dibîne xêz û peyvên xezelê ne, ne tenê tiliyan lê rûpelan jî mitûmat dike.

Dîmenên wan destnivîsan jî bi şêweyekê ne, bi ximava reş li ser rûpelên zer ên kevin ku dîroka wan vedigere beriya nîv sedsalê ji wê serdema ku keşkol tê de hatiye nivîsandin. Di hinek şûnên rûpelê de şûna vemirandin û rastkirina peyv û xêzên şiîran tê dîtin. Di qorziyeke dawiya vê keşkolê de, di beşê jêr de bi erebî hatiye nivîsandin (kûtîbet fî 1344 koçî) ango di sala 1925ê zayînî de hatiye nivîsandin. Ev keşkola mezin şiîr û beytên gelek şaîrên Kurd ên navdar û nenaskirî vedihewîne. Ji rûpela (109 heta rûpela 186) hatiye taybetkirin bi şiîrên Hacî Qadirê Koyî.

Diyar e keşkol di serdema pîriya xwediyê xwe de û bi destekî lerzok hatiye nivîsandin. Çimkî li hinek şûnên rûpelan, şûna pênûsa ximavê ji hêla rast a rûpelan derketiye û rûyê derve yê rûpelê reng kiriye. Ev amaje ye li ser destekî bi ezmûn ligel qelem û rûpelê ku çawa niha betilîn û mandûbûna salan li ser diyar e û qelem nikare wek destpêka temen a germ û bitîn bi bedewî binivîse.

Keşkola destnivîs yek ji kitêbên giranbuha ye. Li ba miletên dinyayê girîngiya xwe heye. Piraniya şiîrên kurdî yên klasîk di van keşkolan de ji aliyê mela û feqiyên mizgeft û sofiyan ve hatine berhevkirin û komkirin. Beşekî zêde yê serweta devkî û edebiyata kurdî ya klasîk li navçeyên cuda yên Kurdistanê, di van keşkolan de parastî mane.

Hacî Qadir di sê nerînên cuda de

Tevî ku heta radeyekê cudahî di wate û xêz û peyvên hinek şiîrên dîwanên Hacî Qadirê Koyî de heye, bi taybetî jî dîwana (Komele şiîrî Hacî Qadirî Koyî lelayen Ebdulrrehman Seîd sala 1925), ez bawer im ev yekem dîwana wî şaîrî ye piştî mirina wî hatibe çapkirin.

Piştre (Dîwanî Hacî Qadirî Koyî – Gîw Mukiryanî sala 1953), dûre dîwana (Hacî Qadir şaîrê qonaxeke nû ye – Mihemedê Mela Kerîm sala 1960) piştre jî kitêba (Hacî Qadirê Koyî – Mesûd Mihemed 1974) çap dibe. Herwiha (Dîwana Hacî Qadirê Koyî – Serdar Mîran û Kerîm Şareza – 1984) û (Hengawêkî tir be rêgada berew saxkirdinewey Dîwanî Hacî Qadirî Koyî – Mihemedê Mela Kerîm 1989) û di van salên dawî de jî çend hewldan û xwendinên din ji li ser vî şaîrî û dîwana wî ya şiîrî hebûn.

Di vê demê de min beşekî zêde yê wan nivîsar û lêkolînên cuda ku li ser vî şaîrî hatine nivîsandin xwendin. Gelek nivîskar û vekolerên Kurd bi nerînên cuda li vî şaîrî nerîne û tekstên wî xwendine. Bi taybetî jî Mesûd Mihemed, Hemeyê Mela Kerîm û Merîwan Wirya Qanih.

Ev sê dîtinên cuda bo Hacî Qadirê Koyî, xwîner tîne pêşber rengekî ji manayên cuda ya dinyaya wî şaîrî ku ji wan şîroveyên ku berê li ser şiîrên Hacî Qadirê Koyî hatine kirin cuda ye. Wê dema ku kekê Hemeyê Mela Kerîm li mala xwe bi gewdeyekî betilî mijûlî teqezkirina û xilaskirina dîwana Salim bû, ez gelek rojan diçûm ba wî û demeke dirêj li ba wî dimam. Li tenişta rastkirina şiîrên Salim, gelek rojan heta wextekî dereng behsa têkiliya xwe û helbestvan Goran dikir.

Dûre jî me behsa Hacî Qadirê Koyî dikir. Tevî ku beşekî zêde yê şiîrên wî ezber kiribûn, gelek tiştên girîng jî li ser şiîr û jiyana Hacî li Stenbolê ji min re digot. Tiştê ku li ba min di gotinên wî de girîng bû, danberheva hemû şiîrên Hacî Qadirê Koyî di dîwanên cuda de bû. Gelek peyv û xêz û mana rast dikirin û çewtî ji min re destnîşan dikir. Vê bêhtir derî li ber min vekir ji bo xwendineke cuda ya wî şaîrî. Min berê gotiye em hemû deyndarên malbata (Muderîs) in ku beşekî zêde yê edebiyata kurdî ya klasîkî bi me dan naskirin û ji windabûnê parastin.

Mesûd Mihemed bîrmend û nivîskarekî mezin e

Nerîna duyem li Hacî Qadir di wê kitêba Mesûd Mihemed de ye. Ev kitêb yek e ji mezintirîn û berfirehtirîn nivîsar û nerînên li ser Hacî Qadirê Koyî hatine nivîsandin. Kitêb di sê cildan de ye û nêzîka 800 rûpelî ye û gelek aliyên jiyan û berhem û felsefeya şiîrê ya Hacî Qadirê Koyî nîşan dide. Tevî ku wek hevbajar û şarezayê hemû aliyên veşartî yên jiyan û berhemên Hacî Qadir ku hevalê bavê wî jî (yanî Mela Mihemedê Gewre) bû, lê Mesûd Mihemed bi berfirehî li ser hinek aliyên nesereke yên jiyana Hacî Qadir disekine.

Beşê yekem yê kitêbê bi qasî ku li ser cih û statûya Koyê ji bo Hacî Qadir e, ewqasî li ser dinyabîniya şiîrên wî nasekine. Li ba min ev diyartirîn rexne ye ku li vê kitêba Mesûd Mihemed bê kirin. Tenê xalek di vî beşî de ku ji min re girîng bû, ew şîroveya wî ye ku li vê malika şiîrê dike:

Her min im êste warisî Îsa

Bê kurr û mall û bê jin û meiwa

Mesûd Mihemed vê şiîra Hacî bi vî awayî şîrove dike: “Nebûna kur û mal û jin û stargehê guhertiye bi hezkirina welat, heta wiha lê hatiye ku tiştekî din ji xeynî sûreta payebilind ya kurdewariyê di rûpela giyan û perrê dilê wî de nebe. Ew hertiştê xwe gorî Kurdistanê dike û xema miletê Kurd û azadiya Kurdan dixwe.”

Herçiqasî ti hesteke wî ya vegera li welêt nebû, berovajî Mela Xidrê Nalî (Qurbanî tozî rêgetim) nanivîse, lê bi qesîdeya dirêj (Witim be bextî xewallu) hesta xwe ji bo welat û neteweya xwe nîşan dide.

Mesûd Mihemed bîrmend û nivîskarekî mezin e û pêwist e ji her kesî zêdetir di vê serdemê de nivîs û kitêbên wî bên xwendin. Lê ev kitêba wî li ser Hacî, tevî ku zanyariyên girîng tê de hene, divê bê rexnekirin, bi taybetî dirêjkirina nivîsarê û guhdana ne pêwist bi tiştên biçûk û ne girîng di jiyana Hacî Qadir de!

Merîwan Wirya Qanih di çend nivîsên xwe de li ser Hacî Qadir disekine. Ji bilî ku bêhtirî sed rûpelên nameya wî ya doktorayê li ser Koyî ne, di çend nivîsên din de li ser vî şaîrî nivîsandiye, yek ji wan nivîsan (surgûna kurdî di navbera sê nifş û sê ezmûnên wate cuda de) ye ku di kovara Rehend hejmar (12-13 sala 2001) belav bûye û tê de danberhevekê di navbera sê şiîrên (Derbendî Pepule) ya Şêrko Bêkes û (Qurbanî tozî rêgetim) ya Nalî û (Witim be bextî xewallû) ya Hacî Qadirê Koyî de dike.

Diyartirîn xala cuda ya xwendina Merîwan bo dinyaya şiîrî ya Hacî Qadir, ji vê şiîrê behsa surgûn û welat û têkiliya wî bi cih re dike. Bi dîtina Merîwan, xerîbî û surgûn li ba Hacî Qadir heman wateya wan heye û bi baweriya wî surgûna bi dost û hevrê, baştir e ji welatekî bê dost û hevrê. Ev dîtina Hacî Qadir ji nerîna wî li cih pir cuda ye ji dîtina kesayetiya olî bo cih ku dîtineke wan a pragmatik heye, berovajî dîtina Nalî ku surgûn tê wateya kirêtî û bêzariyê, lê li ba Hacî Qadir surgûn ji welat bêhtir pêkan e cihê asûdehî û aramiya jiyanê be:

Rrefîqî kone nemawin, ciwanekan pîr in

Be şeq derron û le darî diyar e şeqqî esa

Le dû sedî yekekî zehmet e binasiyewe

Meger be nawnîşan û be xizm û bab û bira

Berovajî hinek ji wan xwendinên ku li ser Hacî Qadir hatine kirin, bi baweriya Merîwan ev şaîr pir girêdayî Stenbolê bû û di hizr û fikra xwe de hêvî dikir welatê wî jî li ser şêwaza Stenbolê geş bibe. Têkiliya Hacî Qadir bi cih re, têkiliyeke navendî ye û Merîwan Wirya bi giranî li ser vî aliyê Hacî Qadir kar dike.

Kameran Subhan-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply