Guweç

MELZEME – PÊDIVIYÊN XWARINÊ

Têra 6 kesan

*Goştê berxan (ên bihestî): Kîloyek

*Firingî: Kîloyek

*Îsotên hêşîn (ên tûjikî):  10 heb

*Balîcan: 2 heb

*Rûnê nivîşk: 2 kevçiyê xwarinê

*Salçeya firingiyan: Kevçiyekî xwarinê

*Sîr: Seriyek

*Xwê û av: Têra xwarinê

ÇÊKIRINA GUWECÊ

Zebzeyan pir baş bişon. Firingiyên xwe di derdanekê de hûr bikin. Balîcanên xwe bikin kabik, bişon û dawerivînin. Îsotên xwe yên şîn, bikin keriyên dirêjik û bixin derdanekê, sîrên xwe kaşûr bikin bila wekî diran û hebhebî bin.

Pêşî nîvê firingîyan bixin binê dîzikê, piştre goştê xwe yê şûştî û hûrkirî li ser firingiyan raxin. Firingiyê mayî li ser goşt rast bikin, balîcanên xwe yên hatine hûrkirin berdin ser, seriyên sîran ên hebhebî û îsotên xwe yên hêşîn bixin serê, rûnê wê li ser bigerînin, devika wê bigirin û bişînin firina sûkê (dikarin di firina malê de jî çêkin). Ev dîzî di firina germ de herî kêm  du saet an du saet û nîv dimîne. Dema we dîzî ji firinê anî, bi germî deynin ser sifreyê.

Noşî can be

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply