Gurzek Gihayê Kode- Maşallah Milazgirî

Min û hevalekî hêja rojekê behsa zemanê berê dikir. Wî hevalî gote min:

-Tu ji Welatê Serhedê yî. Ji kerema xwe re li ser paletiya  giyayê dikarî nivîsekê binivîsî?

Min jî daxwaza wî hevalê hêja bi dilrehetî pejirand. Piştî vê biryarê,  ketime nava xem û xeyalan û min berê xwe da dema zaroktiya xwe, ew çanda kevnar a bav û kalê me di ber çavên  min re mînanî xeyalekê derbasbû. Ez gelekî xemgîn bûm û çavên min tijê hêstir bûn, dilê min pir şewitî û ez pir  li ber xwe ketim. Ji ber ku çanda bav û kalê me tê jibîrkirin. Min jî xwest îro hinekî behsa paletiya giyayê ya dema zaroktiya xwe bikim.

Em ê li jêrê behsa derketina gihayê û hetanî dirûna wê bikin.

Demsala biharê dîsa dest pê dikir, li Welatê Serhedê piştî zivistaneke dirêj berf ji erdê radibû,  serê quç û keloşkan êdî reş dikir, belekiyên berfê diketîn erdê, bi derbasbûna demê re jî çêre şîn dibû  û çîmen jî pir xweş dibûn. Piştî demeke dirêj a zivistanê, êdî pez û dewar ji hewyê derdiketên, berê xwe didane zozanên mînanî bihiştê ku bihna gul û gupikan jê dihat. Ew çêre û çîmenên xweşik ên li wan zozanan,  bi noşîcan dixwarin. Dema ku tî dibûn, ava belekiyên berfê û ya kaniyên hênik vedixwarin. Şivan û gavanan serê sibehê pez û dewarên xwe dibirin û êvarê dianîn malê. Berx jî, demek piştî pêz û dewaran ji hewyê derdiketin. Piştî ku hewa germ dibû,  birê/keriyê pez û berxan digel şivan û berxvan êdî bi şev jî li çolê diman, pez û berxên xwe şevîn dikirin.

Şevîn, ev e ku mirov pez û berxan li çolê bide mexel û nîvê şevê wan rake û biçêrîne. Ji bona ku şîrê mihan kêm nebe nedihatine şevînkirin, an jî berbi stewrbûna wan dihatina şevînkirin. Lê belê garana gund dîsa serê sibehê diçû û êvarê dihate nava gund. Guhanên mih û çêlekan tije şîr dibû, berx û golikan ew şîr vedixwarin. Heçiyê şîrê ku dima jî kevaniyên malan didotin û dikirin penîr, mast û jê rûnê nivîşk derdixistin. Piştî demekê çêlek serê sibehê û êvarê dihatên dotin, piştre golik li makên xwe dimijiyan.  Mih jî serdoşk û paydoşk dibûn, ango du caran dihatine dotin û piştre berxan berdidane ber makên wan,  ji vê re berodan dihate gotin. Amedekariya gihayê tev ji bo debara ajalan a zivistanê bû.

Roj û mehan didan pey hev û demsala biharê diqediya, demsala havînê dest pê dikir. Bejna giyayê bilind dibû û giya berbi zerbûnê ve diçû. Ji bo dirûna giyayê gel amadekariya xwe dikirin. Alav û amûrên xwe ji bo dirûna gihayê saz dikirin. Alav û amûrên giyayê jî ev bûn:   Kêlandî/tirpan, melêv/dirgan, tirmix, çakuç, xar, êge, kursî, sindiyan/hors û masat bûn.

Pisporên gihayê li hespên xwe siwar dibûn, berê xwe didane nava mêrg û zeviyan, ka gelo giya  gehaye çaxê dirûnê yan jî na. Heke giya gehabûna çaxê dirûnê, ji bo dirûna wê amedekarî bikin. Pisporan biryara xwe didan ku êdî giha hatiye dirûnê û li wê gorê rojekê pêş de kar û barên xwe dikirin. Her tişt ji êvarê de dihat amadekirin û mezinê malê bi banga meleyê sibehê re gazî paleyan/karkeran dikir. Pale radibûn nimêja xwe dikirin û kevaniya malê xurîniya paleyan amade dikir. Di xurîniyê de; çay, penêr, nanê kade, nanê loş, rûnê nêvîşk, to û şîr dixwarin û vedixwarin. Piştî xuriniyê, pale amûrên xwe hildidan bi dîtina tavê re diçûne mêrg û zeviyan.

Pale li mêrgan dest bi xebata xwe dikirin. Kêlandîvanan  masatê xwe ji ber qayîşên xwe derdixistên û devê kêlandiyên xwe ji bo ku tûj bibin masat dikirin. Kêlandîvanê herî mezin ji bo ku rûmata wî dihate girtin, wî didane pêşiya hemû kêlandîvanan û jê  re serhonazî dihate gotin.

Di nava wan de yê ku nû dest pê dikir jî, xwe didane paşiyê. Ji wan re boçikvan dihate gotin. Melêvanan melêvên xwe hildidan û li pey tirpanvanan giyayê berhev dikirin û wî giyayî bi  awayekî xweşik li hev dixistin û binê tapûlan/komikan delal rast dikirin. Gava ku binê tapûlan rast dikirin, ji bona ku bi hêsanî ew tapûl werin pêçandin û stirîn ji bo ku di destên pêçanvanan re neçin, bi awayekî baldar nedihiştin giyayê bi stirîn bikevin binê tapûlan. Tirmixvanan ew giyaya li pey kêlandîvanan bi qaydeyekî rêkûpêk berhev dikirin, bi herdu lingên xwe radibûn ser tapûlan ew didewisandin, der û dorên wan bi tirmixê rast dikirin.

Kêlandîvanên hok/pispor ew bûn ku; malên wan herî fireh û lasê wan jî  herî stûr/qalin dibûn. Ango yên ku malên wan fireh û lasên wan jî stûr bûn ew kêlandîvan pispor dihatine hesibandin.

Gava devê kêlandiya xwe diavîtin giyayê, xuşîn jê dihat. Ew giyayê ku didirûtin, tev dianîn li ser lasa xwe berhev dikirin û mînanî şirîtê rêz dikirin. Kêlandîvanên xişîm jî bi gelemperî mala wan teng, lasa wan jî bêje hema tune bû û giyaya ku didirûtin jî tev belawela dibû. Ji ber vê yekê  melêvanan û tirmixvanan, gelekî  ji kêlandîvanên pispor hez dikirin. Ji ber ku yên xişîm ji wan re zêde kar derdixistin, qet ji wan hez nedikirin. Eger giha tenik bûya, mal jî berfirehtir dibûn. Lê gava ku giha qalind bûya, mal tengtir dibûn û dirûna wî jî bêhtir zehmet dibû. Di gihayê qalin de heke kêlandîvanan malê xwe berfireh bikirina, hem dê gelekî biwestiyana, milên wan jî dê gelekî biêşiyana. Eger ew yên xişîm bûna, gumana şikestina boçika tirpanên wan jî zêdetir dibû. Giyayên hişk, bi gelemperî serê sibehê hê ku nerm bû  dihate dirûn. Heke giya hişk bûya, tirpanên wan hilnedida.

Kêlandîvan û tirmixvan, tu carê ji erdê pêldar û bi kevir hez nedikirin. Heke di nava erdê de kevir hebûna û erd pêldar bûya, dirûna giyayê jî, pir zehmet dibû. Gava ku kevîr hebûna  devê tirpanan li wan keviran diketên û devên wan xerab dibûn. Tirmixvan nikaribûn bi awayekî hêsanî  giyaya dirûtî berhev bikin. Ji ber ku ew kevir û erdên pêldar, dibûn sedema ku diranên tirmixên wan bişkestina. Gava devê tirpanên wan li keviran diketên, hostayan ew li ser sindiyan dikutan û bi êgeyê tûj dikirin. Gava ku diranên tirmixên wan jê diketin an dişkestin, dîsa diran dihatin lêxistin.

Di nava mêrgên welatê Serhedê de, giyayên curbicur hene. Dema ku mirov dikeve  nava van mêrgan bêhna gul, gupik, sosin, rihan, sîrim, mendik, cetrî û zîlan davêje pozê mirov. Ji van sîrim, cetrî û mendik ji bo ku dikevin nava toraq û penêr jî, pir têne berhevkirin. Zîl jî, ji bo xwarina keledoşê dihate berhevkirin. Mirov li wan mêrgan xwe di nava bihiştê de xeyal dike û gelekî bextewar dimîne.

Giyayên mêrgan bi texlîtên weke pelex, kode, kirkor, lavlavk, tarîgan, şolik, gihareş, telik,  kevlik û şelepûk dihatin binavkirin. Di nava van giyayan de, yê herî navdar giyayê kode ye. Giyayê kode tevek belg bûn, bi taybetî didane berxan. Ev giyayê hanê bûye mijara kilaman jî. Dengbêj ji dilketiya xwe re dibêje; “Te dilê min kiriye  mînanî  gurzek giyayê kode li bêlanê bilind agir pêkeve û ba lê rabe.” Giyayê pelex, li devê kaniyan û şilekan hêşîn dibe, ji vî giyayî qismekî wî jî dianîn malê bi wan çirçirkên/leydanên ku ji qiloçên beranan çêdibûn, çaw bi wan dihatine ristin.

Dem berepêş diçû, demjimêr li dora 09.00an êdî dibû dema xwarina taştê, paleyan bi destura serhonazî, amûrên xwe datînîn, dest û rûyên xwe dişûştin û dev bi xwarina taştê dikirin. Di taştiyê de penêr, mast, nanê kade, nanê loş bi çayê re dihatin xwarin. Bi gelempêrî nan hûrê nava mast dikirin, hinek av berdidan serê, li hev dixistin û dixwarin. Piştî xwarina taştê bi gazîkirina serhonazî re pale tev radibûn ser xwe, amûrên xwe hildidan, dîsa li karê xwe didomandin.

Piştî taştê, xebata paleyan hetanî nîvro didomand. Gava ku demjimêr  ber bi 12:00an ve dibû, çavên paleyan li benda nanê nîvro dima. Nanê wan ê nîvro ango firavîna wan ji malê dihat. Ka gelo  yên ku nên tînin serê wan ê çi wextî di ser girikan, qûç û keloşkan  re derketa. Dibû germa nîvro  pale gelekî diwestiyan, çavên wan li hatina nanê nîvro û li bihnvedanê (yan î moledanê) bû. Serê wan ku di serê girika re xuya dikir, pale gelekî kêfxweş dibûn. Bi hatina nanê nîvro re, serhonazî ji bo xwarinê navber dida xebata xwe û hevalên xwe. Bi gelemperî di firavînê de savar, goştê berxan, avsîr/tirşika kartola, avdew, nanê loş, pîvaz, xiyar û bacanên sor dihatine xwarin. Ew rûnê nivîşk ê helandî gava ku berdidane ser savarê,  piştre îcar gava mirovan ew savar dixwar, rûn ji destê wan diniqutî erdê. Piştî xwarina firavînê, tirpan dihatin kutandin, ji bo nimêja nîvro destnimêj dihate girtin û nimêj dihate kirin. Piştî xwarina firavînê, ên ku nan dianîn firaqên vala hildidan û diçûne malê. Paleyan jî dîsa dest bi xebata xwe dikirin.

Bayê germ êdî ber bi esrê ve hêdî hêdî hênik dibû. Kêfa kêlandîvan û paleyên din,  bi vê rewşa hênik pir xweş dibû, henek û laqirdî dikirin. Ew tapûlên ku serê sibehê hatibûn çêkirin, ji bo ku xerab nebin esrê dihatin pêçandin û wan dixistin xurom. Dema ku xwarina esrokê dihat wan çay, nan û penêr dixwarin. Nimêja esrê dihate kirin. Di hênikaya esrê de tirpanvanan dest bi kilaman dikirin û digotin;

              Hey pale pale tirpan bi dest li ser mal e.

              Mal fire ye, las sitûr e, mêrg bi ber pal e.

              Kêlandîvanê me leheng û hem  çeleng e.

              Tu dibê li ser serê giyayê şoreş û ceng e.

              Em paleyên deşta Mûşa Serhedê ne.

              Em mêr û mêrxasên Kurdistanê ne.

              Em paleyên  paytexta Amedê ne.

              Em şoreşvan û dilsozdarên Kurda ne.

              Hoy pale pale azad bike bavê kal e.

              Bindestî bes e  rabe ji xewa bê hal e.

              Rabe ji bo welatekî azad û rizgar e.

              Ev rewş ji me re şerm e, eyb e û ar e.

              Em paleyên mêrgên Kurdistanê ne.

              Em peyrevên Mele Seîdê Kurdî ne.

              Em neviyê Selahaddînê Eyyûbî  ne.

              Em şagirdên Şêx Seîdê Paloyî ne.

Ev kilama hanê bi helbestkî ji aliyê min ve hatiye nivîsandin, lê belê wê demê kilamên mînanî vê kilamê  gelek dihatên gotin û paleyan kilam diavîtên ber hevûdu.

Ber bi êvarê karê paletiyê ew roj diqediya û pelayan berê xwe didan malên xwe. Gava ku pale diçûn malê, serê pêşî li ser çemê gund diketên avê û xwe dişûştin. Dema ku diçûn malê, serê pêşî nimêja xwe ya mexrebê dikirin, şîva xwe dixwarin û piştî kirina nimêja eşayê radiketin. Ev xebat bi vî rengî dihate domandin, hatanî ku dirûna giyayê diqediya.

Li Serhedê dirûna gihayê êdî diqediya. Piştî bîst rojên din, dema berhevkirina giyayê dihat. Paleyan wan çawên ku ji giyayê pelex hatibûn ristên, ji bo ku nerm bin ji êvardan dixistin nava avê û serê sibehê hildidan, diçûne mêrgan. Çawên/pirêzên xwe radixistin erdê, du heb xurom didane ser çawa xwe girêdidan û giyayê xwe tev dikirin gurz. Piştre ew gurz dikirin part. Partek ji 60 xurom û ji 30 gurzî pêk dihat. Ev part bi awayekî rêkûpêk dihatine çêkirin. Piştre sê part lê romorqa traktorê dikirin û dianîn dikirin lod. Pisporên lodan, lodê xwe ji bo ku av bi wan de neçe û giya şil nebe qubekî çêdikirin. Lodên gund tev li cem hev dihatin çêkirin.

Demsala havînê êdî diqediya û demsala payîzê dest pê dikir. Rewşa hewayê ber bi sarbûnê ve diçû, pez û berx êdî bi şev diketin hewiyê, mih sitewr dibûn, lê şîr di guhanê bizinan de dima.

Gava ku dibû  meha Kewçêrê, beran dihatin xemilandin, zarok ji bo bereketê li beranan siwar dikirin û beran  berdidane nava mihan. Nêriyan jî berdidan nava bizinan. Şivan û berxvanên havînê dest ji karên xwe berdidan û yên payîzê dest pê dikirin.

Welatê me Serhed e, ne tu war e, zivistana me dirêj e, pir dijwar e. Di ser me de hatiye xirê berfê, ne rê ye, ne pê ye, ne tu cih e û ne jî tu war e.” Dengbêjê welatê min, çiqas delal gotiye.

Li welatê min êdî demsala zivistanê dest pê dikir. Berf li erdê sipî dikir û ajal diketin hewyê. Ew giyayê ku bi awayekî xweşik hatibûn lodkirin, ji lodan dihate derxistin û li ser berfê dihatine raxistên û pêz bera serê didan. Ew ciyê ku giha lê dihate raxistên, jê re dirûnge/dangî dihate gotin. Gava ku dibû meha Adarê, mih dizan. Zivistan diqediya û bihareke nû dest pê dikir. Welat dîsa dibû bihişt. Bi vî hawayî sal diqediya.

Gelî xwendevanên hêja û bi rûmet!

Me xwest em li ser vê mijarê nivîsekê binivîsin û çanda xwe ya kevnar a bav û kalên xwe bi bîr bînin. Heke xweşikahiyek hebe, ew ya çanda me ya dewlemend e. Heke kêmasiyek hebe, ew jî ya min e. Xwedîderketina li çanda xwe, em xwe bêgav dibînin. Bi rastî ziman û çanda Kurda pir dewlemend e. Înşellah em ê bi gotinên Mele Seîdê Kurdî, dawî li nivîsa xwe bînin. “Ziman mora qedera mirovan e.”Bênan dijîm û bêazadî najîm.”

Silav û Rêz…..

Maşallah Milazgirî

msonmez49@windowslive.com

(Ev nivîs di Kovara Nûbiharê di hejmara 120î de hatiye weşandin.)

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply