Duşem , Sermawez 20 2017
Malper / Wêje / Biwêj / Gundiyê Bi Navê Eyib (Eyo) û Seydayê Gund

Gundiyê Bi Navê Eyib (Eyo) û Seydayê Gund

Li Kurdîstanê bajarê Mûşê bisalan berî Gundek xwestine ku ji xwe re Mizgeftek bidin çêkirin. Ji bona zarok û malbatên wan xwenda û zana bin. Gund çend mal û hemû jî bira pismamê hevdu bûne. Avahiyek çê dikin cîhê mele û zarokên xwe û Seydakî tînin gund. Seyda zewicandî û zarokên wî jî hebûne. Seyda dersa mezin û piçûkan dide ,zikat û peran distîne. Kesek bi navê Eyîb di gunde hebûye , di nava civakê de jê re Eyo tê gotin. Lê belê xanima wî gelek , No (bi şer û ceng) bûye timî dimala Eyo de pevçûn û şer hebûye .

Eyib diçe mala seyda pirsgirikên xwe û xanima xwe jê re dibêje, ka ji bona çareseriyekî. Seyda jê re dibêje:

– Ji bona ku xanima te ji te re rêz bigre çareseriyekî wê heye?  Eyîb:

– Ji bona Xwedê, seyda ka bibêje çî ye dermanê vê belayê? Seyda:

– Kekê Eyîb pêwîst e ku xanima te nimêj bike, ji bona wê jî dibê ku Fatîhe û Etehiyetê bizanî be. Eyib:

– Baş e seyda, dersa xanima min bide tu çi bixwazî ez ê diyarê te bikim. Seyda dibêje:

– Ez û xanima min em her du ders didine, dema ku fêr bû dû re te çi daye? Eyîb dibêje:

– Baş e lê belê bila kes pê nizanî be ku min ji te re vê pirsgirika xwe gotiye. Seyda jî dibêje:

– Baş e ez jî naxwazim, wek ku ez melayê we me dersa malbatên din ji didim, bila xanima te ji were . Eyîb ji Seyda re dibêje:

– Hun werin ji xanima nin re bibêjin were dersa Quranê bas tir dibe »

Seyda û xanima xwe ve dersa xanima wî didin û ji Fatîhê dest pê dikin. Ew Xanima xwe ve lê şîret û nesîhetan jî lê dikin di derbarê mêr û jinan de. Lê belê tişta ku Eyîb gotiba xanima wî bi gotina wî nedikir. Seyda û Xanima xwe ve Fatîheyê pê, didin ji ber kirin. Dest bi Etehiyatê dikin seyda dibêje, Xanima Eyîb li peyê wî û xanima wî dubare dike. Seyda dibêje: “ruknekî nimêjê yek jî Etehiyat e.” Dema mirov rûdine Etehiyatê dixwîne. Xanima Eyîb dibêje: “Baş e, seyda hûn bibêjin ez li peyê we dubare bikim.”

Seyda dest pê dike « Etehiyatu, Elmu Barekatu, Eselewatû, Eteyîbatu, Lîlahî, Eselamu Eleykûm , Eyû henebiyû… Xanima Eyîb bi destê seyda digre û dibêje : “Seydayê hêja ez bi Qur’ana mala te bikim, Ku tu Eyû henebiyû ji vir dernexî ez naxwînim.”

Seyda matmayî dimîne, dibêje: “Xwîşka min em nikarin jê derînin ji pêxemberan de ev Ayet heye, sedem çî ye ? “ Xanim dibêje: “Eyo navê zilamê min e, Ew î zêr û pe re dane te û navê xwe xistiye Etehiyatê.     Seyda:  “Ji bo Xwedê heyran nabe ez çewan dikarim vê Ayetê! derînim.” Xanim dibêje: “Baş e ji dila Eyû henebiyû de, Eyû derîne, bila Henebiyû bîmine . Ger wisan nebe ez naxwînim û ji Eyo re jinanî nakim.” Seyda neçar dimîne bi wê awayê dersa wê dide, dema ku Etehiyatê û jê re dibêje: “ Baş e, te dema Etehiyatê xwend Eyo nexwîne.” Bi vî awayî çareser dikin.

Feyzî Mirhesen-Çandname

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Destan

Destan, cûreyekî edebî yê kevin e. Peyva “Dastan an Destan” peyveke Îranî ye. Di Kurdî …

Leave a Reply

%d bloggers like this: