Gund veguherand pêşengeha hunerê

Nuran Erden a 55 salî wêneyên li ser dîwarên gundê lê dijî xêzkirin, gund veguherandiye pêşengeha huner. Erden hem şivan û hem jî wenesazê gund e. Erden, diyar kir ku bi xêzkirina wêneyan balê dikişîne ser bûyerên civakî.   

Gundê Germiyan bi dîwarên xwe yên rengareng ku dîmenek dêwasa nîşan dide, girêdayî navçeya Çeşme ya Îzmîrê ye. Wênesazê dîwarên gund Nuran Erden a 55 salî ye. Erden li gund hem çotkariyê û hem jî şivantiyê dike. Erden bi xêzkirina wênayan balê dikişîne ser bûyerên civakî û hemû dîwarên gund veguherandiye tuwaleke mezin a wêneyan. Erden, têkildarî xêzkirina wêneyên xwe axivî.   
 
HEMÛ TIŞT BI FIRÇEYEKÊ DESTPÊKIR
 
Erden, diyar kir ku wê bi boyaxa avê ya zarokê biçûk li gund dest bi xêzkirin wêneyan kir û wiha got: “Xêzkirina wêneyan her ku xweşiya min çû, min wêne xêzkirin. Bi demê re min pêdivî dît ku wêneyên çêdikim dîtbar bikim û min dîwarên mala xwe veguherand atolyeyê. Wêneyên min li ser dîwaran xêz kirî, bi demê re şewq da dîwarên din. Hîn zêdetir xêzkirina wêneyan xweşiya min çû. Di sala 2015’an de bi boyexa avê min dest biçêkirina wêneyan kir. Bi rengê şîn tenê min dest bi çêkirina wêneyan kir. Rengê şîn esman û derya nîşan dide. Piştre min firçeyek kir destê xwe û hîn zêdetir reng xêz kir. Pir xweşik bû. Wênesaziya min a rengan, wisan destpêkir. Boyexa niha bikar tîmin, ên eniya dervedene.”
 
’JI BO BÎRANÎNA 10’Ê COTMEHÊ MIN GULÊN DIGIRÎN ÇÊKIRIN’
 
Erden, anî ziman ku di wêneyên li ser dîwarên gund bûyerên civakî xêz dike û wiha got: “Ji tundiya li ser jinê û hemû cureyên tundiyê re dibêjim na. Ez serpêhatî û bîranînên gelê gund li ser dîwarên gund xêz dikim. Li şûna ku wênayan ji her kesê re wisan vebêjim, li ser wêneyan nivîs dinivîsim. Nivîs hîn zêdetir bala min  dikişîn e. Dema diçim pêşber dîwar, diwar çi ji min baxwaze wê xêz dikim. Diçim pêşberî dîwarek sipî û tişta ji min dixwaze wê xêz dikim. Li gorî her malê û her kesê xêz dikim. Ez heqdestê  xwe naxwazim. Kanên kevir û RES gundan tune dikin.  Ez wan xêz dikim. Ji bo bîranan Komkujiya Enqerê ya 10’ê Cotmehê min gulên digirîn xêz kirin. Bi vê yekê min got dibe ku deng bide.”    
 
GUND VEGUHERIYE PÊŞENGEHA HUNER
 
Erden, da zanîn ku ji gundê cuda jî pêşniyar ji bo wê hatin û wiha bilêv kir: “Ji hinek gundan gotin ‘Were gundê me jî wisan wêneyan xêz bike.’ Ez diçim wan gundan 3-4 roj dimîn in û wêneyan xêz dikim. Ez nirx didim gundê xwe. Di wêneyekê de detay hebin, dem zêde derbas dibe. Ez  nikarim hestên xwe yên di dema wêne çêkirinê de vebêjim. Armanca min keyfxweşiya mirovan e. Li diwarên vale mezêkirin heye û li diwarên wêne li ser mêzekirin heye. Ji gundê me kes naçe pêşengeha wêneyan, ji xwe ez ji wan re pêşengehê çêdikim. Hemû kesên tên gund, mîna ku çûbin pêşengehê.”
 
‘ŞIVANTÎ DIKIM Û DI BAZARÊ DE DIXEBITIM’  
 
Erden, destnîşan kir ku di dema wêneyan çênake de, şivantiyê dike û di bazarê de dixebite. Erden, bilêv kir ku wê perwerdeya xêzkirina wêneyan nedîtiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di zanîngehê de min 2 sal beşa xalîçe çêkirinê xwend. Ez ji azadiya  xwe pir hes dikim. Ji ber vê min şû nekir. Tu nirx ji bo jinên hunermend heya roja me ya îro nehatiye dayîn. Ez di ferqa vê yekê deme. Ez ê xêzkirina wêneyan bidomîn im.”
 
MA / Ruken Demîr – Ayşe Surme

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply