Xatiya Pêpen û Gurê Menco û Pîrhevok
Bi bihîstina van dilerizî û dişikiyan çok
Gava ku digotin Pisîka Mezela
Me dixwest em vegerin qalûbela
Mer ê ku digotin du serî bû
Wî zirav li me qetandi bû
Heçî ku digotin kûsî bûye gorîl
Ev giyanê me derdiket ji bêvil
Û şixwe serpêhatiya Xalê Sofî û cina
Û zarok revandina eylo ya ji hemêza jina
Tirs û xofeka ku nîn bû diyar
Me lal dikir û em dibûn bêzar
Em tevekî bibûn zarokên panaroyak
Li ber çavê me reş bibû ev jiyana pak
Li benda me bûn çem û çol û gaz û satar
Lê ji tirsa van çîrok û efsaneyên xedar
Em bibûm mîna ajalên kedî
Tim digeriyan li der û dora malxwedî
Çend salê me yê pêş bihorîn bi vê şêwê
Dûra wekî bûtik lixwexistina dara mêwê
Em filitîn ji qeyd û hefsar
Ji nû va vejiyan wek bihar,
Ji melê sibê hetanî berêvar
Ji ber me nedifiltî ti cîh û war
Çi candar û ne candar; çi ajal û çi nebat
Hemûka îllallah dikir, dixwestin ji Yezdan felat
Xwedê bi tenê dizane ku ew xweza
Dikaribûna wê ji ber me bireviya bibeza
Hingî ew qas Bacon* ji xwezayê ra digot; “fahîşe”
Ku wî me bidîtina, wê ji me ra bigota; “ma ka ev îşe?”
Em jî wekî conegayê dermale
Filitî û pê va naxwaze veger male
Me bi dest xistibû serxwebûn û azadî
Ma wê kî ji nû va bixwesta esîrî û dîlîtî
Wê demê ji ber îş û karên gund
Me xwezîya xwe dianît bi kund
Em zarok bûn, me dixwest lîstik û ger
Lê digotin de hadê nav baxçê, rake bêrmer
Belê em jî têra xwe hebûn
Sed fend û hîle di serê me da bûn
Me zaroktiya xwe bihorand bi vî awî
Niha jî jiyana gund bi destê me nakevî
Ez xweziya xwe tînim bi wan roja
Ew bûn demê herî xweş û hêja
*Francis Bacon (1561 – 1626): fîlozof û nivîskarê îngilîz bû.
Emre MÛHARGÎNÎ