Gulîstan Perwer: Daweta min û Şivan bi şêweyekî şoreşgerî bû

Beşa Pêncem:

Hunermenda navdar a Kurd Gulîstan Perwer, hemû êvarên roja Şemiyê li Radyoya Rûdawê dibe mêvana pêşkeşvana navdar Hêvîdar Zana. Herdu jinên ji Bakurê Kurdistanê, di vê bernameyê de guftûgoyeke balkêş dikin. Gulîstan Perwer bêyî sansûr ezmûna jiyana xwe ya taybetî, ya hunerî û siyasî vedibêje.

Gulîstan Perwer yek ji wan hunermendan e, ku salên dirêj ked û renceke giranbuha di jiyana hunerî de daye. Ji ber girîngiya hevpeyvînê, heftenameya Rûdawê jî her hefte, bi awayekî peryodîk, bi şêweyekî nivîskî wê belav bike.

Di beşa çaremîn de Gulîstan Perwer behsa wê yekê kiribû, ku Şivan Perwer ji bo xwazgîniya wî 2 hevalên xwe ji Almanyayê şandibû Wêranşarê lê malbata herdu aliyan jî li dijî evîna wan bûn.

Di vê beşê de hunermenda Kurd qala dawet û zemawenda xwe ya li gel hunermend Şivan Perwer dike û dide xuyakirin, ku wan şahiya xwe bi şêweyekî klasîkî nekirine û wê rojê weke du kesên şoreşger çûne ser dikê, stranên şoreşgerî gotine.

 

Di dawiya xeleka din de te gotibû, ku malbata me ji zewaca min û Şivan Perwer ne razî bûn û lewma grûbên beriya PKKê gef li malbata we xwaribûn, ku wê demê ji wan re digotin “xwendekar”. Ew bûne xwazgînî û li gel Eyo û Feqîr Ehmed hatine mala we lê bavê te jî digot ez keça xwe nadim.

Belê, bavê min digot ez nadim. Ji min re behsa şêweyê xwazgîniyê nekirin lê wan gef li bavê min xwaribûn û gotibûn, “Eger hûn nedin emê jiyana we ya li vir xira bikin. Ji bo min bidin dayika min jî gelek hewl didan. Êdî pirsgirêka min, di nav malê de bibû pirsgirêkeke mezin. Tevlîbûna min a nav karên siyasî û herwiha tevlîbûna van kesan a nav meselê, pirsgirêk kûrtir dikir. Weke bêjî êdî bavê min ez red kiribûm.

Hatinçûnên xwazgîniya min heftiyekê berdewam kir. Wê demê Eyo û Feqîr Ehmed li gel Şivan jî bi telefonê diaxivîn û zanyarî didane wî. Paşî bavê min ji wan re dibêje “Hildin bibin lê ew êdî ne keça min e!”

 

Bi vî awayî tu ji malê derxistin?

Belê, pasaport ji bo min derxistin. Em li otomobîlê siwar bûn û birêketin.

Ji bo zewacê ti şert û merc an jî qelen danîn?

Nexêr, xwazgînî û derketina min ji malê ne asayî û ne mîna her keçekê û bi dabûnerîtên Kurdî bû. Em ji mal derketin û çûne Enqereyê, ji wir jî çûne Stenbolê. Paşî derbasî Frankfurta Almanyayê bûn û ji wir jî çûne Kolnê. Bi vî awayî piştî 2 salan, min Şivan li Kolnê li mala Feqîr Ehmed dît.

 

Ka ji me re behsa wê rojê bike?

Bêguman veqetîna min a ji malbatê weke trajedî bû. Dayika min û birayên min li pey otomobîlê giriyan. Ew roj û ew wêne ti caran ji bîra min naçe. Hevalên min dema ez birêkirim, weke ku diçûme mirinê. Riyek çûn hebû lê veger nebû. Ji xwe 15 salan min dê û bavên xwe, xwîşk û birayên xwe nedîtin. Ez bi temamî ji Kurdistanê qut bibûm. Dikarim piştre behsa vê yekê bikim. (hestiyar dibe)

 

Rast e, zehmet e. Ez jî dema behsa xerîbiyê û dûrketina ji welat dikim xemgîn dibim. Mirov nikare beşdarî ne şîn û ne jî şahiyên malbata xwe bibe. Lewma dizanim ji bo te jî zehmet e. Bêguman bîranînên xweş û nexweş hene û emê hewl bidin behs bikin. Lê em behsa vê veqetînî nekin, ji ber ku dibînim ji bo te giran e. Vaye rondikên te jî hatine xwarê. Em behsa hatina te ya Almanyayê bikin. Dema te û mamoste Şivan we hev dît, we hev himêz kir?

 

Civat rûniştibû û ez hatime jûr ve, pir bi kelecan bûm. Ji bo min mîna xewnekî bû. Birastî jî min 2 salan bi şev û roj hesret kişandibû. Hertim min hizra kêliya yekemîn a hevdîtina me dikir. Xeyal dikir ka dê çawa bibe.

 

Ew jî bi kelecan bû?

Belê ew jî gelek bi kelecan bû. Di nava civatê de xêrhatina min kir lê paşî me hevûdin himêz kir. Li min nêrî û got, “Tu gelek hatiye guhertin.” Mebesta wî guhertina di warê helwesta min de bû, ez hinek din jî mîna mîlîtan û şoreşgeran disekinîm.

 

Bêguman wî ew ciyawaziya berî û niha baş didît…

Belê wî didît lê min nedizanî ku ez çawa hatime guhertin.

 

We ji bo jiyana xwe plan danîn?

Ya rastî min nedizanî ka eger herim Ewropayê dê jiyaneke çawa li benda min be, Şivan li wir bi çi awayî dijî. Ger herim ezê li ku bimînim, çawa bijîm? Ti tiştek ne diyar bû. Tenê daxwazî û hizrek min hebû ew jî dîtina Şivan bû.

 

Ji xwe eger hezkirin hebe mirov zêde hizra tiştên din nake, ma ne we ye?

Belê, hezkirin û xerîbî hebû. Min digot hema rewşa wî çawa be ezê jî bibim şîrîk. Şivan li gundekî Kolnê diçû waneyên fêrbûna zimanê almanî. Li mala xwendevanan dima. Otomobîlekî wî yê biçûk ê Volkswagen hebû. Tembûra wî û canteya wî di otomobîlê de bû. Qala otomobîla xwe kir û got; “Mala min ev e. Cihek jî dane min ez zimanê almanî fêr dibim. Dema min zêdetir bi beşdarbûna şevan, konseran û civînan derbas dibe.” Ji bo vê jî li tevahiya Almanyayê digeriya.  Jim min re got, “Ez dizanim tu jî ji van tiştan hez dikî, ez dixwazim tu bi min re bî.”

 

Wî dizanî ku dengê te xweş e?

Erê, lê mebesta wî ne ew bû, ku ez jî karê hunerî bikim. Dixwest ez jî li cem wî bim. Demekî ez li mala Feqîr mam û mala hevalên me yên ji Mêrdînê li wir hebû û ez li mala wan dimam. Şivan got emê daweta xwe bikin û paşî binerin ka dê li ku bicîh bibin. Piştî du mehan me daweta xwe kir.

Wê demê Şivan Perwer jî diçû karê xwe û dihat?

Erê, ew diçû digeriya û dihat. Ez li malên wan hevalan dimam. Me hîn belgeyên xwe yên zewacê çênekiribûn. Paşî me belgeyên xwe yên fermî yên zewacê li şaredariya Kolnê çêkir. Wî mafê penaberiyê wergirtibû û ez jî li ser navê wî li wir mam. Me daweta xwe li Mûlhaymê di holekê de çêkir. Ev hol li Kolnê pir naskirî ye, piranî Kurd li wê holê şahiyan sazdikin.

 

Ne xelet bim Hola Ourozal e, holekê mezin e, konsert, şahî û dawetan li wir çêdikin…

Daweta me weke konsert bû. Ji min re gotin, ku tu dê cilên Kurdî li xwe bikî û stranan bêjî. Herwiha me şanoyek jî lîst. Wê demê li Îranê Xumeynî hatibû ser desthilatê û Kurd kuştibûn. Di şanoyê de Şivan rola Xûmeynî lîst û ez jî bûme rojnamevanek. Wêneyên me yên wê şanoyê hene. Di ahengê de me peyamên siyasî jî dan. Hezar kes hatibûne dawetê lê me jî di dawetê de propagandaya Kurdistanê dikir. Min û Şivan me bi hevre strana “Welat çi qas xweş û rind e” got.

 

We zewaca xwe ragihand?

Erê, gotin. Hevalên me yên beriya me derketine ser dike ragihandin ku ev aheng a zewaca Şivan û Gulîstan e. Lê em şoreşger û kurdperwer in û êdî bi şêwazên klasîk zewacê nakin. Êdî zewacên me jî dê di xizmeta Kurdistanê de bin. Xebata Şivan û Gulîstan jî xebata welat e. Ji ber wê yekê hûnê îşev bûk û zava nebînin û hûnê du kesên şoreşger bibînin. Me jî di stranên xwe de propagandaya Kurd û Kurdistanê kir.

 

Dema malbata te ev yek bihîstin aciz nebûn?

Wê demê teknolojî wiha ne pêşketî bû. Haya malbatê nedibû. Ji xwe me malbat li paş xwe hiştibû. Herwiha me dîmenên daweta xwe jî negirtin. Tenê çend wêne hene. Heta hinek hevalan digotin wêneyan jî nekişin (dikene). Te digot qey leşker li pey me ne. Wê demê tu di nav de yî û hizra wî nakî ka dê piştî 10 sal din çi çêbibe. Me şeveke bi wî awayî derbas kir.

 

Xelat jî nebûn?

Belê, xelat anîn lê min got, “Ez qebûl nakim hûn xelatan bi cilên min ve bikin. Çi were emê bidin komeleyê.” Ji xwe eyb bû… Ma keçên şoreşger çawa zêran bi xwe ve bikin? Xelat tev de danîne nav sandoqekî û paşî me da komeleyê.

 

Paşî we ji xwe re mal peyda kir an her weke berî di malên hevalên xwe de diman?

Heta demekê din jî em li malên hevalan man lê paşî ji Şivan re gotin herin ji xwe re odeyekê bigrin. Me li Kolnê ji xwe re odeyek girt. Heta salekî, ku Serxwebûn ji dayik bû, em li wê odê man.

 

Tenê odeyek bû?

Belê tenê odeyek bû. Cihê razan, rabûn û rûniştina me tenê ew der bû

We çawa debara xwe dikir? Şivan kar dikir an we alîkarî ji dewletê werdigirt?

Ez bawer dikim, ku Şivan ji dewletê alîkariya penaberiyê werdigirt. Eger biçûya şev û konsertekî jî tenê heqê rê didan wî.

Ti dahateke we yê din jî tune bû?

Nexêr nebû.

Dema mirov destpêkê diçe welatekî din, dikeve nav çandeke biyanî, bi mirov re şokek çêdibe. Ji ber ku ziman cuda ye, dab û nêrît cuda ne. Weke zarokeke nû jidayikbûyî, divê mirov ji nûve fêrî her tiştî bibe. Te ew qonax çawa derbas kir?

Dema ez çûme wê derê Şivan ez birim nav civaka Kurdan û ketime nava xebatê. Karê min ê hunerî jî dest pê kir û min yekemîn albûma xwe derxist.

 

Beriya jidayikbûna Serxwebûn te kaseta xwe derxist?

Belê. Me komeke hunerî ava kir. Êdî roja min dagirtî bû û dem nebû ez herim dibistanê fêrê zimanê almanî bibim. Ne ji dibistanan lê bi riya televizyonê ez fêrê almanî bûm. Di nava 2 salan de êdî min karî bi almanî bipeyivim. Ji ber ez li wir bi tenê nemam, ji min re jiyana li wir ne zehmet bû. Ez di nava civata Kurdan de bûm. Piştî Serxwebûn jidayik bû, zehmetiyan dest pê kir.

 

Ji bilî konsertan, we di nava gel de çi dikir, çi xebata we hebû?

Me dest bi karê perwerdeyê kiribû. Weke min got, Şivan ji bilî KOMKAR û DDKDê hinek hevalên din nas kiribû. Wê demê PKK nû hatibû avakirin û ji wan çend kes hatibûne Almanyayê. Berê ez herim Almanyayê, Şivan wan naskiribû û bi hevre dest bi xebatê kiribûn.

 

Kî bûn, navên wan tên bîra te?

Dogan Karakoç, bû ku paşî şehîd bû. Dogan yek ji wan kadroyên pêşeng bû, ku bi me re karûbarên rêxistinî yên li Almanyayê dikir. Kesekî din ê bi navê Hesen hebû, ku ew jî ji Mereşê bû. Herwiha hevalekî bi navê Selman ê xelkê Dêrsimê hebû. Ji xwe Dogan jî kurdê Pazarcika Mereşê bû. Niha jî xizmên wî li Kolnê dijîn.

 

Êdî PKK hatibû avakirin û wan li wir dest bi xebatê kiribûn…

PKK hîn nû hatibû avakirin. Wê demê Dogan Karakoç li Almanyayê pirtûka manîfestoya PKKê, rêzikname û pirtûka Şoreşgerên Kurdistanê çap kiribû û belav dikir. Şivan jî li cem wî bû. Feqîr Ehmed û Eyo jî alîgir û dildarên PKKê bûn. Dogan rêberê PKKê bû û Şivan jî li gel wan bû. Ji xwe ez jî dildar bûm û tevlî grûbê bûm. Min jî got çi kar bidin pêşiya min ezê bicîh bînim.

Şivan û wan jî gotin, ku ya baş ew e tu karê hunerî bike. Şivan ji wan re gotibû dengê Gulîstanê xweş e lê naxwaze stranan bêje. Digotin, ku êdî ew kevneperstiya di nava civak, dabûnerîtên kurdî de xilas, cudakariya di navbera jin û zilaman de nema. Emê rûpelekî nû vekin. Em şoreşger in û emê civakê biguherin. Lewma çi kar pêwîst bû tu dê wê bikî. Wiha jî min bi Şivan re dest bi karê hunerî û stranan kir. Albûma min a yekemîn jî wê demê derket.

 

Beriya albûmê te di şev û şahiyan de stran digot?

Ez yekemîn şeva konserta xwe ji we re vebêjim. Balkêş e. Beriya daweta me çêbibe, li bajarê Axinê konsertek amade kirin. Cara yekemîn bû ku ez li wir çûme konsertê û min li konsertekî kurdî dît. Ji ber ku li cem me tiştên wisa ne bûn. Li derveyî hola konsertê maseyek danîbûn, broşûrên ku Dogan Karakoç çapkiribûn û kasetên Şivan li ser maseyê bûn û ez li ber wê maseyê dimam û min difirot. Herwiha me salon ji bo gel xemilandibû. Min wê demê krasekî Kurdî li xwe kiribû, ku ew kiras min ji Kurdistanê bi xwe re biribû. Desmalekê sorbelek jî danîbû ser milê xwe.

Konsert a malbata Hacoyan û çend ciwanên ji mala Bendî ya Nisêbînê bû. Hew min dît kesek hat û got, “zû were bangî te dikin.” Ez çûm. Şivan derketibû ser dike û diaxivî. Ji amadebûyan re got; “Gelî mêvanan, dotmama min ji Kurdistanê hatiye, ev cara yekemîn e beşdarî konsertê dibe. Dengê wê gelek xweş e û em dixwazin stranan bêje lê şerm dike. Ew dabûnerîta kevnar, ku ji jinan re gotina strana şerm dike, bandor li wê jî kiriye. Ez dixwazim wê vexwînim ser dikê, hûn çi dibêjin?” Li ser van gotinan xelkê li çepikan xist. Lê lingên min heziyan û çokê min recifîn. Kelecanê ez girtim. Ezê çawa herim li ser dike û li pêş ev hinde mirovan stanan bêjim.

 

Ez gotina te bi şekir dibirim. Di xeleka din de emê behsa vê şevê û kelecane te bikin…

Nivîs: Necmî Salih-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Peyvên Tiryakî – 4 – Cenap Şehabettîn

Her tişt nê firotan, lê her tişt tê kirîn. Bes ku tu bihayê wî tiştî …

Leave a Reply