În , 23 Cotmeh 2020

Gulê û Mele

Dibêjin li herêma botan mirovek hebû tu ked jê nedihat, navê jina wî Gulê bû. Zarwên wî gelek bûn, rojekê jina wî bi xeyd jêre got: Tu çû kar û barî nakî, zarwên me birçîne, tazîne, nema çavên me bi xelkê ve radibe!

Mêrik bi enir got: Ma ezê çi karî bikim tu dizanî  çu karên zehmet û giran ji min nayê!
Gulê got: va melayê gundê me nemaye, hema bibe mele! Mêrik ne xwendiye û nejî sofîtî kiriye, lê hema karekî  hesan û rehete pê qayîl bû ko bibe mele. Roja din çû odeya mîr û got: Mîrê min melayê gundê me nemaye, eger tu destûra min bidî ezê bibim mele!
Mîr got: Eger tu şert û mercên melatiyê pêk bîne bibe mele ma çira na, tu pêştirî ji kesekî biyanî.

Mêrik zîvirî mal, şaşik û cibe li ber xwekir û berê xwe da mizgeftê. Mele çend rojan li pêş gundiyan nimêjkir, heta îne hat, divê xutbê li pêş wan bixwîne. Li pêş wan rawestiya, malxirabo tiştek li bîra wî nehat, ji xwe ne karê wî ye û nizane. Ji xwere got bi xwedê mîrê serê min bibire, hema li derî da û ji mizgeftê reviya. Sofî tev ketin pey melayê xwe û reviyan, hetanî kesek di mizgeftê de nema, li pişt xwe nerîn mizgeft hilweşiya û herifî, berek li ser berekî nema. Piştî vê bûyerê navê mele li navçeya botan deng da, çi melayekî şarze û jêhatî ye.

Şevekê şerbikek zêrê mala mîr hate dizîn, mîr got: Helbet mela wê zanibe ka kî dizî ye. Mîr peyakî xwe şand pey mele, mele hat li pêşberî mîr rawestiya û got mîrê min ez beniyê teme, ez amade me tu çi ji min dixwazî ?

Mîr got: Mele nav û dengê te li dinyê ketiye ko tu ewqas şarezayî û her tiştî dizanî!
Mela ma di erda xwede, tayek sar digre û yek berdide!

Mîr got: Mele min tiştek xistiye li bin doşeka xwe, eger tu zanibî çiye ji xwe tê zanibê ko kî ew zêrên min dizîne, û eger tu nizanibî wê serê te were jêkirin!!!.
Çavên wî tarî bûn û dinya li dora wî re zîvirî, hate bîra wî ko yê ko li pey xeberên jina here wê ev halê wî be! Mîr got bersiva te çiye?

Got: axxxx Gulê! Mîr ji erdbû û got: bi xwedê te zanî, min gul xistiye li bin doşeka xwe. Mîr gote mele tê sê rojan li cihê ko zêr hatîn dizîn binive, eger te zanî ezê xelatek mezin bidime te, eger te nizanî ji xwe serê te wê were birîn. Mele nizanîbû barê melatiyê wusa giran be.

Di xizneya zêran de rûnişt û kete tirsê û mitalan! Yên ko zêrên mîr dizîne sê dizin, ew jî, ji aliyên xweve ketin tirsê, eger mele yê aqilmend wan eşkere bike, helbet serên wan werin birîn, çewa cesaret kirîne û ketine xizneya mîr!

Şevek borî mele dilerizî, hersê dizan li ber kulekê guhdarî mele dikirin.
Mele got: Eve yek çû mane dudu, şeva din got: Eve dudu çûn maye yek!
Mele rojên darvekirina xwe dijimartin, ji dizan weye ew hatin naskirin. Her sê diz hatin cem mele zêr vegerandin û daxwaza lêborê jê xwestin.

Mele bi giranî hate xelatkirin. ( çîroka me ço deştê, dê û bavên me çûne behiştê me du kuç danîn li ber teniştê)

Çîrokek Gelêrî
Reşad Şere

Derbar baweri

Avatar

Dikarê vê jî bixwênê

Ciwan Haco: Kes nikare vîna Kurd bişkîne

Ciwan Haco got: “Kurd neteweyek 50 milyonî ne. Îro em çend di rewşek xerab de …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.