GULA GULDEXWÎN

Warê Gula Guldexwîn yê esasî Hekarî û Çîyayê Zagrosane
Ev gula nazenîn, li Gewer (Yüksekova) Çukurca (çêlê) Şırnak (Şehrê Nûh) Uludere (Qileban) Güçlü Konak (Basa) Cizre (Cizîra Botan) Beytuşşebap (Elk) Silopi (Girigê Amo) û İdil (Hezex) bi kurtasî ji Semsûr û Qamişlokê û hetanî Hewlêrê li tevahîya heremê çê dibe.
Ev gula Guldevxwîn li erdnîgarîya Kurdistanê tenê gulên xwe bi xwezayî vedike û li tevahîya gerdûn tuneye. Li dora Behra Wanê û li Hekarîyê gulên xwe yê nazenîn vedike. Wateya gula Guldexwîn ‘’Gula hêsiran dibarîne, yan jî gula ku bi xwîn digrî’’
Gulên li erdnîgarîya gerdûn şîn tên hemi dikenin, dilşahîyê didine mirov, lê gula Guldevxwîn hêsiran dibarîne û digrî, remza xemgînîyê, êş û azara ye. Dîmena vê gulê balkeşe, berê hemi gulan li jor dinere, berê vê gula xemgîn li jêr dinere û dilopên avê jê dibare û hustuxware. Ya herî balkêş jî ji vê gula hêjar dilopên avê weke hêsirên girî bi xembarî diherikin.
Ji bo vê îbretê, ji xeynî wênesazan bala rîheknasîyan ( botanikçi) û hozanvana kişandîye. Ev gula derdgiran, li quntarên çîyayên Zagrosan di xwezaya xwe de bi taybet li bilindayîyên 1500-2500 metro jîn dide. Di her şaxekî xwe de 6 gul vedibin, 3-8 gul jî berê xwe didine erdê û hêsiran dibarînin.
Ev gul di şiklê gula Lale de ye, ne gul bi xwe ye û ne jî Laleye. Ji vî awayî hinek vê gulê weke gul, hinek jî weke lale bi nav dikin.
Weke tê zanîn remza Hollanda (Nederland) Lale ye
Remza Îranê Gul e
Remza Qefqasya yê Gulberfînke
Remza Meksiqayê Kaktûse
Remza Erdnîgarîya Kurdistanê jî Guldexwîne.
Navê Guldexwînê resen bi kurdî ye. Di rîweknasî (botanik) ê de bi latînî ‘’Fritillaraia Kurdîca’’ yan jî gula kurda bi nav dibe. Weke navê Guldexwîn, navê wê yê gerdûnî ‘’Fritillaria İmperalîs derbas dibe. Bi ingilizî ‘’Tulip Crying’’wateya wê ‘’Laleya ku digrî’’. Bi zimanê Îranîyan dibêjin ‘’Kerbela’’. Ji bo ku ev gul remza xemgînîyê ye û hêsiran dibarîne û hezîne ku agir dixe hinava mirovan. Ji vê sedemê neteweyên gerdûn li gorî çanda xwe nava li vê gulê dikin. Hemi navên cüda cüda bi navê Guldexwînê ve girêdayîne. Weke kan ağlayan gül, Kürt çiçeği, Hakkari Lalesi, Ağlayan lale, Şemdinli Lalesi, Kejan Lalesi, Kerbela, Ters Lale, Yere Bakan Lale, Ağlayan Gelin, Yayla kızı, Zagrosun Gelini, Ağlayan Çiçek, Hüznün Çiçeği, Prestika Karagöz Lalesi
Di tevahîya Gerdûn de Guldexwîn li ser axa Kurdistanê gulên xwe vedike. Ev weke çarenûseke vî welatê ku bi êş û azaran bi sed salan jiyiyaye lê şîn tê û bi hizin û girîye. Xwezayê, ev gul dîyarî vî welatî kiriye.
Têbînî
(Min ev zanyarî bi pirayî, ji cenabê Brahîm Sediyanî îqtibas û werger kiriye.)
Mamoste Baqî

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply