Guhertoya Ceribandinê ya WordPress 5.1ê Weşiya

Bo WordPress 5.1 guhertoya ceribandinê amade ye!

Dema weşandina WordPress 5.1 nêzîk dibe. Di vê rewşê de ev guhertoya ceribandinê gaveke girîng e.

Guhertoya ceribandinê bo bikaranînê amadeye. Lê ji ber ku WordPress bi milyonan tema û pêvekan tê bikaranîn, dibe ku hin tişt kêm ma bin.

Tê plankirin WordPress 5.1 21ê sibatê werê weşandin lê bo heta wê rojê kêmasîyên xwe temam bike hewcedariya wê bi alîkariyê heye.

Heta niha kesên WordPress 5.1 ne ceribandine dema wê hat kerem bikin.

Guhertoya ceribandinê ya WordPress 5.1 bi 2 avayan tê ceribandin:

  1. Win dikarin bi pêveka “WordPress Beta Tester” li ser malpereke heyî biceribûnin.
  2. Win dikarin Guhertoya Ceribandinê WordPress 5.1 wek pelikê zipirandî dabar bikin û bikarbînin.

WordPressa Kurdî

Niha komeke kurdîhez û teknolojîhez li ser wergerandina WordPressê bo zimanê Kurdî xebatek mezin dane dest pê kirin. Wek gava pêşî ferhenga WordPressê amade dikin û di demek nêz de wê dest bi wergerandina Worpressê bikin. Pêşengiya vê xebatê komeke di bin banê “teknistan.com”ê de gihayê hev dike û bi rê ve dibe.

Xizmeta Kurd.blog

Kurdîhezên kedkar bi bingeha wordpresê bi zimanê kurdiya kurmancî biryar dane xizmeta bloggeriyê bidin û bo vê xebatê bi “https:/kurd.blog” malperek amadekirine. Pêşengiya vê xêbatê Xêro Mirza digirê ser xwe û bi rê ve dibe.

WordPressê Çiye?

Li cihana înternetê de pirranî malper bi Wordpresê ne.

Bikaranîna wê pirr hêsan e. Ku te nû dest bi vê karê kiribe bi Wordpresê riya xwe bajoyî çêtir e. Ji bo malperên biçûk û navçe, blog û malperên elektronîk bazirganî WordPress biryareke li cih e.

Pirrî şîrketên web hostingê bi pakêtê xwe WordPress jî didin û bi hêsanî navbera 5 deqê malpera te amade dibe.

WordPress xwediyê pirrtirîn tema û pêvek an e. Lewma bin destê mirov hema hema bê sînor vebijêrk hene. Bi peretî hindik mirov dikare van tema û pêvekan gora xwe bide sererastkirin jî. Lê ew jî ne pêwist e çimkî cur bi cur bi hezaran pêvek û tema hene, ji nav wan teqez yeka wekî em dixwazin derdikede

Li ser înternetê bi milyonan çavkaniyên derbarê Wordpresê hene. Bi lêkolînê mirov dikare xwe pêştir bixe.

Di amadekirina vê nivîsê de ji malperên “kmr.wordpress.com”, “kurd.blog”, “teknistan.com” sud hatiye wergirtin.

Derbar Rêvebir

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply