În , Berfanbar 14 2018
Home / Bawerî / Guhertina Bêjeyekê Bedîuzzeman

Guhertina Bêjeyekê Bedîuzzeman

Xweda jê razî be Bedîuzzeman Mele Said ê Kurdî, di kitaba xwe ya ku ji bo Kurdan nivîsandiye; di Dîwana Herba Ûrfî da dibêje: ” Bila fexir nayê hesibandin, ez dibêjim ku em Kurd in, tên xapandin , lê naxapînin. Ji bo jiyanekê tenezûla derewan nakin.”

Hinek însanên ku li bêjeya Kurdayetiyê tehemûl nakin, ev bêjeya Kurdî  guhertin e. Wê jî sê çawtî bixwe ra anîne.

Gotine; “Bila fexr nebe ku em heqîqî misilman in…” çaxa wusa tête guherandin sê çewtiyan derdixe holê.

  • Bi guhertina bêjeyê li ustad, îftera dikin, û tiştê ku ne gotiye bi gotin didin. Însanekî dijî milletê xwe didin raber kirin.
  • Çaxa ku dibêjin “bile fexir nebe ku em misilman in” çewtiya duduyan derdikeve holê. Lê belê li gor dînê îslamê pêwîst e ku em bi Kur’an û ola îslamê fexr bikin. Lewra Allah Teala di Kitaba Xwe de dibêje;” “Min dînê xwe li ser we temam kir û ji bo we min dînê îslamê hilbijart” Û pêwist e ku em bi dînê îslamê îftixar bikin. Ka çawa Ustad ê, bê je, bila fexr nebe ku em haqîqî misilman in? Ew çewtî ya duduyan e.
  • Guya Ustad gotiye em heqîqî misilman in, tên xapandin lê belê naxapînin.

Ew beje ya jî mixalifê gotinê Ustad e. Di kitaba xwe ya Mektubatê de, di mektuba 19an de; “Belê heq, na xapîne heqîqetbîn nayê XAPANDİN. Pîşeya/ meslekê ku heqq e, ji hîleya mistexnî ye, ji çavê wî yê heqîqetbîn re çi heddê xeyala heye ku weke heqîqet bixûye  û BİXAPÎNE.”

Dîsa di kitaba xwe ya Muhakematê de; “Ê ku kakil/lub nebîne bi qalik re mijûl dibe. Ê ku heqîqetê nas neke, ê têkeve xeyalata, ê ku sirati musteqîm nebîne, ê têkeve îfrat û tefritê. Însanê bê muvazene û bê mîzan ê pir BİXAPE û ê pir bixapîn e.” Dîsa di Xutbeya Şamê de dibê je;” Zîra çavê ku heqîqetê bibîne, qet nayê XAPANDİN.”

Lê belê ser van pêyvên xwe re ka ê li dijî van,  ê   çawa bibêje ;” Em heqîqî misilman in em tên xapandin lê belê naxapînin.”

Dibêje;”Heqîqî misilman bi mîzan û pîvan in.” Ê çawa bêje ku, têne xapandin?

Û yê bêje;” Heq nayê xapandin.” Duvra jî  yê bêje; “Em heqîqî misilman in em tên xapandin.” Hey hat ev îftera ye li ûstad têye kirin, ji bo ku tehemûla wan bi kelîmeya Kurdayetiyê re tuneye bêje, hatiye guherandin. Çaxa ew bêje hatî guherandin, sê pirsgirêk û xeletî jî ,li Ustad hatine kirin.

Hema çaxa ku bêje; “bila fexir nebe ku em Kurd in, tên xapandin Lê belê naxapînin.” Ew bêjeya weke kalibê xwe dikeve şûnê.  Û heqîqete ke balkêş der dikeve holê ku, Kurdan; heta niha kesek ne xapandî ye, lê belê her tim hatine xapandin. Li ser vê Ustad di kitêba xwe ya Nutuqê de; “Îca bi Kurditî ya sirûştî ya ku unwana cesaret, wêrekî sedaqet û diyanetê ye îftihar dikim. Çawa ku di zemanê îstibdadê de, ez ji bo Kurdayetiya sirûştî/tabiî ketim timarxaneyê.” Lê mixabin ew jî heqîqeteke rastî ya dîrokê ye ku Ustad li milletê xwe yê Kurd jî, her tim lê xwedî derketî ye.

Adem OGAN

www.candname.com

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir