Guh organê bihistinê ye. Bi alîkariya wî em denge dora xwe bibihîzin. Guh ji sê parçeyan pêk tê.
- Guhê derve
- Guhê navîn
- Guhê hundirîn
Guhê derve ji kevçika guh û ji kerika guh pêk tê. Deng û behs tên digihîjin kevçika guh û bi riya kerika guh digihîje perdeya guh. Perdeya guh bi zora deng dilerize. Ev lerizandin hestiyê bihîstinê dileqîne. Hestiyên guh jî, (Çakuç, sindan û zengû) wê lerizê digihîjîne birika bihistinê. Birik jî wan digihîjîne mêjû dikare ji me re bi taybetî bibêje ku em çi bikin. Organeke din ya k udi guh de cih digre şeytanok û labîrenta guh.
Wezifeya wan ew e ku em çawa bisekinin, biçin û bilivin jî her tim bizanin jêr û jor ku ye da ku hişê mirov nece. Ango ew organ ji bo muwazeneya me berxpirsiyar e. Borik bi navê borika ostaki di navbera poz û guhê navîn de heye. wezîfeya wê jî ev e kul i guhê navîn her tim pestoya( tazyîq) hewayê û derve wek bigire. Ger ew pesto bilind be, mirov nikare bibihîze.
( Ev nivîs ji Salnemaya Nûbiharê hatiye vergirtin)