GUHAZTINA XWÎNÊ (XWÎNGUHAZTIN)

Rêbaza xwînwergirê

Xwîna bexşandî dibe ku bi awayek tevayî bidin xwînwergir. Wê gavê kisikê xwînê li jorê xwînwergir de tê dardakirin. Bi derzîyek xwînhênera milê xwînwergir tê kunkirin. Bi alikariya rakêşê(erdkêşê), xwîn dilop bi dolop ji kîsikê ber bi laşê xwînwergir diherike. Di be ku 450 mîlîlître xwîn bi qasî du seetê(demjimêr) de bê guhaztin.

Lê bi gelemperî piştî bexşîna xwînê, xwîn tê parzûnkirin, pêkhateyên xwînê yên wekî xirokên sor, xirokên spî, perikên xwînê û plazmaya xwînê ji hev tên cudakirin. Bi vî awayê xwîna xwînbexşek ji boy gelek xwînwergiran tê bikaranîn.
Wekî minak heke li kesek nexweşiya kêmxwînî(anemî) hebe, ji boy vî kesê pêdivî bi xirokên sor heye lê pêkhateyên din ên xwînê ne hewce ye. Loma ne xwîna tevayî, lê tenê xirokên sor didin ew kesê. Perikên xwînê jî didin kesên bi nexweşiya şêrpenceyê ketiye.

Ji boy guhastina xwîn an jî pêkhateyên xwînê, divê komeleya xwîna xwînbexş û xwînwergir guncîn(guncav) bin. Heke xwîna wergir û xwîna xwînbexş neguncîn bê, xwîna xwînwergir topel dibe û xwînwergir bi egera mirinê rû bi rû dimîne.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply