GUHAZTINA XWÎNÊ (XWÎNGUHAZTIN)

-”Guhdarên hêja, ji boy nexweşek bi xwîna ABRh(+), pêdivî bi xwînê heye, ên ku komeleya xwîna wan AB Rh(+) e, ji kerema xwe bila demildest serî li nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê bidin.”

Bêguman mîna her kesî, wê jî di radyoyê de bangewaziyek wisa bihîstî ye.

Di laşê mirovek gihîştî de bi qasî 5 lître xwîn heye. Dibe ku mêjera xwîna mirov ji ber nexweşiyên wekî kêmxwîniyê, şêrpenceya xwînê an jî ji ber niştergeriyê, birindarbûne kêm bibe. Heke ji xwîna mirov bi qasî 1,5 lître kêm bibe, mirov bi metirsiya mirinê rû bi rû dimîne. Loma divê xwîn bidin kesên wiha. Ango pêdivî bi xwînguhaztinê çê dibe. Xwîna mirov şaneyek sirûştî ye, tenê di laşê mirov de tê dirûstkirin.

Ango guhaztina xwîn di navbera du mirov de rû dide, ê ku xwînê dide wekî xwînbexş bi nav dibe, ê ku xwînê digirê jî wekî xwînwergir tê bi navkirin. Hin caran xwîn raste rast ji xwînbexş tê destxistin, lê bi gelemperî xwîna xwînbexş di navendên xwînê(banqeyên xwînê) de tê embarkirin. Gava pêdiviya mirovek bi xwînê hebe, xwîn ji wî navendê tê peydakirin.

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply