GOTINOKÊN SERSALÊ

Şeva sersalê, piştî ku roj diçe ava bi qederê saetekê, zarûk û xortikên gund, li bajaran jî yên taxê, tev digîjin hevûdu û ji xwe re bernameya SERSALÊ çêdikin.
Yek ji wan, xwe dike mîna pîrejinekê.
Yek jî, xwe dike mîna kalemêrekî.
Çend kesên din jî, her yekê tûrekî bi çembil davêje milê xwe.
Ew kal û pîr dikevin pêşiya bira zarûkan û bi hev re li malan digerin.
Çi mala ku ew diçin ber deriyê wê, tev bi dengê bilind û bi hev re, van gotinokên li jêrê dibêjin û dubare dikin:
YEK:
Serê salê, binê salê…
Xwedê kurekî bide bûka malê…
DIDO:
Qerqûşik, merqûşik…
Xwedê kurekî têxe nava pûşik…
SISÊ:
Hûrik, mûrik
Xwedê kurekî têxe nava tûrik…
ÇAR:
Serê salê, binê salê
Ka tiştekî bavêjin binê çalê.
Jinek ji malê derdikeve û tiştekî xwarinê weke mewîj, bastêq, helîl, şaran, gûz, behêv û tiştên wisa dixe tûrikê yek ji wanên li ber derî.
Zarû tev bi hev re dîsa dibêjin:
SERSALA WE PÎROZ BE….
BI XÊR Û XWEŞÎ BE…
DERD Û KULÊN WE KÊM BE…
Ewa ku tişt dide zarûkan, eger bûka malê be, dîsa zarûk tev bi hev re weha dibêjin:
PÊNC:
Serê salê, binê salê…
Xwedê kurekî bide te bûka malê…
X
Piştî gera li nava malan kuta bû, ew zarûk tev diçin malekê li odeya mêvanan rûdinin û tiştên ku berhev kirine, dixwun. Piştre heta derengiya şevê direqisin û stran dibêjin…
SERSALA ÎSEWIYAN LI WE HEMIYAN PÎROZ BE…
Zeynelabîdîn Zinar
31/ 12/ 2020, saet: 20.38

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply