Gotinên Zaneyan-1

Cudahiya di navbera kesê bixwîne û binivîse û kesê nexwîne û nenivîse de, biqasî cudahiya di navbera sax û miriyan de ye. (Arîstotales)

Xwediyê îradeya (vîn) xwe, esîrê wijdana xwe be (Arîstotales)

Zanîna dilpakiyê (fezîlet) tenê ne bes e. Dive mirov xwediyê wê be û wê bike. (Arîstotales)

Qeweta te têrî qenciyê neke, xirabiyê neke (Arîstotales)

Di cihanê de mirovê herî feqîr ew kesê ku ji diravan pê ve tiştekî wî tune ye. (Arthur)

Tiştên em xwedî ne em pirr kêm difikirin, tiştên em nexwedî ne em her tim difikirin. (Arthur)

Hezkirina ji mirovekî/mirovekê qayil bûna pê re pîr bûnê ye. (Can Yûcel)

Azadî, ji bo kesekî xwarina wî/wê nebe, tiştekî qet ne lezgîn e. (Albert Camus)

Ji her derdî re dermanek tê dîtin. Lê ji nexweşiya bêexlaqîyê (bêsinc) re tu îlac nayê dîtin. (Hz. Elî)

Bavek sed zarokî xwedî dike. Sed zarok bavekî xwedî nakin. (Gabrîelle D’annunzîo)

Zanayê xwe ji Gunehan dûr neke, korekî çirayê digirê ye. Rêya rast nîşan dide, ew bixwe wê rêyê nabîne. (Şêx Sadî)

Agir çawa êzingan dixwe û tune dike, hesûdî (zikreşî) jî wisa qenciyan dixwe û tune dike. (Hz. Muhemmed)

Li dojehê êzing û agir tune ye. Herkes agirê xwe bixwe re dibe. (Pîr Sultan Abdal)

Kesên zêde qîmet didine tiştên biçûk, ew kesên ku tiştê mezin ji destên wan nayê ne. (Eflatun)

Kesê bi rojê çiraya xwe amade nekê, wê êvarî bi tariyê razî be. (Cenap Şehabettîn)

Zehmetiyên cîhanê çar in: pîrbûna bi tenê; li xerîbiyê nexweş ketin; di nava feqiriyê de deyn; di rewîtiyê de rêya dirêj. (Îbn-el Mukeffa)

A herî baş ew e ku kesek Zanîbe nezan e. Ew kesê nezan be û xwe zana bibîne nexweşiyeke xetere (tohloke) ye. (Lao-Tzu)

Hêviyên mirovên xwendevan, ji dewlemendiya nezanan hêja tir e. (Demokrîtos)

Amadekar: Cemal Şıngar

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply