Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin.

Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake.

Fîkrên xweş, ku ne rast bin jî, xweşiyê mirov diçin.

Hinek dia yên me hene, ku qebûl bibin, em ê zêdetir bêbext bibin.

Azadiya rastî; bindestbûna fikrên bilind e.

Min, ne yê ku aqlê xwe neeciband dît, ne jî yê ku şansê xwe eciband.

Fikrên kevin bûyî, weke mîxê zengarî ne, jêkirin û çekirina wan pir zor e. 

Ziman, welatê giyanê ye. 

Sîlleyên destê ku em maç dikin, zêdetir me dieşînin. 

Dibejin; ‘Fikreke ku nehatî gotin tune.’ Va gotina rast e. Lê dîsa jî mirov hus nakin. 

Meşê hemalan, encax di bin bar de xweş dibe. 

Rast gotin ne zor e, fehmkirin pir zor e. 

Bext, tirsokan ditirsîne, wêrekan xurt dike. 

Ku zikê mirov birçî dibe, ber çavên wî tarî dibe. 

Berjewendî, çimento yê civakê ye. 

Ji her tiştî de pîvan giring e, lê nazikî yê de pêwistî ye. 

Yên ku evîna xwe bes bibîne, ne evindar e. …

Cihê ku peyxember lê tune be, ewlîya zêde tine dîtin. 

Gel, tiştê ku hindik fehm dike, zêdetir bawer dike. 

Wijdan derewa nake, lêbelê, pir dixape û pir dixapîn e. 

Ê ku em jê re dibêjin ‘mirovên baş’, mirovên ku em zêde dişibinin xwe ne. 

Kêmasiyên me çiqas pir bin, em hewqas li kêmasiyan digerin. 

Tu bitenê zimanê xwe bigre, ûzvên tê din wê Xwedê biparêze. 

Derewê ku ji mera dibe rehmet, (ji mera) ji her heqîqetê hêjatir e. 

Ji bo mirovan navê herî xweş ê ku ji re gotiye ‘FANÎ’ dayê ye. 

Qirik(qîjalk) navê xwe biguhêrine jî, bi dengê xwe tê naskirin.

Zanîn, bi tenê jîrbûnê zêde nake, ehmeqîyê jî zêde dike. 

Ji bo birçîya dîmenê herî xweş, camxaneya aşxanê ye. 

Carinan, bextewar bûn, li hember derdorê me, weke zilmê xwuya dike.

Pere, pir zor ji dest gundiyan derdikeve, ji bo ku gundî pera pir zor bi dest xwe dixin.

Gunehê mirov bi wan netewan tê ku, bi paşerojê xwe şanazî dikin û ji pêşerojê xwe guman dikin. 

Nizanim kîjan hikimdarî re gotin e; ‘gel di nav sefaletê de bê xwarin e.’ Wî jî wisa bersîv daye; ‘bila sefaleta xwe bixwun.’ 

Jiyan wek neynikê ye. Ku tu bikennî, ew jî dikene.

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply