Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn – 2

Yên ku azadiyê dikin pêlîstokê xerabiyê, nexwe azadiyê heq nekirina xwe îtîraf dikin.

Ji wextekê şûnve, pêşeroj dibe navê dawiya ‘emr.

Azadî, ne heqqê ê ku nizanin azadî çiye.

Gotinên mirov, fikrên wî raber nakin. Lê jiyana wî, fikrên wî nîşan didin.

Ê ku wexta xwe neşopînin, wê rêya xwe şaş bikin.

Ehmeq, ne bitenê axaftinê, huşbinê jî nizanin. Huşbinê wan sindoqên vala tîne bîra me.

Yên ku mirovatiyê difikirin, ê reşbîn jî qandî ê xweşbîn dixapîn.

Ê ku nebe dijminê dijminî me, ji mere nabe dostê heqîqî…

Hetta çil salî, mirov pèle sala dike. Ji çil salî şûn de, sal pèle mirov dikin.

XIV. Louîs gotiye; ‘dewlet ezim.’ Ku me kanibiya bigota, me kê ne digot?

Ji serê biêş re, tac jî belaye.

Ê ku zêde celbê (çamûrê) tevdidin, zû-dereng kincê xwe lekedar dikin.

Li hember mirinê tek nobetkarekî me heye; TİRS.

Tenduristiya te heye, aqlê te heye, zanina te heye, cihê te heye, perê te hene… Însaf bike! Wê çawa neyarê te tune be.

Cihê ku edalet (dad) lê tune be, pere, çeka herî bibandor e.

Zevî, bê peqpeqok nabine. Nexwe, pêwistiya simbilan jî bi xemlê heye.

Ewrên ku rojê heqiqetê vedişêre, yê herî tarî, berjewendiye.

Fikrên bilind dişibine çiyayê bilind, ê nezan ditirsînin.

Em bi destê xwe dikevin qefesa hesinî. Paşê jî em diqîrin û dibêjin; ‘Eman Xwedêwo, ka Hînek Azadî’….

Mirov, helbestê ku, hestê wî nîne ziman bi temamî nikare fehm bike.

Ez cihekî dixwazim ku, bila çavê kesî tê de tune be. Îşte cihekî wisa de jî çavê min heye.

Di meclîsa ehmeqan de, gotina herî binukte; deng nekirine.

Ji bo ku jê çêj bigre; divê mirov dîrokê wek romanê bixwûne, romanê jî wek dîrokê bixwûne.

Ku dil ji dil hez bike, çav kêmasîyên çava nabîne.

Hêza bêzeka dikare xira bike, lê nikare çêbike.

Yên ku nizanin fedî bikin, nizanin poşman jî biwin.

İro wê bimire, lêbelê, sibe nemir e.

Zikata xizanan, xebata bisebr e.

Gunehê min bi girtîyan tê. Ji wan zêdetir jî, gunehê min bi girtîyên ku bi fikrê zengarî girêdayî tê.

Hinek mirov hene ku, rûyê wana wek maskeyek sirûştî ye.

Her tiştî de pîvan pêwist e. Lê nazikîyê de zêdetir pêwist e.

Zerafet, nîşana jîrbûnê ye.

 

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply