Gotinên Tîryakî – 5

Dewlemend, li her derê wek malê xwe de ye. Xizan, hindir malê xwe de jî xerib e.

Pereyê herî erzan, bi xebatê dikeve destê mirov.

Ku hûn dixwazin civakekê bilind bikin, Mirovê wê civakê jêhatî bikin.

Ê ku destê xwe ji strî naparêzin, dikarin gulê xweşik jêkin.

Em hetta ku nexweşiyê nebînin, hêjabûna tenduristiyê fehm nakin.

Giyanên vala, bi hêstên xirab tijî dibin.

Ji bo ku em axavtinê bielimînin, Divê em pêşî guhdarkirinê bielimînin.

Karê mirov, neynika hindirê wî ye.

Azadî, birîna ku vedike re, bitenê bi xwe kane bibe derman.

Şîret wek pereyê sexte ye, kes qebûl nake.

Di sirûştê de reşbînî tune. Herkes daxwazên xwe hêvî dike.

Bêdengiya ehmeqan, bi min wek qasayê vala xwiya dike.

Kevin cuda, ‘entiqe cuda ye.

Hunermendê nîvçe, ji her berhemê xwe razî ne.

Evîn azadiya mirove, azadî evîna civakiye.

Ku tu rû bidî fedoka, wê tavilê dest bi bêedebiyê bike.

Hêvî wek bilbil e. Di dilê me de, tew huş nake.

Ê ku ji xwedê emrê dirêj dixwazin, qey dibêjin ku ; ‘qandî bû, em dereng hevdû bibînin.’

Berjewendî wek kursiyê ye. Ku bidî ser serê xwe tê nizim bibî. Ku bidî bin lingê xwe tê bilind bibî.

Ji bo ê ku nizanin biaxivin, lal nebûn bêbextiye.

Ez kalê ku ciwan xwiya dikin, ji ciwanên ku kal xwiya dikin zêdetir hez dikim.

Ketina ku mirov herî pê diêşe, li ber çavê xwe ketine.

Text şehetandin, ji text çêkirinê zortir e.

Mirov, bi zikî têr nêzike înkarkirinê ye, bi zikî birçî nêzike bawerkirinê ye.

Di jiyanê de, rêberê herî rast; ne hestên, ne ramanin, ne jîrbûn e, … agahî û zanistî ye.

Li hev hatina du dijmina, ji xeyidîyê dostekî, bi zirartir e.

Bexşandina zilmê mezinatî ye. Jibîrkirina zilmê biçûkatî ye…

Hunera jiyanê: 1-Tiştê ku nikari bi dest xwe bixî, dev jê berde 2-Tiştê ku dikari bi dest xwe bixî, bixwaze 3-Ji hebûna xwe feyde bigre.

Hinek rastî hene ku wek tifiyê ne, divê ji devê mirov dernekevin û divê mirov wan daqurtîne.

Hêzên civakê, ê ku bicih nayên bi kar anîn, ji bo siyasetê dibin sedemê talûkê.

Ê ku bi tevlihevîyê xwe xwedî dikin, naxwazin ku aşitî û aramî were.

Ji dayikên ku bi zarokên xwe re dibêjin ‘bêedep’ pirs bikin; ‘kî sûcdar e?’

Dil, ji mêji hêzdartir e; ku çi dixwaze pê gotin dide.

Tiştê ku jinên xweşik pir rind zanin; hêjabûna rûkenîyê ye.

Em dibêjin; ‘Bela hat serê min.’ Lêbelê, a rast ewe ku, em bi lingê xwe çûne ber derîyê belê.

Li cem me, post ji dest me dare, lê dîsa jî şerê post naqede.

Bindestî, cezayê her netewê zexel e.

Ê ku li cihê xwe teqereqê derdixin, ji ê ku dimeşin zêdetir dêng derdixin.

Ecêb e! Ne kêzikê ku hevrîşimê çêdike, Jinikê ku li xwe dike forsa dike.

Bi me wisa xwiya dike ku; mirovên ku em jê hez nakin, li rûyê dinyê pir cih digrin.

Ku tu dikarî bi destê rastê avabikî, wê çaxê bi destê çepê wêrankirin heqqê te ye…

Bi her tiştî kenîn dînîtîye. Tew tiştekî nekenîn jî bêaqilî ye.

Hêjayîya fikrê îro, wê pêşerojê de diyar bibe.

Mirovê kîndar wek dûpişka ye. Zu-dereng, wê xwe bi jehra xwe bikuje.

Şerrê cîhanê yekemîn fêrî me kir ku; ji bo hinekan, canê xwe fedakirin, ji parastina jiyanê hêsantir e.

‘Herkesî bawer neke, lê bawerkirî xwiya bike.’ Va qaîdeyeke civakî ye.

Bêgunehên ku xwe gunehkar dihesibînin, gunehkare ku xwe bêguneh dihesibînin, ne kêmtirin…

Ew sed sale em, di navbera kevneşopî û nûjenîyê de bêbiryar mane.

Divê qusûrê ciwanan zêdetir bibexşînin, tema, ji bo xwe guhêrandinê wexta wana heye.

Xewnên ku em hişyarî dibinîn, xewnên ku em xew de dibinîn, hezar carî zêdetirin.

Kesî ku tew derew nekiribe re, kes newêre derewa bike. Lê ji bo ku kesî wisa tune, herkes bi hêsantî derewa dike.

Ji bo mirov, gopalê herî qewîn, xebat e. Ê ku gotiye; ‘Dostê ketiya tune.’ Qey hay jê xebatê tunebiye…

Derbar Rêvebir

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply