Pîra Helê, nişkava ji nav ciyê xwe derket û deriyê xwe vekir derket derva. Her sibeh zû radibû lê belê iro ji di xew da mabû. Bi tirs û hirs çû nav ajelê xwe . Ji xwe du ajelê wê hebû yek hespek yek jî mangeyek bu. Mange biraye wê dabû yê hesp jî bi pereyek erzan kirî bû. Pîra Helê emrê wê der dorê 65 hebu …
Mer ê wê zitûr çû bû ser dilovanî ya xwe. Keçikek û lawikek wê hebû, navê lawê wê Biro bû. Demsala biharê diçû welate jor şivanî dikir dawîya payîzê sere ziwistanê dihat mala xwe alikarîya diya xwe ya extiyar dikir. Keçika wê navê wê Hebûn bû yanzdeh salî bû gava eciz dibû digo dayê ma ez kengî hatim dinê dayîka wê digo berxamin ew sala em hatin wî gundî wê salê tu hat dinê berxika min. Pîra Helê çû nav ajelê xwe dîtina dît ku hesp dîsa tiştek nexwarî u li pîya ye …
Bi gavê zû çû hundir û Biro ji xewka şêrin rakir go lawê min lawkê min rabê rabê hespê me her roj zirav û xirab dibe rabê ser xwe here bajêr bayterekî bîne bila lê mêze ke ev çi derde ketye canê wî. Bila Jê ra çarekî bibîne jixwe em û hespeki me ye em ji wî jî nebe berxê min. Biro, bi lez û bez rabû ser pîya cilê xwe li xwe kir çû ser rê ket erebekî û çû bajar beytarek anî . beytar hat mézekir û go ev ne nexweşiye tiştek dinêye …
Fikirî wîsa peyîvî; gava dibe şev pîrevot tê hesp dajo loma hespê we roj bi roj xirab û zirav dikeve û yém naxwe hûnê zanê çibike li ser palekê zanqê lê bide gava pîrevot were dîsa bajo hûne şûjinekî di zikê wê rake ew ê bibe mirov hunê jî hespê xwe xelas bike bû şev li benda pîrevotê sekinîn gava pîevot hat li ser hespê runişt û ajot dîsa gava kû bifirya bi zanqê va zeliqî û lî cihe xwe ma Pîra Helê û lawe xwe şûjin di zike wê ra kir û pîrevot bû mirov lê mêze kirin ser û bere wê biye yek û wek hirça bû pîrevot . Pîra Helê, pîrevot li ser hespe rakir û birin hundir serê wê şuştin porê wê şekirin cilê nû lêkirin.Pîrevot bû wek mirova navek jî lê kirin ji wê rojê şûnda her kesî je ra got ,Pepûl …
Kêfa Hebûnê pirr bi Pepûlê ra dihat kêmasî ke hebû Pepûl qet ne dikenîya û ne jî dipeyîvî. Pepûl êdî bû wek wan serê sibehê zû radibû di çû nav ajala ew û Pîra Helê …
Der û ber paqij dikir alîkarîya Pîra Helê dikir roj wiha berdewam dikir. Rojekî li gund dawetek çêbû. Pîra Helê û zarokê xwe jî çûne dawetê ,nêzê dawetê bû lê mêze kirin Pepûl dikene her sê ecébmayî man. Pepûlê mêze kir û Pîra Helê go keçika min ji bo çi tu dikenî . Pepûlê jê ra got heke tu şûjina zikê min derxe ez ê bêjim ji bo çi ez dikenim gava şûjin ji zika derxist, Pepûlê got li serê govendê jinekek baz dide wa jinika nû mêrê wê miriye çavê xwe digerîne dîbêje ji xwera mêrekî bibînim.
Erê erê Pîra Helê, halê we ev hale mirov wûsa ye qet şerm nake êdî ez diçim ev çend sale bi wera dijim her roj ji min ra wek dojehê derbas dibû îro jî roja xelas bûna min e ez diçim, diçim bihûşta xwe hûn jî di dojeha xwe de bijîn.
Gava peyv ên wê qediya ,wek kevokek şîn boz firya û li ser ezmanan winda bû….
Mîr Serhedî
www.candname.com