Gotinên Pêşiyan – Necmettin KEVE

 

  • Axayek hebû, kengî îşek wî ketiba li ba xizmetkarê wî, tevsîkek savar da xwarin pê de û virêkire îşê xwe.
  • Baxê tiralî siha beran e, çola xebatkaran baxê tirîyan e.
  • Ber çem ber çem diçûye, Benîşta xwe dicûye.
  • Bila bira be, bila ne vir be.
  • Çi tiştê ku hate ser zimanê te, ew dibe malê xelqê, êdî nikarî ji wan bistînî.
  • Çiyayê bilind, berq (birûsk) jê xelas nabe.
  • Dayek dibêje kurê xwe: “Hêj bêjino tu kurê mino, Tu ku bijino ne kurê mino.
  • Destê rihet li ser zikê birsiye.
  • Dijminê eqilmend çêtir e ji dostê ehmeq, Dijminê ehmeq betertir e ji şeytanê cazû
  • Dinya wiha ye; Hinek kedkar in, Hinek kedxwar in.
  • Eger eqil heye bikire, eger tune ye nefiroşe.
  • Eger malê te zehf be, nebe kefîlê ne ber xwe ketiyan, eger eqlê te zehf be nebe hevalê nezanan.
  • Eger te bivê xefiyan, eşkere bike bêje dijminan, Eger te bivê derewan, pêve zêde bike bêje jinan.
  • Ehmeq ne ew e ku şixulê nizanî bike, Belkî ew e ku xeberê nezanan dike.
  • Esman dibe bihost, dijmin nabe dost.
  • Ez dixwim nan û avê, min mîneta kesê nevê.
  • Ger te nav û dengê bilind bivê, xwarina te her bê ber mêvanan, Ger te dengê bilind divê kerî berde mêrg û çîmenan.
  • Hifza xwe ji dostê ehmeq pirtir, ji dijminê zana bike, lewre; eqil her fekiyê dide.
  • Ji kevir hişktir paresûyê jinan e, di gel wê qasê jî, xwe belengaz dizane.
  • Jin bavê, kafir bavê, em birsî ne li ber dolabê.
  • Jina emekdar jin e, ya dev cirt û ziman dirêj dijmin e.
  • Kaxizê pîyangoyê, yek tifaqî ye, du neheqî ye, sê ehmeqî ye.
  • Kerê barkêş, çêtir e ji kerê serkeş.
  • Kerî siware kerê xwe digere.
  • Kes nabêje dewê min tirş e.
  • Kî jinan bibe sûkê deyndar (qerdar) e, Yê zaroyan bibe tengezar (bendewar) e, Yê bawer neke berdîwar e.
  • Ku newal vala be ji şêr û pilingan, Rûvî dibe mezinê gund û civakan.
  • Kurê kerî (hêstir) ji bavê xwe maqûltir e, çiko barê giran hildigire.
  • Lokma xweş bide dostan, zimanê xweş bide dijminan ku zewala te çênebe.
  • Mar nabe yar.
  • Mêran biceribîne şixulê giran, Jinan bi ceribîne bi gotinê xefiyan.
  • Roj heye ku hay ji te heye.
  • Rojekê axa ku savar danand  ber xizmetkarê xwe, Xizmetkarê wî got: “Ne dixwim vê savarê ne jî diçim hewarê.”
  • Rûvîyê digere ji şêrê diraze çêtir e.
  • Sînî (Navê gundekî) sêke, Xwedê Rebbî tu çêke, çayê têke bi aliyê min virêke.
  • Sisê ne, hev asê ne.
  • Şîreta dostê eqilmend şîrîntir e ji hingivînê ger çi dilê te jî biêşîne.
  • Tu ji xwe re koçkekê çêke. Eger tu nikarî, kolîka xwe ji destê xwe neke.
  • Xebera ku derkeve ji navbeyna sih û du didanan, dê belav bibe her kom û dîwanan.
  • Xefîgotin, malê xelqê ye, Yê te negotî pertalê te ye.
  • Xezîna emekdaran li malan e. E’mbara betalan li newalan e.
  • Xweda goşt dide mirovê bê didan.
  • Xweyiyê xiraban dil xapandî ye, xweyiyê qencan xem revandî ye.
  • Yê xwenda wezîr e, Yê nexwenda heqê wî pîvaz û sîr e.

 

Necmettin KEVE-kurtdiliedebiyati.com

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply