Gotinên Pêşiyan-Çiya Mazî

Aqlê sivik barê giran e:Aqilê sivik her tim astengiyan derdixe û nikare pirsgrêkan çareser bike.An mirovê ku aqilê wan kêm be an kêm bişixule li ser pişta mirovên din dibin bar.Mirovê nezan li ser pişta yê zane bar e. Herwiha aqilê sivik li ser serê xwediyê xwe jî bar e. Dema aqilê wî kêm be û nezan be, bi wê nezaniya xwe dike nava tevgerek û kar. Lê ji ber ku nezan e ji heq wî karî dernakeve û di dawiyê de li çiravê rast tê û nikare derkeve.

Ava xwestî naçe serî :

Wekî ava ku xwediyê wê hebe an hinekan xwestibe naçe serî. Tiştên ku hinekî bixwaze û mirov lê bi xwedî derkeve an yê hinekî din be û mirov lê xwedî derkeve nabe yê mirov.

Baran dibare erd xwe dipesinîne :

Baran dibare li erdê şênahî û fêkî çêdibin, zad çêdibin her wiha kêfa mirovan ji erdê re tê ,lê belê ne baran bûya erd şîn nedibû.Di civakê û jiyanê de ji gelek tişt hene ku yê anîne hole ne diyar in û hinerkî din ji dêleva wan pesnê xwe vedidin.

Başî û xerabî herdû jî di destê kesan de ne :                                                                                                  

Başî jî ,xerabî jî mirov an kes dikin.Wekî ku mirov bixwaze dikare baş be jî dikare xerab an nebaş be jî. Mirov dikarin başiyê jî bikin û xerabiyê jî bikin. Herwiha mirov dema li xwe miqatebin wê baş bin. Lê li xwe ne miqatebin rewşa wan jî wê nebaş be.

Bêhna diya tê ji xaltiya :

Xaltî xweha diya ye,herwiha xaltî çiqas dûr be jî tim mirov wê wekî diya xwe dihesibîne. Tiştên ku jêderka wan yek be an ji cihekî bin ,li ku dibin bila bibin xwe xuya dikin û mirov pê dihese.

 

Ber siya rovî de nebe bila şêr te bixwe :

Rovî ajalekî fenek e,şêr jî pir bi hêz û ajal giş jê ditirsin. Dema ku mirov li pey yekî fenek bigere dibe ku mirov têkeve dafikan,herwiha mirov wekî wî jî xuya dibe.Lê dema mirov li pey yekî mêr û bi hêz bigere,hêz ji mirov re çêdibe û mirovê bihêz û mêr jî tiştên xwe, eşkere dikin.Pêwistiyê jî bi fen û dafikan nabînin.Tiştên eşkere jî mirov li gor wê yekê tevdîra xwe distîne.Dîsa ev gotin tê vê wateyê ku mirov tiştek kir bila hêja be, ne ku mirov bi pey tiştê hûrik keve û dawiyê jî taba mirov belasebe here.

Cinet û cahnime di bin lingê dê û bavan de ye:

Yê ku mirov anîne dinyê û bi hezar pêkûtî û zahmetî xwedî kirine û mezin kirine,mafê wan pir li ser mirovan li ser zarokên wan hene .Ji ber wê yekê jî divê mirov rûmetê bide dê û bavê xwe.

 

Çêlikê guran ji mirov re nabin bira:

Gur her tinm ji mirovan ditirsin û mirovan wekî neyar dihesibînin. Mirov jî guran wekî mirovxur dibînin. Ji ber wê yekê gur û mirov li hev nakin û nabin dost û bira. Tiştên di zagona xwezayê de li dijî hevdû bin li hevdû nakin.

Çêlikê maran bê jar nabin :

Mar wekî tê zanîn bi jahr in,herwiha çêlikên wan jî bi jahr in.Mirov ji vê gotinê dikare şîroveyeke wiha derxe ku zarokên mirovên ne baş an mirovên baş jî dê nebaşî pê re hebe an çiqas baş bin jî wê tiştekî ji bavê xwe hilîne. Damarek wî zarokî mîsoger wê wekî yê dê û bavê xwe be.

( Ev gotinên Pêşiyan ji Pirtûka Çiya Mazî – Gotinên Pêşiyan/ Weşanxana Sî hatiye wergirtin)

Derbar Çand Name

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply