Hin Gotinên Pêşiyan…

A
Abûr daye ebûrê.
Adar e berf giha guliyê dar e, nema dane êvare.
Adar e meşka li dar e, ne li hera, li beriya Sîngor e.
Adar e, dew li dar e, şivanî xwe mal e, kebanî bi kar û bar e.
Adar e, dew li dar e.
Adetên bav û bapîran, kerik xweştir in ji hejîran
Adetên bav û bapîran, kerik xweştirin ji hêjîran
Afirê gameşa bû warê gelşe mêşa.
Afirê gamêşan bû warê qelse mêşan
Agir ber piyên wî dibe av.
Agir berda kayê û xwe da aliyê bayê.
Agir berda kayê, xwe da ber bayê.
Agir berda kome, x we da feza zomê.
Agir berda konê xwe da zomê
Agir berda malê, revî xwe da palê.
Agir bi agir venamire.
Agir bi rihê yekî ketibû, yekê jî digo ez firîgê xwe li ber biqelînim
Agir davêje devê xwe.
Agir di kevnebizûtan de dimîne.
Agir girte mala yekî, ye din got: “Tu bi Xwede venemirîne, da ku (ez) kewen xwe bibirêjim.
Agir girtibû mala yekî, yekî jî ser û pe li ber dikizirandin.
Agir ji dawê dibare.
Agir ji dev dibare.
Agir kirkin germîe pirr kin.
Agir li dawê ketiye.
Agir li mala derewîna ket, kesî je bawer nekir.
Agir li mala yekî ketibu, yekî jî liber firike xwe diqelandin.
Agir li sere min ketiye, tu jî liber rune xwe diqijirînî.
Agir pêkeve bi xwe nahese
Agir pekeve bîhna bîso je naye.
Agir pêkeve bîhna pîso jê nayê
Agir şunê ku ketiyê dişewtîne.
Agir xweş e lê xwelî jî jê çêdibe
Agir xweş e, lê xwelî jî jê çêdibe
Agirê bi duyî aşkere ye.
Agire bin kaye ye.
Agirê kuçikê timî germ e dereng sar dibe
Agire xwes, agire dare hisk.
Agirî sor bextê ronî ye.
Agiri sor kesî naşewtîne.
Aha Gule bihar, aha Gule zivistan.
Akil pirr sermîyan e, ne karê her merîya ne.
Alikî sîn e, alîkî sahî ye.
Alîkî şîn e, alîkî dawete
Aliye xwede je stendiye.
Alko malê bi teva ye.
Amanet heta qiyamet.
An barek derew, an barek dirav.
An bike nelerize, an neke nelerize
An hero, an mero.
An mam, an xal.
An naçe as, an jî diçe asvan dikuje.
An naçe diziye, an jî diçe sivan dikuje.
An nane te genim, an zare te genim.
Anê, ewna çuyînê tuye teri, tu çima kun bi xwe ra dibi.
Anî ji deriyan, da xera miriya.
Ap biraziya, xal xwarziya ra dike
Ap li birêz, xal li xwarzê xwey dike.
Ap pismam e, xal xwarzê ye.
Ape sorvirçî, ji deste wî gurî derket kete deste wî hirçî.
Apke (Ape) Faris, niha tu nemirî tuye beyî nav garis!
Apo ne gej e, tistan dizane (dibîne) nabeje.
Aqil bi dînan çi bike, çav bi koran çi bike.
Aqil bi kovike ne kirin seri.
Aqil bi peran nêkirîn.
Aqil je birîn. ( Aqil je nahbire.)
Aqil kemî rê li ber meriyan wenda dike.
Aqil le buye av.
Aqil sivik e, ling çapal e.
Aqil sivikî bar giranî ye.
Aqil, dijmin e, ne zanîne ye.
Aqilbend tim mezini ye.
Aqilê giran mû kere
Aqile kew re, risqe bihare
Aqile kurî caniya del..
Aqile kurî, bi teyran re firî.
Aqile kurî, se te da birî.
Aqile min dibire, aqile gilika min nabire.
Aqilê sivik barê giran
Aqile wî/we di nav çoken wî/we da ye.
Aqile xwe bi nan u dew ve xwariye.
Aqile xwe bide sere xwe. (Topî sere xwe ke.)
Ar ekî sor e.
Ar î dorê xwe roni dike.
Ar u pelur e, xuy (xwedî) qebul e.
Ardê xwe bêjinkir, bejinga xwe bi darda kir.
Ardê xwe bit kepaka xwe rit.
Ardî malê mede ber bê.
Are (Arde) xwe pehtî ye, kapeka xwe retiye.
Arê ardêyê, ava him dayik e, him bav e.
Are hur di hewana xwe de dîtiye.
Are kewan e, risqe betan e.
Are keware risqe bihare.
Areki ku sor e, pak û şîr e.
Arvanê salê bi salêra diçe
As berdaye, pey çeqçeqe ketiye.
As bi xeyalekî, asvan bi xeyalekî.
As digere, çeqçeq dirane xwe diskene.
As ji dest çuye, pirsa çeqçeqe dike.
Asek nehistiye ku, arvane xwe le ke.
Aş çûye li pey çeq çeqê ketiye
Aş digere bi avê, law dike karê bavê
Aşda di heri, dingenim di kuti.
Aşê dîna bê av digere
Aşê dînan bê av digere.
Aşê xerabe arvan nahêre.
Aşê xwari êrd diheri.
Av bisekine, ew nasekine.
Av di golande genî dibehi
Av di golê de genî dibe.
Av di serkaniyê de şêlû dibe.
Av diçe lê aş li cîhê xwe dimîne.
Av dilop dilop dibe gol.
Av gewriye, gewrî xeniqî.
Av ji kaniyê û nan ji baniyê
Av li dev dikeve.
Av li êr ne kirin.
Av li Nerwane, feyde li Taqwane.
Av nade guzike.
Av nafetile ba di cîkî da nasekine
Av pe germ dibe.
Av rabu, sirik (bend) bela bu.
Av ronahiye, ji avê metirse
Av şûna nan nagire.
Av û agir razin, dijmin ranaze.
Av xwînê dişo, xwîn xwînê naşo.
Av zane di bin wê da çi heye
Ava bin kayê deng jê nayê.
Ava bin kayê ye
Ava bîra bi tedbîra.
Ava bîrê bi bîrê tehl e
Ava çeman xuş e xuş e koçer nabên dewê min tirş e
Ava golan bê tevger e
Ava golê dimîne heta salê.
Ava hêdî hêdî me ecêb jê dî
Ava hêdî hêdî, me ecêb jê dî
Ava hêdî me ecêb jê dî.
Ava heft girara li dev çu. (diçe)
Ava miriyan nerêje nava deriyan
Ava rijiyayî nayê berhev kirin
Ava ruyan revîye.
Ava sare, ser çi da diçî xware.
Ava ser beruya, wek zavaye bi dile xesuya.
Ava xurtan serhevraz e
Ava xwestî naçé ser hestî.
Ava xwestî nakeve hestî
Ava zêlal jina delal.
Ava zimzim, li pey dibezim.
Avabûna malan di destê jinên çê dane
Avahî nabe bê asas mirov bi rojî û limêj nabe xilas
Avahiya ku dû jê here, venamire.
Avbûna gundan ji berahiya riyan ve kivş e
Avê bi xwe ji kanî esîla, ne ji mesîla
Ave da nave.
Avê ku da ser serî çi buhustek çi du buhust
Ave ku da serî, çi bohistek çi çar tilî.
Avê qûna
Ave selî dike.
Avek (kel) kelandî ser da kir.
Avek sar di ser da vexwar.
Avek sar ser da kir.
Avete pas guhe xwe.
Avriyen tirs daveje.
Awa awa latkî, awa awa tebabkî
Ax û avahî, nav û navdayî.
Ax u avayî nav u nandayî.
Axa bi deh gundên xwe ve bawer dike Keyxosrew e
Axa bi xulam e, xulam bi olam e
Axa bi xulam e, xulam, xulam jî bi olam e.
Axa got mirtib: ezê rabim li te bixim. Mirtib got: axayê min ezê rûnim.
Axa gote Mirtib: “Eze te xim” . Mirtib got “Axaye min eze runim.”
Axa ji xulam ra got , xulam ji se ra got, se jî ji dêliya xwe re got
Axa ji xulame xwe re got, xulam ji kuçike xwe re got, kuçik jî ji dela
Axa li kêfê ye xulam li ber zikrêye
Axa li kefe ye, mal maye li bin berfe ye.
Axa li kefe ye, xulam di nav zicre ye.
Axa rêyan tev dizane lê rêya qenciyên gel nizane
Axa tep davêjin, defterên kevn vedikin
Axa, bi deh gundên xwe ve, bawer dike Keyxosrow e
Axaftina bi zîvî bikire û bizîvî bifroşe.
Axaye be xulam e.
Axaye me Bil e xwere me ser kul e.
Axaye me bu Pilo, sîva kere me bu çilo.
Axaye me Om e, xwelî li sere me kom e.
Axayê me Pilo şîva kerê me bû çilo.
Axaye min wax çave min kor bin ji bo hespe boz.
Axayî bi xulam e, xulamî bi olam e.
Axê amîna namîne li ser zaliman
Axîna kûr ji dilê kûr tê.
Azadî firehiya cîhanê ye
Azadî hat dinê, zimanê lal hat vekirinê.
Azadiyê bêhtir tiştek giran buha nîn e
Azaya bi tirs bila qet tunebe
B
B
Ba çawa tê, bêderê weha bide bayê.
Ba çawa tê, bêderê weha bide bayê.
Ba dere wî/we digire, ba vedike.
Ba ji zinar (teht) çi dibe?
Ba li Darê nexe Dar naleqe
Ba li dîwarê der ve dixe.
Ba li dîwarê der ve dixe.
Ba merî bê text be, lê ma bêbext nebe!
Ba pê ket, kûçik li pey ket.
Ba pê ket, kûçik li pey ket.
Ba şîrî xirab nekeve para kesî!
Ba şunê te li her derê hebe.
Ba vî alî dixe, wî alî re debas dike.
Baçelmok (bi) sev digerin.
Badika hesinî, xwe bi xwe pesinî
Bajarî li erdê nêrî.
Bajarî li erdê nêrî.
Bajarî, li erde narî.
Ban qul e, binban sil e.
Bane me yek ban e, yalik dest e, yek zozan e.
Banê xanî tenê bi keviran bilind nabe.
Banê xanî tenê bi keviran bilind nabe.
Banek e u bagurdanek e.
Banek û bagurdanek.
Banek û bagurdanek.
Bang kirina xwe bi ga kî şora xwe bi perakî.
Bang kirina xwe bi gakî, şora xwe bi perakî
Bar ji ser xwe daveje.
Bar min naesîne, serbar min desîne.
Bar min naêşîne, bin bar min dêşîne
Bar mirov nayêşîne, serbar mirov dêşîne.
Bar mirov nayêşîne, serbar mirov dêşîne.
Bar naçe ber kerî, ker diçe ber barî.
Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e
Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e.
Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e.
Baran disekine pey da (du re) ga cil dike.
Baran li cîhê avî dibare.
Baran li cîhê avî dibare.
Barana havîna, sil kir bine kulîna.
Barana havînê şilkir binê kulînê
Barane erd sil kir, zîpike erd qul kir.
Barê giran tim li ker dikin.
Barê giran tim li ker dikin.
Barê hêştir,li ker nayê kirin.
Barê hêştir,li ker nayê kirin.
Bare kere li ser pista deve ye.
Barê ketiyan kes ranake
Barê serê bê aqil, ling dişkînin
Barê serê bê eqil, ling dikşînin.
Barê serê bê eqil, ling dikşînin.
Bare xwe girtiye.
Barek dirav, yan barek derew?
Barek quran sond bixwe, kes je bawer nake.
Barekê dirav an barekî derew.
Barekê dirav an barekî derew.
Barî giran para kera ne.
barî Kera gran nebe, ker perê nare
Baş be lê ne belaş be.
Baş be lê ne belaş be.
Bav ber bi zarok diçe, zarok ber bi çiya diçe.
Bav ber bi zarok diçe, zarok ber bi çiya diçe.
Bav çi seg be, wê law jî ew seg be
Bav harsim dixwe, diranen kur disekihin.
Bav hersim dixwo, diranê law diseqînin
Bav ji bajêr tê, law jê re qise dike
Bav ji es te, kur je pirsa bajer dike.
Bav ji es te, kur saloxan dide.
Bav ku pak bûya, ev zûriyet bi dû nediket
Bav kustiye (ku) gore sond dixwe. (bixwe)
Bav rezek da law, law guslek tirî neda bav.
Bavê mirov pişta mirov e.
Bavê mirov pişta mirov e.
Bavo hun çima ker ker xebernadin?
Bavo, min bivirek dît. Got: “kane?” Got: “Min winda kir.”
Baweriya kurdan her bi çiyê tê.
Baweriya kurdan her bi çiyê tê.
Bayê gurgurî weke jina virvirî
Baye hewana wî li ber çu.
Bayî jêr lê têxe
Bayî jêrî lê xistiye.
Baz bi bazan, qaz bi qazan, mirîska kor bi dîke kulek ra.
Bazar xweş e li bênderê, ne li zeviyê
Bê aqilî kurîya gîrê mezin e.
Be are ji çi ar bike, we kume xwe tim xwar bike.
Bê derpê bigere, stûyê xwe li ber zaliman xwar neke
Bê dev xeber nayên tev
Bê emrê xwedan pel ji darê naweşe
Bê heval, bi rê nekevin.
Bê himi tunebûn e.
Be male, malxe male, neye male qeda sale.
Be malo, be xatî be xalo; bi malo, bi xatî bi xalo.
Be serî u be binî (ye).
Bê serwerî girara pira nakele
Bê şêx û pîr neçe dîwana mîr, ku nekevî halê feqîr
Bê zanîn dijî ulmêye
Be zar u be ziman (e).
Bedewe çav kil kir, dile xortan tev kul kir.
Bedewê çav kilkir dilê xortan kul kir
Bedewe here, xer ji bazara te naye!
Beg timî xwînxwar in
Behr bi devê se pîs nabe
Behra sîn e, av te de nîn e.
Behsa gur dikin gur hazir in
Beje beje zimane te direj e.
Beje min hevale xwe ez bejim tu kî yî?
Bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kî yî.
Bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kîyî — dişibe gotina tirkan
Bejin biriqî, dil xeriqî.
Bêjin lal e nebêjin teral e
Bejn lal e, (bila) nebejin tiral e.
Bejn tît e, mal mecît e.
Bejn zer e, dil jehr e.
Bejna heyrane her kiras le te.
Bejna min sehr e, dile min jehr e.
Bela li sere (xwe) wî/ we vekir.
Bela xelke ji çol u çiyan te, ya min belengaze Xwede ji ber lingen min te.
Bela xwe je venake.
Bela xwe le digerîne.
Belaye newe newe, dema tu hatî li ser sera u li ser herdu çavan.
Belaye! Çaven res u belek min ji te re kildan e.
Beledê malê ne biyan e, kesê gund e
Belengaze aqile xwe ye.
Belengaze Xwede ye.
Belga darê dar dixemilîne
Benamuse ulme (ilme) xwe ye!
Bêndera bê xweyî ji mirov re nabe bênder
Bêndera dereng nabe xwirê xweyî
Bêndera ku çêlek li ser bigere ew çi bênder e
Bendera ku çelek ser bigere, ew çi bender e?
Bendike Ruto dudu ne, çave wî li min çave min jî li yekî (yeka) din e.
Benîste xwe cu ye, li netika xwe ve daniye.
Beq bi avê serxweş dibe.
Beq bi avê serxweş dibe.
Beq çiqwas kok dibe, qûn ewqas lê qalind dibe
Beqe çav da çeleke, zike we teqiya.
Ber barane revî, li zîpike qelibî.
Ber barene revîm, ber çortane ketim.
Ber bi mino ha ji xwe tino
Ber defa be deng direqise.
Ber defa cuna direqise.
Ber ecela xwe ve diçe.
Ber ecele xwe direve.
Ber goste çuyî nakeve, ber serpiyan dikeve.
Ber kere re derbaz dibe, cehsike je didize.
Ber li serî, yan serî li ber (î), her serî we biske.
Ber(kevir) li cîhê xwe bi rûmet e.
Ber(kevir) li cîhê xwe bi rûmet e.
Beran bi duw yê xwe naêşe
Beran bi duw yê xwe naeşe.
Beranê bisko bûya wê li nav pezê bavo bûya
Beranî stewr li xwe nîne.
Berda sond dixwe.
Berdana jinê edeta dinê
Berdana jine, edeta dine.
Berê biedilîne paşê bi xemlîne
Berê bişêwire, piştre bikire.
Berê bişêwire, piştre bikire.
Bere dest destan diso, pase dest serçavan diso.
Berê di pêsîrê xwe ra bigire.
Bere merezî bu îja terese jî lexist.
Bere pir bi gul bu, barane lexist sil bu.
Berê text ya jinan bûye.
Berê text ya jinan bûye.
Berê xwangê berva bira berê bira berve gura
berê xwunga berve Brayê, berî Brayî berve Çîya ye
Berf diçe erd dimîne
Berf hatiye ku ling (de) bicemide.
Berf heliya, ling wesiya.
berf jî ê gewr e, kûçkê pêde gûdikin
Berf jî spî ye, le kuçik di ser da pîsiye xwe dikin (dirîn).
Berf jî spî ye, le tam le tune ye.
Berf li çîyê bari.
Berfa hûr e, dawî dûr e
Berî barane ba ye, berî mirine ta ye.
Berî baranê ba ye, berî mirinê ta ye.
Berî malê cîran hilgire.
Berî xwangê berve bira, berî birê berve kevira.
Berike kune zikî bîrçî ye.
Berjêrî tuke rune, berjur tuke simêl in.
Berkêş bi mêvana geş ?
Bermal xwedana malê ye!
Bertîl kevir nerm dike.
Bertîl kevir nerm dike.
Beru da bizine, dest avete qarçike.
Beru ji qalike xwe banzda u got: “Magî devî çawa ye!”
Berve gur ne zirin.
Berx heta hetayî bin selikêde nabe
Berx î ku bi beran be, li ber kozê belî dibe.
Berx û gurên tirkan bi hev re diçêrin
Berxa ku xwedê xweyî kir, guran nekuşt
Berxê çê li ber kozê belî ye
Berxê çê li ber kozê kivse
Berxê nêr ji bona kêr
Berxê nêr li ber du makaye
Berxê sêwî beran jê dernayê
Berxê têr şîr nexwar, bi kavirtî têr naçêre
Berxê xelkê ji meriv re nabin beran
Berxên pir, ji mihên pir in
Berxî çê li ber kozê aşkere dibe.
Berxî nêr bo kêrê ye.
Berxik spartine gur.
Berya sicûrê xwe davê tenûrê
Bes hat sere maldaran, avetin sere feqiran. (jaran)
Betalî xirab malî
Bêwan binê gund û keça rind çavê herkesî lêye
Bexdaye jî xurme zef in, ji me re çi ye?
Bextê çil ro çile, tajiyê tûle û hespê qule tuneye
Bextê feqîra hebûya, gîsnê wan di axa nermda nedişkiya
Bexte pesîn, ware hesîn. (Bext bexte pesîn war ware hesîn.)
Bextê reş mirovan dike nexweş
Bextê reş tim yê xwedî ye.
Bextê reş tim yê xwedî ye.
Bextî meriyanî di destî xwe da ye.
Bextî reş meriyan ber nade.
Beyî derî ji te ra vekiriye, heri re ji te ra vekirî ye.
Beyî mala me te bibînî hale me.
Bez spartiye pisîke.
Beza hespê namûsa siwar e
Beza mirîskê heta kadînêye
Beza pisîkê heta ber kulfikê
Bi ava zemzeme (ve) sustine.
Bi beçîyek pirtan nê bûyîn mêr.
Bi benî dijmin ne daketin bîrê.
Bi benî xelkê xwe bermede bîrê
Bi çar destan ve girtiye.
Bi çavekî le nenere.
Bi çavên birçî zik têr nabe.
Bi çirtkê li derî xelkê mêxe!
Bi çukê mala kuçîkê malane
Bi darê zorê tu tişt nayê pêş
Bi derziyê bîr nayê kolan
Bi derziyê neçe ser şûjinê
Bi dest bike, bi dev bixwe
Bi destan da, bi lingan pey ket. (im)
Bi destê namerda neçe, bila av te bibe
Bi destê xwe mala xwe xirav kir
Bi destekî nesustî li nav derket.
Bi desten xwe mala xwe xera kir.
bi deve xwe dixwim.”
Bi deve xwe kete belaye.
Bi deve xwe ve napeyive (xebernade)
Bi dilê mezina bizewice, bi dilê biçûka hez bike
Bi ewtîna seyan, ji rê namîne karwan
Bi fisan çarşef boya nabe
Bi fita Hesene Hewerî.
Bi gur re dixwe, bi xwedî re sîne dike.
Bi gurmiste, dibeze sujine.
Bi guviştinê şîr nê der.
Bi guye xwe ve buye yek.
Bi heçeta (hinceta) kurke dixwe virike.
Bi îlmê mele bike, bi emelê mele neke
Bi kapekekî Uris nake.
Bi kere nikare dibeze kurtan.
Bi kevçiyan ve da berhev bi hesikan ve bela kir.
Bi kevîrî sivik herkes xwe dimalêşe
Bi kinco, were qunco, bi qerpalo here malo.
Bi kîrekî kulavî le dige.
Bi kulmê neçe ser dirêşê
Bi kulme, diçe direje.
Bi lav lavê mirov ji ber jina xwe nare der
Bi mêr be ji xwe rindtir bi cîran be ji xwe çêtîr
Bi min xurto, li min xurto.
Bi mine minê, mirov xelas nabe ji jinê
Bi nanekî mirov nabe nandar
Bi navranê xwe pît be!
Bi nermî mar ji qulê tê der
Bi penciruka li guye xwe ketiye.
Bi pirse ji kalê zemana, û xortê geriyayî
Bi piye xwe kete tele.
Bi qîzanî mîr bû, bi jinanî pîr bû
Bi qîzanî mîr bu, bi jinanî pîr bu.
Bi quna ziya filitî.
Bi qune ketiye çala genim.
Bi qune, ketiye kodika jajerune.
Bi roj bilbil e, bi sev piskul e.
Bi roj kefene miriyan je dike, bi sev bulqe bulqa kuza ditirse.
Bi roj miriyan diselîne bi sev qurquroneka derî ditirse.
Bi roj ronahî li ber min neke.
Bi ruyekî spî je xilas bum.
Bi sere poz xeberdide.
Bi sev sememok e, bi roj pîrebok e.
Bi tekbîr, dikolin bîr.
Bi tepa li sere xwe ket.
Bi testekî du kar ne kirin.
Bi ve qune, tu naçî sune.
Bi ve qune, tu naxwî hekerune.
Bi ve quse, tu naçî Muse.
Bi vestîyayî kir, bi vesîyayî xar.
Bi vî devî bi vê qunê, herê diziya bizinê
Bi vî devî bi vê qunê.
Bi vî hisî, tu nagihejî tu par u pisî.
Bi viran sond bixwe serî naese.
Bi xera kîre min (çike min) buye mîre min.
Bi xêra seriya dixwe keriya
Bi xwe bume dize sola xwe.
Bi xwe pir gul bu, barane lekir sil bu.
Bi xwîna xwe xeber dide.
Bi zikî birçî nê lîstin.
Bibe mal avakirî, nebe mal xerakirî Bi benê xelkê nekeve bîrê — dişibe gotina tirkan
Bibe nebe mirov goste kewana jî dixwe.
Biçe Bitlîs, we bilîz.
Biçe ser kahniye, kahnî we ziya bibe.
Biçûk biçûktî, mezin mezintî
Biçûk ku ligora mezina nekevin, wê lingê wan timî li keviran bikevin
Biçûk li cihê xwe, mezin li cihê xwe
Biçûkê malê, kûçikê malê
Biçûkê salê, gula malê
Bide netirse, bixwaze, bistîne şerm neke
Bide xwe bîr, bêje wek jîr ?
Bigre û here, li paş xwe nenêre
Bihar hat rakirin, payiz hat dakirin
Bihar û havînê rez, zivistanê jî pez
Biharê xwe têr neke, payizê xwe derengî nexe
Bihata mîvanekî bi xêr vê ra bixwinî têre têr.
Bihata mîvanekî bi xêr, vê ra bixwinî têre têr
Bîhn le çikandin.
Bîhna biso je te.
Bîhna ceheneme ji dev te.
Bîhna kiz te ji mala diz.
Bîhna kiz, tê ji mala diz
Bîhna sîr ji dev te.
Bihur bi dînan sax nabe
Bihusta ku ez ne te de bim (ne le bim) bila ker te de vegevizin.
Bikê bi kîzê, li ber cennetê bilîzê.
Bikute bikute xwe danena
Bila avis be, kenge dize bila bize.
Bila bejin xençera Xaço heye.
Bila bextê mirov hebe bila çavek mirov tunebe
Bila bixwenda paşê bigota
Bila bizê nêr û mê ferq nîn e
Bila diz hebin, şevereş gelek in
Bila ev jî daxek be li deste min be.
Bila hindik, bila rindik.
Bila jê bihata bila pêşî serê min bişkandana
Bila jina mere çe bim, bila roje heft caran sere min be sikandin.
Bila ker ji mirov bibe, mirov ji kerê nebe
Bila kuçike gunda bim, ne piçuke bira bim.
Bila kuçike sa bim, ne piçuke bira bim.
Bila kuleka te du negire.
Bila lawik şane be, bila maaş qet tune be
Bila li xwede xwes here, bila li evdan xwes neçe.
Bila me be, sîr qismet e.
Bila mêr bi destê mêran bêne kuştin, ne bi destê qelse mêran
Bila mere min mer be, bila sere min li ser tera er be.
Bila ne di min da be, bila di diya min da be.
Bila ne li ber agire min be, bila ber agire mala bave min be.
Bila razana te hebe, rabuna te tune be.
Bila reze min li nav rezan be, bila tirî li min heram be.
Bila rûyê mirov bêşê, zikê mirov nêşê
Bila sure xweyî tuj baveje quzika min.
Bila tu gurbiyayî bila te bere kera min bixwara.
Bila tu xwes bî, gula siwara bî.
Bila xwes bî, gula govenda bî.
Bila ya dehan ji li ser ya nehan be.
Bila zike mela bel be, bila gîha u pel be.
Bilbil bi dengê xwe, mêrxas bi cenga xwe
Bilbil xistine qefesa zerin, gotiye: “Ax welate min.”
Bilbil xistine qefesa zerin. Got: “Ka gula mina bi bîhn?”
Bilind firiya, nizim ket.
Bin ga da golikan digere.
Bindest û ser dest, nabin yek dest ?
Binê malê heram mûye, serê wî çiyaye
Bipêje hê birêje
Bîr bi çotê tijî nabin.
Bîr bi dewla tiji navin
Bîr bi dewla tiji navin.
Bira ancax hewara bira da tê
Bira xêra bira bixwesta, jina bira mar nedikir
Biratî bi baran, hîsab bi mîsqalan
Biratî, bi rastî.
Biraye ji de ye, silava dide li pe ye; ew jî ji bo lome xelke ye.
Birayê min î biçûk li pî min xist.
Birayek din, yek hisyar, dan muyeke neqetandin.
Birayî min î mezin li pêyê min xist
Birçî bu ter nabe, ter bu birçî nabe.
Birîna bi xwe nexwure rehet nabe
Birîna hevalan, tîra kendalan.
Birîna min, min keder te.
Birîna sura kurtir, birîna sura heye.
Birîna xeberan ji birîna şûr xiravtir e
Birîne diherisine.
Birinê kêrê çê dibe ê zimên çê nabe!
Birnê giran derdê seran.
Bistîne kalan bixwe malan, tu çi dikî bi xortê kundir valan
Bitirse ji germa germ û mirovê nerm
Bivirî te hênî di goncda ye.
Bivirvan dar birî, ye li ser dare guman ji xwekde nebirî.
Bixebite heta xwîn di ber neynûgê te re bavêje
Bixwe mîna mêran, rabe mîna şêran
Bixwî çavekî min, nexwî derdu çaven min.
Biyanî bidî goste canî, we li ser te de bet posmanî.
Biye kevçî xwîn, ketiye pesa min.
Bizanibe giliya, welat xwestir e ji hemiya.
Bizin bizin e, bere cîhe xwe pekol dike du re mexel te.
Bizin firot bi hefta, beze we kirî bi heysta.
Bizin ketiye derde sere xwe, sivan ketiye derde beze bizine.
Bizin mir, gir damirî.
Bizina belek, şivanê kulek, êvarê bihev re tên guhara teng
Bizina gurî, ber dêwir tiqurrî
Bizina kol elimiye danukan.
Bizina kol hînê danûya bibe, fetha wî nabe
Bizina kol, hîn bu (ye) daniyen sor.
Bizina kulek u sivane bezek (sivik) tev digehen ber derî.
Bizina nehletî, dev leketî.
Bizina res e, her roj nexwes e.
Bizinê ji mîyê ra got; min ewa te dît.
Bizinê kulek tim ê çilek e.
Boçik ketiye nav lingan.
Boçika wî dixure.
Boçika wî ketiye qune.
Boçika xwe ba dike.
Boçika xwe bilind digire.
Boxê ku quloçê xwe li diwara bixe, wê rojek quloçê wî bişkê
Bu (ye) destare kizina.
Bu çala bi derziye. (vedayî)
Bu gur, hef golik jî xwarin.
Bu mesal xal u xwarzî.
Bu xerman e, ne bu derman e.
Bû xwê ket agir
Bûk bi dilê zavê ye çi pilepila melê ye
Bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkêye
Buk bi dile zave ye.
Buk di sorike de, dergus di lorike de.
Buk li hespe ye, hefsar li miste ye, kes nizane qismete ke ye.
Buk ma heviya baltuze (dise) dile we bu kela dîze.
Buka ape kete kape, buka xale delaliya male.
Bûka li ser haspê, kes nizane qismeta kê
Buka male, qesmera male.
Buka paş perdê, kes nizane nasîbê kê.
Bûka xalê delaliya malê
Buka xale ezîza male.
Buke (buka ku) xeniqandiye heft xesî, ji bulqiniya cer ditirsî.
Bûkê bi bext xwedan text e.
Bukê li ser hespê kes nizanê nasîbê kê.
Buke pe pepar, sivan (o) dar gopal.
Buke tune zar-ziman, xesuye tune dîn-îman.
Bukê zar û ziman tune xwasi yê dîn û îman tune.
Bûkê zarî û ziman tune, xwesiyê dîn û îman tune.
Bûke Ziman tune, Xwasîye îman tune
Bume gaye dîz-kiloza.
Bune dîk u mirîsk li ber hev sekinîne.
Buxtan teniya bin tevê ye.
Buxza wî buxza deva ye.
Buye ava bin kaye.
Buye bereta li ser berata.
Bûyê bijêrka ser sêlê.
Buye buka barane.
Buye cirm ketiye hustiye min.
Buye çeleka sor, sîre xwe dide dawiye de linge xwe ledixe direje.
Buye çira ber kora.
Buye çiyaye Sîpane, sere xwe danaxwe. (natewîne)
Bûye çoyê dest dînan.
Buye dasiye masiye.
Buye defa ber kera.
Buye diware ser buze.
Buye dîzika Behlul.
Buye Eliye xem xwar.
Buye findiqa ser nergize.
Buye gaye cot, ne kisî mese ser xwe dike ne ji ye ciranan.
Buye gola reqe (u) beqan.
Buye hîva bin ewr.
Buye keleme ber çavan.
Buye kere Bute, yek salî bu du kel hilgirt, du salî bu kelek hilgirt.
Buye kevir, xwîn je naye
Buye kewa dafike.
Buye male mirî.
Bûye marê nîv kuştî.
Buye mesela jinik u meqese.
Buye mesela masiyen sove.
Buye mîza seytîn. (dipeke her dere)
Buye nivista mele.
Buye qîza qurqur bege.
Buye riya kadize.
Buye roviye ji mirîskan xwe re mezin buyî.
Buye serikî kera.
Buye tajiya kuça.
Buye xesuya seyan.
Buye xweya hemi giraran.
C
C
Ca (ce) nalekî (hesinekî) bavejin ber linge wî/ we.
Ca bihelin ez jî anaxazeke biherim.
Cam dibe kitan dew dibe derman
Camêr e, şêrê şêra ne
Camerî karê her kesî nîne
Can nê şunê, mal tê şunê
Canik û camêr, jin û mer
Cano min tu danî, kesî tu hilneanî.
Car caran tîne, gaye res baran tîne.
Caran werin ber caran bi kerê werin ber bara
Careke te bixapîne ar di mala wî keve; bu di cara, du caran ar di mala wî
Carina dibe kura kirece, carina dimbe dîware buze.
Carina dimis-run e, carina qetil-xwîn e.
Carina mirov ji mecburî goste kewan jî dixwe.
Carina mirov ji yare diya xwe re debeje “bavo”.
Caw bu kitan, dew bu derman.
Cawa (bersiva) wî kire dest.
Cawe sil firotine.
Ceger le sewitî ye. (sotiye)
Cegere be mefere bira kustin (mire) neçu sere.
Cehşik mezin be jî dîsa ker e
Cejna salê bi salê ra dibûhure
Cem mîhe çave berxe derdixe.
Cêr di riya avê de dişkê
Cer nu ye, av cemidî ye.
Cêrê nû avî sar e
Ceribandin ji neceribandinê çêtire
Cewrên seyê dir timî dir in
Cîger nê teslîm kirin pisikê
Cîh heye rev ji mêraniyê çêtire
Cîhe be def direqise, ma dora cîhe bi def.
Cihê bilind, ji mirovê nivz çêtire
Cihê pakî hebe, xerabî çiye
Cihê şêra rovî lê dikin gêra
Cila sil e, ketiye mil e.
Cila xwe ji ave derdixe.
Cilê ku li ser rûnîştî kêr meke
Cile u kulev ji hev dipiskeve.
Cilen xwe sil kir beriya barane.
Cimatê dînan nabe
Cîran berî birê ye
Cîran cîranê xwe nas dike
Cîran derîyê malê ye
Cîranê pak ji birayê nepak çêtire
Cîranê xerab bihêle, diranê êşyayî bikşîne
Cîranê xweş şênîya wara ne
Cîranî çê ji birê pêşvatir e
Cîranî mixtacî xwê yê cîrêne
Cîranî xîrab merîan xwedan tişt dike
Ciwan mîse ne , bele xwîn serîn u kit-kite ne.
Ciwanekî bavejin resiya pîreke bavejin xwesiya.
Ciye jina xera kiriye, hînava ye.
Ciye ku pakî le heye, xirabî çi ye?
Ciye seran rovî dikin geran.
Comardî bi dayînê dibe
Cota bira neçin guran
Cote xwe daye kevir.
Cottar li bervî mal e, kebanî nu bervî kar e.
Cotyaro ew çiye tu diçînî? Got: “Dema hesîn bu te bibînî.”
Cucan: Gundekî Gîhadîna giredayî Agiriye ye.
Cuhî da (ka) te bibim buhiste. Got: “Ne îro semî ye, ker naye.”
Cumê xeyî cuyê li henîya xwe xistiyê.
Cun le taste kirine. (kirin)
Ç
Çalî kun pîne nagirê
Çar çav (buye.)
Çar gurçikî (ye.)
Çav birçî (ye.)
Çav çavan nabîne.
Çav çune ser serî.
Çav giredan.
Çav girtî ye.
Çav girtîbun.
Çav ji Çavan şerm dike
Çav ji çavan şerm dike bertîl keviran nerm dike
Çav le derxistin.
Çav le tirsandin.
Çav leketin.
Çav nînin şurin
Çav sor.
Çav têr nebû, zik têr nabe
Çav ter.
Çav vekirî. (Çav bel.)
Çav wek sekir spî buye.
Çava ji xwe diborîne. (dibuhurîne)
Çavan giredide.
Çavan je girtiye.
Çave de u bava li ewladan, çave ewlada li çiyaye Qaf.
Çave hev derdixin.
Çavê kor tune lê bextê kor heye
Çavê li derî ya xweli bi seri ya.
Çavê li derîya, Xwelî bi serîya
Çave li deriya, xwelî li seriya.
Çave min î kor nenere, bexte min binere.
Çavê tirsonek singê sipî nabîne
Çave we/ wî le bar nabe.
Çave xwe kutaye destan.
Çavek kor be, mirov deste xwe dide ber ye din.
Çavên birçî tucar têr nabin
Çavên li deriya, xulî bi seriya.
Çaven we/ wî je dibire.
Çaven we/ wî je girtiye.
Çaven we/ wî ter nabin.
Çaven wî/ we res bune. (kor bune)
Çaven wî/ we tistekî nabînin.
Çaven xwe belle vedike.
Çaven xwe je re diçirîne. (diqelisîne)
Çaven xwe zoq kirine.
Çavresiyan dike.
Çawa direse, wulo badide.
Çawa suk e, gaz piçuk e?
Çawa suk e, wisa jî buk e.
Çaxe neçîra min te, guye tejiya min te.
Çaxe piçuk bum ji mezinan ditirsiyam mezin bum ji piçukan ditirsim
Çel u dotin, kezwan u kelotin ne vek ketiye.
Çeleka me avis be we rojeke bize.
Çeleke didose Xate, to dixwe Fate.
Çeleke rex kiriye di ser destiye bivir de.
çeleke u golike.
Çêlekek bi şîr, ji deh mihên bê şîr çêtire
Çêlekek rêxotî garanê dilewitîne
Çem bê bihur nabin
Çem ji kaniyan çêdibe
Çem tim naye qirs u qal li ber naye.
Çeme Mirade çiqasî rabe, nikare tistekî ji quling bike.
Çend çiya hene yê Kurdane
Çend nîsk ji serî kem in.
Çend sala çû seferê, hat tim Kerê berê
Çend texte ji serî kem in.
Çêre çiqwas nerm bibe di bin kevirda nasekine
Çerme golike li ber me we xwedî be li ser me.
Çerme sane çerme seane
Çi bêjî jî li bejna siwarê min tê
Çi buyî kundir, çi jî hustiye te direj-bu.
Çi di hur de, çi di tur de.
Çi giriya ku çi jî beecî?
Çi kirîye li deran, ew tê ber nigan
Çî neçê para keçê.
Çi tê serê quling, ji qarîna quling e
Çi tune, kum tune
Çi xwar ku çi jî pe veresî?
Çi zu buyî kundir, te çi zu sax veda?
Çilê reş debarê diqedîne li gayê beş
Çilek tu zeman têr nabe
Çilkek, milkek.
Çima buye kerta kevir?
Çima guye xwe xwariye?
Çima ji min mîh u meîn mane?
Çima razem newala kur, çima bibînim xewna dur.
Çima rihe xwe kur nakî? Got: “Dile min bi qune ne xwes e.”
Çima seyek nikare, cendedekî bi deve xwe bigire?
Çiqas bibî mîr xwe neke ji bîr
Çiqas dinya li hev dikeve, tistek ji me re ser dikeve.
Çiqas sax bimînî, ewqas ecêban dibînî
Çiqasî li ser erde ye, ew qasî jî li bin erde ye.
Çira ber kora, defa ber kera.
Çira nîne ko heta sibehê pêkeve
Çira xizanî ji nezanî.
Çîva ber gana
Çivîk çivîk e ave vedixwe, li ser xwe re xwede dinere.
Çivîka wîlwîlanî ez kor bum min nizanî, te mala xwe xera kir kone min jî pe re danî.
Çivîkek girtî ji qazek çolê çêtire
Çiya bi ser hevre hene
Çiya çiqas bilind be wê rê pêkeve
Çiya hewceyê çiyane
Çiya naçe, dewres diçe.
Çiyayê bê gul weke mirovê bê dil
Çiyayê bilind bê berf û bê rê nabin
Çiyî feqîran, derge mîran?
Çoken xwe nerm kirin.
Çu bajer u got: “Baba kenger nerede biter?”
Çû ber tira golikan
Çu dermane mîze, gu le esirî.
Çu gergere, hat dîsa ew kere bere.
Çu gunde nenas pesne xwe da be qiyas
Çu heyfa bave, quna de jî da ser.
Çu kare kar jî nebu, taye jî ket.
Çu Rewane birinc ji saware male jî bu.
Çu ser dare, dara bin xwe birî.
Çû şamê hat dîsa kerê berê
Çûçik li ser garisên feqîran datîne
Çuk e diçe li ser heke betan rudine.
Çukan xem e, Xabur çem e?
Çuke bira, çelike gura.
Çum li sere çiya, zuriyam weke gura, birazî nabin bira.
Çume derva Fatekor, hatim hundir xatekor.
Çume mala ape xwe ketme kape xwe.
Çume mala dewresa, danî ber min maste gamesa.
Çun dewsa miriya, hemi kes li miriye xwe giriya.
Çun welate kera, anîn bare pera.
Çune Konyê ketina qata, serî xwe ratidine mîna Tota
Çuye tolana (tole bigire) seyda (neçîra) hestiyan digere.
Çuyîn ji me, hatin ji xwede.
D
D
Da kes weke wî bi sev kere xwe nagere.
Da tu bizanî (bî) dew biraye mast e.
Dane ber bere res.
Dar bi tûye, lê xwedî tûleye ?
Dar bir verotine, mirov bi gotine.
Dar dikeve, berî bi ku ve?
Dar ez dikutim, intîn ji te te.
Dar li kewe neket, kew li dare ket.
Dara biye be ker e, ne bistan e, ne ber e.
Dara dixe qula mesa (moza)
Daran di ser xwe re mebire
Darbiro daran bibir, gumana xwe ji xwede nebir.
Dareke digire hezar darî (devî) dihejîne.
Dareke texed quna wî, kulîlkeke dide ber behna wî.
Darî xware, hosteyî rast e.
Daro skesto, xwaro besto.
Dasek nikare bi dehlek
Dasek u dehlek?
Davî sist hawê nagre.
Dawet daweta mîran, agir ketiye feqîran.
Dawet fetikî (fetilî) berbu hetikî.
Dawet tune li kefçiyan digere
Daweta duduyan cenge cola hemûyan
Daweta duduyan e, gire (agire) hemuyane.
Daweta mîran agirê feqîran
Daweta mirtiban be u mirtib lenedin? (le bidin)
Dawiye de ji bo paniya linge xwe erdek hisk dît.
Daye buhike, jine ruhike.
Daye, ewa ku tu dibejî min derda ye.
Dayîk tim lawe nînê/Alik tim lawkan nînê.
Dayika du dotan, li xwe dide du lotan, ne li vir, ne li Cizîra Botan.
Dayîkê got: Kane-kaçike go-hane-
Dayiken dergusan re herin zu vegerin.
De îja (îcar) te girte xwe.
De ka kuma daynin pirsa je bikin.
De li qîze sîret kir, qîze got daye hela tu çîke kere binere çend e.
De u dote ser kirin, kemaqilan je bawer kirin.
Def di desTe min da ye, çomax tu ledixî.
Def u zirne berdaye, bi kendale abes girtiye.
Def ya xelke ye tu çomax ledixî.
Defa heware lexistin.
Deh bi duduyan e, Hirmiz xwedane Gololan e.
Deh mal in danzdeh rispiyen wan hene.
Deh siyar çun pesiya rutekî, rut silamet li nav derket.
Del ba ye, kuçik li pey Bexda ye.
Dela xwe daye ser mile xwe.
Delale min ji sîr jî, sekir jî sirîntir e.
Delîlê baranê baye, delîlê mirinê taye
Dem bi deme re herdem xwede re.
Dema bextewerî nebe dost, feyde nake gera bost bi bosr
Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin
Dema ker bikeve heriyê, ji xwedî zeximtir kes tune
Dema seg bezî gur, gur mir
Dema siud hat serî, bila bizire wek kerî, dîsa jî xelke beje aferî.
Demek a gule ye, yek ya sîlane.
Demika gûla, yeka sosina.
Deng nekirim, zere zer im.
Denge defe nas dike, mala dawete nas nake.
Denge ezmana, nîsana barana.
Dengê kûra nare kerra
Denge te xwes te le heke xwendina te quran be.
Dengî dolê ji dûrva xweş te.
Dera jina xera ne kiriye hîna ava ye
Dera sor e, çavî kor e.
Derb ku hat serî, xwede we çawa xilas bike?
Derba evda asasê kilsêye xera nabe
Derbeke li nal dixe, yeke mix (bizmar) dixe.
Derd hatin derda, kul hatin li ser da.
Derdan derevedike. (dereveneke)
Derde hewiya, jana tiliya.
Derde wî (ji) girara sibe ye.
Derdî dil ne kişandin/Dîl sarî ro tarî.
Derê jina xera nekirye hîna avaye
Dere sore xwe ba kir, dile xortan tev kul kir.
Derê xwe rind kilît ke, cîranê xwe diz dernexe
Derek ava kir, mizgeftek xira kir.
Derew dujminê Xwedê ye
Derew sêwî ye
Derew sêwiye
Dereweke wan ji deh raste me çetir e.
dergusan re herin, zu vegerin.
Derî daye ser piste.
Derî ne berdideyî, kuleke re dikeve hundir.
Deriyê gomê vebeberx ber bi mêşinê, kar ber bi bizinê dere
Dermane her tistî xwe ye, le xwe xirabibe derman çi ye? (derman nîne)
Dermanê xwestinê dahane
Derpiye jine sor e, merî kor e.
Derpiye min xwe ke, le te de tir u fisa neke.
Derse degire ji jine, de re dibe dijmine.
Derzî di ber guh re kirin (e).
Derziya xwe di serê xwe ra kir
Dest bi tenî ruy merîyan reş dike.
Dest deste dişo, dest jî ruyen dişo.
Dest hilanîn fereca xêrêye
Dest je sustine.
Dest ji cote res berdaye bi zirna zer girtiye.
Dest ji emele wî sar bu.
Dest ji erd u esmana qetiya ye.
Dest li ser destan, heya esmane heftan.
Dest nakeve.
Desta dawo, bi piyan li pey geriyawo.
Deste ber derî ye, bikesî we bimerite, nekesî we biherise.
Destê bi tenê, deng jê nayê
Deste de peske qîze.
Deste de reng u ruye qîze.
Destê desta bişon, destê çexbin rûya bişon.
Deste me naye ber deve me.
Deste min di hingir da be cî dihelim tem.
Deste raste dide, bi deste çepe distîne.
Deste sex maç kin, ew sere Qutbe Razî ye; tac u teylesena wî gist xebata deste jar (sar) u tazî ye.
Destê te ne destê mêrkujaye
Deste vala, ruye res.
Destê wî rast naçe paxila wî
Deste wî tije garis be, livek je narije.
Deste wî, ma li ber ruye wî.
Deste wî/ we giran e.
Deste xwe de hekerune çekî u bidî (ye) ewe beje deve min sewitî, deste (wî/ we) te nesewitî.
Deste xwe dixe qula moza.
Deste xwe je biso (sustine).
Deste zore pîre davejin bîre.
Destî vesîyê, li ser zikê birçî.
Destkuja wî ne helal e.
Desto bi xwe gesto, ha diwesto, ha diwesto.
dev Hakîm e, mal kuling e
Dev je berdan (bernedan).
Dev jev mayîn.
Dev ji sîr sewitiye, pifî dew dike.
Dev ji zirna zer berdaye, bi qula ebcete girtiye.
Dev nerm e pist hisk.
Dev Qaric e (orak), Zik Sarînc e
Dev tuneyî
Deva del bi xwar e, piskuleka we jer e, yek li jor e.
Deve bi çerm va dixwe, dile xwe bi mese desîne….
Deve dikeve, nav pembu, çaven xwe digire u dibeje: “Kes min nabîne.”
Deve hat bi puleke, pul nabî.
Deve hirçe negihîst seve got: “Çawa tirs e!”
Deve hîz berdaye, quna hîz girtiye.
Deve nal kirin, rovî (jojî) got: “Piye min jî.”
Deve nal kirin, rovî çû go:pe pe
Deve nedît li reze, piskul dît li pireze. (feze)
Devê pisîngê negîşt goşt, go min xêra dêw bavê hîşt
Deve rovî negihîste tiriyan got: “Tirs e.”
Deve te ne deve zirna zer e.
Deve te tijî xwîn be, bidî wî/ we nereje.
Deve u gere?
Deve û gur e
Devê wan li gebola wan
Deve wî ne li cem wî ye. (ne li wî ra ye.)
Deve wî/ we sist e. (nerm e)
Deve xwe daye ber baye geliyan.
Deve xwe dide ber deve wî/ we.
Deve xwe guhirand(iye).
Devî hebe wê bibe dar, xwelî li serê bê war
Devî ku xwarî yê fedî bike.
Devî me yî ceribandî
Devî paç e, zikî xaç e.
Devî sist derdan kêm nake, devî sistî guhan rehat nihêle.
Devî siwêr mêske hespê nalke
Devî sîwer mêske hespê nalke.
Devî tirş zerarê li xwe dike.
Devî xwe ji hev meke cavên xwe javke.
Devî zu dibe dar, xwelî li sere ye be war.
Deviye tu dar bî, li ser sere min star bî.
Devo
Dew birê mast e.
Dew dixwaze, kodike jî vedisere.
Dew li aşiqa nayê
Dew tirs nîn e, vexwarina hemî benda nîn e.
Dew tune, run difirose.
Dew xwestin u kodik vesartin?
Dewar bi bennan, mirov bi sozan tên girêdan
Dewê buhara bide neyara
Dewe silave, li ber ave.
Dewet ferihî, berbûrî hedikîn
Dewlet e, bel e, gewr e, bi sev sayî ye, bi roj ewr e.
Dewlet sere axe, tevka hîve.
Dewleta lez, rez u pez.
Dewres tîr u direj.
Dewsa sera, kund dikin sera.
Dewsa seran, maye kunde dera.
Dewsa şûra rehet dibe, dewsa gotina rehet nabe
Deyn li te (min) caw li xwe kir.
Di aliye xweyî çepe ve rabuye.
Di ava wî/ we de diçe (naçe).
Di bin bar de namîne.
Di bin kaye de ave dimesîne.
Di dile xwe de disewirîne.
Di firnikan ra anî
Di guhe ge de radize. (razaye)
Di gunda de mer neman, ji dîkara dibên Abdurahman.
Di kesî megere, ma kes ti te negere.
Di nav de xeriqiye.
Di nava diranan de buye benîst.
Di nava rune xwe de dihele.
Di navbera min u Xwede de bohistek ma.
Di navbera wan de av derbas nabe.
Di navbera wan de çiya hene.
Di orte de dirî li keleke rudine.
Di pasila xwe de dikene.
Di pasila xwe de mar xwedî kiriye.
Di pêş terî gez dike di du tare pîn dike.
Di serê xwe bibire di berê xwe nabire
Di sîtila dew de muye spî dîtiye. (digere)
Di sola wî de av te vexwarin.
Di wara da mayî ye.
Di xetir nê birîn /darê gir sîyê xwe fere dibe.
Di zike xwe de suxule xwe dimesîne.
Di zike xwe de xeber dide.
Dibê deve çima stûyê te xwar e, dibê çiyê min li kar e
Dibê dewlemendo pîroz be, feqîro te ji ku anî
Dibê koro bide malê min, dibê nehê mala min
Dibê kundo mirî pir in an zindî, dibê zindîkî zêdeye ew jî di bin emrê jinê deye
Dibê kûsî tu çima pîsî dibê li eniya min nîvîsî
Dibê te dinya çawa dî, dibêli gorî dilê xwe
Dibe tu pe re, qeda u bela jî pe re.
Dibe xenequtk dikeve gewriya mirov.
Dibe, mer be jî, jin be jî bila bize.
Dibe: “Dare das hate te.” Dibe: “Wekî destî ji min be, min nikare.”
Dibeje le napeje.
Diçe cîhe nenas, pesne xwe dide xas u xas
Diçim as as xiradibe, tem kahniye kanî zuha dibe; ga dikirim dibe golik genim davejim dibe solik.
Digerî li dewleta lez, xweyî ke rez û pez
Dijmimî darê ji darêyê.
Dijminê bavê nabe dostê lawê
Dijminê dijminê mirov dostê mirov e
Dikale le sîr nade.
Dikana Bekiro du qalib sabun u çar kîs xwe.
Dîke min e, li ser kulîlke xelke bang dide.
Dîke yekî winda bu, got li dîken xwe bigerin.
Dîko tu sibehan, evaran dizanî, ma riya bajer nizanî?
Dil bune aye sevî, xof, rem ji dine revî.
Dil dixwaze, (le) ji dest naye.
Dil germ
Dil hay ji derlingê neye.
Dil hay ji Derning ne ye
Dil heye taqet tuneye
Dil hildan
Dil kevir
Dil kirin
Dil kirîn
Dil ku fireh be rê jê re gelek in
Dil li ser dil e, jê re nîn e tu derd û kul e
Dil li ser dil e, je re tune tu derd u kul e.
Dil mayîn
Dil miqabilê dil e
Dil ne sivre ye ku mirov li ber hemî kesî veke.
Dil neke jina bi mêr, diçe mal dike ji bîr
Dil qewim
Dil res
Dil sar
Dil se
Dil sikestin
Dil stendin
Dil tenik
Dil wek şûşêye zû dişkê, lê dereng diceribe
Dil xwes kirin (Dile wî/ we xwes kiriye)
Dila pirsî, quna hesilî.
Dile de li ser dote, ye dote li ser çiyaye Qaf.
Dilê fireh pîr nabe
Dile merik ji jine ne xwes bu, digot: “Tu ard eleg dikî quna xwe ba dikî.”
Dile min ji we (ne) xwes e, erd di bin berfe de res e.
Dile sivan kete piskule (kermekî), hur kir sîr u xwar.
Dilê tirsok sînga gewr nabîne
Dilê xezeb mirov nagihijîne mexsed û miradan
Dile yekî diçu goste kere, digot: “Guhen we wek yen kewroskan e.”
Dile yekî kete kevirekî heft salan bi xwe re gerand.
Dilekî na bi heft dilan.
Dilî fere şewq û çira
Dilî hişt wîjdan teda nabe.
Dilî xwangê bi xwangê bişewtiya çelkê sê(sav) ne davite ber.
Dilo bixwaze te boq te pîvaz.
Dimirim dibeecim, ceh dibe ez birinc im.
Dimise yekî rijiya, got: “Bila xera bav u diya min be.”
Dîn u îman nan e, nan ku tunebe, bende îro ezdiye, sibe misliman e.
Dîna bi heft top ber binexmîne perekî xwe yê tim pas be.
Dîna ne gunê xwedane gunê.
Dîna ne gunê xwedane xwe gunê
Dîna, nasbike li şîna
Dine ava, em tev nava.
Dine bi dine re, Mendo bi quna dine ve.
Dine ke xwar? Jin u mere ku ji hevdu ra bun yar.
Dinê li dinê çavê gur li bizinê
Dinê li dinê, çavê gur li bizinê
Dine li dine, çave gur li bizine.
Dînek kevirekî tevê bîrê çil paqil nikare biderxîne.
Dînok di şîn û şahiyan de kifş dibin
Dinya bi dor e, ne bi zor e
Dinya bûye kes, tu kes negotiye bes
Dinya buye kes, tu kesî negotiye bes.
Dinya dem e, gav petêxe gav lem e
Dinya gulek e, bihn bike û wê bide hevalê xwe
Dinya kiriye dara doje.
Dinya li ser guhekî wî/ we ye (ser pelikeka guhe wî/ we ye.)
Dinya tev de bisewite, gurzek gîhaye wî nasewite.
Dinya tijî kir be, bostek ji mirov dur be, ma çi kera mirov je heye?
Dinya tijî, mirov te de dijî.
Dinya wa hatiye, we wa jî here.
Diran bi êş, derman kêş
Diran es, derman kes.
Dirane xwe disîqîne.
Dirane xwe vesere, se hestiyan digere.
Diranî wî/ we te da çikya ye. (diçike)
Direjaya male deh gav, çi bikim mala be nan u be av.
Direse le nikare bide hemberî hev. (hem ber yek bike)
Direw li biyaniyê, pesn li pîrîyê
Dirika xwe bi destê min dernexe
Dirika xwe bi deste min dernexe.
Dîsa ew tas e, ew hemam e.
Dîsa girara me ji “qet” a wan çetir e.
Dît ez im, nedît diz im.
Dîtina çavan, qinyata dilan.
Dîtiya dît, nedîtiya xwe de rît.
Dive ez bejim, kew e, nikil jî sor e?
Dîwar tep bu, xubar (toz) rabu.
Dîwaro ji te re dibejim, buke li te eyan be.
Dîwaro ji te re dibêm, bûkê tu fêm bike
Dîwaro min ji te re got, pist diwaro tu guhe xew bide.
Dîwaro, eyb u qusur staro.
Dixwim nan u ave, min mineta kesî nave.
Dixwo gebola zerî, diçe devê derî
Diya qîza pruda dîza, dîz çekirin, xelke birin.
Diya te ji bo xwede nanekî germ dabu.
Diya te li ser nimeje bu.
Diya zavê lotik davê, diya bûkê kûke kûke
Diyarî qesp in, şûn diyarî hesp in
Diyarî qesp in, şûndiyarî hesp in
Diz (î) xwe mal e, derî girtin betal e.
Diz ji beroso ra dibeje: “We da here ru teniye!”
Dîz ji beroşê re dibê wêde here rû teniyê
Diz u malxe bune yek, ga di bin xeliye de derxistin.
Diz xwediye male girt, du tir ji je berdan.
Diza ji diza dizî, erd ezman lêrizî.
Diza ji dizan dizî, erd u esman le pirsî.
Diza ji dizan dizî, erd u esman tev lerizî.
Dizan ji dizan dizî erd û ezman larizî.
Dize da qawe da , çilmezine (çileke, nefseke) ji çila xwe kem nekir. (neda)
Dizê dizî xwe nas bike.
Dîze got: “Bine min zer e.” Hesike got: “Le ez ji ku tem?”
Dizê malê ji malê be, ga di kulekê re derdikeve
Dizî biharê peyîzî li xenê.
Dîzik ji kebaniye ra dibeje: “Ru teniye!”
Dîzikê go ez rind im, heskê go di te de digerim
Dîzike got: “Ez tijî zer im.” Hesike got: “Min tu hemi seh kirî.”
Dizo, dizo, dizekî be însafo.
Dohn e, li eyare sa de ye.
Dohn li çire ke u le ser ke.
Don nekî çirê çire rohnî nade
Done min li sere min dide.
Dono don dixwe, Sondo ber da (ve) sond dixwe.
Dor bi dor e, ne bi zor e.
Dorê malê pak bigire/dilî germ yar xweş dike.
Dost nade, djmin jî naye.
Dostê bi xêr ji birayê bêxêr çêtire
Doste qune dijmine serî.
Dostî çê li royê reş aşkare dibe.
Dostî çê serî dide sirê nade.
Dostî çê,merîyan li rê nehîle.
Dotmame ji pismaman fedî kir, dunda li pey xwe nedît.
Doxîn qewîm (sist).
Du beru bare kerî.
Du misk ji quleke derketin, yekî ji ye din ra got: “Tu ji kudere teyî?”
Du parên xizaniyê nezanî ye
Du parên xizaniyê nezaniye
Du parsek li derîyêkî nabin.
Duh ji heke derketiye, îro li mirîske qayîl nabe.
Dûma her tiştî heye, dûma zilmê tuneye
Dupisk tu zivistane ne diyarî. Got: “Pane havîne min gelek ru li ba hewe heye.”
Dur e, kur e u naye gotin.
Dûr here dirist here
Dur ve, sirîn ve.
Durî çavan, durî dilan.
Duro bi nuro.
Duve xwe di pir tepikan de qurçandiye.
E
E
Ê
Ê ku go kir mêr e, ê ku go û nekir nemêr e ê ku nego û kir şêr e
Ê ku serî xwe girê nadî,serî hember rind girê dide.
Ê ku zu radiba malê xwe bi bereket diba.
Ebed û ebedî, her tişt dere li xwedî
Eceba li ser eceban. (Ew jî eceba li ser eceban e.)
Ecel ku bê nade mecal
Ecela bizine ku te, nane sivîn dixwe.
Ecer hatin, kevin xelat in.
Êdî çuye ber golikan.
Êdî deste wî sive digire.
Êdî li serî ketiye.
Êdî merzel gazî dikine (ba dikine).
Êdî seye wî/ we naxebite.
Eger (ku) ez bum keç, ez dizanim ka eze çend gileya bavejim doxîna xwe.
Eger bi te xwes e, ji min ra bîst u ses e.
Eger hewes e, ew jî bes e.
Eger hinek mirov ker nebin , wê qîmeta kera zêde bûna
Ekla wî je derbas dibe.
Êl yeman, beg yeman, el rabu beg winda bu.
Êle xwe bi pîre girt, pîre xwe bi ele girt.
Elhodan elhodan, van sex u mela mala me dan.
Em (ez) keruska bes in.
Em çun Avamesya, delika belek li me hesiya, kula me yek bu, bu sisiya.
Em çûn mala fatê fatê çû civatê
Em ne ji malekene, le li halekîne.
Em negihîstin we, ma ku hun bigehejin me.
Eme bikin, heya….
Eme bikin, wekî (heya) ro bisekine.
Emele pîre nayen bîre.
Emenî birî, ta firî.
Emerê çelengdar, xulamî kir ji hakim re sî û sê sal, tu car ji mêrê hakim nekir bawer û îhtîbar
Emire xwe puç kir.
Emrê ku çû nede dû
Enî res e, parî xwes e.
Enîska xwe pe nîsan dide.
Eraban ku karê xwe nebûn ê hêştira qetran kin
Erd birinc be jî, av rûn be jî, ku xwedî tunebe zû diqede
Erd hisk e, ezman dur e, xwîn je naye.
Erd hisk e, ezman dur e.
Erd u ezman hejandin.
Erd u ezman li hev hatin (hatin hev).
Erdê neyara bi buhurtaye
Erdek hişk ezmanek bilind
Erdo veqelise ez tekevime!
Ere ere ne, gist (jî) kure kere ne.
Erê erêye, na naye, erêna belaye
Ereb u pez, fleh u rez.
Ereba xwe daxist gere.
Erebe çuye dara, hatiye kar e, nehatiye erebe bi xwe dar e.
Erebe ku hatiye ber parte, bila barke.
Erev bi erev ra gotîye magî qûn reşo.
Erewa kû işe xwe newûn e tapane Hiştira qetrankin
Ers u kurs dizanî, çima goste bin birinc nizanî?
Erul, bu (bi) kefîle Zerzul.
Erzan kirî heban dirî.
Êseg, doseg? (qet dibe)
Esil xirab nabe,hîngiv gênî nabe.
Eslî hu, neslî hu.
Eslî pak naslî pak.
Êşe dilan ê xirabe.
Eşq merîyen kor dike.
Eşqa dizan şevereş in
Ev as e, ev jî çirika as.
Ev bar e, ev jî serbar e.
Ev dil e, ne bilwxur e.
Ev lele ye, he lolo jî maye.
Ev naçe mizgîniya we.
Ev ne suna (cîhe) dewara yeksim e.
Ev pîvaza mezin, ev nane genimî ev jî ava cemidî; dîsa jî dibejin Eliye Sino male xwe naxwe.
Ev pîvaza wî ya hesin, ev jî sekire wî ye sipî di nav desmale de; dîsa jî dibejin: “Bave te ji
Ev riya kin, ev bertila giran, gelo pistî min ke ye bixwe?
Ev ruye min, ev ruye te.
Ev ruye te yî sipî, ev ruye min î res.
Ev zimane te nubuya, we qijikan çave te derxistana.
Eva elifbe ye, he pir li pey e.
Evdilxebur e ji rehma Xwede dur e, koda wî piçuk e, çirnika wî kur e.
Ew çi sîre te da, ew çi pehna te le da (lexist).
Ew devera ku miske heram bi namus be zanîn Xwede evden xwe ji wir dur bixe.
Ew ezmane ku min dîtiye, baran je naye.
Ew hews e le (bele) ne ew rews e.
Ew jî belengaze aqile xwe ye.
Ew jî çilka ji behre zedebuyî ye.
Ew ji ew hinde xurt e.
Ew jî eyba li tev eyba vesartiye.
Ew ji qilera dare ye. (Bu qilera dare)
Ew jî sewasa li ser sere wî/ we ye.
Ew jî sewasa severesa ye. (Bu sewasa severesa.)
Ew jî tutika ru erebe ye.
Ew jinek nine,canikeke.
Ew kare mirov tî bibe ser avê, tî bîne
Ew mirî nakeve ber wî girî. (Ew girî nakeve ber wî mirî)
Ew reya te berê xwe dayê, ez hatime
Ew riya ku te bere xwe daye ez le hatime.
Ew riya te berê xwe dayê ez jê hatime
Ew ruhe di wî qalikî re bikise.
Ew sal e, le ne ew bihar e.
Ew serî ye, ew oxir e.
Ew tehte ku te ser da rî barane hat sust.
Ew xem bila ji bo we deme be.
Ewan girtin heqe xwe, ez mam li reqe xwe.
Ewê dîzikê çêke, wê çemil jî pêxe
Ewî ku got res e, tu bibeje spî ye.
Ewî ku got sibeh e, tu beje evar e.
Ewladî bi xêr milk naxwaze.
Ewled dara guzêyê,torîn hundirê guzêyê.
Ewrî reş di gurmije.
Eyba xelke tepisî ye, ya min reqisî ye.
Eyba xwe bilcil dike.
Eyd e, be qeyd e.
Eynî jin, weynî jin, dîsa jin.
Eysike ji xwe sike.
Ez axa tu axa, ke golika bibe nav baxa.
Ez ber te, Xwede li ser te.
Ez bi dua çenebum ku, bi nifiran jî bimirim.
Ez bi te, tu bi min, em tev de bi Xwede.
Ez bum gur, min male, dine xwar, min çiyî te xwar?
Ez cehşika pê çi dikim
Ez çi bikim, kurke min ne sor e.
Ez çiqasî ji belaye direvim, bela te linge min diale. (li min digere)
Ez dengek pir tehl dibîzim, gelo tu dizanî çi deng e
Ez dibejim “bira”, ew ji min re dibeje “kirîv.”
Ez dibejim as ye min e, tu (ew) dibeje dora min e.
Ez dibejim bibim qeymeqame Gîhadîne, ku ew nebe, gavaniye Cucane deste min maç dike.
Ez dibejim ewr tune, tu dibejî we baran be.
Ez dibejim ezman sayî ye, tu dibeji (we) siliye bibare.
Ez dibejim hirç va ye, ew dibeje reç wa ye.
Ez dibejim stewr e, tu dibejî bidose.
Ez dibejim xudim im ew dibeje çend zaroyen te hene.
Ez dibem bila ez dewlemend bim, ku ew nebe feqîrî (xizanî) deste min maç dike.
Ez didime gula ges, ew dibe: “Bide min keleme res.”
Ez dikim li te dibare.
Ez dixwim li te digivire.
Ez diz berdidim, diz min bernade.
Ez dizanim av li ser çi re diçi le bele nabejim.
Ez dizanim çend revî (ruvî) di hure te de hene.
Ez ez im, tu tu yi.
Ez ezmana le digeriyam, li erde ket deste min.
Ez hatim daweta te tu hatî diziya min.
Ez hêdî diçim bela digihîje min, zû diçim ez digîjim belayê
Ez hêdî diçim, bela digehe min; ko zû diçim, ez digehim belayê
Ez hevrîska bi don im, zu ji min ter dibin.
Ez ji te re, tu ji ke re?
Ez ji te xilas bum, tu ji emelen xwe xilasnebî.
Ez kelê rojekê bim û ne mangê hezar salî bim
Ez ker, te pener.
Ez kevir, tu tevir.
Ez kor, tu kor, ke mehîr bibe jor.
Ez ku bizanibim eze kinge bimirim eze ava xwe germ bikim u kefene xwe bibirim.
Ez li daweta diz im, diz li diziya peze min e.
Ez li zik dixim, ew dibeje: “Wey pista min!”
Ez mer, tu mer, kî ye ji me ser?
Ez mîr tu mîr, ke soqil hemîr.
Ez nakim mera, kunda nakim dewsa sera.
Ez namirim bi ve derbe, eze bimirim bi ve kerbe.
Ez ne biçukê bira bim, ma kuçîkê heft kerîya bim
Ez ne kewe dafika (dafen) te me.
Ez neyî pirî text im.
Ez pener tu ker.
Ez pîvaz naxwim, ew dibeje ware sekir bixwe.
Ez rim im, naçim tere.
Ez singekî dikutim, tu hebinekî devejiye.
Ez sirkeke dikutim, tu hespekî le giredidî.
Ez tirmînî ji te re dibejim, tu yarhezokî li min vedigerînî.
Ez xwe bi tehta digirim, ew jî hatiye xwe bi min digire.
Ez yekî dibejim, tembura min yekî dibeje.
Eze bixwim wî xwerdî, tu ye bimirî bi wî derdî.
Ezî be bistan (bostan) im, le bi seqlor (seqelor)_ im.
Êzing nabe text.
Ezîz miriye, gewrî nemiriye.
Ezmane sîn ser da girt (girtiye).
Ezo ne ezo, dezmala gul gevezo.
F
F
Fêda çavekî bi çavekî tune
Feqîr bi feqîran re bizewicin we parsek je çebin.
Feqîr çun diziye heyv di evar da derket.
Feqîr çun xwe darda bikin, le nerin ku dewlemend li hewa badibin.
Feqîr u jar, wek par u perar.
Ferhekî şêra , şêr e
Fermana devan hat, rovî reviyan
Fermana dewe derket rovî xwe vesart.
Ferxekî şêra, şêr e
Fêtokî li mêran, kenokî li jinan nayê
Filankes cila helisiye
Filankes cila şil e
Filankes çav pîs e
Filankes dij bijok e
Filankes gelaj e
Filankes gur e ewîdiye
Filankes hirçê dehlêye
Filankes kerê bar e
Filankes kevirê binê bîrêye
Filankes kevirê reş e
Filankes manga bi gaye
Filankes mirîşka gêj e
Filankes miya fisineye
Filankes neynûg tune xwe pê bixwirîne
Filankes zaca Helebêye, teniya bi don e
Filankesê qey kezeba gur xwariye
Filankeso bûye gurê dev bi xwîn
Filankeso çav li der e
Filankeso çav li roja reş e
Filankeso dibêjî qey qîza bi keziye
Filankeso kore mar e
Filankeso mêş jê naêşe
Filankeso reşikê şevêye
Fileh gotiye: “Aqile Kurda ye pesîn li sere tajiya min ye pasîn li sere minba.”
G
G
Ga bike ga bixwe, le tane u tolik We çi bixwin?
Ga dibe cem kere.
Ga dikirim dibe golik, genim diçînim dibe solik.
Ga guhirande bizine, bizin jî guhurande mirîske.
Ga ket, boçik li xwedî.
Ga mir kêrê lê pir bivin
Ga radikin, golikan li pey dixin.
Ga u golik tev derdane (derdaye).
Garise hur ji kefa deste wî narije.
Garise xwe nede li ser warise wî.
Gava dê bibe damarî, bav dibe filê kavarî
Gava dewlet birêse, ga golikê dialêse
Gava kuçik beziya gur, gur mir.
Gava mêvan tên behra xwejî bi xwe re tînin
Gava xêr dibare guyê sêwiyan tê
Gava xwedê bide ha rakeve, ha rakeve, gava nede ha li bakeve, ha li bakeve
Gava Xwede ji yekî re lev tîne nabeje tu kure keyî?
Gavan ber bi mal e, jina gavan şixulkar e
Gavan ber bi mal e, jina gavan şixulkar e
Gavan hat zeviye, jina gavan nu bezî tesiye.
Gavan xeyidî nane xwe berhev nekir, hew dizanibu gundiye hevudu qir bikin.
Gavan xeyidî neçu ber garane, hew dazinibu deware beste bimîne.
Gayê bor ra fîtik mane ye
Gaye cot e, le bele cot nake.
Gayê çê bi boran, mêrê çê bi xeberan
Gaye min e, ez xuysete wî dizanim.
Gaye qermo bi heft çermo.
Gaye reso te çi xwariye? Tirso! (Gaye reso kîdera te dese?)
Gayê sor sortiya xwe bernade
Gayê zexele timî li mexele
Gayek u nanek li ba wî/ we yek e.
Gayek u sevek li ba wî/ we yek e.
Gayîn li Muso (Gewro), cirm li Îso.
Gaz jî di dest te de ye, top jî, çawa dipîvî bipîve.
Gaziya dû siwaran, nagihîje xweyê xwe
Geh tîr dike, geh rehn dike.
Gelekan nede bi hendekan
Genim kkete çala nare mala
Ger bi min e, ji bo min e.
Ger mirov xiraba nebîne, başa bi bîr nayine
Ger ne fend e, ev çi dar u bend e.
Gere Çar lîtir qûna mere hebe, mera karibe bi Çar qurişa têde cî bidê
Gerî, dirî.
Geriyam li dine, xilas nebum ji mirine.
Germ e, cilik serm e, sar e, cilik star e.
Germ e, kel u cil serm e, sar e, kel u cil yar e.
Germ germa tuyan e, kef kefa rutan e.
Gesine çave xwe de nabînit, derziya çave hevale xwe de dibînit.
Gewenda têr xwar, yê li dolê xin.
Gewriye ru sare, te da çi çu xware, çi neçu xware.
Gîha li ber gur e, gost li ber berxe ye. (mîhe ye)
Gîhaye rabe liser tûpî xwe birize
Gîhistime ke “merheba”, ji xwe re tîne heft heba.
Gileya bi gu ye, ne bi destan ne bi devam te vekirin.
Gilî heye, gilîçî (gilîkir) tuneye.
Giliya je derdixe.
Giliyen (gotinen) wisa dibeje ku pe pore mirov sipî dibe.
Giliyen wî li ruya xistin.
Giraniya xwe danî ser.
Girar bi xwê, xwê bi tem
Girara ser bi dew e, dixwî nexwî ew e.
Girarar ku para min tev tunebe, bila serîkî sa di navda be.
Gire xwe pe desten min derman neke.
Gireka wî pist heçike ket.
Gist bire bire ne, kure Mistefe ne.
Giyayê qeracan, malê muhtacan
Go kerengo warê te go ba zane
Go ziyaretê min gelek caran bi derewa bi te sond xwar, go min jî gelek caran mal li te xerakiriye, lê tu bixwe nizanî
Go ziyaretê: Go “gelek caran mala te xerab kiriye, lê tu bixwe nizanî”.
Golik e, diçe li cem gaye mezin rex dike.
Golik tune bimije, xesu tune bikuje.
Golikê beş ma li devê deriyê reş
Golikî pîs ê li xwedana vegere
Gorî make, golik pake.
Gost hîstiye, li pey serpiyan ketiye.
Gost li ser post te hur kirin.
Goste berxan e, li ber çavan e.
Goste berxan naxwe le pariye xwe di nav avsore datîne.
Goste ciwanan dixwî tu zanî, goste pîra dixwî tu zanî dile te (ku) disewite tirsikan jî dixwî tu zanî.
Goste diziye naxwe le pariye xwe di avsore dike.
goste min bidin ber kera.
Goste min sor e, li xelke xwes nayem.
Got ha got; got: “Çi got?” Got: “Kere kundir kot.”
Got: “Apo jina te kevn e.” Got: “Ji minetan çetir e.”
Got: “Apo sa tu girtî!” Go: “Lawo apo çi se ye?”
Got: “Bavo dema zereke bu te çima nestand?” Go: “We çaxe yeka me tune bu le niha pence me hene.”
Got: “Bavo eze buhakî wisa bejim ku tu kes nikaribe te bistîne.”
Got: “Bavo eze te bifrosim.” Got: “Lawo mirov qet bave xwe difrose?”
Got: “Bavo hirçe hek kir.” Got: “Lawo hirç heywanek no ye, hek kir hek kir.”
Got: “Bavo min dizek girtiye!” Got: “Lawo berde.” Got: “Bavo ez wî berdidim, ew min bernade.”
Got: “Bira welleh min nave tu bimirî, bele min dive her daîm kodik li dest te be.”
Got: “Çave te kedirxist?” Got: “Merive min derxist.” Got: “Lewma wisa kur derxist.”
Got: “Daye tu çima min dihejînî?” Got: “Lawo yeke jî daye dihejand.”
Got: “Erebo quna te res e.” Got: “Male min ew e.” (ev e)
Got: “Ev çi ye tu diçînî?” Got: “Kenge hesîn bu te bibînî.”
Got: “Ez ji kuçike xwe himî meraniye bum.”
Got: “Ez ku bibim dengbej, gere bi çave axa li xwe binerim.”
Got: “Ez zike te dixim, tu dibejî: Wey pista min!”
Got: “Eze sirke çebikim.” Bu ereq (araq).
Got: “Ke dinya dot?” Got: “Ye kirî u firot.”
Got: “Ke mirî vegerandin?” Got: “Yen ku çun serxwesiye.”
Got: “Ke mirî zivirandin?” Got: “Yen ku dil azirandin.”
Got: “Ke rakirin mirî?” Got: “dila pirsî.”
Got: “Keçelo te sere xwe sust?” Got: “Min huna jî.”
Got: “Kîjan millet bas e?” Got: “Mirove bas bas e.”
Got: “Kuçik çetir e, an beraz?” Got: “Nelet li herduyan jî be.”
Got: “Lawo min ji te ra negot heviya Xwede bihele.” Got: “Bavo heke heviya Xwede bima, mela we he gelekî diya min biga.”
Got: “Mal bi guyo!” Got: “Çi bikim kebanî ji mala te ye.”
Got: “Malo xwede bi te ra.” Got: “Xwediye min jî.”
Got: “Mirtivo bistire!” Got: “Tiliya min kul e.”
Got: “Pîre tu ji careke re çawayî?” Got: “Çi zanim pes malan e.”
Got: “Te dinya çawa dît?” Got: “Wek dile xwe.”
Got: “Tu ji çi ewqas camerî?” Got: “Ji necameran.”
Got: “Wekî kes li pista min hebuya, te nikarîbu li min xista.”
Got: “Wekî min li dîke xwe bipirsiya, gaye min nediçu.”
Got: “Wekî pista min kes hebuya te nikaribu pista min bixista.”
Got: “Xwes xeber e, le min je ne bawere.”
Got: “Ziyarete min gelek caran bi te derew sond xwar, te tistek li min nekir.” Got: “Min jî gelek caran mala te xera kir haya te pe tune?”
Gotin bas e bas, çu di curne gund de rî. (rît)
Gotin beje negot, du re bi xwe got u denge xwe nebirî.
Gotin beje negot, pey da çu li ser kulîk_ got.
Gotin mirîske: “Tu keliyî an kovî?” Got: “Ez hevale xwe di sere biste de dibînim.”
Gotin pisîke guye te derman e, rî u vesart.
Gotin, delalî delalî, çu di sere kaniye de rî.
Gotin, here as, çu asvan kust.
Gotin: “Ave çima deng ji te te?” Got: “Hevale min kevir e.”
Gotin: “Bave te ji birçîna mir.” Got: “We je re sorba birinc çebikira.”
Gotin: “Bave te ji nezda mir.” Got: “Ka hebu (ku) min nedaye?”
Gotin: “Bave te syaran kust an peya?” Got: “Ew ku kistin, ha siwaran ha peyan.”
Gotin: “Biraye te bu axa.” Got: “Ji min re çi jina wî bu xatun.”
Gotin: “Biraye te mirovekî çawa ye?” Got: “Min pe re hevaltî nekiriye.”
Gotin: “Dijmin hat.” Kor got: “Min qeratiyek dît.” Topal got: “Em birevin.” Ker got: “Min dengek bihîst.”
Gotin: “Gaye te dizîn!” Got: “Wey dîke min.” Gotin: “Çima wisa dibejî?”
Gotin: “Gogelisk (kelkele) cîhe te kîdere?” Got: “Ba dizane.”
Gotin: “Gurî çima pore te tune?” Got: “Pore xaltîka min gur e (pir e).”
Gotin: “Guro eme te bikin sivane berxan.” Got: “Ez ji siuda xwe ne, bawer im.”
Gotin: “Kero cehsek (dehsek) çe bu.” Got: “Bare min li min e.”
Gotin: “Kero ji te re dehsek bu.” Got: “Eme min kem bu, bare min zede bu.”
Gotin: “Kero kero ware em te bibin bihiste.” Got: “Ma givzonek li wir heye?”
Gotin: “Koro te çi dive?” Got: “Çavek jîr, parîkî don.”
Gotin: “Kul hatiye gund we ji her male du kesan bibe.” Hemî kesî çave xulam niherî. Xulam got: “Bele yek ez le ka ye din?”
Gotin: “Kusî tu çima wisa pîsî?” Got: “Xwede qedera min wisa nivîsî.”
Gotin: “Pisîka xalo hat te, ha pisîka xalo hat te!” Got: “Ca berdin bila pisîka xalo be min lo!”
Gotin: “Pisîke guye te derman e.” Pisîke rî xist xerman e.
Gotin: “Piso guye te derman e.” Firiya çu ezman e.
Gotin: “Qehpe tu çima ber nagirî?” Got: “Yek çedike yekî din xera dike.”
Gotin: “Ruto mala bar kir.” Got: “Teysta min li piçenga min e.”
Gotin: “Terziyo (cilfe) malan bar kir.” Got: “Derziya min li sere min ra ye.”
Gotin: “Tu ji ku yî?” Got: “(Hela) he nezewicîme.”
Gotin; “Betalî merkuj e ha merkuj e, ha ku merek kust.”
Gotina bikeve nava du lêvan dikeve nava du gundan
Gotina xweş buhara dilan e
Gotine rovî: Rovî girî û got: “ne bawer im”
Gotinen wî bi heft bar hingiv ve naye xwarin.
Gu ji rexe re dibeje: “Delale ber dile min.”
Gu kirin nav kaxa.
Gu li ruye mirov didin, neynike jî didin ber.
Guh ker buye, ziman lal buye.
Guh pe nake.
Guhdirej ji bo ziyandayîn xwediye xwe gewerbuna xwe dixwaze.
Guhe gura nîsanî hev didin.
Guhe gura pe (me) nîsan dide.
Guhe wî dilivin.
Guhe wî hej li ser çingîniya sujine ye.
Guhe wî/ we kisandin.
Gul li gulê dinêre sor dibe
Gula ges bî, neçilmisî.
Gulan e, dew li cem hemiyan e.
Gulan e, singîniya dasan e.
Gulî direj e, aqil(î) qirej e.
Gundê bê rez, konê bê pez, mirovê bêje ez û ez hemî ne tu tişt e
Gundê bê rez, konê bê pez, mirovê dibêje ez û ez, hemî ne tutişt e
Gundek e, qilorekek e.
Gundek e, rindek e.
Gunehe xwe jî bi deyn nade.
Gur bun seye qiyamete.
Gur çi dizane deve buha dike.
Gur got: “Hevalo, germ ne ev germ e, dema ku xwediye golikan da ser me, hevraz u berjer da ber me a we çaxe germ e.
Gur hata diyara, hewar kete hezara.
Gur hate diyara, delil hale jara.
Gur hate nav malan, wey li hale feqîr u jaran.
Gur hay ji zexma xwe hebuya we dine xera bikira.
Gur ji baranê bitirsiya, wê ji xwe re kurk çêkirana
Gur ji birçîbuna nikaribu reva here, digotin: “Mîratî wisa xwariye ku, nikare bin zike xwe de reva here.”
Gur u hirç bun destbira, dinya bu mehdî zeman.
Gur yarî xwe navê
Gur yarî xwe navê.
Gura kere Hesen xwariye, ne gazî ye (gazine) ne hewar e.
Gura xwaran purt ji bimîne bas e.
Guran xwariye hirç mane
Guro bila tu gur biyayî, bila te golika min bixwara.
Guro hijaro!
Guro nemre buhar hat,kero nemre qîvar hat
Guro vexe, qijike bixwe.
Guye hisk dicun dicun, li eniya mirov didin. (li pesa mirov didin)
Guyê mişkan di qulikên dîwaran de pir in
Guze xwe hesab dike, seve xelke hesab nake.
Guzen puç li ser sere wî (min) diskenin.
H
H
Ha (wa) dikim de dimire, ha dikim bav dimire.
Ha dev got, ha qûnê got
Ha Keçel Hesen, ha Hesen Keçel.
Ha kevir li cer ket, ha cer li kevir ket.
Ha kulî xwar, ha Qulî xwar.
Hale me ne (tu) hal e, kirina tejî serbar e.
Halî wî buye hale qolo.
Hasil gîha ye Mûsil.
Hat ji derda tompiz di berda
Hat ji karê, nehat ji malê.
Hat ji newalê bû xwedî malê
Hat ji palê, bû xwediyê malê.
Hat kurê malê, nehat ziyana salê.
Hat nav mala tirî, Zeyno da bêjingê li dor bênderê zivirî (fetilî)
Havîna to xwar, zivistana gû xwar.
Hay lê hat bazirgan e, hay lê nehat xwediyê gayê wêran e.
Haya wî/ wê ji dinê tune.
Hayê li min hayê, hevirmis hatiye bi livaye, xwediye livaye (kor e) dil bernaye.
He di kaniya xortan da av venexwariye.
Hebe Erebî ye, tune be mirtiviye.
Hebe erebiye, tunebe mirtibiye
Hebe, kure kere be.
Hebek kuncî ji dest narije.
Heca (îca) tu ne nimejkerî, pexwas bîne.
Hechecke li silav hecek.
Heciye bere, gula zere, heçiye pasiye hela dehse.
Heciyen me çun Letere, me got mereke je dere hat dîsa ew kere bere.
Heçî li hespê hevalan siwar e, herî peyar e
Heçiye dizane, ji xwe dizane, heçiye nizane dibe qey baqe nîsikan e.
Hedad_ e, nikare ji xwe re mefteke çeke pe dere xwe dade.
Hedî diçim bela digeheje min, zu diçim ez digehejim belaye.
Hedî diçim dibejin gej e, zu diçim dibejin bij e.
Heft bave çe, illeh sîre de.
heft Bave çe, tim şîrî De
Heft caran gîsine xwe le dide.
Heft çîroken hirçe hene, her heft jî li ser hirmiyene.
Heft çîvrokên hirçê hene, her heft jî ser hermîyê ne.
Heft hevling ro da çun, yekî dest nevete yekî.
Heft hevling xistine bin nekebe gotin: “He cîh heye.”
Heft jinen esîre civiyane (rajane) barekî hiriye, gotin: “Wey li me bekesan!”
Heft mêrên beriyê çûn barê heriyê
Heft soberiyê kerê hene, dikeve avê ji bîr dike
Heftê çê bazdan hewşê
Heftyaro, li ber çavan diyaro.
Heka wî li dirane xwe xistiye.
Heke berane bisko ba, we li nav peze bavo ba.
Heke çemil dike.
Heke ga bike ga bixwe meriye jî goste xwe bixwe.
Heke ji ber sa hestiye kewan bimîne.
Heke ji te re direj be, ji min re erde re dikise.
Heke mirov ji rezek tirê xwaribe, nabe mirov pişta xwe bidê
Heke ne fend e, ev çi dar u bend e?
Heke qun bi qune be, bila qun li cîhe xwe be.
Heke Xwede got qule min yerî, ez dizanim pez ji ke re didim berî.
Heke ya min/ wî bikira niha hustuna wî zer bu.
Hela he kape goliktiye di stude ye.
Hela he kîr li diriye neketiye.
Hela he maste ser bi sîr nexwariye.
Hela he rastî helikresan nehatiye.
Hela he sere wî di kevire Selîme neketiye.
Helaw ji jîrêzê çênabe
Helaw ji şîrêzê çênabe
Helhela gavanan siwariya kerane
helûnê Mişkî kur, ê berê kola ye
Hema bila di eyare xwe de bixisxise.
Hemi çukan hejir bixwarana, lib ji sax u hebleriyan ra nedima.
Hemî fileh, ne Îso ne.
Hemi riyan dizanî riya bajer nizanî.
Hemû mêr nabin şêr
Henek dibin genek
Henekê wî henekê hirçan e
Heq hebuya , Emer Bende mehr nedikir.
Heqe Elî dixwaze ji Welî.
Heqe xwe jî dide, sere xwe jî diskene.
Heqiye di deste neheqiye de bare-bar e.
Her êrek bi lepê xwe ye
Her pexemberî bere dua li xwe kiriye.
Her qazî bixwe razî
Her teyr b refa xwe re ye
Her tim naser nayê, û qirş û qotikan bi xwe re nayêne
Her tişt bi ziravî dişkê, mirov bi stûrî
Herana ritlek genim re çi sîs, çi tevere?
Herçi jar e, li havînê jî sar e
Herçî jar e, li havînê jî sar e
Herçî li hespê hevala siware herî peyare
Herdu jî ruye hevdu dison.
Herdu jî tuyî deve hev nakin.
Herê diziya bizinê.
Here ser kaniye, kaniye (le) zuha bibe.
Hereket kor e, ziman zor e. (sor e)
Herin şênahiya, pirskin ji zarokan
Herke yekî got: “Mala min ya te ye.” Ma te agir berdeyî?
Herkes xwe li ronahiyê digre
Herne kure, li min mikure.
Hersim bi qeriyê dibe helaw
Hertişt ji ziravî dişkê, mirov ji stûrî
Hesike ji negre re got: “Nava te teniye, negre got: “Tu di nava min de diçî u teyî?”
Hesin bi sarî dicu.
Hesinê bi asas ns dibe çakû ne jî das
Hesinê germ bi hilmê germ nabe
Hesinekî bavejin ber linge wî/ we.
Hesp bi hevsaran, mer bi qiraran.
Hesp ji dest çuye, li pey hefsar ketiye.
Hesp li ser çar lingan re diçe, le dîsa jî lingen we disimite dikeve.
Hesp tune afir çedike.
Hesp tune hefsar digere.
Hesp tune zîn dikire.
Hesp u kesp li nik (ba) wî yek in.
Hesp ya min e, ez xuysete we dizanim.
Hespa min sîwar be le, piste neesîne.
Hespa min siwar be quna xwe te de danegire.
Hespê çê zenguyan nagihîjîne hev
Hespe çi pelikda te xane.
Hespî çê qamci yê di xwe nagîne.
Hespî çê qamçîyê di xwe nagîne
Hespî çê, li ber xwedana ye.
Hestî kere hilnagire.
Hestiyê bê minet, çêtire ji goştê bi minet
Hestiye ziman tune, digere.
Heşe tuneyî ê bi meriya ga û golika biçêrînin.
Hêştir ra dibin hev, hêstir û ker di bin lingê wan de diçin
Hêştir radibin hev, hêstir û ker bin lingên wan diçin
Heştira le pê girêde.
Heta (ku) ew be hestire (jî) bize.
Heta (ku) male me hebu alem doste me bu, male me xelaz bu,
Heta ani serî, heft kiras qetand.
Heta aqilê paşî hat ê pêşî çû
Heta boçikeke peve girenede nasekine.
Heta buk fetilî, dewet betilî.
Heta buk xemilî (dawet) govend betilî.
Heta cû rast nebe, av nayê berdan
Heta çavek derman kir, yek jî kor kir.
Heta em bûn çav nas, dinya li me bû xelas
Heta genim firîk e, mele sirîk e.
Heta hebu dimis, ez mam u tu pis; dema ku nema dimis, ez Motî u tu Bohtî.
Heta hebu sillik-millik, dema nema keder kulik.
Heta Heleb bû Heleb wexta pîra te çû
Heta kirase wî/ we bisewite, cane min we bisewite.
Heta ku dew newe şîr
Heta ku dîk mîr u tajî kizîr be, tu mevanan li dere male nabînî.
Heta li mirinê, çav li kirinê
Heta malek ava kir, sahrek weran kir.
Heta min xwe nas kir, mal jî li xwe xilas kir.
Heta mirine çav li kirine.
Heta mirine li ser kirine.
Heta nebeje tireq nabeje heq (sedeq).
Heta neçe diyare gore, mirin nakeve bîre.
Heta qeliya me hebu, Mamik buka me bu; roja qeliya me xilas bu, Mamik çirtek da xwe ji me derbas bu.
Heta serî sax dimîne qûn ecêban dibîne
Heta şîreta li xelkê dikî
Heta tu cehenemê nabînî cenet bi te xweş nabî
Heta xanim xemilî, govend fetilî.
Heta xidir xemilî, dawet betilî
Hetanî min xwe nas kir, emire xwe jî xilas kir.
Hêter çiqas jî ji hev dûr herin guhê xwe tim li ser hevbin
Hevalbend î nameşe bi bêbext î
Hevalî qirikê yî nûkil bi gûyê.
Hevaltî, bi rastî.
Hevraz tu dikim simbel e, berjer tu dikim rih e.
Hey dest e, hey zozan e, esil xwedan e.
Hey desta Muse u hey dare derguse.
Heya serî sax dimîne, çav ecêban dibîne
Heyar dost kêm in, dijminek pir e
Heye terk, nîne berk.
Heyf li cane çuyî.
Heyfa ciwaniye pîrî li pey e.
Heyfa ciwaniyê, pîrî li pey e; heyfa heyveronê, şevereş li pey e.
Heyfa serê ku çû
Heyî yî kanî ye, tûne yî genî ye.
Heyrana kuçike gurex, li beriye diewte, li zozane gur miye berdide.
Hezar bavê çê, esil şîrê dê
Hezar dost kêm in, dijminek pir e
Hî çiqas bedew be jî dîsa qusûrek wê heye
Hijdehe bihare nagire ji bihare heya bîst u çare.
Hijdeye adare nagire ji bihare dur nîne du bohisted befire bene xware.
Hijdeye adare, melkejat hate xware peva kir gîhaye bihare.
Hilkisiya pere esmana.
Him çilike, him silike.
Him digirî, him dikene.
Him dinale, him vedimale.
Him ji dere, him ji mizgefte bu.
Him ji kare bu, him ji yare bu.
Him ji kere bu, him ji Pere bu.
Him ji kirike bu, him ji belike bu.
Him ker e, him se ye.
Him riya Xwede, him ya însanetiye je stendiye.
Him sere xwe diskene, him jî besa xwe dide.
Him sil e, him kul e.
Him tîr dike him rehn dike.
Hîn bûyî ji harbûya zortir e
Hîn deve te germ e, deng bike.
Hin dikin hin jî dixwin.
Hin gotinên pêşîyan ji Kurdên anatolya navîn
Hin gotinên pêşîyan ji Kurdên anatolya navîn Herêm: Xelikan (Dondurma)
Hin hingiv dixwin u mes bi hinekan vedidin.
Hin mirine, hin jî tevakirine.
Hinceta kulîlka, çune sulika.
Hindik re jî, gelekî re jî nabeje sukur.
Hindik rindik (bila hindik, bila rindik).
Hinek dikin, hinek dixwin
Hingî min kir u got, çerme sa ma firot, Usman u Qemrî min nekir cot.
Hingive debeyî, di eyare kuçik da ye.
Hirç diye li dû şopê diçe
Hirç hat va rez, diz hat va pez.
Hirç u govend, rovî u suk kevrojk u dewlok.
Hirçe heta xwe de nedît bawer nekir.
Hirçek ji rezekî xeyîdiye, ritlek dimis zede buye.
Hîv bibe du şevî, herkesê wê bibîne
Hîv hîv e, eyb li we jî heye.
Hok e, rok e.
Holî got Golî: “Heke em milen xwe nedin ber Solî, kulke me nabe ulî.
Hoste neçar rabe rune weke hercar. Xwede yeke dergeh hezar.
Huke dike muke.
Hukumdar bibe pir, di ser ra derbaz nebe
Hukumdarê romê hevalê segan in
Hur bajo, zu bajo, dur (kur) bajo le ga neesîne.
Hure tendur (tenur) dada, qehpe pe veda.
Hurik hurik dagirt turik.
Hûrik zik dike tûrik
Hustiye xwe li ber direj kir.
Î
Î ku dew kayî ê qunê ji bake
Îro doro te ye sibe dora min e.
Îro jî mast sibe jî mast
Îro roja te ye, sibe roja min e.
Îsal dîsa bal kesiv e.
Îşkira xwe, şîrîna xelkê.
J
J
Je direvim pe digerim. (Je revim, pe gerim)
Je erzan xilas bu.
Je ket, pe ket.
Je re kap naye avetin.
Je re sîr qelandiye.
Je xwîn vedirese.
Jev direvin, roja reve tev direvin.
Jî ave re gotin: “Çima guse gus dikî?” Got: “Hevale min kevir e.”
Ji axe pirttir tune ye, mar bi qinyat dixwe.
Ji barane revîm, kete ber zîpike.
Ji barane revîm, li teyroke qelibîm.
Ji behre xilas bu, di çem de xeniqî.
Ji ber barane çu ber zîpike (teyroke).
Ji ber dilope çu ber merzibe._
Ji ber serî neçu heya sibe.
Ji beriya emre xwe xeber dide.
Ji beriye te ji min sîr dixwaze.
Ji betalî bi sere kîre xwe re dilîze.
Ji betalî kera bave xwe da ber dasan (ber keran).
Ji bine sola xwe re beje.
Ji bitrî hatiye beran.
Ji bo çile dixwe kule.
Ji bo çile xwe dike (kiriye) gile.
Ji bo gurzek gîha, lodeke disewitîne.
Ji bo keçeke lihefeke disewitîne.
Ji bo miriyen xelke me pore xwe veru, miriyen me mirin me dest avete (ku) pore me nemaye.
Ji bo nanekî avranekî (arvanekî) xera dike.
Ji bo nefsê ket hefsê
Ji bo nefse, xwe daveje hepse.
Ji bo xatire xatiran çu ser dine gawiran.
Ji bo xatire xatiran, da bare qantiran.
Ji bo xatire xweyî, mirov kevir naveje seyî.
Ji çav ketiye.
Ji çav reviye.
Ji çaven xwe bawer nekir.
Ji çîze derxist (derbas kir).
Ji delava ketin çirava.
Ji derda rî berda
Ji derdan rih berdan.
Ji derve meleye, ji dil ve fileye
Ji dest derketiye (reviye).
Ji dest derketiye naye.
Ji dest ketiye.
Ji dest pesîra xwe dadisîne.
Ji dest tistek naye.
Ji dev gerandin ket.
Ji deve ketiye hop hop je te.
Ji deve re gotin: “xet”; got: “Ez nikarim qet.”
Ji deve re gotin: “Ye (we) te bisînin dawete.” Deve got: “Ev sutiye minî xwar ne layiqî daweta ye; yan we min bibin mese daran an ji bisînin Rewane birinc.”
Ji deve re sol dikirin, jojî got pepe min jî.
Ji deve wî/ we girt.
Ji deve xwe revand.
Ji dijminan re zare serîn, pista hisk.
Ji dil re derbas dibe…
Ji dil xwîn dilop dike.
Ji dur ve, di keça mîr ve.
Ji erde heta esmîn neheq e.
Ji ers u kurs xeberdide.
Ji es be serî ar be je bawer neke.
Ji esîran esîra me, ji gundan gunde me, ji malan mala me, ji mala me jî ez u birayen xwe, le zede zede jî ez.
Ji evda re dost u yar e, ji min ra gure har e.
Ji feleke re dikeve dewe.
Ji feleke re xeberdide.
Ji golike re gotin: “Eme boçika te je bikin ji kesîre nebeje.” Golike got: “Ma ez nebejim we nebejin ka boçika te.”
Ji gur birçîtir, ji mar tazîtir e.
Ji gur re gotin: “Çima stuye te stur e?” Got: “Ez bi deste xwe dikim,
Ji gur u delegure re tu re nema.
Ji hal ket.
Ji hebek tirî meserekî çedike.
Ji heft sala salek sala seyane
Ji hekeke çedike qeyxaneke. (qeyxaneke çedike)
Ji hekîman re dive (dibe) du fincan yek kase xiraban, yek kase qencan.
Ji helîne çu kulîne.
Ji hersan ezmana ket.
Ji hespê dêhat li kerê nihişt
Ji hespê dêhat li kerê nihişt.
Ji hespe peya bu, li kere swar bu.
Ji hestire re dibejin çoke te xwarin, dibeje qedera min rast e.
Ji hevdu re hevrîske ave çedikin.
Ji hevdu re mer in, ji xelke re ber in.
ji hinekan re besbirlik e, ji hinekan re seferberlig e.
Ji hirçekî du eyar dernayê
Ji hirçekî du eyar dernayê
Ji îne heya îne, çekir cila meîne, ew jî kin e, nagiheje ser qune.
Ji jinan ji dotmam, ji suran sure Sam.
Ji kaliye jî pîriye, mirin çetir e ji feqîriye.
Ji kare jî, ji yare jî bu.
Ji ke re dibejim “brawo”, ji min re dibeje “bira xwaro.”
Ji kefa mehuja (mewuja) dil çu guhuja._
Ji kerbana xwîn le miçiqî.
Ji kere waye ku manker horî ye.
Ji kerî por kir herî
Ji kevire as girantir tune, bi mixekî radibe.
Ji kewjale re gotin: “Tu çima xwar re ve diçî?” Got: “Keysa min hew je te.”
Ji kirase cane xwe re ser e.
Ji kirinen sex u melan, dîsa rehmet li cahilan.
Ji kîse kirim, xwes dibirim.
Ji kul u derda, ru u simbel berda.
Ji mastî xelkê xwaştir e
Ji mehan ji salan mirov carek dibe mêvanê xalan
Ji mejburî mirov goste kewan jî dixwe.
Ji mela bangdan.
Ji mêra nav dimîne, ji ga çerm
Ji mêra nav dimîne, ji gaya çerm dimîne
Ji meran mere pesîn, ji hacetan simtiras.
Ji mewujekî kergekî dikelîne.
Ji milka as, ji sineta simtiras.
Ji milka aş, ji haceta sim tiraş, ji mêra mêrê dike hîsabê pêş û paş
Ji milkan as, ji jinan jinen sas, ji meran meren ne bide pes, ne bide pas.
Ji min ketiye, pesiya min dihere (diçe).
Ji min re bike, ji xwe re bibe.
Ji mîrate re gotin: “Tu diçî kîdere?” Got: “Cîhe ku bikaribim bixim mîrate.”
Ji nan u ave qut bu.
Ji paniye xwîn nehatiye ku dil bisewite.
Ji perxanen wî/ we girtiye.
Ji peze pir, ma kavira kur.
Ji piran pir, ji hindikan hindik.
Ji qara kete bin bara
Ji qara kete bin bara.
Ji qatutya (xeleya, tune buna) meran, nave dîkan danîn Evdirehman.
Ji qehra xwe daveje behra.
Ji qireja wî/ we mar vedirese.
Ji qurane kirasek xwe kir dîsa ji kesî je bawer nekir.
Ji re derketiye.
Ji rovî fenaktir tune, ji eyare wî pîstir tune.
Ji ruyan heynan, li simbêlan kirin
Ji ruye wî jehr dibare.
Ji sed axan axakî jî qenc dernakeve
Ji sed cîhî birîndar im, edî nikarim bejim sax im.
Ji sere hefte heft bave te mezintir e.
Ji serê qijikê qelî çê nabe
Ji sere xwe zedetir xeberdide.
Ji serma (na) heken hesinî dike.
Ji sîr tirsiya, pifî dew kir.
Ji şorê nabêre rev gerek.
Ji te hereket, ji xwede bereket.
Ji tirsa kuçikan newere here gund dibe: “Sev res e.”
Ji tirsa zirav le qetiya.
Ji tivinge re nîsan, ji hespe re meydan.
Ji tunebuna seran, rovî xwe nîsan dikin wek meran.
Ji weliya perî, ji periya xwelî.
Ji weyne jinan çiyaye Cudî xwar buye.
Ji xelke re cîh u war e, ji min re erde sar e.
Ji xelke re edet e, ji min re qebhet e.
Ji xelke re jîr e, ji xwe re kor e.
Ji xelkêra hût e, ji xwe re kût e, hevalê ticarê rût e
Ji xelkêra xerad e, ji xwe re mal mîrat e
Ji xelkêre pispor e, ji xwe re kor e
Ji xezalê bezatir nîne, ji rizqê xwe zêde naxwe
Ji xezale bezatir tune, ew jî rizqe xwe dixwe.
Ji xwediye, ne ji doxêye
Jin biriye, he qelen nebiriye.
Jin çav li der e, mer xwelî li ser e.
Jin çun hewara, mer ketin kewara.
Jin derkete ser serî, de avete ber derî.
Jin hene wek mirîska kor in.
Jin heye zeviya li ber gund e.
Jin jî hene, jan jî hene, melhema dilan jî hene.
Jin jî henin, jinkok jî henin.
Jin jin gotî mer mer gotî.
Jin kelehe mêr girtiye
Jin qeleh e, mêr girtî ye
Jin u mer ser kirin, kemaqilan je bawer kirin.
Jin û mêr weke tevr û bêr
Jin u mer, tevir u ber.
Jina an mal u mer, an tevir u ber.
Jina bira weke gura.
Jina diya du dotan, dide xwe du lotan ne li vir ne li Cizîra Botan.
Jina kofî u kitan.
Jina mere çe ye, dine je re de ye.
Jina mere xerabe, him diz e, him qaw e.
Jina xelke ramusanek, hespa xelke meydanek.
Jina xelkê ramûsankî, hespê xelkê meydankî, cilê xelkê roj û dankî
Jinbave jina bave, birçîme ber dolabe.
Jine dil kir dîwar qul kir.
Jine dil kir mere xwe sil kir.
Jine ruhike, daye huhuke (buxuke).
Jinike got mela: “Mehra min mehkem nebire, ez (yeka) destpe nesekinîme.”
Jinikê mêra nênikê mêran e
Jiyanek nemir nejî dijî.
Jojî deste xwe çeliken xwe dide u dibeje: “pore wan çi nerm e.”
Jujî tejiken xwe tîmar dikir u digot: “Ez qurbana purta we ya hevrisim bim.”
K
K
Ka (kaya) kevn u teze dide ba. (Be)
Ka bare wî ceh e an genim e?
Ka çu, ma dan.
Ka ne atebû kadîn jî ne atebû
Ka ne ya te ye, ma kadîn jî ne ya te ye?
Kal e, le gale-gal e.
Kala dide piçenge.
Kalbune li min kar kir, xortaniye mala xwe li cem min bar kir, qîza ruye xwe ji min guherî, buka dile xwe ji min sar kir.
Kale benefsî, pîre bekesî herduyan li hev pirsî.
Kalkî bavên xweşiya, xortkî bavên reşiya
Kalo ji min dur here, fiskîniya poze te te.
Kalo nemir buhar tê, pîrê nemir pincar tê
Kana aqil e.
Kaniya dilan, ciwata cahilan.
Kape wî mîr hatiye.
Kar ket bertila, gu ket (agir ket) rewsa feqîra.
Kar şêr e, wextê dest lê dikî, dibe rovî
Kara li şunê bizinê li mexelê.
Kara li şunê bizinê mexelê
Kara necar, qoşilê dara
Kara te ji min ra, kerema Xwede ji te ra.
Karê gavkî, xemên salkî
Karê karkeran namûsa xatûna
Kare min bi xelkano, cane min bi heseno,_ male min bi talano.
Kare ne ji min ra, baye wî di sere min ra.
Kare xwe bi xelke kir, bi nave xwe kir.
Karkeran kar kir xeraba benîşt cût
Karkirê xwe me, şîrinê xelkê me
Karoz-karoz, dîsa kere boz.
Kasa xwe kasa dikisînim, ji mamanan (hevalan) namînim.
Kasan malêse, bi alastinê zik têr nabe
Kavir lîstin Mipîra, seri hekandin
Kaxeza gur e, ne kes dixwîne, ne kes guhe xwe dide.
Kaya kevin li ba nabe
Kaye u dan tev li hev dike.
Ke buk e ew pe ra berbu ye.
Ke çav sere min dikeve (sere min dibîne) sere xwe bi heft rengan giredide.
Ke dinya xwar? Ye di ber ehmaqan de xwar.
Ke dîtiye kale bi guhar, pîra ling xirzal, zivistana du bihar?
Ke gotiye dewe min tirs e?
Ke gotiye dizo malî ava?
Ke kare pir kir, keziya xwe kur kir.
Ke kir xatun? Mer kir xatun, ke kir darqun? Mer kir darqun.
Ke nane min xwar, (ewî) tirba min kola.
Ke nîre hevaltiye xwar kir, stuye hevale xwe kul kur.
Ke seh kiriye, ke xwendiye?
Ke tir kir? Xerîbe gund kir.
Ke tir kir? Yen be de u be bav.
Ke vegerandin mirî? Yen ku dil kirî.
Kebanî bun sise, kodik li ber se.
Kebaniya jehatî bila nîve qeliye jî bixwe.
Keç u kuren male, gula de u bave.
Keça baş rûsipîtiya bavê xwe ye
Keça bê bav û dê êvarê diçe sibê tê
Keça bê dê wek çiyay bê rê
Keça bi Dîna, biçerîne
Keça gan nîsan-daye didan.
Keça malê bi rûmet e, karê wê bê minet e
Keça mîran bi qelenê gavana nayê
Keçe ha keçe çi di keçe de ma.
Keçe ha keçe çike min di keçe de ma.
Keçel bi pereyê xwe helawê dixwe
Keçelo mu bi sere te nîne, got: “Keziyen xaltiya min li qune dikevin.”
Keçelo nave min nave te, kume min sere te.
Keçik çune halhala_ zik tijî, turik vala.
Keçika be bav, çiyaye be av.
Keçika be de wek çiyaye be re.
Keçika li ser kere berî xwe tuyî min kir.
Ked kiro, keda xwe nexwaro.
Kefa me bi xunave xwes bu, xunave jî kurek mirî anî.
Kefene xwe çirand (dirand).
Keftaro, li ber çavan diyaro.
Kel kelekî biqelmusk e
Kelhî ne, bes tistek li mala wan nîne.
Kelk li ser kurke xistiye.
Kelka xwe, selka tu je xilas nakî, ne sax im, çar liv tu jî texe te de.
Kelkelo cîhe te li ku ye? Got: “Ba dizane.”
Ken dike, fen dike.
Kene be ariye pe girtiye.
Kene miriyan pe te.
Ker bi gem û hefsar, mêr bi soz û biryar
Ker bi hestî nakeve.
Ker çi dizane zeferan çi ye.
Ker deve wî venake.
Ker dikeve, dibeje: “Hella Xwede!”
Ker heft avjenî dizane, tere ber ave hemiyan ji bîhr dike.
Ker ji lêxistinê re, hesp ji bezê re
Ker ker e di cîhkî de dikeve heriye heft salan li wir ra naçe.
Ker ker e, di pira qul re derbas nabe.
Ker ket heriyê,xwedî girt teriyê
Ker kuda here jî kere
Ker u gej guhe wî tijî qirej.
Ker û hesp li cem hev girêdan ê ji hev û du tir û fisa bêvisin.
Ker u kurî li hev zirî.
Ker u mekteb?
Ker ve best, xem verest.
Kera ku bare min ne lebe ez nabejim “ços.”
Kera min dimire boçika wî dixwure.
Kera xwe bi ker da cilika xwe bi ser da
Kera xwe di berika wî de dîtiye.
Kerambere ber baye mikur te.
Kerê Alîka dagerîne qalika
Kere di kurtan de rî.
Kere got: “Bar min nakuje, serbar min dikuje.”
Kere guhe berxe girt, (dîsa) kere kir zirîn (qarîn).
Kere lawe kere, av li bere, bikeve sere, heb ji hebe bike dere.
Kere nabe ber ge, ge tîne ber kere.
Kere pir bez, bu xware guran.
Kere res, li ber danîn qasle zebes, got: “Min dive welate xwes.”
Kerê reş dixwe tiştê xweş
Kerê şiv li gu.
Kereng tên li kaşa, xwarina ker û cehşa, çi dike li mala paşa
Kergu dibeze u tajî dibeze, her du jî dibejin: “Ya Xwede!”
Kergu ji çiye xeyidiye, çiya haj pe tune.
Kerguska xaman e, dev diçere, çav li banzdan e.
Kerguske got: “Min da hevraza, tira min bidin cambaza; min da berjera,
Kerî berdaye li pey qerus ketiye.
Kerî bi kerîtî daye, pey da qerus qeruse.
Kero ji te ra dibejim, mevano tu guhdar be.
Kero nemire bihar hat, pîre nemire pincar hat.
Kero, mevane hero.
Kero, weke hero.
Keroşk ji çiya xeyidiye, haya çiya jê tuneye
Kerra bi gu meke
Kes delalya kesî xweyî nake
Kes je re (nikare) kirasa biqetîne.
Kes ji arê xwaş narive.
Kes ji gurê xayin natirse
Kes li bave min napirse, herkes li diya min dipirse.
Kes nakeve gora kesî
Kês nasibî kesî naxe.
Kes nekirî, kes nebirî, bi hev sitirî
Kes nikare je re solan biqetîne.
Kesê jinek bîne, divê an tûrek perê wî an jî barek derewê wî hebe
Kese mino, deste mino.
Kesên ji cengê dûr e
Kesî hevîrê xwe bi kalî nexwariye
Kesî negotiye ev mala dizan u xumarbazan e.
Kesib dibeje: “Heya sibe bi Xwede ra me.”
Kesibe (xizane) be nesîbe.
Kesibe asan e rojen siliya dest u piye wan zuhan e.
Kesîs hero kata naxwe.
Kesîs hîmî kata buye.
Kesk e, ruye kebaniye res ke. (Xwes ke)
Keso keso carek beso.
Kespa helal, ji karkeran ere ava zelal
Ket nav dev u diranan.
Ket xeberdan, ker da guran.
Ketî bi xebatê radibe
Ketiye ber destan.
Ketiye binî.
Ketiye daweta cuna.
Ketiye rex. (Dikeve rex)
Ketiye zike diya xwe.
Kevçiyan nexe (naxe) gurz.
Kevçiye çila, nu got: “Bismillah!”
keve; ku bu se caran ar di mala te keve.
Kevir ber piye te bibe pener.
Kevir cer ket wey hale cer, cer li kevir ket wey hale cer; wisa an wisa wey li hale cer.
Kevir daye ber dile xwe.
Kevir giran e di cihê xwe de
Kevir li kewe neket, kew li kevir ket.
Kevir li sêr kevir name.
Kevir u kuçik li min barî, xer u xwesî li te barî.
Keviran giredidin u kuçikan ji berdidin.
Kevirê aşê çiqas giran be jî aşvan bi fena xwe wî radike
Kevire pesa xwe hursand.
Kevire seriyan e.
Kevire takese ye, kîjan ceme bar xwar bibe xwe dide wî alî.
Kevire xorza ye.
Kevirekî hilke, (we) pirsa xwe binke.
Kevirên mezin, bi yên biçûk disekinin
Kevirî di şuna xwe da giran e
Kevirî xwê yî giran e.
Kevn e pîr e, ji gotina re bîr e ?
Kew firî, qismet birî.
Kew li kundir ket, ne kundir li kewe ket.
Kewaniye çelek dot. Çeleke sîre xwe ret. Got: “Dile patise ji me xera buye.”
Kewen lisandinî, wek kelandinî.
Kewkiye pasîn li tesikan e (gehan e).
Keysa te ku hat, fersend u xebat.
Kezeb çiqa şêrîn be, şîret jê şêrîntir e
Kî dike kî dixwe?
Kî dixwe kî li xwe dixe?
Kî diya min mehr bike, ew bave min e.
Kîder tav be kurke xwe li wir radixe.
Kîder xwar e, ew der ji min re war e.
Kîdere komek, we dere kedek.
Kilek run li ser dile xwe da.
Kinca hevalan ro danek, hespa hevalan meydanek.
Kinç şîva hatin, perispanga vegerandin.
Kir nekir tu re te re nedît (dernexist).
Kirase be pasuk (pastî) dixe hurtiye mirov (di hustiye miroav de datîne).
Kirase kires e, qusase quses e.
Kirasên orispîya si û sê ne a yêkî li xwekke 32 ya li hevalake.
Kîso avruya masî naxwo
Kitik ne li mal e, nave misk Evdirehman e.
Ko agir li çiya ket, ter û hişk tev de dişewitin
Ko kela şorbê çû, behayê hesko perêk e
Ko ker ket heriyê, xwedî wê rahêje teriyê
Kone resî dev jev e, ne nan e, ne av e.
Kor bi nefs be, yeka tenê bes e.
Kor çilo li Xwedê dinêre, Xwedê jî werge lê dinêre
Kor çilo li xwedê dinêre, xwedê jî wilo lê dinêre
Kor gote kor: “Min çave teyî kor çikiro.”
Korbe jî, kulbe jî cixarekesekî tejmeul e.
Koro tu li min binere çavekî, ez li te binerim herdu (du) çavan.
Ku be çenge min te bibînî renge min.
Ku bexte etîman hebuya, bave wan zu nedimir.
Ku çingiya tas, ha vir, ha rast.
Ku hat malxwirê malê, ku nehat qeda li salê
Ku xwedê li hev anî, nûrê dikim kevanî
Kucik diewtin karwan diborin
Kuçik çi dizane çarix çiye.
Kuçik hestiyan dixwe haj quna xwe dike.
Kûçik ji ku bitirse, wê de direyî
Kuçîk, kuçik e.
Kuçike me ye, li ber dere xelke direye.
Kuçikî bi zorê bişînî pêz xêre nabe
Kul u kor li hev civiyan (vehewiyan) li dikana Evdilor.
Kula dilan e, xeftane milan e.
Kula Mendo, kulor in.
Kulav guyo malî ava.
Kulek xwar e dû rast e
Kulinge wî serî care li cîhkî dikeve.
Kum avetin, ser xwestin.
Kuma daynîn pirsa je bikin.
Kume Belo li sere Celo (ye) ye Celo li sere Belo.
Kume min ji rastiye qetiya ye.
Kume Xiço li sere Piço, ne hat ne diço.
Kume xwe bi xweliye ve daye sere xwe.
Kume xwe daye tel.
Kume xwe xwar kiriye.
Kund çêlika xwe dixwe, û paşê bi ser de digrî
Kund dibeje ez ew qas im le aqile min jî ew qas e.
Kundirî pîs, dendikên xwe pir in.
Kura zer bu, kura der bu?
Kure mino ne ji mino, roja koçe bare mino.
Kurek heye gula bave, kurek heye kula bave.
Kurî li felan, xwarzî li xalan
Kurk ketiye mejiye wî.
Kurm di sere wî de dilive (dilivin).
Kurm ketiye dile wî.
Kurmance nezan got: “Bila bibe erzan,heta ku dev u deling le bune pizdan.”
Kurmancî ter e, xew je re xer e (xew je re çi ye?).
Kurme sîrî heya pîrî.
Kurmî darê yî ji darê
Kurmi darê yî ji darê.
Kurtikî çuxe dew tune bixwe.
Kusî heken xwe dixe bin axe u dibeje: “Heke ji Xwede re dive we çelika derxe.”
Kûsi misk naxwe
Kusiyan ji delava xezale av venexwarin.
Kustiye di ber xelke de ye.
Kuştiyê di ber xelkê re
Kutilka min jî ji Berfo ye.
Kutte bi ta ketiye.
L
L
Lawe Mence çu qezence.
Lawike Engorî, nabe memure Stembolî.
Lawikê malê çû eskerê hat ku kerê berê
Lawike Qureysî, kes nîne pis neesî, bele xîret namuse dikesî.
Lawo li her dere ji xwe re maleke çeke.
Le dev xwar kirin (dike)
Lehat bas hat, lenehat je nehat.
Lehat bazirgan e, le nehat xwediye gaye weran e.
Lelîxan e, xwediye kired giran e.
Leskere Rome ye, nan li ser çoke ye.
Lev li erde re dikise.
Leva xwe le xwar dike.
Levek erde ye, yek li esmîn e.
Lexistina koremarî, ne dîtana deyndarî.
Li alîkî sahî ye, alîkî sîn e.
Li bejne neherî bi zeran kirî, laçik vekir sere gurî.
Li bejnê nêrî, bi zêra kirî, laçik rakir kertkê gurî
Li ber çava buye mare res.
Li ber defa bedeng dilîze.
Li ber defa cuna direqise.
Li ber ruya buye perde.
Li ber tira wî dilîzin.
Li Bexdaye xurme zef in ji min ra çi ye?
Li ceheneme sîran dikutin, tu kilaman dibejî.
Li ceheneme sîran dikutin, tu kulora dipejî.
Li deriyê kesî nexe bi tilîka, bila kes li deriyê te nexe bi mîrkutan
Li deve wî/we dinere.
Li dîna temasekin an sahiya an sîna.
Li dû bîhna kebabê çû, rastê daxkirine lingê kerê hat
Li dur geriya, li nezik dît.
Li ezmanan geriya, li erde dît.
Li gora makê golik pak e
Li gorî make, golik pake.
Li kere mirî digere (ku) nela je bike.
Li kerê mirî digere ku nalan jêke
Li kere siwar buye, li kere digere.
Li koriye li kaliye, mirin çetir e ji feqîriye.
Li ku mefaye li wir bav û biraye
Li malê tune dînar, navê keçikê hezar
Li mexel piskul tune, li pireze deve tune.
Li mine li mine çi bikim dernakeve li ber hukme jine.
Li mine li mine, rovî naçe kune.
Li pişt baranê qaçil dike
Li ser boçike hesin dibe.
Li ser çavan re birî hene.
Li ser çi de mîz bike we zuha bibe.
Li ser dîware alebile sekiniye.
Li ser me bû roja reş
Li ser riya Helebe nale kera dipirse.
Li ser tiliya mirov de mîz nake.
Li ser tiliya xwe ve dide lîstin.
Li şunê hespa ker nêna girêdayin.
Li vir teq, li wir teq, heta çune dinya heq.
Ling kiriye soleka teng.
Ling le hilda ye.
Ling li qeydê çav li seydê
Linge dîk di nav tase de tîtiye.
Linge gur girtin avetin nav koza berxan.
Linge qijike sikenand.
Linge rovî girt avet nav holîtka mirîskan.
Linge wî di nav zike wî de ye.
Linge wî erd girt.
Lingek li ve dine ye, lingek li we dine ye.
Lîstina pisîke ye, mirina miske ye.
Lolo lolo ji min re ji lolo.
Lomekaro, gunehkaro.
M
M
Ma (çima) hespe tu revandiyî?
Ma (tu) herfa qurane ye?
Ma alîkî cendek helal yek heram e?
Ma dar tehl e, bere dare sirîn e?
Ma dermala sor me sandibu pey.
Ma dîna şorek bi ber nekeve kûra kêçek bi dest nekeve.
Ma ev guye henakan e?
Ma eze herim ser gulen sor?
Ma ga dike, ga dixwe?
Ma gotina te kerta kevire?
Ma min ev ruye xwe di as de sipî kiriye?
Ma ne xwîn e? Ha ji dest, ha ji zend
Ma paniya diya min pe xwîn buye?
Ma peze meyî tev hev em nikarin veqetînin?
Ma qasa kembera te sikest?
ma şorek ber Dîna nekeve
Ma te deste xwe bîhn kiriye?
Ma te deve nedît reze, te piskul jî nedît li feze?
Ma te kapek xwariye.
Ma te navika wî birî ye?
Ma te riya xwe sas kiriye.
Ma tu ji pere esmanan hatiyî?
Mal (malxetî) ket deste kurî, risqe sale se car birî.
Mal an ji xelayre, an ji belayre
Mal birçî ye, kebanî li ber çi ye?
Mal çune zozana, xwelî li ser qun pena.
Mal ji miskan ru res e.
Mal mala te ye, le ber ve firaqan neçe.
Mal sewitî le ji miskan ra jî nema.
Mal ter e, kebanî ser e.
Mal u mevdan, nebu qutik u fîstan.
Mal vedigere can venagere
Mal xizan e, kebanî nezan e.
Mala bava zeynet in, ava cere wan serbet in, dayik ku dimirin, zeyî ten li ba jinbira be rumet in.
Mala bave buke gavan e, qelende buke giran e.
Mala bavê mêran
Mala bavê meydane mala xezûr zindane
Mala bavê min dûrbûna, minê têr pesnê wan bidana
Mala buke def u zirne, mala zave haj tu tistî tune.
Mala dîna, rabûn hev bi pihîna
mala Diza, quça Gûza
Mala gavan e, naze (dilika) zeriye giran e.
Mala hebune mala kereme, mala tunebune mala kure kere.
Mala kura, mala dura.
Mala li ser mala, yek xirab, yek ava.
Mala me çoye me ye, çoye me li ser mile me ye.
Mala pîre, gora pîre.
Mala pirmezin xerabu ji bin.
Mala Seref bi xwe hindik bun, ew jî hin kuro, hin silo, hin seqet bun.
Mala virekan xirabuye, kesî je bawer nekiriye.
Mala wî bare dîk e. (dîkekî ye)
Mala wî li ser pista wî ye.
Mala xelke disewitî, ewî jî li ber firike xwe diqeland.
Mala xwe daye ser pista pisîke.
Mala xwe kire zêr
Mala xwe li pisîke bar kiriye
Mala zarok tê de, şeytan naçe tê de
Mala zarok têde ehreman naçê têde
Male axe diçe, cane xulam diçe.
Malê bi ga bi golik nabe
Male da hesti sikandiye.
Malê dinê qiloçê mêran e
Malê dinê qloçê mêran e
Male li malxe dipe.
Male malyemeza, xware tarîx bilmeza.
Male qun dive, girare run dive.
Male tune evranok, nave jinike dîndarok.
Male xwe di ave de berdaye.
Malek e, danzdeh rispiyen wan hene.
Malî dine li dine bime.
Malxe me Silo be, we xwarina me çilo be.
Mam Hemdan, me çel u gul li der dan, mane em u xeberdan.
Mamo ne li mal e, mala mamo gale gal e
Manê tirekan ardê cehîne
Mange dosîn u qezwan_ frostin.
Mar bile xwelîyê bi qinat dixwe.
Mar çiqa hokan bide xwe, gere rast here qulê
Mar dibeje: “Min dikujî (bi) dijminatî, min çal bike (bi) dostî.”
Mar ji punge heznakê, punga li ber poz birûzê.
Mar ji punge xolî dibu (direvî), pung li ber deve qula mar de hesîn bu.
Mar mar e, dema ku mirov ave vedixwe li mirov venade (naxe).
Mar pak buya, linge wî nediketin zike wî.
Mar pêve da , ji siya werîs tirsiya
Mast, sed carî mast.
Me buk anî lez u bez, me leda (daye) rez u bez; sivika male dîsa ez.
Me Cizir ava kir, Heso ser de zava kir.
Me di xewna sevan de jî hevudu nedîtiye.
Me girt tajî, derket tol tajî
Me got em herin mala ape xwe firo firkin; me negot eme herin guliya kurkin.
Me hêştir nedîne li rêzê, qey me pişkul jî nedîne li pirêzê
me mêjandin bipêsîra, dane dest êsîra
Meha adare av firî sere dare, bizin kalî ser kare, nîsanen bihare.
Mehna lorika dixwe klorika.
Mehna sele, gerî nav ele.
Mehna sergîna çu gunde Mexîna.
Meîna pîr, hefsare rengîn?
Mejî le buye av.
Mela jî di qurane de sas dibe.
Mela nivist çekir ji bo qîze, gu hat li tev mîze.
Mela xwarin dît quran ji bîr kir.
Mele mele ber kendal.
Melê ne xwendî, digere li nav gund î ?
Melevane ku xeniqî.
Melezade mele-zade, me ter xwar zed u zewad e, îcar her yek me di alîkî de bade.
Memir e memir e hefa tê, mirî şunda kêfa tê.
Mer bi muye xwe, jin bi ruye xwe.
Mer çav li der e, jinik xwelî li ser e.
Mêr çem e, jin gol e
Mêr çem e, jin gol e
Mêr çole jin gol e
Mêr di ser re heram e
Mer henin wek dewara res in, dema ku zike wan ter dibe, an merekî dikujin an jineke tînin.
Mer kustin nerme-nerm, qîz xwestin germe-germ.
Mêr mêr e çi kulek, çi nabîna, çi kerr e
Mer mera nas dike, qus paldime kere nas dike.
Mer mera nas kir, quse quze kere nas kir.
Mêr tev mêr be, jin tev jin be, kî mihtacê kê be
Mer tu (ne) guhar u ben in ku tu guhe xwe de kî.
Mera mer dikust, Fata Kore (ber derî) hurpizur disust.
Mêra mêr kuşt, senemê hûrî şûşt
Mera xwe avetin kewara, jin çune (sandin) hewara.
Merde ji kîsmale xelke ye.
Merde ne bi male xwe ye.
Mêrê çê di roja teng da fêm dibe
Mêrê ehmeq dibê ez
Mêrê xeber jin, berxê ber bizin, şûva bi kizin tu tişt jê dernayê
Merî pîvazê nexwe bin devê merîyan nayê.
Merik ket bin siya axe, axe ket bin siya doxîna xwe.
Merik na pîre, pey ra guneh hat bîre.
Merim kure mera me, îro jî mast sibe jî mast.
Meriv kevira daveje birca belek, naveje sepeta rexe.
Merive be guman, be dîn u be îman.
Merivekî nexeritandiye.
Merivekî pist rast e.
Mêrkî li hespî xelkê ye timî peya ye
Mertale wî ruye wî ye.
Mêş û gamêş xwedî tînin pêş ?
Mevan got: “Hewa çawa ye?” Xwediye male got: “Riya rewiyan vekirî ye.”
Mêvanê yekî, mêvanê gundek î
Mevane yekî, mevane gundekî.
Mêvanê yekî, mêvanî gundêkî
Mevano te xwarine bixwî?
Mevano tu terî an birçî yî?
Mewija hebana, ne dixwe ne dide cîrana
Mewluda xer u beser, heçiye dewlemendin bikisin ber diya feqîra bigen bavejin (derxînin) der.
Mezbût bikole asas, ji bo dil neke wase was
Mezera de li ber qîze.
Mezhebe wî fireh e.
Mezin kir bi nane xwe, kir agir berda cane xwe.
Mezin reqisî, biçûk hewis
Mî bi nigen xwe, bizin bi nigen xwe.
Mî bi piye xwe, bizin bi piye xwe.
Mî birî, sîr firî.
Mî bun kavir, kavir jî bun vir.
Mî dikale, berx li mal e.
Milê gu dixwe terawîya nake.
Min bizanibiya (ku) bave min we bimire, mine guhe wî tijî genim bida.
Min çi xer dît ji bendere, çi bibînim ji kozere.
Min çikir ji peze pir, eze çi bikim ji kavira kur?
Min daye bi tetika, pey digerim bi pepika.
Min feraseta xwe ji be ferasetan girt.
Min go û nego
Min ji ke re got: “Bira” ji min re got in “birakuj”.
Min kir, te kir, Sezere nave xwe kir.
Min nan ne bi guhe xwe ve, bi deve xwe ve xwariye.
Min xelk hîn kir govendê, êdî kesî destê min ne girt
Min xelk hîn kir lîstike, du re kesî deste min negirt.
Min xelk hînkir govendê, êdî kesî bi destê min negirt
Min xwedî kir bi bistane xwe, jine ji min stend bi navrana xwe.
Mîna dupiska boçika xwe daye ser milî xwe.
Mîna gura gost dixwe, mîna melekan xofe dikisîne.
Mîna gure yekane.
Mîna kersege di hale kevir de bigirî.
Mîna kewe teqle.
Mîna marî di tur da ye.
Mîna masiye ku av li ser be birîn.
Mîna maye(hevîrtirş) mirdesî.
Mîr dimire evdal dijît (dimîne).
Mir kere qazî, her kes çu tazî, qazî bi xwe mir, kesî le pirs nekir.
Miraze be dil, wek kirase be mil.
Mîre miska, buye axaye giska.
Mirî ber bi qebre dibirin, teme mirî ber ve male bu.
Mirî henin ku hewceyî sîne ne.
Mirî hew dizanin, zindî her roj hewle dixwin.
Mirî melûn nebe, di gorê de cî fireh e
Mirî ne hêjayê şînê, ku mirov jê re şînê bike
Mirin heq, gor ferz.
Mirin je re buye zere zer.
Mirin mirin e, le ev çi kirin e?
Mirin mirin e, le xire-xir çi k… min e?
Mirin tê rastê, çavê tevan li revê
Mirinê kêr hat ê berve gur bizire
Mirîsk mirîsk e, ave vedixwe li ser xwe re xwede dinere.
Mirîsk nikule xwe ave de dike bere xwe bervi xwede dike.
Mirîsk res e, hek spî ye.
Mirîska me ye, diçe kadîna xelke de hek dike.
Mirîska res e, her roj nexwas e.
Mirîske çav da bete, buhistek ji qune kisiya.
Mirîske çav da qaze ket heka xwe sikand.
Mirîske hek kir, heval ji xwe re çekir.
Mirîske min tunenin, dora mala min zîrç e.
Mirîşk biqare, hêkê dike
Mirîşk di xewa xwe de gilgil dibîne
Mirîşk û rovî danaynin kirîvî
Mirîşkê hek kiriye, qûna dîk dişê.
Miriye par havîne, nu hatiye sîne.
Miriyê pir şuşti yê tira bikin.
Mîro borî.
Mirov barê xwe hilnegre kes barê mirov hilnagre
Mirov bi nasan digî xasan
Mirov bi pirsê diçe Xursê
Mirov here goristanê , ku gora mirov tê de hebe
Mirov here masiya, qûna wî şil dibe
Mirov ji qehran xwe davê behran
Mirov kuştiyê şêra bit, ne girtiyê roviya
Mirov li ber kaniyê tî namîne
Mirov li siya dirikê ranakeve, li siya darê radikevce
Mirov nekev govendê, ku ketê divê xwe bileqîne
Mirov sivra ku ser nan dixwe, kere le naxe.
Mirov zine dike, le ne bi de u xweha xwe re.
Mirovê bêwelat, mîna çûka bêper û bazk
Mirovê derd lêketî, bi derdan zane
Mirovê pîsgotinê wî bi qîlene, yê baş gotinên wê şekir û xurmene
Mirovê şît bi dilê pît ?
Mirtib kerr dibin, defê diqetînin
Mirtib kulibî def qetiya
Mirtibe zir e, ne li defe ye, ne li zirne ye.
Misk li dikana wî bigere, boçika wî we be xuyan.
Miskan gincî dike.
Miske kor hingî axe dikole, li ser sere xwe de dike.
Miskek dikeve sîtila sîr, ew sîr te rijandin.
Mişk çiqa axê bikole, bi serê xwe de dike
Mişk naçe qulê carokê bi dûvê xwe ve girê dide
Mişke erdê bikole, biserxwe ke
Mîya çê li mexel ê.
Mû bi mû, rihek cêdibe
Mu ketiye sîtila dew.
Mûjê riş in, ê di berîye axa da ne
Mus xwes Mus e, piste Algus e.
N
N
Nabeje kafirim an (jî) misliman im.
Nabeje ke kir, debeje ke got?
Naçim cineta bi minet.
Nagejime te xwe ji te dibuhirînim.
Namirim tîra pera, dimirim xebera we ra.
Nan bi xwe, xwe bi tam.
Nan da ber me, ço da ser me.
Nan da ber me, tajiya xwe berda ser me (da ser me).
Nan genimiyan neke.
Nan padisah gost wezîr, ye din kizîr-mizîr.
Nan pir, pîva pir, gelo eva çima mir?
Nan u dew e, taqet eve.
Nan u dew, xwarina derew.
Nan u mast, xwarina rast.
Nan û pîvaz û nexweşî çavreşî ye
Nan û pîvaz û nexweşî,çavreşî ye
Nan u sîr, xwarina jîr.
Nan u tajî, xwarina tazî.
Nan u xwe ya wî/ we li ser çoke ye.
Nan xwera caw dir.
Nane be xweye dixwe, tiren sor dike.
Nanê bi nanê ye
Nanê bibe kerî hev nagire
Nane cehîn dixwe, tire polayî dike.
Nane garis ne tu nan e, bila kes nebeje ev mal be evaran e (arvan e).
Nane gilgil (u) zîlika pîvaze.
Nane Iso dixwe, selawetê li Muso dide.
Nanê mêran li ser mêran deyn e
Nanê min, qesasê serê min.
Nanê pehtî, siltanê ser textî.
Nanê tîrê, xwes hevîre.
Nanekê bixwe bi qinat bizewice ji dereke bi kok û bi binat.
Nanekê bixwe bi qînat, bizewice ji dereke bi kok û bi binat
Nano ziko dixebite.
Nav giran, mezel weran.
Nav heye navok tuneye
Nav nuçikan ledike.
Nava du dîna de zincîr diqete,nava du jîran de mû naqete
Navbera jin u meri, bîra niherî.
Navbera min u kîjan cinaren min xira bibe jina min diçe li ber dere wî tesiya xwe direse.
Navbera wan sar buye.
Nave gur derketiye, rovî dine xera kiriye.
Nave me giran e, ware me weran e.
Nave min li te, qotik li sere te.
Navê wê edlan e,ji mêrê xwe re nezan e,ji xelkê re kevaniya bîst heft malan e
Nave wî/ we hildide, hezar nav ji dev derdikeve.
Nave wî/ we nayne ser zimane xwe.
Navî bajarî dur, xweş e.
Navî giran e mezelî wêran e
Navî giran e, bajarî weran e.
Navî mer e, kunde kor e.
Navika wî avetine nav malan.
Nayne ser bare xwe.
Ne berxtî ter sîr vexwar, ne kavirtî ter gîha xwar.
Ne bi halekî, ne bi malekî, tu çi zanî ewhalekî.
Ne bi kerî seve, ne bi kerî sive te.
Ne bi malî pir ne bi gerdanî sor.
Ne bixwe ne bistîne sev u roj le temase bike.
Ne di dînan e,ne jî qûna xwe bide dîna
Ne dibe ere ne dibe na.
Ne dibe him, ne dibe gim.
Ne dide ne distîne.
Ne digirî tu pe ra bigirî, ne dikene tu pe ra bikenî.
Ne dixwe ne dide hevala, genî dike daveje newala.
Ne dixwim gelaza, ne didim hevraza.
Ne dixwim nane te, ne dajom horika_ te.
Ne dixwim savarê ne diçim hawarê
Ne dixwim savarê,ne diçim hewarê
Ne dixwim saware, ne diçim heware.
Ne dixwim virika, ne dajom horika.
Ne doste fileh, ne hespe qule.
Ne feqîre bitir, ne dewlemende diz ne maqule derewîn.
Ne feqîre poz bilind, ne mevane malbigund, ne jî mirove ku di civate de beje jina min rind.
Ne gayê min li garanê ye, ne galgala nanê gavên dikim
Ne gayê min li garanê ye,ne galgala nanê gavan dikim
Ne gaye,ne zaye
Ne gunde be rez, ne kone be pez ne mere beje ez u ez.
Ne gure gura ewran e, ne hire hira hespan e.
Ne hejayî kapekekî Uris e.
Ne ji bilike, ne ji holike. (dibe)
Ne ji dere dibe ne ji mizgefte.
Ne ji dere dibe ne ji vange.
Ne ji fesadan be ewê rovî here sûkê
Ne ji fesadan be, ewê gur û mî bihev re biçêrin
Ne ji Hemzan e, ne ji Meman_ e zirape wan orta ne.
Ne ji mehna buya, rovî we li sukan gerha buya.
Ne ji xîrete, ne ji omete.
Ne jina belas, ne xulame be meas ne jî erde kas.
Ne jina bi kildan, ne mere bi dev giredan.
Ne jina kenokî,ne mêrê fêtokî
Ne ker ket, ne hîz dirî.
Ne ker li garane, ne pirsiyar li gavane.
Ne ker te ber bar, ne bar diçe ber kere.
Ne kere min e, ne gaye te ye.
Ne kifkifa nefsî, ne çip çipa dolabe.
Ne li goristana radikevim,ne jî xewnên xerab dibînim
Ne li mine, ne li teye.
Ne li we heke u ne li we qedqide.
Ne li xera te, ne li sere te.
Ne mal ji kurê qenc redane nejî ji yê xerab re
Ne male min, ne cane min.
Ne male pir, ne gerdana stur, male pir zu ziyan dibe, gerdana stur zu zirav dibe.
Ne male, ne li teye.
Ne mere sermok, ne jina kenok.
Ne newala kur radizem, ne xewnen xirab dibînim.
Ne pîre bas kir li ser gunî runist, ne jî gunî bas kir pîre re çu.
Ne pîvaz e,ne sîr e,tê digere wek e qîr e ?
Ne sora ber agira, ne rinda be çira.
Ne Tahir e, ne Zahir e, her yek gurekî har e.
Ne xema min e, ne dema min e, qirçe qirçe benîste min e.
Ne yek e,ne duduye,hezarê bi hezar e
Nediçu dawete, dema diçu digot: “Lot ha lot.”
Neditya dît, xwe de rît.
Nefsa xwe kor kiriye.
Neke bi kesan,wê bê serê te,ku neyê serê te,wê bê serê pisê pisan
Netika xwe dide netika wî/ we.
Netika xwe kiriye gile.
Newroz, xilas bu dew u doz, me dibît herî, nedibît toz.
Nexwas e, parî xwes e.
Nexwasa sekseke (çileke) danzdeh nan avet keleke.
Neyar bi rewşa neyar nizanin
Neynuk (nenuk) nemaye ku pe xwe bixwerîne.
nez de mir.”
Nezan e,riya malê nizane
Nezan î,mal bistîne bi ciwan î
Nezanî, rehet canî.
Nifirê hêrin êzmana, şiva verin xudana.
Nikare bê par e
Nikare beje ez kafirim, an misliman.
Nikare bi kere, dibeze kurtan.
Nikaribun bi yen beredayî, çun yen giredayî.
Nimej e xewlekî dur direj e her kes nikare bibeje.
Nîne bixwe nan u jajî xwedî dike tole u tajî.
Nîsan e çipik (çilkek) bi kîsan e, li dere hemî kesan e.
Nîsan e, buka salan e.
Nîsan e,dew li kîsan e
Nîsika pîre, nadim birince mîre.
Nîskê navên dewsa kizinê,berxê navên berê bizinê,malê nebin cem mala bavê jinê
Niştiman bi çekan tê vegirtin û bi çekan tê standin
Nivista be tist te mele kust.
Nivista be tist, xwediye xwe kust.
Nivistek çekir ji qîze re, gu hat bi mîze re.
Niyeta dil, qeda serî.
Nizane mala dawete, dest daveje kevçî u diçe.
Nizanim rehetiya can im
Nok heye diran tuneye,diran heye nok tuneye ?
Noka genî çû bajêr, bû leblebî.
Nokê giya rabû li ser kokê
Nû hatin, kevin xelat in
P
P
Pale qels e, hencet das e.
Palê xerab das û tarê diguhêre
Palî yê çê berdane cê.
Par li me dida dara, îsal xwe nagire li ser çardara.
Para geroka, çu ber balisoka.
Para xeydoka ,çû ber ecacoka
Pariye pirî, gewrî dirî.
Pariye xwe xwes kir, ruye xwe res kir.
Pars kir ber deriya, da xera miriya.
Parsa vî welatî nebe bila parsa welatekî din be.
Parsek e, bu sur u qetek e.
Pasî ji dest çuye. (Çu)
Paşîye şewereşê tim hîverunê.
Patika hustiye xwe xwerand u çu.
Pê baranê ga cil dikê.
Pêçiya neçe qulê,tişt pêve nade
Pel guhe xwe dike.
Pel mala cuna kiriye.
Pela mîne bîrê diza.
Pêlên mayî ji ên buhurtî bêtir in
Pelên mayî ji ên buhurtî çêtirin
Pella ledixe, giliya je derdixe.
Pella li min nexe, pirsa ji min dernexe.
Pella tîne bîra diza.
Perda ber çave we/ wî tune.
Pesa min de runistiye, li ruye min da darda buye.
Pesin daye ji waran maye
Pesiye diçim gezok e, pistre diçim tîzok e.
Pesiye diçim pel peniya min dike, pistre diçim pehna daveje min.
Peşka tarî zalimek î,belav bû li welatek î
Petêxa zer tim ji kosiya re ye
Pey miriya kesî xwe nekustiye, wey li cane çuyî.
Pey tire, min kezî kure.
Pez tune run difrose.
Pezê bi tenê guran xwariye
Pezê ku jî kerîya veqetî gurê bixwe
Pezê nêr ji bo kêrê ye
Pezî bê şivan gurê bixwe.
Piç bi piç xwe gihand qunc
Piçuk li cihe xwe, mezin li cihe xwe.
Piçukaye diben hek, mezin dibe diben qaqe.
Pîr bi desmêj be,Sal dirêj e
Pir gotin, ciger sotin.
Pir kire hindik xware.
Pîra bavêne bîro
Pîra Same tevî ame.
Pira selawate weke derzî, salih li ser ra bezî, fasiqan çok le lerizî.
Piravî bi feydene ,paşî serhevdene
Pîre bawer nedikir mer bike mer dike pel heystoka dike.
Pîre ji tendure çu ber kulfike got: “Xwede xerabike ez çiqas erd geriyam.”
Pîre payîze çu ligate.
Pîre ter bu ji kîre, du re sewî hatin bîre.
Pîre tir kir adare gîsik filîtin bihare.
Pîre tir kiriye u pîre ne raziye (qaile).
Pirêza me bi sap e,kera me bi xal û ap e
Pîrî, hezar eybî.
Pirskin esla hêna kêrê bidin wesla
Pist pe gireda ye.
Pista wî naye erde.
Pista xwe kutaye çiyaye bilind.
Pista xwe rast nake.
Pista xwe tu kesî de nake.
Pistî barane ga bi cil dike.
Pistî kurî, pir vedibirî.
Pîşta xwe da sêr
Piştê bizinê xurî a nanî şivên bixwe
Pito ye berane qor e, sîng vedaye xwedaye ber e.
Pîvaz pîvaz e, çi sor e çi sipî.
Piye xwe ji berika xwe zedetir direj dike.
Polan hişk û sar,kadîn tar û mar
Poste conega li ser pista ga ye, poste ga conega nikare bikisîne.
Poz le nake.
Poz lê naşewite.
Poz pê nake.
Poze xwe dixistiye.
Pozî wî/ we hat mizdan.
Q
Q
Qam ji qama kermêşê,deng ji dengê gamêşê
Qam ji qama kermêşê,deng ji dengê gamêşê
Qantir çiqes bi biha be, tim dûle Kera ne
Qaz bi meşa wardeke çu ket qalça we ji hev derket.
Qaz bi refa xwe re baz e
Qaz bi refa xwe re baz e
Qazî bi xwe çu pek neanî, muyek ji ruye xwe bi rekir.
Qaziye zarokan xwe xeniqand.
Qeda û bela hene li reya
Qeda û bela hene li reya
Qedire gule çi dizane, kelbes_ dive kere res.
Qedrê gulê çi zane,kerbeş dibê kerê reş
Qedrê gulê çi zane,kerbeş dibê kerê reş
Qedrê mêvana qedrê Xwedê
Qedrê mêvana qedrê Xwedê
Qelene mirtiba dide, qîza esîran dixwaze.
Qenc li me rast nayen, pîs li me danayen.
Qencî qenciyê nas dike
Qencî qenciyê nas dike
Qesem nave xwede ye.
Qet denge meqese li ser neketiye.
Qet deste xwe neso u tev ape xwe nan nexwe.
Qet nayne ser bare xwe.
Qet qusa xwe le naxe.
Qet xwîne ji xwe bernade.
Qey (ma) beq dixesandin?
Qijik nikulê xwe lêxwe, tistek pê ve nayê. (Qijik nikulê xwe lêxe piçikek gost dêv ve nayê)
Qilic qeytan, zirt meydan
Qirdê me kor, bextê me res.
Qirfê li te bi berf bin
Qirse xwe nadim li ser bende wî.
Qîz be tu zanî, jinebî be ez zanim, jina berdeyî be sere hespe min berde ez herim.
Qîza baş, pey bibe kaş.
Qîza wî ya keçel mir, got: “Wey li min gulî direje!”
Qîzan re neçin qize ter in, jinebiyan re neçin zef digerin, dayiken
Qîzanî çiqas xwes e, bukanî gula ges e, gava ku ket ber qehra malan, roja res e.
Qîze sor in, xorte kor in.
Qîzek nazand, gundek bezand.
Qîzike mer kir, kofiya xwe xwar kir.
Qolibe mesa ye, denge sesa ye.
Quling dibê kundo:tu çima ketî xerab cihan,kund dibê:ji dengê deng seran
Quling dibê kundo:tu çima ketî xerab cihan,kund dibê:ji dengê deng seran
Qûn bi qûnkaşkê ji kîr xelas nabe
Qûn bi qûnkaşkê ji kîr xelas nabe
Qun bu, qun jî çu.
Qun kutane hev.
Qun quna mirîske ye, hek heka qaze ye.
Qûna tazî tembûr dixwazî
Qûna tazî tembûr dixwazî
Quna tazî, tembure dixwazî.
Qune dixwazî, qalibek sabun jî ser da dixwazî.
Qurbana wî cîhîbim ku tirs le hebe.
Qûtê kuwarê,heta buharê
Qûtê kuwarê,heta buharê
Quzê gewr di derpê re xwanêye
Quzê gewr di derpê re xwanêye
Quzê par rewisî,îsal bîhn dide
Quzê par rewisî,îsal bîhn dide
Quzî avê li rîya avê bişke.
R
R
Radibe hut e, rudine kut e.
Ralê bûkê, bi bûkêre.
Rast u çepe wî/ we ne kifs e.
Rast, xilas.
Rastiyê vemeşêr,û mebê ez im şêr
Rastiyê vemeşêr,û mebê ez im şêr
Rasto bi rastiyo, xwaro dare sikestiyo.
Rasto dirusto, xwaro sikesto.
Rê reya mirinê be jî, tu her li pêş be
Rê riya mirinê be jî tu her li pêş be
Rê riya mirinê be jî tu her li pêş be
Rebiro, kur piro (biro).
Rêç rêça kera cûn e,sûc sûcê bûkê nû ne
Rêç rêça kera cûn e,sûc sûcê bûkê nû ne
Reç reça kere ye, fel fele Pere ye.
Relê bukê vi bukê ra
Relê bukê vi bukêra.
Rêncber û maldar nabin hem war ?
Rêncber û maldar nabin hem war ?
Res e res e, qawike jî.
Res e weke qîre, rast e weke tîre.
Rese tu li vir bisekine eze gewra bigerim; ku min gewr nedît tu dîsa resa minî.
Reş bi reş kenî,beş çû li newala tewş kenî
Reş bi reş kenî,beş çû li newala tewş kenî
Rev nîvê mêraniyê ye
Rev nîvê mêraniyê ye
Rewîtî xwes tist e, le çirte çirt li pist e.
Rih direj e, dil qirej e.
Rihe xwe diqusîne, du re eynike tîne.
Rim li tur hilnaye.
Rindeke gundeke.
Rindî rindî geroka li nava gundî.
Riske wî ji bune spî.
Riya azadiyê,bi xwîna şehîdan rohnî dibe
Riya azadiyê,bi xwîna şehîdan rohnî dibe
Riya mala mirine ye.
Ro bi ro, xwezil bi do.
Ro terin, qêda-bela narin.
Roj bune sal, zik bune çuwal.
Roj çu edî venagere.
Roj dere qeza nare
Roj dere qeza nare
Roj ewravî sev sayî: Sal xirab, jina ciwan mere kal: Mal xirab.
Roj ket aliye Merdîne dewara bajo kadîne; roj ket aliye Cizîre dewara bajo ber nîre.
Roj li cîhkî teng me (le) bu evar.
Roj li me çu ava.
Roj li min xerab çu (çuye) ava.
Roj tê hêk ji hêka mirov xurttir dertê
Roj tê hêk ji hêka mirov xurttir dertê
Roja xweş ji sibehê de xweş e
Roje heft xusuya dixeniqîne, bi sev qurquroneka derî ditirse.
Rojiya bin teyste girtiye.
Rojnîvro xewnerojkan dibîne.
Rovî ji barane bitirsiya ye ji xwe ra ewayek çebikira.
Rovî kirine sahe mirîskan gotiye: “Kene min te, aqile min nabire.”
Rovî nediçu qule, hejek jî bi boçika xwe ve gireda.
Rovî re revî, re rovî revî.
Rovî ter e, tirî tirs e.
Rovî tu çima xwe dihejînî? Got: “Li min te u ji min te.”
Rovîkî berdayî ji şêrekî girêdayî çêtir e
Roviye newala, bu xwediye mala.
Roviyê zexel,bi her du nigan dikeve dafikê
Roviyê zexel,bi her du nigan dikeve dafikê
Royê kiçik lê herikî ji avê mezin lê sekinî çêtir e
Royî swada nede te, î îkûndû çi tîna xwe hebe
Ru da , cîh da.
Ru daye, derkete ser serî.
Ru reso, parî xweso.
Ru u simbel buye tev hev.
Run dest de be ro dike (dirijîne)te.
Rune genî, li ser nane xwedî.
Ruto ha vî alî ave, ha wî alî ave.
Ruto, xeber puto.
Rûvî di qula xwe helnehat, Herçek di boça xwe girêda
Ruye res çi hewceyî teniye ye?
Ruye res u sipî we ji hev kifs bibe.
Ruye wî nagire.
Ruye wî qewîm e.
Ruye wî/we naese.
Ruye xwe daye bin piye xwe.
Ruye xwe je zivirand (guherand).
Ruye xwe res kirî ye.
S
S
Sa berî hev didin.
Sa riye, ga cuye.
Sal bi sal, xwezî li (sala) par.
Sal car nabin yek.
Sal ew sal e le bihar ne ew bihar e.
Sal mij e, kodik tije.
Saq e, laq e.
Sar u serma ye, cilik bav u bira ye.
Saro baro bu.
Saxo bi xwedê re,çirûyo bi dinê re
Se kela_ bi kevirekî waldigerîne.
Se xatir tune, xwedî xatir heye.
Sebir mine rehman, ecele kare seytan.
Sebriyo, debriyo.
Sed çakuç u yek zindan.
Sed sal u saetek, saetek u sedsal got: “Rast e pistî du kur u keçeke.”
Sehme ser da girtiye.
Seqa,_ li gorî heqa.
Ser ban qul e, bin ban şil e
Ser berjerî, qun hevraz.
Ser da tasek ava sar vexwar.
Ser eyare wî agir dadan.
Ser guhe wî/ we pelixandin.
Ser sere xwe u heft bave xwe razî ye.
Ser serî de tasek ava sar retin.
ser serî keçelo, hata wextê Zerdela
Ser sofi ye dil kafir.
Ser ve Ellah, bin ve Neuzibillah.
Sere be es.
Sere ço bi gemar, bine ço bi gemar.
Sere kere zike zebes.
Sere ku neese çi hewceyî benda ye?
Sere lode girt.
Sere me sere xernediyan ji qirsika hatin. Çun zereguniyan.
Sere min bi ard dîtiye hew dizane qeras im.
Serê min bi şar e,çibikim dilê min bi jar e
Sere min bi zer e, beyjna min bi sehr e, dile min bi jehr e.
Sere min seh kiriye, derziya min jî li ber ra ye.
Sere min sere xernediyan e.
Serê şikeştî di bin kumê xwe da
Serê şikeştî di bin kumê xweda.
Serê were birîn,nayê kirîn
Sere wî ber da ma. (Sere wî ket ber.)
Sere wî bi ard ji as be, kes je bawer nake.
Serê xwaş balgiha nagre
Serê xwaş balgiha nagre.
Sere xwe di ber xelke de diskene.
Sere xwe kiriye curnekî vala.
Sere xwe pe naesîne.
Serê xwe şuştê, henîye xwe helmaştê.
Sere xwe veke, deyl bexte xwe ke.
Sere xwe wekê li bextê xwe mêzke.
Serê xweyî şuştîye henayî xwe helmaştîye.
Sergoto ber barane, pexwaso ber garane.
Serhingî di bare kere daye.
Serî gir e, bar nebire.
Serî ji eqil diese.
Serî le giran buye.
Serî quç e, binî puç e.
Serî sahîtok, binî tije buhok.
Serîkî birî nayê kirîn
Serîkî çortan e,birkî mêvan e
Seriyo tu qurbana lingan bî.
Sero sero te çi xwero
Serpe petin, ser hev hatin.
Serra xirxalo bin ra korpolo.
Seva çe, para hirçe.
Sêvê rind para herçê ye
Sevek li dare ye, çave her kesî le ye, kes nizane qismete ke ye.
Sêvî ya rokê têr xwar heft cara mala barkir.
Sevîya rokê xerdîye, 7 cara mal barkiriye.
Sewê xatira kete tirba gawira
Sêwî sitirî,melek etirî
Sêwîya rokê têr xwar, heft cara mala barkir
Sêwiyê Xiya ket balixiya
Seyda xwe nake ji herdu eyda.
Seye belek maqule sa ne.
Seye me ye, li ber dere xelke direye.
Seye soro gurî va ye.
Sibat hat u buhurtî, nav dile gîsikan bez girtî.
Sibat tiro viro,adar ma bîst û du ro
Sibate bang kir adare got: “Se rojan bide min bi deyn, eze gîsika ji tehta bînim xware.”
Sibhan ji wî xaliqî dudo li hevdu aliqîn, yek kor, yek çav siliqî.
Sikûtê ziman,silametiya îman
Silavê pêde li merheba yê dameweste.
Siltik hatin bûn siltan,pêlik danîn çûn asîman
Silto bû kevanî,golika werîs hilanî
Sim sima kere ye, fel fele Pere ye.
Simbel li pisîkan va jî heye.
Simbel poseyî, mal mirtib.
Sîrê kerê encax sippe mezin dike
Sîrkut hilat,mîrkut dahat
Siwar ji me qeda ji Xwede.
Siwar siwar e,li siya xwe guhdar e,li nava serî nexe dîn û har e
Siwar siware Tirkan, qeda ji Xwede.
Siwaran siwar leqandin, xal kotiyan xwe bi qusa hespan xapandin.
Siwarê kerê ne tu war e
Sofiye remezana mîna kere (li) garana.
Sole seytin çep dixe lingan.
Sond bixwe, serî naese.
Soro moro bu.
Soz bûne toz
Soz yek e, nabe dudo.
Suk u ya suk, sok u bersok tev de ev e.
Sura xwe daye, bawerî pe anî ewî jî bi siwarî da ser xanî.
Suret paç e, ya ji dil naçe.
Ş
Ş
Şadê rovî dûvê roviye
Şal hesîn e, tistek di mal de nîn e.
Şam dur e, ma mişar jî dûr e?
Şana hingivî ye, lê ne şirînkirî ye.
Şaqilî,bi aqilî ji para li xwe varqilî
Şayî sayî gotî, sîn sîn gotî.
Şeb u şekir çûn Diyarbekir, şekir rûnişt dengê xwe nekir, şebê rabû pesne xwe kir.
Şebes bi denge xwe, hinar bi renge xwe.
şeh u mirak (eynik) eywelleh. Kar u şixul na welle.
şekir naxwim, pîvaz dixwim.
Şeko navê xwe li hevalê xweko
şeko peko, nave xwe li hevale xwe ko.
şer da xal u xwarzî, şorbe da ap u birazî.
Şêr ji guhera xwede bewliye
şêr şêr e, çi mê ye çi nêr e
şerbik nû ye, av şirîn e.
şerê man û nemanê (ye).
Şeref ji jiyanê mezintir e
şev bu, şeva reş bû, miya qer bu, berxek li ber bu, li ser berxe çilkek xwîn bu gur ew tev de dî bu (dîti bu).
şev li pişt e, şixul ne tu tişt e.
şewqa wî daye newqa wî.
şêwra jinan, beriya bizinan.
şêx saf_ be u xilme av be u keçik u kurik aza bin pa eva nabe.
şeytan gotiye: “Ye ku li xwe biheyire ez di wî im.
Şil kir zîya bike.
şîn u şahî, hevalrewî.
Şînê negotiye singê konê bikute
Şîr dot seradê,bêjing da binî
şîre kera metî ye.
Şîrê kerê ji cehşa kerê re ye
şîre min bila çê be, toye min bila pak be.
şîre ser e, di eyare berazan da ye (donxizan daye).
şîre zikmakî ji firnikan ra anî.
Şîri da bigrê hetta pîri.
şivan u gavanan hore-hor e ewan watre dinya kore.
Şorbe zik dike torbe
Şorê bi dizikî yê li malê dolê yê
şorê mîna tire Bizina ye
Şorê xeraw ya xudiya ye.
Şoreta kerê palasawiye
şox u seng e, bi nav u deng e.
şujina di çave xwe de nabîne, derziya çave xelke de dibîne.
şuna mera, mane kunde dera.
şur simbele nabire.
Şûrê kê tûj be bila li çaqa min bikeve
Şûrê kê tûj be ew dinê dixwe
şure qetle li deste te, rehma Xwede li dile te.
şure tazî, xwîn dixwazî.
şustin vesustin reng u ru, xwarin vexwarin gendi gu.
Şûşa dilan weke dişkê cebar nabe
şûşa dilan, wekê dişkê, cebar nabe
şuxul bu dor, ocax bu kor.
şuxul ji min re bike, ji xwe re hîn be.
şuxule havîne zivistane dike.
şuxule kirî pîxem ledixe.
T
Tajî jî dibeje: “Ya Ellah!” Kewrosk jî dibeje; “Ya Ellah!”
Takî je bikisînî we sed pîne je bikeve.
Talane meru ye, liva cehî ye.
Talasa gure ku qantir (hesruk) biha ye.
Talihe xelke res e, talihe min res u bes e.
Taliya tire, min kezî kure.
Tariya bê roj e
Tase gote legane: “Pîsa resa dev pene, lawike min bu tu dane.”
Tasek dew, nanekî cehîn ne tistek e, ba li pista mere xerab keve.
Tastiya wî li ser pista keruske ye.
Tazî ji jina xwe re got: “Zirav birese.”
Te çi xwar losî can be, te çi dît ji me ra beje.
Te daye avê, ha li çongê ha li navê
Te got kew e, min got nikile we sor e.
Te got mirî tira nakin!
Te he ginikres nedîtine.
Te hela he maste ser bi sîr nexwariye.
Te kef kir, ez ketim belaye.
Te ku da ave, ha li çoke, ha li nave.
Te ku ra girî te ku ra bihecî
Te ku ra girî te ku ra bihecî.
Te sere min xwar
Te silk jî divet, kutilk jî divet.
Te sotin le naye gotin.
Te sust ava bi gu, ez çi bikin qenciya bi du.
Tehte te le rî, barane sust.
Teka çalê, rizkî salê.
Tekeve zike diya xwe xwe xilas nabe.
Temahkaro, gunehkaro.
Temaşe ji mewijan xweştir e
Temûz dipêje,tebax dirêje
Temûz e kakil ket gûz e
Tene bû firîg,mele bû şirîg
Teq teq stûnê,yek çû yek ket şûnê
Ter nedixwar nan u jajî, xwedî dikir tole u tajî.
Têr xwarin tune danîn edet e
Tev u tesiyan ra na welleh, qulopon re eywallah.
Tevir got dare: “Ez hatim te! Dare got: “Ez çi bikim destiye te ji min e.!”
Tevn birî esa serî firî.
Tevn hate dara, namîne li wara.
Tevn u tesî dile min desî, diçe ave çirtik dave.
Texmîn rêbir e,aqil hakim e
Texte min gelek mixan hilnade.
Teyr difire bi refe xwe re.
Teyrek hebu teyra gistî li ser wî de zîrç dikir ewî jî li ser çeliken xwe de zîrç dikir.
Teza dibînin, kevna ji bîr dikin.
Teze diya mine çoka xwe dayne erde ji min ra birakî bîne.
Teze hatin, kevn xelat in.
Tî dibe ave tî tîne.
Tif kirine beqe, beq li wan keniya u got: “Ruye min bi ava behre sil nabe, we ji tifa we sil be?”
Tifa li ser hevraz e.
Tilî peçiyen wî zer dibirin.
Tim kirasê hesûdan kin e
Timahî tim kêmahiye
Timawo ji hevalan mawo.
Timaya çarixan kir gore qetand.
Timayî, re mayî.
Timî bere kevçî berve xwe dike.
Tîr çêkim dan dere, ron çêkim nan dere
Tîr dikim dan diçe,rohn dikim nan diçe
Tir ji Qeyso re kir eyb.
Tir li hemama, derew li xerîbiye.
Tir li ku, das li ku!
Tîra ji mine, li mine.
Tira par havîne, îro hatiye sîne.
Tira pîre ya du çiqil deve mere be aqil.
Tirba daye xwes çekir le kelike we de rî.
Tirba nezda miriya kîjan e?
Tirba siwaran her kola ye.
Tirk navin eşîr
Tirs berê mirinê nagirê
Tirs hebe erd giran dibe
Tirsa mirine ketiye dil.
Tiste nedîtî u nebînayî. (Tisten nemayî.)
Tiştê bi nîvî,jê neke hîvî
Tiştê destan kir kesan nekir
Tiştê ku nebe qiyamet,ku bû xêr û silamet
Titî ku sar dibe, dibeje: “Eze xanîkî ji xwe re bigirim.”
Tivinga deste te, tu tesiya diya te ye?
Toroqa wî dan ser nane wî.
Tote totavinge, li te sele min bejînge.
Tovê xwê ye,pisê hêstirê ye ?
Tove xweziye çandin li sune, La hewla Wellah hesîn bu.
Tu benike sor u zerbuyayî, te bi dere hebana xwe ve buyayî.
Tu bi hirî ba, te li nav kerî ba.
Tu bi ve quse, naçî Muse.
Tu bi vî aqilî herî, tuye keweke hesîn ji xwe re bigirî.
Tu bibî gerdî, tu nebînî wî erdî.
Tu bidî zîtika nedî zîtika, te bidî heqe dîzika.
Tu bidî zîtika nedî zîtika,tuyê bidî heqê dîzika
Tu bihusta wî zêr deynî newêre
Tu bikî nekî Xwede bide te.
Tu car bo mirovê xerab xwe xera nekî,ku xera bikî,tu yê ser piştê li erdê bikevî
Tu çawa siware exteyî, te çawa nivîne xwe bazirgan ra hîstiye?
Tu çi bejî li bejna hespe min (heyren) te.
Tu çi zu buyî dîk, te çi zu bang da?
Tu çi zu buyî kundir, te çi zu sax veda?
Tu çûyî bajarê yek çavan,divê tu jî çavek xwe bigrî
Tu devî ma bûkêy, ez jî yî malê exê.
Tu di bin kume mindayî.
Tu dibejî deve te mor kirine.
Tu dibejî ji deve gur derketiye.
Tu dibejî ji nexwasan ra çuye berfe.
Tu dibejî li ser diranekî çeriyaye. (çeriye)
Tu dibejî qey demana dare ji te dixwazin.
Tu dixwî, li min digivire.
Tu dizanî ke tuyî (tifî) deve wî/we kiriye.
Tu gistî ser hev de bikutî nabe sîr u pîvazeke.
Tu hatiyî agir bi deyn bibî?
Tu he rastî helikresan nehatiyî.
Tu ji bîhr bikî, Xwede ji bîhr neke.
Tu jî dizanî ro xerab li min çuye ava.
Tu ji sa ra çarixan bidiruyî we çarixen xwe bixwin.
Tu ji vir ve çuyî gizim, ji we ve hatî nizim.
Tu kere lexî, xwîn je naye.
Tu kevira di dilê wî kî newêre
Tu kîjan kevirî rakî (hilkî) ew ji bin derdikeve.
Tu li serî u sosina li desta u bazina Xwede ji hinekan distîne dide hinan.
Tu li Soro dixî, Moro ji xwe ditirse.
Tu me je re gotiye hespe te ker e?
Tu min bixwerîne, ez jî te dalesim.
Tu ne mala he he ye ku her roj be.
Tu nesekirînî, nan sela te napeje.
Tu poz bigirî, ruhe wî/ we ye bikise.
Tu qala ke bikî an li ber derî ye an ser xenî ye.
Tu tenekê di ava zêr rekîjî dîsa tenekeye
Tu tera xwe tirî digerî an, kustina nehtor digerî?
Tu tist naye ber çaven wî/ we.
Tu xwes mevan e, le ne tu mazuvan e.
Tu yek kurkê neheqiyê li xwe nake
Tuyî deve hev kirine.
V
Va dar, va birek
Va dil e, ne bilxur e.
Va ev ez, va ev jî kefene min.
Varik e, heke hesinî dike.
Varikên nû rabûne hêkên sor dikin
Ve ave guse guse, kes nabeje dewe min tirs e.
Vedikeve las e, radibe bas e.
Vestîya kir, vesîya xar.
Vî destî dide bi wî destî distîne.
Vî guhî dikeve, wî guhî re derdikeve.
Virin, li mala ma jî pir in.
W
War ew war e, le bihar ne ew bihar e.
Warin dewe min biken, ez jî herim dewe mîr bikem, bila mîr kevnekiraseke bide min.
Way tirmixa kure kere!
We ev hevira hin gelek ave hilîne.
Wek agire bin kaye.
Wek ase av li ser birî.
Wek ava arane.
Wek ava bin kaye ye.
Wek benîst pe ve dizeliqe.
Wek berfa spî.
Wek berxa ber bizine.
Wek berxa ber du maka.
Wek berxa ber guran.
Wek bizina ku li ber ecele xwe bireve.
Wek buka barane.
Wek çeleka ji ber golika xwe newan bibe.
Wek çeleka pel golika xwe bike.
Wek çeleka pel pizdana xwe bike.
Wek dela li ser tula.
Wek dela tu tulen we jî ber bigirî.
Wek desmala ser destan diguhure.
Wek deva du cîhî de be serjekirine.
Wek deva ji palane xwe bixwe.
Wek dîke bewext bang bide.
Wek dîware li ser buze.
Wek Eceme ku li çav penere ter bikeve.
Wek etîmen çav heke sor ketî.
Wek eyare genî ku bihn je be (te).
Wek feleka xapxapok.
Wek fira kewe.
Wek garise li ser defe.
Wek gawiran xebatkar e.
Wek gura diberî dikin.
Wek gure dev bi xwîn.
Wek gure di keriya mîhe de.
Wek gure di keviya mîhe de.
Wek guze bi jimaran.
Wek hespe Sidhana_ pas ve diçe.
Wek hirça birîndar.
Wek hirça deve geliyan.
Wek hîva çardeh salî.
Wek kefa deste xwe dizane (zanim).
Wek kefa deve seye har.
Wek kefa sabune.
Wek kere guh sist.
Wek kere ku ber ve gur bizire.
Wek kesteke hale kevir de bigirî.
Wek kevçiye nesustî xwe daveje nav.
Wek kevire bine bîre.
Wek kewen tiving li ser teqyayî.
Wek kore keç bikeve dest.
Wek kore riya kaniye nas kirî.
Wek kusiye ku qalike xwe qayîl nebe.
Wek liva nîsike, ne ber e, ne pist e.
Wek mar e, ne cîh e, ne war e.
Wek mara pe veda.
Wek mara, bi axe didebire.
Wek mare di tur de.
Wek mare pî di zik de.
Wek melaye nexeritandî._
Wek melaye nexwendî.
Wek mesa ku bikeve nav lepe kora.
Wek mesa ku li ser gamese dayne.
Wek mirîska melisok.
Wek miske ku tekeve qula mare res.
Wek muye ji mast bikisînî.
Wek pele nav gu ketî.
Wek peza ji kerî qetyayî.
Wek peza li ser diranekî biçere.
Wek pisîka pelur di ser de hursiyayî.
Wek roviye ku bendî punda mirîska bikeve.
Wek sere vepincirî.
Wek seye xwe ber barane sil bike.
Wek terale Bexdaye.
Wek teyre di mij de berî kewan de.
Wek zerika heke.
Weke guza kor e.
Weke ku tu pifî çire bikî u vemirînî.
Weke muma helandî (helya ye).
Weke nane sele du ru ye.
Weke pisîkan e, li ser piste nakeve.
Wekî hirç ji mese, derket çi ner çi me.
Wel axirî, wel aqubet.
Welat ji dê şêrîntir e
Welat xweş e ,bi welatiyan
Westî ya kir vêsîya xwar.
Westîya kir vêsîya xwar
Wetaq bi obê ma, kevçî bi kodê ma
Wexta ciwan bu ew bu çelenge siwara, wexta ku kal bu, ma li dewsa wara.
Wexta heye mevanî, wexta tunebe golikvanî.
Wexta kar rû dizivirîne,wexta şîvê kevçiyê tîne
Wexta kara ru digerîne, wexta sivre kevçiyan tîne (digerîne).
Wexta ku ez ciwan bum, bi tîr u kewan bum; ku ez kal bum, bendeware nane şikeva bum.
Wexta nîçîra min te guye tajiya min te.
Wexte gîha bu, kes ne xuya bu, dema bu firîk, Hemo u Heso bun sirîk.
Wey le min çav bi susek xwe ve mizdayî.
Wey li qune, way li meska dosafe.
Wez weze Musa ye, fel fele Firewun (e).
Wî li min daye, ew digirî.
Wî tim dewe tirs vexwariye, çi haya wî ji dine heye?
Wî tûrê xweş e li serê wî ker î
Wisa direje ku tastiya ewran dibe (dixwe).
Wisa qirej e, mar je vedirese.
Wisa sar e, wek suka sehare.
X
Xal Xidiro, hero li viro.
Xalan xelk in apan milk in.
Xalan xelk in, apan milk in
Xalan xelkin apan milkin.
Xalan xwarzî rakirin, maman birazî winda kirin.
Xan nabe bê mêvan
Xana bê mêvan ehreman lê civan
Xanika xido,yek nebû dora dudo
Xate wisa dibeje, hela ka Fate çi dibeje.
Xatiya Bihare, te gileya pener xware em tev derketin bihare.
Xeber xweşa ker da guran
Xebera xweş bi cîranan re,feyda xweş bi nasan re
Xelayî hatiye, tu camerî jî hilatiye?
Xeletî ji piçukan, efu kirin ji mezinan.
Xelk çû raketine Mest(Mistefa) hatê runiştinê
Xelk dewî xwe yî tirş ji meriya naefşîne
Xelk dewî xwe yî tirş ji meriya naefşîne.
Xelk mal u dewlete çedike, ez u Androkoloze xwe tuj dikin.
Xêlk nenika meriya ye.
Xelke gistî girtiye yare, bexte min rebenî tene buye hewar e.
Xelke ra gul e, ji min ra sil e.
Xelke re edet e, ji min re erbet e.
Xelke re masî giro, ji xwe re kusî giro.
Xelke re pirbejo ji min re ker u gejo.
Xelo, xellas!
Xema berfe ye ku debara kasiba tune.
Xema kor e, çira wesiya.
Xemla buka, buka çuka.
Xer ji xere derbas buye.
Xer u xwesî li te barî, kevir u kuçik li min barî.
Xera ku ji te te, bila ji Xwede be.
Xerab ji kul û qotikan,baş jî ji dost û yaran xalî nabin
Xew nema li piçuka, abur nema li ruye buka.
Xew xwes e li çayire, ber zinaran, le wekî mar tune be.
Xewa pir giran, meriye pir nezan.
Xezale ji ber sikevlatoke, zozan li xwe heram kir.
Xistiye benîst, deve xwe de dicu.
Xîşni ya mêr dî ji ya weris revî.
Xizan halê xwe bizanî, riz a bixware.
Xizana bi halê xwe bizana, riza bixwarina
Xizana bi halê xwe bizanîya riza bixwarina.
Xizana halî xwe bizaniya riza bixarina.
Xizanî nezane
Xizanî nezane
Xofkeso, qeda peso.
Xort revîne kera, qîza gotin: “Ya me ma bi Xwede.”
Xudanê sebrê bîye mîrê misirê.
Xurte ne bi male xwe.
Xwarin gend û gû şûştin reng û rû
Xwarin ya herkesî ye,mêranî ne ya herkesiye
Xwe bi sîreke te didî, bi heft pîvazan nikarî je xilas bikî.
Xwe bidî tîzan nedî tîzan, te bidî heqe guzan.
Xwe çedike, xwe pak dike.
Xwe da rîti bu digot: “Min bi rews bison.”
Xwe daye ber bere res.
Xwe di kara xwe de, ker di nav naxire de, tu dibejî: “Ha werin xwe, ha werin xwe!”
Xwe gir dikuje.
Xwe giran digire.
Xwe je re dagirtiye.
Xwe je re dike erd u xwelî.
Xwe ne ji dere dike, ne jî vange.
Xwe serîn dike.
Xwe vedigere.
Xwe weke baz e, le neçîra wî ji xelke ra ye.
Xwe winda kiriye.
Xwe zede dibîne.
xwedanê sabre bûye Mîre Misrê
Xwede beje kane, ez bejim hane.
Xwede bike, qule çi bike?
Xwede çiyan jî tene neke.
Xwede daye, mirde zaye.
Xwede dikare qir jî bike, pir jî bike.
Xwede diya meriya dide ser zereguniya, kere Same jî berdide ser.
Xwede felen mar dizane loma dest u pe kirine zik da.
Xwede gir bide te, neynuka jî ji te bistîne.
Xwede got: “Xwe bisitirîne ku ez stareke li ser te bikim.”
Xwede gotiye: “Dewara xwe bi lingekî gireide, se lingan jî bispere min.
Xwede gotiye: “Ka te eyba xwe vesartiye ku tu eyba hevale xwe dibejî?”
Xwede gotiye: “Xwe ji ber diyare ketî bidin alî.”
Xwede kor kiriye, pel agire sor kiriye.
Xwede ku da yekî, gere bizanibe bixwe.
Xwede ku mirov kor dike, mirov linge xwe li kodika xwe dixe.
Xwede mirov ji hespe peya neke, li kere siwar neke.
Xwedê mirov şaş neke,fehş neke û di erdê re kaş neke
Xwede nede dijmine min.
Xwede nede serme.
Xwedê serî dibîne,kumê lê datîne
Xwede wan (me, wî/ we) xwedî dike.
Xwedê yar be ,bila şûr dar be
Xwedê yar be, bela şûr dar be
Xwedî kir bi deste xwe, kir emele sere xwe.
Xwedî kir bi destê xwe,kir emelê serê xwe
Xwediye fise bi xwe dihese.
Xwediye gost ji dizane gost heram e, xwediye pera jî zane pere qelp in.
Xwediye kela Potike, tu xwe baveje ser jinike, sibe rabe bike sîna ge,
Xwediye mirîska, zîrç li enîske, were male bixwe zerhevrîska.
Xwediye sebre, mîre Misire.
Xwediye seve sev nexwariye.
Xwediye skure ew e.
Xwediye xanî deng nake, kirecî lev nake.
Xwelî li axe, çaxe piskul bu malxe.
Xwelî li wî serî, ewî ga da bi kerî.
Xwes xeber e, le min je ne bawer e.
Xwezî bi aqile pasîn.
Xwezî bi nave we ne di nav we.
Xwezî buka xelke xerîbama u min pesne mala bave xwe bida.
Xwezî mirin hebuya, kalbun u pîrbun tunebuya.
Xwezî sewiya, ne hewiya.
Xwezî virek bikira tirek ji pera bikira.
Xwezî xesu nebuna, buk bi dile xwe buna, qirç qirç benîste xwe bicuna.
Xwîn bi xwînê nayê şûştin
Xwîn bi xwînê nayê şuştin, xwîn bi avê tête şuştin
Xwîn li ser de dikele.
Xwîn ser de hatiye.
Xwîn tijî çav(an) buye.
Xwîna xwe kiriye kevçî, raberî min dike.
Xwîne di ber neynukan de avet (avetiye).
Xwîne pe girtiye.
Y
Ya dile min bila dile min de bimîne.
Ya em bixemlînin ya biqelînin
Ya ji min we da, ye min te da.
Ya ku hat bîra min, hat sere min.
Ya ku xwede dizane çi ji qulan veserim?
Ya mera lehatin.
Ya zare te ji min re, ya dile te ji te re.
Yan eshed, yan nan u to.
Yan mam, yan xal.
Yare diya min yekbana mine bi dendiken behîva xwedî bikira.
Yare ji yare serm kir, warres ma.
Yare ji yare serm kir, zare kurîn di pesa xwe de nedît.
Ye bastir Behdîn e, ew jî hîz e, diz e u derewîn e.
Ye bi ar ji xwe fedî kir, ye bear got, ji min ditirse.
Ye bi dew çu ba ye be dew alîkarî xwest.
Ye birçî çu ciwate, ye tazî neçu.
Ye der hat ye hundir gewirand (qewitand).
Ye derewîn vala hilda, ye rast tijî hilda.
Ye dewletî keremke mele, ye kesib bimîne dere male.
Ye direve jî gazî Xwede dike, ye dide pey jî gazî Xwede dike.
Ye jinan hatin ber ara (agira), ye meran çun ber dîwaran.
Yê ku bi jina xwe nikare ne tu mêr e
Yê ku bi jina xwe nikare,ne tu mêr e
Ye ku heviya yare ma, heft salan be jin ma.
Yê ku ji jina xwe natirse ne tu mêr e
Yê ku ji jina xwe netirse, ne tu mêr e
Ye ku min hilnade terkiya hespe xwe ez hilnadim terkiya seye xwe.
Ye ku xebitî, nexelitî.
Ye ku xwe pesinî, tir te de nesekinî.
Ye ku zane ji xwe zane ye nizane dibe qey baqe nisîkan e.
Ye leheng (qehreman, xurt) ewe ku hesin sor bu, rahele.
Ye li bin deng nake, ye ser qare qar e.
Ye ser sekiniye, ye binî nasekine.
Ye te çilul u milul, ye min Xwede u Resul.
Yek bi male xwe, yek bi cane xwe.
Yek dimire, yek dimîne.
Yek e, le pir bi dendik e.
Yek heft salan be kiras ma, je re kiras kirîn got: “Zu bidirun” u revî ket tendure.
Yek heye bi sedî,sed heye ne bi yekî
Yek heye, bi sedî; sed heye, ne bi yekî
Yek li mirinê,yek li kirinê
Yek li xwe kire duda (duduya).
Yek merî, bi hezaran xiyal.
Yek sahide dehan e.
Yeke çav belek e, qijeleyî befeyde ye.
Yeke dilî, yeke zarî, bigire baveje nava narî (agirî).
Yekî aqil, yekî din, xwe dan muyekî neqetandin.
Yekî darek da yekî bi guliskeke
Yekî du gaye wî hebun, yek nediket hundir, yek jî ji hundir dernediket.
Yekî je distinî bi dehan je xelas nabî.
Yekî Qerazî, yekî Berazî, ji hevdu re bune xal u xwarzî.
Yekî ra jî ho, hezarî ra jî ho.
Yekî re gotin: “Tu bext dixwazî an text?” Got: “Bext ku hebe, texte bi xwe be.”
Yekî re nifira dikî beje: “Xwede male te teke pere u pera jî di berika teke.”
Yekta nebe, duta te ra nabe.
Z
Zad u ziwane tevli hev dike.
Zad zade miriyan e, gost goste sa ne. Got: “Xevzank bi xwe jî ji kîre filan e.”
Zane dawet e, le nizane mala ke ye.
Zar doste pist hisk.
Zaroyen du pinda, weke riya here du gunda.
Zavaye me çi zava ye, qîra sîr e li me geriya ye.
Zavaye me çi zava ye, teniya don e li me geriya ye.
Zebes e, dendik res e, çiqas xwes e.
Zengil hilat,mengil dahat
Zer da bi zer, kirkirk jor de daser.
Zêr di zikaka de winda nabe
Zêr wenda kir, di pê morî ket.
Zêr zane, zor zane
Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane.”
Zevî tuneye teyrik maneye
Zik li piste ve girtî ye.
Zik ter dibe sturiye xwe li kendalan dide.
Zik ter e, çav birçî ye.
Zik ter e, mil ser e.
Zik ter e, xew je re xer e.
Zik u pist buye yek.
Zikê bixwe savarê divê here hawarê
Zikê ku pîzav xwarî yê bişewite
Zikê têr hale yê birçî neyê
Zike wî sen e. (sen buye)
Zikekî ter e, deh zikan birçî ye.
Zilam ji pîreke, gaye cot ji çeleke.
Zilam li ser kar e, pîrek li bin dar e.
Zilam zilam e, pîrek pîrek e.
Zilamek hebu, dema nane wî hebu dewe wî tunebu, dema dew hebu nan tunebu; dema herdu jî hebun ew ne li mal bu.
Zîlike bihare, debara male.
Zilm zilma Xwede ye, ferman fermana axe ye.
Zilmkaro, dinya xwaro.
Ziman girtî, ser rehetî.
Ziman sor e, hereket kor e.
Zimane mara ber derxist.
Zimanê sor digere bê dor ?
Zimane sor e, pesî (pesiye) ne geli ye ne zihor e.
Zimane wî nebuya, qijikan we çaven wî derxistina.
Zimane xwe birî, cîhe xwe kirî.
Zimano leq,seriyo teq.
Zimano leq-leq, seriyo teq req.
Zivir zivir, dîsa li vir.
Zivistan hat birka_ feqîran teqiya.
Zor digihîje tor,tor ji taşiyê siviktir dibe
Zor nagîheje kere, palan dikute.
Zor zane zer zane deve tivinga mor zane.
Zotike we/ wî ji sere hefte heft bave we/ wî zedetir e.
Zu bajo, hur bajo, dur bajo, ga meesîne.

Derbar Rêvebir

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply