Gotinên Gunehkar ya Hesenê Metê

  1. Dewsa şîrê dayika min xwîn diniqutê ji dev û poza min. Xwîneke jahr û zengarî, xwîneke tirş û tahl, xwîneke şor û tahmsar.
  2. Di gera min ê cenabê Xwedê da, di navberê me de tenê fikrên xelet û hizrên çewt hebûn. Bi fikrên xelet min “dara kufrê” av dida, bi hizrên çewt min “avahîyên şirîkatiyê” ava dikir, paşê tobe dikir û efûya xwe ji cenabê Xwedê dixwast.
  3. Ez nikarim dilê xwe bigirim lêbelê bîranîn û bîhna axa welêt pêşiyê min bernadin. Yanî ji paşeroja xwe revîn, ji rastîya xwe dûrketin û ji fitrata xwe binketin tune bû.
  4. Lê ez bi zanîn û bawerîya xwe têdigêhiştim ku li ser vê dinê tu koşkên ewle tune bûn. Koşka Lûlû xan wiha bû: Tenê bû û ji êrîşan re vekirî bû.
  5. Tizbiyê ji dendikê zeytûnan di dilê min de tune bû lê him di destên Geştîna xanim de him jî di dilê wê de hebû. Ez ji xwe, ji rewşa xwe, ji pêşeroja xwe ditirsîyabûm. Tenê acizbûn… Tenê çûkek ku herdu bask jî bêhez û bêxof…
  6. Marê umrê min agir li marê wan î malê xwelî dixwar. Marê umrê min dijminê Xwedê bû lê marê wan dostê însên bû. Marê min bi ax û jahrî bû lê marê wan cûda bû. Marê umrê min hov û êrîşkar bû lê marê wan î malê kedî û kûvî bû.
  7. Mekrûs Efendî gotibû: “Min bextê xwe di marekî morbelek de dîtîbû, peyvên xwe di çavên wî marî da girtîbû û çîroka min li ser zimanê wî marî hatibû nexişandin. Paşê axaftîna xwe wiha dawî kiribû: “Min aramîya bêdengîyê xwe, ji xewnên marî morbelek hilgirtîbû. Min wersir û razên bêdengîyê ji çîroka marî morbelek hilgirtîbû.”
  8. Mekrûs Efendî gotibû: “Di çavên kê da ‘ga û parî, zêr û xwelî’ yek e, ewan li ba Xwedê ne û bihuştî ne; lê bele di çavên kê da ‘ga û parî, zêr û xwelî’ cuda ne, bêguman ewan dûrê Xwedê ne û agirî ne.”
  9. Niha di pêsîrên keçikên min da tenê axû û jahrî heye. Axûya şeytên û jahra nefsê. Di şevan da şeytan xwe berê pêsîra keçikan min dide û di rojan da nefs pêsîran keçikên min diherimîne.
  10. Di sebra Eyub da hezkirina Xwedê û di hezkirina Xwedê da jî sebra Eyub hebû. Yanî çîroka çûkê Eyub bi didu baskan difirîya: Sebr û hezkirin. Ew bêyî hevdu nedibûn. Her ku Eyup sebr kir, Xwedê ji wî hez kir; her ku Xwedê hezkirina xwe bexşande wî, sebrê wî  gihişt û mezin bû. Eyub bi sebra Xwedê, dara hezkirinê av dida û Xwedê jî dizanî ku Eyubî tim bi sebr e, yê tim bi sebr bibe.
  11. Evîn tim giyayekî caris bû lê haya Behram ji vê rastîyê tune bû. Evîn hewqas giyayekî caris bibû ku tim di cîh û warên asê da û di demên herî dijwar da rû dida û şîn dibû. Yanî di evîna rastîn da xwekuştin û vejîyandin, sînor û bêsînor, bedewî û kirêt, qencî û xirabûn tim bi hev re bûn. Heke stirîyê Bekoyê Ewan neketibûya navberê Mem û Zînê, hingê ne evîna wan dibû û na jî çîroka wan digêhîşt roja me û wêda.
  12. Belkî li ser dinyayê her kes hebû tenê em tune bûn. Ez û Nagîna, mîne hemû çîrokan berê û li ber windabûyine. Ez tenê bi gunehên xwe ve hebûm, Nagîna bi bejn û bala xwe, bi bedewbûna xwe, bi rindiya xwe hebû. Gunehên min bi bedewbûna Nagînê re diket pêşbirkê lê di her carê de yê têkdiçûyî ez dibûm, ya belawela dibû bawerîya min dibû, ya belavdibû gunehên min bûn. Bedewbûna wê na aîdê dunyayê bû, na aîdê van deran bû.
  13. Ez tu caran ji erdnîgariya wê şermê derneketim. Min hemû hebûn û hîçbûna xwe li ser wê şermê ava kir. Di goman da bi wê şermê va razam. Çiya û banî bi wê şermê binpê kirin. Di cîh û warên me yî berê de şopên wê şermê hene. Keviran çolan bi rondikên şermê hatin şûştin. Bajarkevnê Perre bi wê şermê hatibû tewaf kirin. Bi wê şermê welatên din geriyam, bajarên din hatibûn rûxandin, gundên din hatibûn tarûmar kirin.
  14. Tim li Bîro me. Di çavên atkê min de koçekê din radibe; tim hêştir xatirayê kal û pîran e, hesp dîyarîyê dê û bavan e, ker berateyê zar û nevîyan e. Û evîn tim qedexe bû, gunehkar bû, tewanbar bû. Evîn tenê di kilam û sitranan da xweşiktirîn bû, di çîrok û meselan da paqîjtirîn bû, di şevbuhêrk û serpêhatîyan da efsûnkartirîn bû. Evîn agirê di dil da,  pîzotê di bin zimên da û peyvê di çavan da bû. Agir dojehî bû, pîzot şeytênî bû û peyv însanî bû. Însanî, yanî bêqîmet û bêmana, bêcoş û bêperoş, mişt û vala.
  15. Eger ku tu hînî bêdengîya min bûya, fêrî zimanê min bûya, aniha her yekî me ristên çîroka yekî din neristîya. Aniha ez di çîroka yekî din da xwe nûh va hînî bêdengîya xwe dikim û tu jî di çîroka yeke din da xwe nûh fêrî zimanê bêkesîya xwe dikî.
  16. Li Gola Osmên xew da mabûm, pez û hevalê min çûbûn, tu kesî din tune bû. Tenê evîn û şevîn bi min re mabûn. Paşê reviyam, reviyam, hindik mabû ji ser çiyan bifirim ezmanan. Lê nişka va di kûrahiye şevîne da lambeyên bajarê Semsûrê vêketibûn. Lambayên bajêr mîna çîrûskan diberiqîbûn, li hember tarîyê berxwe didan. Evîn, xewn bû. Tenê xewna şevan, na tiştekî din, yan jî nedişibû tiştekî din.
  17. Nêçîrvanekî hatibû û di xewnê Hewayê min da teyrê min î ezmanî û xezala min î erdî kuşti bû. Xêncî li çîroka berê veger tune bû. Mecbûrî, her kesî bi peyvên nuh çîrokakê nuh binivîsîya. Didu çîrok nedişibûn hev û di çîroka min da xêncî Demora û vegerê her tişt û her kes hebû. Min bi destên xwe nivîsa eniya xwe xira kiribû, belawela kiribû û bi Demora, yan jî bi Demora re veger tune bû.
  18. Ya rast û esas bêdengîya zanînê ye. Xwedê di bêdendîya zanînê dal cenaba xwe nêrî û însan afirand lê însan wê nizane, însan tim deng dike, diaxîve. Di sirûşt û gerdûnê da bi zimanê tiştekî din deng dike û diaxive, tenê însan e. Ji bo vê, Xwedê dibêje, însan cehil e, nezan e, ehmeq e. Mekrûs Efendî axivî: Teyrên xwe tim di ezmanên bêdengîya zanîne da bigerîne û xezalên xwe di mêrga bêdengîya zanîne da biçêrîne.
  19. Rastî, pez û qewmê xwe terikandin û di rêyê xwe de bi tenê çûyîne. Rastî, Şoreşa Kopernîke: Navenda gerdûnê guherandine û hemû dîwarên dêran rûxandine. Rastî, di hebûna Xwedê da hîçbûna xwe ava kirin e.
  20. Dîsa yekî din î min deng dide, yekî din î dewsa min diaxîve, yekî din peyvên min bi kar tîne. Dîsa yekî din çîroka min difiroşe yên din, şevên min diherimîne, tevnê min hildiweşîne. Dîsa yekî din bi mirîyên min re dihere û tê, şopên min paqîj dike, bi pîvan û nirxên min dilîze.
  21. Bi ava devê mêr hatim dinê û bi ara devê mêr dinê terk dikim. Tim ava devê mêr jîyan bû, ara devê mêr mirin bû û herdu jî bi destên me bû, bi biryarên me bûn, bi xwestekên me bûn. Av bihuşta me bû, ar dojeha me bû û ba me herdu jî wek hev bûn.
  22. Hemû umrê me, di navbera tofanan da bihurî û çû, kes ne bi rastîya xwe hişyar bû ne jî kesî sekratê tofana xwe dizanibî. Tim tofan hebûn di jiyan û mirinên me da. Em qetî tune bûn. Em hîç nebûn. Di dewsa me da tenê girî û xwîna me hebû. Yanî girîyê dayikên me û xwîna bavên me. Yên mayîn jî, yanî zar û zêç, kur û keç, xwişk û bira jî di Gola Girî û Xwînê da vedijîyan û berxwedidan.
  23. Tim “tûrên rêwîtîyê” li ser milên me bûn û tim “destên wan” li ser derîyên malên me bûn. Di tûrên me da tenê hêvî û nifir hebûn;  hêvî ji boy me û nifir ji boy wan bûn. Di destên wan da tenê xwîn û guneh hebûn; xwîn ya me bû, guneh para wan bû. Hemû çîrok jî yê wê bûn.
  24. Tim li ber û ser me, li paş û pêş me, li jor û jêr me, li dor û pêrgî me, mirin bi destên dijmin û zaliman belav dibû. Xwedê bi hemû zimanên xwe gotibû: “Jîyan!”; wan jî bi hemû rik û înyata xwe bersiv dida: “Kuştin!”
  25. Li ser rêya min hestiyan tim eynî rastî digotin: Me kujerên xwe bi destên xwe gihir û mezin kirin, me gorên xwe bi destên xwe kolan, me êş û birînên xwe bi destên xwe afirandin.
  26. Mîrê Mezin bi şeytênê xwe re dibêje: “Xwedê yek e lê didû rûyên Wî hene. Rûyê Wî ronî însan in, yê tarî ez im. Paşê Xwedê însan ji gencîneya xwe derxist der, li ser dinê belav kir û reşbûn para min bû. Reşbûn, yanî lanet, dojeh, guneh, şer û pêvçûn hwd.” Ew jî çîroka şeytên ya qedîm bû.
  27. Di mijara lêgerinê da Mewlana Celaleddînê Romî bersiva Mîrê Mezin wiha dide: “Heqîqet bi lêgerinê dest nakeve lêbelê yên heqîqetê dest dixin jî tim li wê digerin.”
  28. Aramî û xweşiyekê bêdawî ya li “wir a”, ji hezar êş û azarên bidawî yê li “vir a” çêtire, baştire, hêjatire.

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply