Gotinek di 84 Saliya Prof Dr. Celîlê Celîl de

Di havîna 1982an de, li Qamişlo, ez çav bi Prof Dr. Celîlê Casimê Celîl ketim. Ew yekemîn car bû ku dihat nav kurdên Sûriyê. Ji Heleb û Efrîne digel kalemêrekî Ezîdî ji Efînê pêre, hatibûn Qamişlo. Di mêvandariya endazyar Mihemed Şêxo û kebaniya wî Emşa Qadiro de bûn. Di vê carê de, min ew naskir û bûm wek rêberekî pêre, digel çend navdarên Qamişlo.. Wiha me tevan dengbêj û çîrokvan jê re komdikirin, ji Silo Koro bigire ta bi Demir Elî, ji pîrejinan ta bi kalemêran.. Wî jî, bê rawestandin, şev û roj dikin yek û wek zarokê ku çav bi yariya xwe keve, bi şahiyek bê pîvan gotinên wan di nivîsandin û tomar dikirin..

Di sala 1985an de, careke din digel kebaniya xwe (Gulîzarê) hat Qamişlo. Vê carê jî, wî gelek pêmayê bav û kalan, ji windabûnê dan hev û bi xwe re birin.. Di vê hatinê de, min jê pirsî, gelo te zargotina kurdên Binxetê çawa dît?

Li min vegerand û got: “Behreke, min qurtek av jê vexwar û va ez tî vedigerim..”

Di sala 1988an de, careke din ew û xwîşka xwe (Cemîla Celîl) hatin nav kurdên Binxetê/ Qamişlo. Di vê gerê de jî, gelek stran, metelok, nifir û destnivîs bi xwe re birin.. Di pey van hatinan re, me gelek carên din jî hev dît.. Di van hersê carên pêşî de, ez pêre bûm, hem jî, ez jê fêrî danheva zargotina kurdî bûm.. Wiha bi saya wî, hezkirina zimanê kurdi bi min re mezin bû.. Roja îro, ez wî wek mamostayekî ji xwe re, di warê eşq û danheva folklorê kurdî de, dibînim û her dem ez vê yekê tînim zaman.

Bi helkeftina ku îsal, di roja 26/11/2020an de Dr. Celîlê Celîl derbasî temenê xwe yê 84 salî dibe, kêfxweş dibim ku van gotinan derbarî pîrozkirina temenê wî, ji xwendevanên gelê xwe re raxînim ber çavan. Wek vê agahî û pîrozkirinê ji min tê xwestin, berî gelek kesên din. Ez ji gelekan bêtir serwextî jiyan, kar û xebata wî me û ji mêj ve pêwendiyên min digel wî hene..

Fermo hin ji nameya wî a dawîn ku di roja 20/11/2006an de ji min re hatiye: 

“Konê Reş, birazî! Agirê dilê min ji bona karkirinê hîn gure, apê te xwe kêm nekirye. Maşalla rewşenbîrên me li Sûryayê jî, îro bûne bi hezara û hemû jî xizmeta xwe ji bona çand û civaka me bi xurtî kar dikin.

Xûşk û birayên hêja ji Kurdistana rojava ‘Biçûk’!

Dewra xizmeta we mezine, we bi hêz û camêrîya xwe, kurdperwerîya helal li ber xwe vekirye. Ez meşa we li ser wê rîya ronak pîroz dikim”.

Celîlê Celîl/ Wîena 20/11/2006 

Wek ku diyare, Kurdistan bi çiyayên xwe, hem jî bi şoreş û serhildanên xelkên xwe navdar e.. Û tevî qedexebûna zimanê kurdî, perçebûn û bindestiya gelê kurd, gelek lehengên bi nav û deng, di warê nivîsîna bi zimanê kurdî, hunandina helbestê, folklor û weşandina kovar û rojnameyan de, di nav gelê kurd de hatine xuya kirin..

Eger Bedirxanî di vî warî de ji pêşengan têne jimartin, belê gelek malbatên din jî hene, wan jî di bin şert û mercên çetîn û dijwar de li ber xwe dane û navê xwe bi mêranî di dîroka kurdan de nivîsandine. Mirov dikare ji wan malbatan malbata Casimê Celîl jî bi nav bike; Ev malbata Kurd, bi ola xwe Êzîdî, di sirgûnê de, 84 salî bi berdewamî xizmet di ber ziman, dîrok, zargotin, çand û medya kurdî de kiriye.. û hejî neferên wê, bi berdewamî di vê kêferatê de li ber xwe didin..

Mebesta min ji van gotinan; Ev e ku di 26/11/2020an de Dr. Celîlê Celîl yê ku yeke ji vê malbatê, derbasî temenê xwe yê 84 salî dibe.

Ev ê ku bi dehan pirtûk li dor kêşeya gelê xwe nivîsandine, bi sedan gotar belav kirine û bi hezaran çîrok, çîvanok, metelok, yarî û lîstikên folklorî ji windabûnê parastine, dane hev û çapkirine…

Ji mafê wî ye ku em di saxiya wî de, 84 saliya wî lê pîroz bikin û pêre beşdariya di vêxistina 84 mûman de bikin.. û pêre mûman bi temirînin.. Digel ku em jiyaneke xweş, geş û dirêj di bextiyariyê de jê re bixwazin.

 

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply