Duhî min nivîsek bi sernavê ”GOTINA ´NÎRÊ ZÊRÎN” weşandibû.
Herweha min daxwaz kiribû ku biraderên me li ser vê babetê rawestin û tiştine ku ez nizanibim, ew ji kal û pîrên me bipirsin û binivîsin.
Niha biraderê me Ebdulqadi Qeya (Abdulkadir Kaya) gotina NÎRÊ REŞ jî nivîsiye û bo min hinartiye. Li gor agahdariya wî Nîrê Reş weha ye:
Nîrê Reş, 20 roj in; deh roj ji dawiya payîzê û deh roj ji serê zivistanê ne.
Dema cotkar genimê xwe tov dike, ji ber ku axa zeviyê şil e, genim zû zîl dide û derdikeve derva.
Lê di wan 20 rojan de hin caran sermaya zêde çêbibe û ew genimê zîldayî ji ber qeşayê dişewite. Ew sal berê genim pir kêm dibe.
Ji wê salê re dibêjin NÎRÊ REŞ.
Ez bawer dikim ku di vê babetê de hêj gotin û navine dî jî hene ku em pê nizanin.
Hêvîdar im ku biraderên me li ser babetên wisa lêkolîn bikin û binivîsin, da ku Ferhnega Kurdî ya kurmancî dewlemendtir bibe.
08/ 11/ 2020
Zeynelabidin Zinar
(Ev nivîs ji rûpela facebokê ya Zeynelabidin de hatiye wergirtin)