Şemî , 26 Îlon. 2020

Gotina Mîrzade (Sînemxan Bedirxan) di Konfrensa Parîsê de*

Mamê min yê hêja!

Mamo! Çil sal derbas bûn, weke ku duh be, ema ku min ew destên te yên comerd girtin gava te ji vê cîhanê bar kir û çûy cîhaneke din, ku bi hêvî me ji vê cîhana ku tu jê çûyî çêtir be. Hêşta xweşik li bîra min e, ew roja te ji Selah xwest alî te bike ji bo riha te bibre, dûvre te li me mêze kir, ez û Selah, cara dawîn; Mêza xatir xwesta bû, ew nêrîn hemû taybetmendiyên te têde bûn yên ku me bi wan te nasdikir, çelengî, dilovanî, bihinferehî, hişmendî û dilpaqijî .    Em îro li vir dicivin li gel dilsozên te û hevalên te û malbata te, ji bo salvegera koça te ya dawî û ji bo em ahingekê li ser wê jiyana te ya tijî şoreşgerî û qurbanî û behwerî bi doza meletekî bindest û welatekî winda.

Dibe mamo tu pirsa rewşa miletê me ji min bikî, û ew doza ku behweriya te û birayên te û bav û bapîrên te pê dihat û jiyana xwe qurbanî kir ji bo hûn piştgêriya wê bikin. Dibe ku tu bipirsî jî ku ew qurbaniyên te û bavê min û malbata te gelo şîn bûn, û gelo te alî miletê me yê bindest kir ji bo maf û azadiya xwe bistîne, ev qurbanî ji bapîrê te Bedirxanê mezin destpêkirin û berdewam bûn bi bavê te re, Emîn Alî, ta ku te û bavê min Celadet û mamê min Sûreya peyama şoreşgeriyê wergirtin ta roja dawî.. Belê mamê min ê hêja, meliyonê miletê me yê Kurdî îro bi zimanê me yê şêrîn diaxivin û dinvîsin, ew zimanê ku te li gel bavê min rêzimanên wê nivîsandine. Ta îro em ahinga yekemîn rojnameya kurdî (Kurdistan) çêdikin, ya ku mamê te Miqdad Bedirxan belav kir, û roja belavkirina govara (Hawar) ya ku birayê te Celadet belav kirî, bûye roja zimanê Kurdî li Kurdistana Başûr her sal pîroz dibe. Herweha hemî pirtûk û gotarên te jî belav bûn bi zimanê me yê Kurdî. Ezê ji te re bêjim jî mamê min, ew ferhenga te ya Kurdî – Ferensî ya ku te gelek sal ji jiyana xwe borand di amadebûn û rêxistin ji bo belav bibe, û hêviya te bû ku tu bibînî berî koçkirina te ya dawî; ronahî dît û bû rastî û kete nav pirtûkên herî hêja di pirtûkxaneya Kurdî de, ev pirtûk belav bû bi saya xwendekarên te û hevalên te û xelkên ku ji te hez dikin. Ezê ji te re bêjim mamo ku miletê te kete gelek tengahiyan de û nêzîkî mirinê û belengaziyê gelek caran bû piştî çûna te. Birayên we û xwişkiên we û zarokên we hatins kuştin bi Kîmawî ji bin destê dijminekî bê ol , mebesta wî miletê Kurdî tunne bike û doza Kurdî winda bike. Em di gelek demên dirêj de borîn ku axaftin yan xwendin yan sitran bi zimanê me guneheke mezin bû û qedexe bû; em li dijî rabûn û me xwe girt û kultûra xwe parast bi dadmendiya doza xwe û milet xwe asê kir li ser xaka xwe û xaka bapîrê xwe û qurbanî jê re kir.. her carek em sist dibûn, şoreşa we dihate bîra me û me hêza xwe di vîn û çelengiya we de didît, ew hêza ku ne dihate xwarê. Kurd gihane hev di bin ew ala Kurdî ya ku bavê te Emîn Alî danî, û bû sembolek ji me re ji dema ku li ser çiyayê bilind ê Kurdistanê danî, me bi hezarên hezaran can qurbanî vê alê kir, sembola siruştiya me ya kesik, paqijî û sipîbûna dilê me, xwîna sor ya pakrewanên me û roka zêrîn a ku her dem wê roniyê bide xaka Kurdistanê û miletê Kurdî.

Mamo! Em gelekî hewcey te ne, û hewcey zanîna te û xwendina te û dilê te yê paqij û hişmendiya te ne, lê mixabin dem venagere û ji ber wilo ezê bimînim li ser bîranîna te û bîranînên min bi te re. Bîranînan min vegerandin sala 1967’an li Parîsê dema ku piştî 20 salan ji dûrbûnê ku em di sala 1947’an de li Beyrûtê ji hev dûr ketin, piştî wan gelek salan tu hîna weke dema ku em ji hev dûr ketin, aram, bi hêz, piştrast, û wek her car çakbîn, hêşta ew kaxeza biçûçik li ba min e, ew kaxeza ku te helbesteke xwe ya nazik bi Kurdî li ser nivîsand weke diyariya hatina min û hevdîtina me. Ez îro li gel van amadebûnan vê helbesta kurt dixwînim:

“Ro dibiriqe.. Esman heşîn e.. Ewr û ewran qet tunîne kî tê.. Kî tê li ser rê Sînemxana delal tê..” Em mehekê li gel te man bi Nataşa û Cimşîd û Selah re, me Parîsa delal li ser dilê te dît, me dîmenên wê yên balkêş dîtin û me nas kir tu çiqas bi vî bajarî ve girêdayî. Mehek ji dilxweşiya hemiyan bû piştî salên dirêj ji dûrbûnê. Herweha ez bi dem divegerim gundê Nawberdan li Başûrê Kurdistanê sala 1970’an dema ez û Selah bi te re beşdar bûn li Konfrensekê û mêhvanê serokê dîrokî Mele Mistefe Berzanî bûn li wî gundê biçûk û kevnare. Em hînî waneyekê ji rêzgirtinê û nefsbiçûkbûnê bûn dema berzaniyê nemir rahişte centeya te ya dest û nehişt kesekî tir helgire, û ev li pêşiya hemî xelkên amade û gote wan: “Ev – destê xwe bi te ve kir- serokê miletê Kurd e”. Ev dîmeneke mirovatî gelekî mezin bû, gelek wateyên kûr û dûr yên ku kesayetiya Berzaniyê nemir didin xwiyakirin. Piştire waneyek ji te jî em fêr bûn dema ku te erênekir li ser pileyeke polîtîkî bilind bi rengekî birêz û nefisbiçûk, û beramberî wê te ji serok Berzanî cihekî biçûk xwest ji pêşmergeyên qehreman û malbatên wan fêrî zimanê Kurdî bikî; te xwest ev dibistan bi navê birayê te Celadet bê hemberî rola wî ya mezin di tevgera netewî û di wêjeya Kurdî de û ji bo navê wî bimîne xwiya di alîkariya wî de bi avakirina bingeha zimanê Kurdî. Ji bo herkes bizane zehmetiya te bi jiyanê re destpêkir ji zaroktiyê, ezê beşekê ji hevpeyvîna rojnemayî li gel Tomas Biwa sala 1946’an li Beyrûtê, û axaftina te li ser bîranînên te: “Li wir, li Qestentînê, dema rojên payîzî yên gerim dileyistim li baxa dibistanê, birayê min ê ji min mezintir Celadet bang li min kir ji bo em herin mala xwendekaran , ez 9 salî bûm û birayê min Celadet 11 salî bû , em bi hev re çûn, derbas bibin, me du kesên bi cilê reş dîtin li ber derî, mamosteyekî me gote me ku berêwber dixwaze me bibîne, ez û Celadet û Sûreya û 9 ji pismamên min, em çûn li gel wî mamosteyî ji bo berêwber bibînin, li hinder zilamên di jî bi qapûtên reşhebûn, mamoste li yekî ji wan nihêrî û got ; ‘ Temam Efendim, hemû li vir in, 11 kes, ez guman dikim yek ji wan nehatiye.’ Em li gel polîs derketin ji dergehê mezin ê beramberî dîwarên Seraya ji bilî dergehê biçûk ê ku rojana em tê re diçûn û dihatin. Otombîl li benda me bûn, her 2 kes ji me li gel 2 polîs re xistine pişta otombîlê, û yekî sisiyan jî ji polîs li tenişta ajovan rûnişt li her otombîlekê ta riya me hemûyan kir, piştire me li gelek cihên polîsê gerandin ku tundî û hişkî bi me re dikirin, evqas tişt û ez hêşta kiçik bûm, min nizanîbû em çima girtîne, ta pismamê min Silêman ji min re da xwiyakirin sedema girtina me..

Çar kes ji malbata Bedirxan dijî birpirsiyarê Qestentînê rabibûn ji ber zordariya wî, û ji ber wilo biryarek hebû ku hemû malbata Bedirxaniyan werin girtin, hemû mamên min û birayê min yê mezin Sûreya hatibûn girtin. Piştî pirsên gelek em vegerandin malê, ew cara yekemîn bû ez dayika xwe û mala xwe wilo bi kul û xemgîn û hêsira dibarîne dibînim, em heftiyekê ji cîhanê û xelkê dûr kirin ta biryar derket ku em jî bigihne bavê xwe yê ku wê demê li bajarê Qûniyayê bû, di wê biyaniya ji Cotmeha 1905, hêzên leşker û polîs mala me dewrûber kirin û em xistin otombîlên ku em birin êstgehê û em bi tevahî şandin Qûniya. Malbat hemû bi hev re bûn, dayika min , her sê birayên min yên ji min mezintir, û birayê min ê ji min biçûktir û xwişka min ya biçûk. Li hundirê tirênê derekî li dergehê fargonê rawestiya bûn û nedihiştin peywendî di navbera fargonan di çêbibe. Bîranîna min ya ku ji bala min naçe ji dema ez li Qûniya bûm û ma li bîra min ta îro, ew bûyera bi bavê min re çêbû li pêşiya derek û mamûrên dewletê.

Bavê min li otêla bajêr dirûnişt, û li wir amûra mûzîkê hebû, û bavê min gelekî ji mûzîkê hez dikir, carekê ji birayê xwe xwest ku mûzîkê jê re pêxê; birayê wî daxwaziya wî pêk anî lê bi şaşîtî mûzîkek pêxist li ser şanaziya Sultan bû, bavê min gelekî engirî û amûr vemirand û ew kasêt şikand di bin piyên xwe li her çavên derek û kesên amade li otêlê.” Bi vê awayê te jiyana xwe destpêkir, te zordarî dît ji destpêka jiyana xwe ; te cenga xwe bi birayên xwe re destpêkir ji bo miletekî daxwaza azadî û aştiya jiyana xwe dike weke her miletekî li vê cîhanê, te kar kir û şoreşî kir ji bo tu welatekî bibînî, vî miletê aştî xwaz û serhişik bigihîne hev, ji bo bibe cihek ji aştiyê û aramiyê li vê cîhanê. Emê peyama te biparêzin û riya te û hezarên kesan ji vî miletê me yê têkoşer û bihinfereh berdewam bikin, û emê weke te dilpaqij û dilovan bin, ji ser mafê xwe nabûrin, bihna me fereh nabe ta daxwaziya te û ya me û ya bav û kalên me bi cih bînin. Ez gelekî kêfxweş im îro neviyê min û neviyên we Mîran , Alan û Ciwan amade ne ji bo vê gotinê bixwînin bi navê min, gelek hezkirina min û spasiya min ji wan re. Emê berdewam serfiraz bin bi bîranîna te û bîranînên te û emê her dem bêriya te bikin. Ezê vê gotinê bi dawî kim bi çend helbestên mamê min yê hêja li ser hezkirina wî ji Kurdisatnê re. Kurdistan welatê min î şêrîn Û welatê bav û bapîrên min Yên li esman dijîn piştî ku bin ax bûn Welatê bavê min û xaka ku dayika min çavên xwe lê vekirin. Welatê birayên min yên ku jiyana belengaziyê û zordariyê dîtin, ku min zaroktiya xwe borand bê hêviya rizgarbûnê. Çend şensê xweş bû dema ku ez birim bajarê ronahiyê Kurdistan Kurdistan xwe bigre û wekî te xwe digirt her demî. Bi bawerî ez tu carî miletê xwe yê bindest jibîr nakim, êşa te dilê min diêşîne û parçe dike. Û gelek spas ji we hemûyan re hêviya paşerojeke xweş û pêşketî  ji we re dikim.

Sînemxan Celadet

*Ev gotina Mîrzade (Sînemxan Celadet Bedirxan) di Konfrenseka 40 saliya koçkirina Mamê wê Mîr Dr. Kamîran Bedirxan de ku Enistîtuya Kurdî li Parîsê roja 14/12/2018an pêk anîbû hatiye xwendin. Ev konfrensa ku gelek navdarên Kurd têde beşdar bûn û her yekî ji wan dewla xwe di bîra jiyan, kar û xebata Mîr Kamîran Bedirxan de dakir..! Ji ber ku (Mîrzade Sînemxan Celadet Bedirxan) biraziya  Mîr Kamîran nikarîbû beşdar bibe, neviyê wê (Mîran Roman), ji bedêla wê ve, ev gotina wê bi Erebî xwend.. Belê ji ber giringiya gotina wê, zeriya hêja (Rewşen Hisên) wergerandiye zimanê Kurdî û va em jî ji bo we pêşkêş dikin..

Konê Reş

 

 

أعلى النموذج

أسفل النموذج

 

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Wê Ev Jî Derbas Be

Di demek gelekî dûr û kevnare de mîrekî bêhnteg û ji halê xwe aciz hebû. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.