Gotin têra Çînê dikin

Di 1977an de rojekê serê sibehê, li bajarokekî li Çînê, lawikek, banknotekî 5 yûan di berîkê de, bi lezbaz dida berev kitêbxaneya bajêr. Destê xwe ê rastê hişka xistibû berîka xwe ji bo ku pereyê wî jê nekeve û li ber bayê vê lezê gewdeya wî bi ser hêla çepê de diçiviya.Wê rojê cara yekem kitêbên nû dihatin dikana bi navê Kitêbfiroşê Çîna Nû. Heta wê rojê ji bilî kitêbên Mao, Marks, Engels, Lenîn, kitêbên îdeolojîk, ti kitêbek nedîtibû. Di van kitêban de jî, kêfa xwe bi zorê bi hin detayên piçûk ên di jêrenotên di Berhemên Giştî ên Mao Zedong, serokê gel û welat, de anîbû. Mao di 1949an de Çîn anîbû ser xeta komunîzmê û di 1966an de pêleke gurr û tund li welat dabû destpêkirin: Şoreşa Çandî. Li ser navê jiyaneke nû, mirovê nû û doktrînên dî ên îdeolojîk ne tenê hemû tiştên ji jiyana kevn hatibûn rakirin, qedexekirin, pûçkirin, zana û rewşenbîr hatibûn hepiskirin, sirgûnkirin, şandin bo kampên xebatê ên zor û zehmet; her wiha astengîyeke mezin li ber tiştên ji derve jî hatibû derxistin. Erê kitêbên nivîskarên wek Tolstoy û Dostoyevskî qedexe bûn, lê heta bi berhemên dîtir ên realîzma sosyalîst a Sovyetan jî ne serbest bûn, evana jî wek “giyayên zirarmend” dihatin dîtin û diviya bihatana heşifandin. Li jîngeheke ku tenê bi navê serok Mao û berhemên wî yên giştî dest pê dikir û bi navê serok Mao û berhemên wî yên giştî diqediya de, çavê mirovan li hin reng û germahîyên jiyanê bûn ku di van metnên hişk ên îdeolojîk de –ji bilî hin bûyerên di jêrenotan de dihatin qalkirin –qet peyda nedibûn. Lê mirov di halên herî dijwar de jî nasekinin û hewl didin çareyan ji hin derdan re peyda bikin. Di wê heyamê de carina kitêbeke qaçax bi destnivîsekê bi dizî ji destekî diket ê dî. Evî lawikî jî rojekê, ji bextê wî yê çê re, destnivîseke La dame aux cámeliasa A. Dumas bi dest ketibû. Ew jî versiyoneke kurt a berhema orjînal bû.Evê destnivîsa ku berga wê ji qestî bi wêneyê Serokê Zana Hua Guofeng hatibû pêçandin, qewlû mohleta wê tenê rojek bû, dotira rojê diviya li xwediyê wê bihata vegerandin. Ew û hevalê xwe wê rojê, dilê wan bi gupegup ketibûn ser wêçîroka evînê,xezîneya xeternak a ku peyda kiribû; rabûbûn wê ji serî de ji xwe re binivîsin da ku piştre wan karibûya ji xwe re bi bêhna fireh û çendbare bixwînin.  Wê şevê herdu ketibûn berê, di ber hev de behdilîbûn û heta spêdeyê ew kitêb ji nû ve li defterekê nivîsîbûn. Roja dî gava destnivîsa ewil a bi dizî vegerandibûn xwediyê wê, wî dest pê kiribû çapa xwe ya La dame aux cámeliasê bixwîne. Dîtina ku dîtibû, nikaribû beşên ku hevalê wî nivîsîbûn bixwîne, ji ber ku destnivîsa wî pir xerab bû. Çaxa bûbû dora hevalê wî, vêca jî hevalê wî nikaribû beşên ku wî nivîsîbûn bixwîne. Wê şevê, destên wan ên ku ji ber vî karê nepen û xeternak heta sibehê pûç û bêmefer bûbûn pey der pey qerekterên nefahmbar ên bê ser û ber li ser rûpelên defterê xêz kiribûn û vêga herduyan jî nikaribû nivîsên xwe bixwînin.

Piştî wan rojên giran êdî rojeke dî li asoyê xuya bûbû. Serokê Gel Mao miribû û hêvî û rastîya ku dê karibûya ji dêvla kitêbên ziwa ên propagandayê kitêbinî dî bixwîne wek agirekî bi nav sînga wî ketibû û heta bigihêje wî kitêbfiroşî bê sekn û mefer baz dida. Deh salên temenê wî yê piçûk di serdema Şoreşa Çandî de derbas bûbû û piştî ku Mao miribû, 1976, wî zemanê reş û tarî êdî bi dawî dihat.  Kitêbên Tolstoy, Balzac û Dickens hatibûn bajarê wan! Diviya zû bigihaşta wir û berî ku biqedin yek bikiriya. Gava dawiya dawî gihaşt ber kitêbfiroş çokên wî şikestin. Nêzîka sê sed mirovî li wir civiyabûn û ketibûn dorê. Hin jê nîvê şevê hatibûn, kursî û mînderên xwe li wir danîbûn û li ber dikanê ketibûn dorê. Êdî tenê hêvîyek mabû ji bo ên ku dereng hatibûn: gelo dê çend kûpon belav bikirana? Ên ku digot sed, ên ku digot du sed, ên ku digot sê sed û heta têra her kesî bike… Lê dikan saet di heftan de vebû û hat ragihandin ku dê tenê 50 kûpon bên belav kirin. Bi hêvîyaku hema qet nebe karibûna destê xwe bi kitêbên Anna KareninaLa Père Goriotû David Copperfieldbikin, kesên ku dor nehatibû wan ji wir veneqetiyan û li dora ên ku kitêb wergirtin civiyan. Yekî ku di dorê de di rêza 51emîn de bû, ji wê rojê pê ve çû kû derê bi kerb û qehreke mezin qal kir ku eger wê şevê destek kêm bilîsta bi hevalênxwe re û zûtir rabûbûya ji ser lîstika kaxezan, ew ê jî bûbûya xwediyê kitêbekê ji wana.Çîna ku ji birçînan, ji xelayan, ji şerên navxweyî ên îdeolojîk westiyabû erê qaweta wê negihaştibû ku mejiyên birçiyê tiştên “dîtir” hemûyan têr bike, lê qet nebe qulek vekiribû di dîwarê xwe yê berê ê stûr û bilind de.

Nivîskarî xweş pîşe ye

Navê wî lawikê ku wê rojê kitêbek bi dest nexist Yu Hua ye. Dema li lîseyê dixwend dewletê ew ji bo diktoriya diranan guncan dît û piştî perwerdehiyeke sivik a salekê ew xist ber vî karî. Yu Hua demadi pencereya miayenexaneya xwe re li hin mirovên ku ji xwe re betal li ser cadeyêdigeriyan dinerî, xweziya xwe bi wan dianî. Bêyî ku ew bi xwe hilbijêre û ti perwerdehiyeke cidî li serê wergire ketibû vî karî û êdî jê acizbûbû. Lê wan mirovên ku ji avahiya mezin a Çandê derdiketin pirr bêxem, bi kêf dixuyan jê re. Pirsî ku gelo çawa karibû ew jî bibûya endamekî wê dezgeyê û hîn bû ku diviya tiştin binivîsiya û eger nivîsên wî ji alî dezgeyên çandî ên dewletê vê heja bihatana dîtin dibû ku pîşeya nivîskariyê wergirta û têketaya wir. Serpêhatiya wî ya nivîsînê bi vî rengî dest pê kir û piştî gelek salan navê wî ket nav wan nivîskarên ku di biçûkaniya xwe de nikaribû kitêbeke wan bi dest bixe. Kitêbên ku wî nivîsîn hatin wergerandin bo derdora bîst zimanî û bi serbestî û azayiyeke ku li welatê xwe bi dest nexistin geriyan. Îroro wek yek ji nivîskarên herî girîng ên Çînê ên di vî deh salên dawî de tê qebûlkirin. Îsal digel wî beşdarê Festîvala Edebiyatê a Makaoyê bûm lê tenê roja ku ez ê vegeriyama bi wî û hatina wî hesiyam. Roja ku ez ê vegeriyama bo bîstikekê çûm avahiya ku panelên festîvalê lê dihatin lidarxistin û berî ku vegerim min xwest çav li kitêban bigerînim. Kitêbeke bi navê China in Ten Words, bi bergekî zer ê tevî qerekterên sor û şîn ên li ser vî zemînî, pirr bala min kişand û min got ji bo tiştekî li ser Çînê bixwînim ji vê baştir tine. Yeke ku dît min ew kitêb kirrî, gava ez ê derketama, di pişt min re wiha bang kir: “Te kitêba ku her kesî distand kirrî.” Dû re gava min kitêb xwend, min fahm kir ku çima her kesî ew tercîh dikir: jiyan û serhatiyên ku mirov bawer nedikir ti temen têra wan bike bi deh peyvan salix dida û careke dî hêza gotinê a windayî teslîmî gotinê dikir.

Partî-Dewlet û ronahiya Serok

Yu Hua di 57 salên temenê xwe de hê carekê pisûleyeke dengan a hilbijartinan nedîtiye.Komara Gel a Çînê ji 1949an de tenê ji aliyê Partiya Komunîst a Çînêve tê birêvebirin. Kitêba Yu Hua Bi Deh Peyvan Çînjiyana li vê partî-dewleta mezin a cîhanê, serhatî û çîrokên wê ên nebawerbar, li dora deh peyvan û tiştên ku ew di bîr tînin vedibêje.Ji serdemên Pêngava Mezin, Şoreşa Çandî, ên ku yek ji alî aborî û a dî ji alî kulturî de welat xistin nav seferberî, keftûleft û tarûmariyeke mezin, heta bi pêlên dawî ên piyaseya serbest û destûra teşebbusên arizî (taybet), geşedanên boş ên bazirganî û aborîên dîsa di bin navê komunîzmê de, ev kitêb hal û meseleya Çînê a vî heftê salê dawî radixe ber çavan.

Ji deh peyvên kitêbê yek jê seroke û beşa li ser vê peyvê dîrokçeyeke balkêş a Çînê ye. Zarotiya Yu Hua hema bêje di bin siya vê peyvê de derbas dibe. Ne tenê zarotiya wî, jiyana heşt sed milyon insanî. Serok Mao gotibû “serhildan heq e” û her kes li hember her kesî, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Mao” radibû. Her carê komek li bajarekî radibû, navek li xwe dikir û rayedarên bajêr bi tiştekî sûcdar dikir û bi ser wan digirt û selahiyet ji destê wan digirt, heta ku komeke dî, dîsa bi heman angaştan û heman tohmetbarkirinan koma dî berteref dikir. Di salên Şoreşa Çandî de (1966-1976), dema ku kulta serokatîyê yekcar pencên xwe li ser welat xurt kiribû, bêîtibarkirin û înfazkirinên takekesî jî gurr bûbûn û “bi ronahî û rênîşanderîya serok û li ser xeta wî ya neşaşbar” her roj li her war û bajarî nav û nûçik bi yekî dihat xistin û posterên wî li kûçe û kolanên bajêr dihatin daliqandin. Di van posteran de ew kes ileh bi tawanên wek “xayîntî, peyatî yan koletiya kapîtalîzmê, pûçker û lawazkerê şoreşê, meyildariya tiştên bûrjûwayên piçûk û hwd” dihat riswakirin, piştre ew kes neçar dihat hiştin ku wî posterê tawanbariyan bi ber xwe ve dake û bi vî awayî di nav xelkê de bigere heta ku têra xwe sivikayî pê dihat kirin yan lêxistin. Rojekê, tişta ku ditirsiyan hat serê bavê Yu Hua jî, rexmî ku bavê wî bijîşkekî di halê xwe de bû û peyayekî partiyê bû. Kalekî wan berî şoreşê qey sî donim erdê wî hebûye, lê feqîro hê berî şoreşê ji ber deynan ew jî firotibû û tiştek di destê wî de nemabû. Rexmî vê yekê jî bi tohmeta “axatiyê, maldariyê” bavê wî hat rûreşkirin, bav jî ji bo ku neye girtin û kuştin ji bajêr reviya, maweyeke dirêj li cem gundiyên ku wî zemanekîbijîşkîya wan kiribû xwe veşart.

Di wê dewra tund û tûjde, ku ji bo çand û kultura nû rizgarbûna ji her tiştê kevn pêwîst bû, têkiliyên normal ên mirovî jî diketin bin nîrekî xeternak. Rojekê ecêbeke mezin qewimî, li ser texteya dersxaneya wan nivîseke bi tebeşîrê hat dîtin: “Ez aşiq im.” Hemû dibistan li nav hev ket û rêvebir û mamoste tev li hev çûn û hatin ji bo ku wiyê/wêya ku ew tişt nivîsîbû peyda bikin. Bi rojan ew nivîs li texteyê ma û li defterên hemûyan nerîn ji bo ku xwediyê destnivîsê bibînin. Jiyîn û derbirrîna hestan bizaveke xerab û zirarmend bû, nikaribûn tê bibihuriyana.

Hebû tine bû, ji Çînê mezintir welat tine bû…

68 salên dawî ên Çînê serdemeke pir kin e di tarîxa dirêj a vî welatî de. Lê dema mirov çavdêrî û serpêhatiyên Yu Hua dixwîne, mirov têdigihêje ku li vî welatê ku hema bêje ji çar mirovên li rûkala dinyayê yek lê dijî dem û dewran bi lezûbezeke xweser geriyane. Carina deh sal wek rojeke ku ji sibê heta êvarî tiştek neguherîbe û her tim wek xwe mabe derbas bûye, carina salek wek sedsalekê tije û ecêb derbas bûye.Eger dem pîvana tevger, serpêhatî û guherînan bûya, wek milletek belkî me karibûya xwe di hin serdemên rabihuriya vî welatî jî de bidîtaya û ji serpêhatî û encamên van serpêhatîyan ji xwe re jî dersek bigirtaya. Tişta yekem a ku ev serpêhatî şanî me dide ew e ku peyv kêm caran bûne neynika rastî a tevgeran, bes gelek caran bûne rûpoş, yan jî rengvedana dij-maneya xwe. Gel, Serok, Partî, Şoreş, Nû, Pêşdeçûn, Wekhevî, Azadî û gelek peyvên dî, bi hukmên ji gulê girantir û ji şûr tûjtir, li ser bi sed milyonan mirovan bûn nişter û birrekên emeliyatê û di dawiyê dî, tenê man wek sembolên dewreke ku êdî xwediyê wê jî naxwazin bînin bîra xwe.Li Çîna ku îro hê jî li ser gelek tiştan sansurê dike, partiya ku 68 sal in bi tena serê xwe desthilat e û her tişt e, bi jibîrkirin û jibîrbirinê sansurê li mîrata xwe jî dike.

Bas News

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply