glokên tîrêjkuj

sawa xilasbûna ji tirsa bê wate
min dixe nav pêçeka kul û derdan
çarîna qirnê roj bi roj tije dibe
ji keserên ku demê li paş xwe dihêlin

li nav jiyana berbang vemirî
wek glokên berfê ku piştî bayê bihev ve dibin
li ser çiyayên roj li wan venamire
bi gewrebûn û şida glokên qesas
mîna tîpên bircên qewîn û dîrokî hilweşînin
nahewim li sitara xwe ya rojhilatî

çavgirtî, bê ramîn û ji nişka ve
ez wan glokên tîrêjkuj
bi hica gindirîna bê sekin dipekînim
di ser dorhêlên ku reşbînî li giyana min avakirine de

15 Sibat 2002 / Batman
Salih Turan
Dayik Bê Roj in
Weşanên Noş
Hezîran 2014

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply