Giyayê Ku Li Ser Koka Xwe Şîn Hatiye

Gava mirov behsa çand, hebûn û mîrata mirovî û şaristanî ya miletekî dike, di serî de wêjeya devkî û zargotin dikevin tora hişê mirov, çi ku zengînîya herî berbiçav û xwenîşandana herî serincrakêş a çanda her miletî di şikefta vê xweşbêjîya xwemakî de veşartî ye.

Zimanê ku hêmana sereke ya avakirina kesayetîya neteweyî ya her gelî ye, dibe alava tomarkirina qewam, dîrok, pêvajo, huner û hemû dîmenên xêzkirina kevala jîyana miletekî. Li vir jî rola bingehîn a wêjeya devkî û zargotinê derdikeve pêş da ku wê mîrata çandî û wêjeyî li ser zimanan bigerîne û di gencîneya bîrewerîya gel de biparêze.

Di vê cothejmara Sormeyê de, me xwest em balê bikişînin ser wêjeya devkî û folklorê û rola wê di parastina ziman û çanda gel de, xurtkirina hevgirêdana neteweyî di navbera endamên miletekî de û bipêşvebirina pêwendîyên mirovane li gel pêkhatî û gelên hemwar.

Di nivîsara bi navê “Pend û Reftar” a Hisên Zêdo de, nivîskar balê dikişîne ser rola pendan di sêwirandin û arastekirina reftarên endamên civakê de û her weha bandora van reftaran bi xwe li danîna van pend û gotinên pêşîyan.

Di nivîsara bi navê “Jin û Kanîya Avzêrîn a Folklorê” de, Medya Ebûzêd kedeke hêja di berhevkirina stranên folklorîk ên jinên Kurd de kiriye û ew di beşên cuda yên stranên kar, şahî… hwd de raberî me kirine.

Di beşê nivîsarên wergerandî de, wergêr Bihar Mirad du nivîsarên hêja ji Îngilîzîyê wergerandine Kurdîyê. Di nivîsara pêşîn a bi navê “Tirkîye: Parastina Çandê Di Rêya Bihêzkirina Muzîkê Re” de, nivîskar Alexander Christie-Miller giranîyê dide rola dengbêjîya Kurdî di parastina zimanê Kurdî de û serpêhatîya avakirina Mala Dengbêjan a Amedê wekî mînakeke berbiçav a vejîyandina çanda Kurdî nîşan dide. Di nivîsara wergerandî ya duyem a bi navê “Wêjeya Kurdî ya Devkî” de, nivîskar Christine Allison behsa giranbihayîya zargotina Kurdî, dewlemendîya wê û kêmasîyên di warê berhevkirina wê de dike.

Dîsa di warê nivîsar û lêkolînên zimanzanîyê de, nivîskar Îbrahîm Xelîl rêzenivîsarên xwe yên der barê etîmolojîya Kurdî de dewam dike û vê carê peyvnasîya peyvên xizimayetîyê dide ber şûrê tûj ê lêgerîna xwe ya hûr û kûr.

Di warê nivîsarên dîrokî de, di xeleka pêşîn a li jêr serenavê “Navê Kurd û Kurdistanê Di Dîrokê De” de, nivîskarê hêja Xerzî Xerzan daye pey şopa navê Kurd û Kurdistanê di belge û pirtûkên dîrokî de û kevnarîya gelê Kurd derxistiye holê.

Herî dawî di beşê Bindarûkê de me behsa Îzgeha VONê ya nûdamezirandî, çalakîya dawî ya Koma Sormeyê ya Xwendinê û du berhemên Kurdî yên nûweşandî kiriye.

Sormeya ku di her rewşê de rengê xwe ji kevala kovargerîya Kurdistana Rojavayî kêm nekiriye; hewl dide ku mijarên girîng û dosyayên sûdewer bike cihê nîqaşên hizirî û çandî.

Sernivîskarîya Beşê Kurdî yê Kovara Sormeyê

Sormey.com

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply