GIRR Û GALLÎ MINDALLANÎ KURD
Dîrokçeya Çapemenî û Medyaya Kurdî ya Zarokan
Amadekar: Kenan Subaşı
Ji bo ku zarokek bibe mirovekî serkeftî û xwedî wijdan û xwedî exlaqeke paqij, divê bixwîne û bizanibe ku dê çi bixwîne. Ji bo ku bizanibe dê çi bixwîne, divê bibe xwedî estetîkek û bikaribe muhakeme bike û bifikire. Ji bo ku bibe xwedî estetîkek û bikaribe şiyana muhakemeyê bi dest bixe, divê berhemên edebî yên ji her alî ve serkeftî bixwîne. Ji bo ku van berhemên serkeftî bixwîne, divê ew, rêberên wî û mezinên wî û heke hebe civat, milet, welat û dewleta wî û helbet nivîskarên welatê wî mil bidin hev û ji bo wî her çi lazim be, amade bikin û pêşkeşî wî bikin.
Li gor vê rastiyê, di vê xabatê de ji aliyê çapemenî û medyayê ve ji bo zarokên Kurd çi hatibe kirin, weku bîbliyografiyayek hatiye dayîn. Herwiha yekem kovara zarokan a Kurdî ku bi navê “Girr û Gallî Mindallanî Kurd” bi zaravayê Soranî derçûye, hatiye kurmancîzekirin û digel nusxeyên xwe yên orjînal hatiye weşandin.
- Weşanxane: Nûbihar
- Rûpel: 176
- Ebad: 13.5×21
- ISBN: 978-605-9413-35-0
Di dewra Komara Mehabadê de ev kovar tenê sê jimar derketiye. Li ser vê kovarê û di Kurdî de çapemeniya zarokan xebateke akademîk; ji Nûbiharê nû derket!