وَمِنْ آيَاتِهِ أَنْ خَلَقَ لَكُمْ مِنْ أَنْفُسِكُمْ أَزْوَاجًا لِتَسْكُنُوا إِلَيْهَا وَجَعَلَ بَيْنَكُمْ مَوَدَّةً وَرَحْمَةً إِنَّ فِي ذَلِكَ لَآيَاتٍ لِقَوْمٍ يَتَفَكَّرُونَ (21) الروم
Bawermendên birûmet!
Xweşî û aramiya dinya û axretê bicihanina emrê Xuda û wesiyetên pêxemberê wî çêdibe. Yek ji wan emr û wesiyetan jî zewac e. Zewac dibe wesîle ku mirovan ji temamê xirabiyan diparêze. Ola Îslamê girêdana zewacê li ser bingeha viyan û dilovaniyê ava kiriye. Çawa ku Xuda Teala di Qurana pîroz de ferman dike: “Ji nîşanên mezinahiya Xuda Teala ye ku ji we re ji we bixwe jin afirandine da ku hûn lê rawestin û di nav we de viyanek û dilovaniyek peyda kiriye. Bi rastî di vê de ji bo miletekî ku bifikirin îbret hene.”[1]
Misilmanên birûmet!
Zewaca jin û mêran li ser wê rêgeza ku Xuda Teala daniye, îbadet hatiye pejirandin. Lewre di hinek pirtûkên ku di hiquqên Îslamê de hatine nivîsîn de wiha hatiye tomarkirin: “ Ji bavê me Adem heta roja me ya îro du tiştên ku ji bo me bi teşeyeke rewa hatine dewamkirin û di bihiştê de jî wê bên dewamkirin, yek ji wan îman û ya di duyan jî zewac e.”[2] Di Qurana pîroz de ayetên di der barê rewabûna zewacê de hinek jê ev in: “Ezebên xwe bizewicînin û bende û cariyeyên xwe yên kêrhatî jî bizewicînin. Eger ew xizan bin, Xuda Teala ji kerema xwe dê wan dewlemend bike. Xuda Teala (dilovaniya wî) berfireh e û zana ye.[3] “Vêca jinên ku li xweşa we bên; du, sê û çaran bi jinanî ji xwe re bînin. Eger hûn bitirsin ku edaletê pêk neynin wê gavê bila yek be.”[4] Di vî derbarî de jî gelek hedîsên pêxemberê me hene. Hinek ji wan ev în: “Zewac sineta min e ew kesê ku ji zewacê men’e bibe ew ne ji me ye.” [5] “Gelî civata ciwanan çi kesê karibe bizewice bila vêga bizewice. Lewre zewac zûtir çavan ji heramiyê diparêze û dewa wî jî çêtir mihafeze dike. Çi kesê nikaribe bizewice bila rojî bigire lewre rojî daxwaziyên nefsê dikuje.”[6] Mirov bi zewacê nîvê dînê xwe temam dike, di nîvê din de jî ji Xuda bitirse.”[7] Îmamê Emer jî dibêje: Ez dimînim ecêbmayî ji wî kesê bêzewac ku li rizqê digere.”[8] “Ji bo çar tiştan yek bi jinekê re dizewice: Ji bo malê wê, dînê wê, delaliya wê û esaleta wê. Vêca bi ya dîndar re bizewice ger tu nekî tu feqîr bibî.”[9]
Misilmanên birûmet!
Em ciwanên xwe bizewicînin û di zewaca wan de jî ji wan re bibin alîkar. Di temamên kirinên xwe de bi pîvan bin û dawetên xwe jî li gor emr û fermanên Xuda û resûlê wî bikin. Ez xutbeya xwe bi wateya hedîseke pêxember diqedînim. Ew wiha dibêje: “Qencê zewacan ew e ku mesrefa wan hindiktir be.”[10]
Mele Cewadê Girdarî-Çandname