Girîngiya Perwerdehiya Pêşdibistanê

Di maweya (dem-wext) perwerdehiya pêşdibistanê de zarok ji dibistanê re tên amade kirin û li vir hînî parvekirin, piştgirî, civakîbûn û bi hev re xebitînê dibin. Armanca perwerdehiya pêşdibistanê, bi zarokan re eleqeya hînbûnê hişyar kirin û qebîliyetên wan yên heyî derbixe holê ye.

Ev heyam, ji aliyê lekolîneran ve heyameke ku zarok xwedî potansiyeleke mezin a hînbûnê  ne tê dîtin. Zarokên di dorhêleke ji aliyê fîzîkî û civakî ve musaîd (dirist) de mezîn bûyîn (gihiştin), pêşveçûneke zûtir û serkeftîtir didin nîşan.

Perwerdehiya pêşdibistanê, papelûka (gav) perwerdehiyê a yekem ê û mîna kevirê dîwêr ê yekem e û dive ev kevir rast were danîn.  Perwerdehî, platformeke ji segoşeya  mamoste-xwendekar-dê/bav pêk tê ye. Ev hevgirtin û tekilî çiqas xurt be, zarokên me jî wê ewqasî kesayetiyeke (şexsiyet) baş  bidestxin.Bandora perwerdehiya pêşdibistanê a ji bo perwerdehî li ser bingehên xurt were ava kirin û ji bo mirov di jiyana xwe a pêşerojê de serkeftî bin, bi awayekî zanistî hatiye îspat kirin. piştî eleqedariya zêde a di hembêza dayikê de, dorhêla pêşdibistanê ji bo zarokê paceyeke nip û nû a ku li cîhanê vedibe ye. Erênî an jî neyînî her tişta tê dayîn, di pêşerojê de jî li ser jiyana zarokan rasterast bandorê dike.

Saziyên perwerdehiya pêşdibistanê: ji hêla

  • Rêzgirtin, Hez kirin,
  • Parve kirin, kar dabêş kirin,
  • Berpirsiyariyê ve (evana tiştên ruknên jiyana civakê tînin holê ne) dorhêla herî ewledar e.

Weke tê zanîn, salên 3 û 6an salên ku zarok ji hemû hêlan ve pirr tê guhertin in. Zarokeke pêşveçûneke (mezinbûneke) asayî (normal) bide nîşan, nêzîkî temenê 6an de dest bi karanîna gelek hunerên zîhnî û fîzîkî dike.

Ji hêla pêşveçûna bîrbirinê ve, di derheqê derdora xwe a fîzîkî û civakî de dest bi  berhevkirineke zêde a  agahiyan dike û fêhmkirina bûyêrên li derdora wî/wê diqewimin  destpêdike.

Digel vê, salên pêşdibistanê hunera zarokê a fikirîna neberçav hîn tam bicihnebûye û ji ber vê zarok di van salan de di çalakiyên tên kirin hemûyan de bi awayekî berçav bi kirin û ceribandinê hînbûnê pêktînê. Mirov baş bifikê wê tebigihe ku dive salên pêşdibistanê salên wisa bin ku çalakiyên zarok bi heval û mamosteyên xwe re yekbiyek ragihandinê pêkbînê û hunerên xwe yên axaftin û guhdarkirinê pêşbixîne zêdetir bin.

Perwerdehiya pêşdibistanê çima hewce ye?

Pêşveçûna hişê zarokêzarokî ji %70yî heta sala 7an temam dibe û hunera hînbûnê di van salan de pêş ve diçe.

Taybetiyên (bûyînên) weke Tevlîbûna zarokê a nav koma hevalan, ava kirina têkiliyên xurt, xwedî derketina li nirxên xwe yên çandî, civakî bûnê di van salan de pêş ve diçin.

Neyînî û ji rêketinên di van salan de, li ser hemû jiyana zarokê/zarokî bandoreke neyînî dike. Zarokên ji dorhêlên çandên cuda û malbatên cuda tên, di saziyên perwerdehiya peşdibistanê de digihin jiyaneke hevbeş û hevpar.

Zarok di van saziyan de dest bi destxistina hesta ji xwe baweriyê dike.

Taybetiya zimanê xwe rast, bêxeletî û rind axivînê di van salan de hîn dibe. Dest bi nasîna Civakê, derdorê, gerdûnê û helwestên (tevgerên) mirovan dike.

Temenên destpêkirina hînbûna tiştan, alav û hebûnan, hinek hunerên bingehîn, helwestan, erênîyan û  neyîniyan navbera salên 4-6an e.

Ji bo ku piştgiriya nava malbatê bi tenê ne bese, dorhêleke zarok bi hevalên (hemtemen) xwe re be, pêşveçûnên xwe yên laşî û hişî bi awayekî dirist berdewam bike, perwerdehiya pêşdibistanê mecbûrî û hewce ye.

Ji bo piştgiri ji perwerdehiya pêşdibistanê re were dayîn em dikarin wiha bibêjin: Pêşdibistana bi hevkariya malbat û perwerdekar were pêkanîn; ji bo zarok di fikran de  bêtir afîrîner be, pêşiya (pêşeroj) xwe bibîne, berhemên nû derxê holê û derfet û fersendên derdora xwe ji bo armancên xwe beralî bike (bikar bînê) û bi vî awayî bibe xwedî kesayetiyeke xweser perwerdehiya pêşdibistanê wê ji zarok re bibe arikar.

Wek gotina dawiyê: perwerdehiya pêşdibistanê girîng e û ji bo her zarokê/zarokî hewce ye!..

Çavkanî:http://www.cocukgelisimi.gen.tr/okul-oncesi-egitim/okul-oncesi-egitimin-onemi/45-okuloncesiegitiminonemi.html

WERGÊR: CEMAL ŞINGAR

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo zarokên xwe diyariyekê hilbijêrin

Ez fikirîm ku ji zarokan re diyariyek dibistanê bikirim. Paşê min biryar da ku ez …

Leave a Reply