Girîngiya Paqijiyê(Xutbe)

 

يَا بَنِي آدَمَ خُذُوا زِينَتَكُمْ عِنْدَ كُلِّ مَسْجِدٍ  (31)ألأعراف

Bawermendên birûmet!

Dînê islamê dînekî wisa ye ku bingeha wê li ser paqijiyê hatiye avakirin. Dînekî weke dînê Îslamê ku girîngî dabe paqijiyê û emrê peyrewê xwe jî pê kiribe tune ye. Hesabkirina destnimêjê ji şertên nimêjê û encax ku mirovê bi destmêj dikare destê xwe bide Quranê, delîla wê ya eşkere ye. Paqijî serê her nimetî ye. Lewre: “Paqijî nîvê îmanê ye.” Xemla misilmanâ ya herî xweşik paqijî ye. Paqijî xêr û bereket e. Lewre pêxemberê me gotiye: ” Li ser paqijiyê bidomîne da ku rizqê te fireh bibe.” Xuda Teala, ji kesê paqij û kesê girîngî dide paqijiyê bi xelata herî mezin ku hezjêkirina Xuda ye, wî xelat dike.

Misilmanên birûmet!

Kamilbûna îmanê, qebûlkirina îbadetê û parastina tenduristiya mirov girêdayî paqijiyê ye. Çawa heta ku mirov cil, beden û dera mirov li ser nimêj dike paqij neke îbadeta mirov nayê qebûlkirin, her wiha heta mirov girîngiyê nede paqijiyê jî mirov nikare tenduristiya xwe biparêze. Çawa serê her cûreyên nexweşiyan pîsîtî ye, her wiha serê her tedawiyê jî paqijî ye. Ew misilmanê tenduristiya wî xira bibe, ne feyda wî ji wî re heye û ne ji derdorê wî re. Heta misilmanekî wisa bi hêsanî nikare îbadeta xwe jî bike. Ji bo vê yekê, ew misilmanê ku qelbê wî bi nûra îmanê hatibe ronîkirin pêwîst e ku qelbê xwe ji şirk û riyayê, hesed û nîfaqê û ji qurebûn û xirandina bi malê dinyayê û zimanê xwe jî ji derew û xeberdanên çewt paqij bike û bedena xwe jî ji qirêjên madî û menewî biparêze û neynûk û mûyên xwe yên heram biqusîne.Çi gava were mizgeftê, pêwîst e girîngiyeke pirtir bide cil û bergên xwe bi taybetî roja înê xwe baş bişo, cilên paqij li xwe bike, bi bêhna ling û goreya xwe hevalên xwe aciz neke û her wiha xwe dûr bike ji xwarinên bibêhn, mîna sîr û pîvazan. Lewre Xuda Teala gotiye: “Ey zarokên Adem! Cilê ku hûn xwe pê bixemilînin li nik kirina her nimêjî wergirin.”[1] Ew kesên cil û bergên wî paqij be her kes jê re rêz digre û li hemberê wê, çi kesên cil û bergên wî ne paqij be jî her kes jê aciziyê dike.

Bawermendên birûmet

Ew kesê bixwaze ku Xuda jê hez bike û di nav gel de jî qedr û qîmetek jê re hebe, wê girîngiyê bide paqijiyên xwe yên madî û menewî.

Mele Cewadê Girdarî-Çandname

[1]– A’raf 31

 

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply