Çarşem , Kewçêr 18 2017
Malper / Dîrok / Giringiya 11ê Adarê di dîroka siyasî de

Giringiya 11ê Adarê di dîroka siyasî de

Di roja 11ê Adara sala 1970ê de peymana 11ê adarê di navbera hikumeta Îraqê û şoreşa Kurdistanê de bi serokatiya nemir Mistefa  Barzanî hat îmza kirin û bo cara yekê bû bi awayekê fermî û yasayî mafên gelê kurd di çarçuvê Îraqê de bihên naskirin.

Di wê demê de ku şerê sar di navbera rojhelat û rojava da hebû, rewşa deverê pir nazik û hesas bû, şoreşa Îlonê bi serokatiya Mistefa Barzanî rijêma Îraqê ya wê demê mecbûr û neçar kir ku danê bi mafên gelê kurd bike û rêkeftnama 11ê adarê bi bizava rizgarîxaza kurdan re îmza bike.

Ev rêkeftine belgenameyeka dîrokî û yasayî ye di destên kurdan de. Her demê aliyê kurdî bi aliyên Îraqê re li ser pirsa gelê kurd giftugoyan dike, çi di sala 1992-ê de, yan di kongreyên opozisiyona Îraqê yên beriya jinavçuna Sedam, yan jî di danustandinên piştî azadkirina Îraqê de û heta noke aliyê kurdî li ser bingehê evê rêkeftinamê diçe.

Piraniya wan mafên ku serkirdayetiya kurdî îro daxaz dike di rêkeftina 11ê adarê de cih girtine, lê yek ji sedemên sernegirtina peymana 11ê adarê pirsa Kirkukê û deverên erebkirî yên veqetandî ji Kurdistanê bû. Di şertên me yên niha jî de Kirkuk û deverên din yên erebkirî xalên sor in ji bo me kurdan. Û hertim serkirdayetiya kurdî tekîdê li ser vê yekê dike.

Di rewşa me ya niha de hêşta pêtir giringiya vê peymanê diyar dibe. Ev rêkeftin bû esasek ku îro serkirdayetiya kurdî li gor wê danustandina bi aliyên îraqî re bike. Eger ev beyana 11ê adarê nebuya dê serkirdyatiya kurdî gelek serêşî û girftarî bidîtana, bi taybetî di destnîşankirina sinurên Kurdistanê de. Anko bi gotinek din ewa îro kurd dixwazin asasê wê ji rêkeftna 11ê adarê tê bi hindek guhertinan re. Û ev yeke durbînî û jêhatiya serokê nemir Mistefa Barzanî eşkere dike.

Di rêkeftinama 11ê adara sala 1970ê de çand bendên sereke hebûn mîna;

–Destnîşankirina sinorên Kurdistanê li gor serjmêra sala 1957ê, deverên ku piranîya wan kurd in bikevne nava sinorên herêma Kurdistanê.

–Zimanê kurdî zimanê fermî be li herêma Kurdistanê û li sertaserî dibstanên Îraqê dersa zimanê kurdî hebe.

–Damezrandina Civata Raperandinê bo herêma Kurdistanê (niha jê re dibêjin civata wezîran) û Civata Yasadananê (niha parlamentoya Kurdistanê jê re tê gotin).

–Cêgirê serokkomar kurd be. Lê nuha kurd serokomarê Îraqê dixazin

–Dadgeha serbixwe ya herêma otonomî hebe.

–Budceyaka taybet ji herêm otonomî  re were destnîşan kirin.

– Çend rêveberî hebin (niha ji wan rêvebiriyan re dibêjin wezaret) û grêdayî Civata raperandinê bûn weke;

 

1-      Îdareya karubarên navxweyî.

2-       Îdareya perwerde û fêrkirdin.

3-       Îdareya niştecîkirin û avedankirinê.

4-       Îdareya çandinê û çaksaziyên kiştukalî.

5-       Rêvebriya  rewşenbîrî û lawan.

6-       Rêveberiya belediye û havînehewaran.

7-       Rêveberiya karubarên civakî.

8-       Îdareya karubarên ekonomî û darayî.

–Mafê derxistina rojname û kovaran, mafê damezrandina komele û sandîkayên pîşeyî (mîhenî) û mafê weşana radiyo û televizynê.

Bi kurtî giringiya rêkeftinama 11ê adarê di van xalan de ye;

1-Çar salan gelê kurd li başûrê Kurdistanê xwe îdare kir û ev çar sal tecrûbek baş bû bo fêrbuna xwebirêvebirinê.

–Ziman û çanda  kurdî di van salan de gele pêşket û bi sedan kitêb, rojname û kovar derketin, ji blî weşanên radyo û tv-ê.

–Navnetewîbuna pirsa kurdî û derbasbûna wê ji çarçuvê Îraqê.

–Beşdarîkirina kurdan di hikumeta navendî de.

–Bilinkirina astê hişyariya netewî bi taybetî di nav genc û lawan de.

–Rêkeftinama 11ê adarê kartêkirnek erînî û pozetiv liser xurtkirina xebata rizgarîxaza kurd li parçên din yên Kurdistanê hebû.

– Bihevregirêdana sîstema demokrasîyê û çareserkirina pirsa kurd Îraqê.

– Rêkxistin, xurtbûn û yekbûna nav mala kurd.

Piştî çar salan ji îmzakirina rêkeftina 11ê adarê, di bihara sala 1974ê de, hikûmeta diktatora Bexadayê ji sozên xwe û ji rêketina 11ê adarê poşman bû û maf û daxazên gelê kurd pêkneanîn û êrîşên dijwar yên leşkerî û fiokeyan birin ser Kurdistanê.

Nasrat Hacî-Rojevakurd.com

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Belgelerle Kerkük tarihi

Kürdistan Bölgesi’nde 25 Eylül bağımsızlık referandumuna Kerkük gibi tartışmalı bölgelerin de katılması üzerine özellikle Türk …

Leave a Reply

%d bloggers like this: