Girêka Çongê/Çokê ya Pêşî (Anterior Cruciate Ligament – ACL)

Hevsengîya movika çongê bi rêya masûlke û girêkan pêk tê. Em ê li vir li ser girîngîya ACLyê rawestin.

ACL, di çongê da girêka herî girîng e. Di nav girêkên çongê da herî zêde ACL, bi qetînê re rû bi rû dimîne.

ACL, ji ber gelek sedeman diqete lê bi gelemperî di dema çalakîyên werzîşê da diqete.

 

 

ACL kengî bi qetînê re rû bi rû dimîne; sedem çi ne?

  • Ji nişka ve rawestîn û li ser çongê zivirîn
  • Piştî pengizînê bi dijwarî li erdê ketin
  • Lêdanên rasterast li dijî çongê
  • Solên (pêlavên) ne li gorî cureya werzîşê

 

Kîjan nîşan û xuyanî hebin dibe ku ACL di rewşeke xeter da be?

  • Di dema kar û çalakîyan da tevizîn û ji çongê denghatin
  • Di pêşîya çongê da êş
  • Di tevgerên movika çongê da astengî û werimîna çongê
  • Di dema meşê da jîyîna rewşeke nexweş
  • Bêhevsengî

Piştî birîndarbûna ACLyê em dikarin çi bikin?

Di rewşeke wiha da heta ku nexweş ji bo nexweşxaneyê bê bi rê kirin, divê alîkarîyek lezgîn bê kirin. Em dikarin vê alîkarîyê wekî “PRICE” bi nav bikin. Çi ye PRICE?

PRICE

P – Protection (Parastin): Ji bo ku nexweş xwe zêde neêşînin û tu derên wan ên din birîndar nebin divê cîyê nexweşî û pirsgirêk lê heye bê parastin.

R – Rest (Vehesîn): Ji bo ku li pêşîya başbûna rewşa heyî tu astengî dernekevin pêwîst e cîyê birîndar ne liv e û çalakîyên wek meşê neyên kirin.

I – Ice (Cemed, qeşa): Ji bo ku werm, germî, êş kêm bibin divê cemed bê bi kar anîn. 10-15 dk. sepandina cemedê bes e. Heta ku werm hebe divê rojê 3-4 caran cemed bê bi kar anîn lê divê cemed rasterast li ser çerm neyê danîn. Pêwîst e cemed di nav kevnik an jî desmaleke tenik da be.

C – Compression (Pêçandin): Ji bo ku xwînbûn û werm zêde nebin pêçandina cîyê birînê girîng e. Ji bo vî karî pêçankeke (bandajeke) nerm bes e.

E – Elevation (Bilindbûn): Ji bo ku xwîn kêm bibe û xwîn vegere dil, divê cîyê birînê bilind be û li gor cîyê dil dûrî erdê be. Ji bo bilinkirinê balîf û hwd. dikarin bên bi kar anîn.

Başkirin /Terapî

Li gor asta birînê rêbazên başkirina rewşa ACLyê diguherin. Lê nişdarî/cerrahî bibe jî nebe jî di her serdemên başkirina ACLyê da Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyon heye. Berî nişdarîyê dîtina fîzyoterapîyê serkeftinê zêde dike. Lê rewş çawa be jî divê nexweş ji alîyê ortopedîst ve bê dîtin. Pişt re bernameya başkirinê tê hilbijartin.

 

Fzt. Mustafa Önal – Fîzyoterapî & Rehabîlîtasyon

 

Derbar ziman

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply