Giliyê cîran

Zilamek hate cem huzûra Resûlê Xwedê(sxl) û gazinç ji cîranê xwe kir û got: “Tahde  li min dike û aramiya min xira dike.”

Resûlê Xwedê(sxl): “ Bêhna xwe fireh bike û guh nede heqereqa cîranê xwe, dibe ku xwe biguherîne, vegot.

Cara duduyan jî hat û cîranê xwe şîkayet kir. Resûlê Xwedê(sxl) vê carê jî got bêhna xwe fireh bike û sebr bike.

Cara sêyemîn hat û got: “ Ya Resûlê Xwedê(sxl) ev zilam xwe rast nake û çi ji dest were ji bo min û malbata min aciz bike kêm nake.”

Resûlê Xwedê(sxl) vê carê jê re: “ Roja înê mal û milkê xwe bide hevdû û ji mal derxîne, yên ji rê derbas dibin bere bibînin. Gel wê ji te bipirsin: “ çima mal û milkê xwe derxistî derve” tu jî ji wan re bibêje: “ ji destê cîranê nebaş waweyla” û hemû derd û kulê xwe ji wan re bibêje.

Gilîdar heman tiştî kir, eziyetkar jî di dilê xwe de digot wê peyxaber dîsa bibêje tehammûl bike, sebr bike.

Lê nizanibû dînê Îslamê li dijî zilm û zalîman  tu tawîzê nade û maf û hiqûqê diparêze. Eziyetkar bi vî awayî dît ku wê li hember nas û cîranên xwe rezîl bibe bi hewar û nalînan çû ba zilam û jê rîca kir ku dîsa bikeve mala xwe. Û sond xwar wê tu carî wî û malbata wî aciz neke.

 

kurdihikaye.blogspot.com.tr

Derbar ziman

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply