Geşbûna wêjeyî çi ye?

Ji sedsala 19an û vir ve, têgiha geşbûnê yek ji têgihên herî belav û naskirî ye. Dîroka peydabûna vê têgihê vedigere heman sedsalê. Sedsala 19an sedsala guherînên mezin bû. Di wê sedsalê de gelek tez û bîrdozî di hemû warên jiyan û zanînê de peyda bûn.
Bi rastî ev têgih berdewamiya têgiha pêşketinê ye ku di sedsala 18an de bûbû mijara gengeşe û nîqaşan. Lewra têgiha geşbûnê bi awayekî berfireh belav dibe, tev “xwe di nav her zanînekê de, xwe di nav her şaxekî ji şaxên vekolînê de diguncîne.” [Monroe, 1971, R. 15]
Di wê sedsalê de geşbûn û pêşketin di zanistên mirovî û warên zanistî yên din de çêbû û mejiyê mirov, civak, çand û huner vegeş bûn. Herdu têgihên geşbûn û pêşketinê tên wateya guherînê, lê cudahî di navbera wan de heye: “Geşbûn tê wateya guherînê, lê pêşketin tê wateya guherîna ber bi baştir ve.” [Tilîme, 1976, R. 125]
Li vir ez dixwazim geşbûna edebî gengeşe bikim. Di rexneya Yewnanî ya kevn de wek mînak li ba Arîstoteles bi roleke girîng di raberkirina edebiyata Yewnanî de radibe. Ev bandor dirêjî nav geşbûna edebiyata klasîk jî dibe. Piştî edebiyata klasîk têgiheke girîng peyda dibe ku ew jî têgiha hevrikiyê ye. Hevrikiya navbera nifşê nû û kevn. Li vir jî edebiyata romantîk derdikeve holê. Anku hevrikî yek ji mijarên herî girîng yên fikrê mirovatiyê ye.
Bîrdoziya Hegel
Eşkere ye di her serdemekê de du nifş peyda dibin û hevrikiya hev dikin. Hertim nifşê nû doza guherînan dike, nifşê kevn jî dixwaze hemû nirxên xwe biparêze. Yanî têgiha geşbûna edebî wek têgiheke geşbûna hemû warên jiyanê di sedsala 19an de peyda dibe, wek beşekî ji geşbûna dîrok û felsefeyê. Hinek fîlosof û nivîskar bi dîtineke dîrokî li geşbûna wêjeyî dinerin. Wan hinek zagonên taybet û giştî ji têgiha geşbûnê re danîn, wek mînak wan fikr bi fikr rave dikir, wek Georg Wilhelm Friedrich Hegel.
Bi baweriya Hegel di her tiştî de pêvajoya geşbûnê heye. Di heman demê de ruh jî wek hîm û gewherê hebûnê dihesibîne, çimkî ruh xwe tev li nav diyarde û şêweyên hestyarî nola huner û edebiyatê dike. Vî fîlosofî bîrdoziya xwe ya dîrokî derbarê geşbûnê li ser wêjeyê pratîk kir, lê tûşî hin kêmasiyan bû. Yek ji van qisûran ew bû ku şêweya teoriya wî gişgir an hemûgir bû “bi awayekî ku hemû taybetmendiyên edebiyata neteweyî red dikir.” [Buzuniye, 1979, R. 18]
Eger Hegel bi dîtineke felsefî li geşeya edebî dinerî, lê rexnegirên piştî wî li ser hîmê teoriya Darwin li geşbûna edebî dinerîn. Yek ji pêşengên vê nerînê Ferdinand Brunetière bû. Ew bîrdoziya Darwin li ser edebiyatê pratîk dike. Bi baweriya wî, janrên edebî bûnewerên zindî û geşbûyî ne, wek çawa meymûn geş bûye û bûye mirov, edebiyat jî ji hunerekê bo hunereke din geş bûye. Hevdem fena bûnewerên zindî edebiyat dabeşî ser çend janr û desteyên edebî bûye. Ew geş dibin, pir dibin û bi pêşve diçin. Ev geşbûn ji formeke sade bo formeke aloz e, lê René Wellek û Austin Warren vê nerînê rexne dikin û dibêjin: “Ji me tê xwestin em red bikin ku hevawayeke biyolojî di navbera geşbûna edebiyatê û pêvajoyeke girtî ya geşbûnê ji jidayikbûnê heta mirinê hebe.” [Wellek û Warren, 1987, R. 271]
Ew rexne dikin ku ev baweriya Brunetière li ser bingeha wekheviya di navbera jiyana mirov û janrên edebiyatê de hatiye damezrandin. Ev jî wekheviyeke çewt û şaş e.
Bîrdoziyeke din li ser geşbûnê, bîrdoziya Taine ye. Ev teorî guh dide felsefeya tecrûbeyî. Di vê çarçoveyê de raveyeke cuda ji diyardeyê (phenomenon) tê kirin. Ev teorîzan hokara cudabûna berhemên edebî û hunerî bi sê tiştan ve girê dide:
Nijad: Xasiyetên zikmakî û mîratî û hevpar di navbera takekesên miletekî de hene.
Jîngeh û cih: Rengdana fezaya cografî û rewşa civakî li ser deqên wêjeyî.
Serdem: Bandora hemû rewşên siyasî û rewşenbîrî û olî li ser tekstên wêjeyî.
Jîngehên edebiyatê
Ev hemû dibin hokarên cudahiya edebî ya neteweyekê ji neteweyeke din, wek mînak edebiyata Kurdî bi van hokarên jor (li gor dîtina Taine) ji edebiyata Erebî cuda ye. Kurd di warê nijadî de Hindo -Îranî ne, lê belê Ereb Îbrî ne. Jîngeha Kurdistanê bêtir navçeyeke çiyayî ye, lê jîngeha Erebî biyaban û çolistan e. Ev wiha dikin ku edebiyata Kurdî ji edebiyata Erebî cuda be.
Ev teorîzan vê raveyê li ser geşeya edebî ferz dike. Lê teoriya wî ti hêma yan ti statûyekê ji dîroka edebî re li ber çav nagire. Tecrûbeya nivîskaran ev îzbat kiriye, gelek nivîskar hene didin pêşiya serdema xwe, ev nivîskar nakevin nav teoriya Taine.
Lê alîgirên teoriya guzariştî, dîtineke wan a taybet li ser geşbûna wêjeyî heye. Bi baweriya wan, “Her tiştê ku dibe hîm û bingeh ji huner û edebiyatê re ne berhevkirin, lê dahênan û afirandina taybet e.” [Monroe, 1971, R. 79]
Hevbandoriya tekstan
Anku nivîskar bi temamî pişta xwe bi tecrûbe û behreya xwe girê dide. Her çiqasî nivîskar nikare xwe ji demboriyê qut bike jî, lê destkariyê têde dike, daku tiştên nû biafirîne. Her çiqasî nabe em li vir rola hevbandoriya tekstan (intertextuality) ji bîr bikin, lê bandor li ser nivîskar bi awayekî jixweber bû. Lewma jî her tekstek xislet û taybetmendiyên nivîskarê xwe hildigire, bi vê ye jî nivîskar hertim bi dahênana deqên nû beşdarî geşeya edebî dibe.
Bîrdoziya (rengdanê) raveyeke cuda ji geşbûna edebî re dike. Raveya vê teoriyê ji bo edebiyat û geşbûn û gewherê wê berê xwe dide felsefeya Marksî û realîteya materiyal. Ew peydabûna janrên edebî di bingeh de bi pêwistiya estetîknasî ya civakê ve girê dide. Anku rengdana pêşketin û geşeya civakî li ser geşeya edebî heye. Her guherînek di civakê de çêbibe, rasterast guherîn li ser edebiyatê dibe, her paşketinek jî di civakê de çêbibe, edebiyat jî bipaş dikeve.
Yasayên geşeya edebî
Hinek zagonên giştî yên ddebiyat û geşbûna wê hene.
Em dikarin zagonên herî girîng ên geşeya edebî di van xalên jêr de destnîşan bikin: Pêvajoya bandor û kartêkirinê pêvajoya geşbûna wêjeyî çalaktir dike – Geşbûna wêjeyî bi sirûşta xwe nekemilî ye, lê qonaxên guhastina edebî di navbera serdeman de ne, her qonaxekê jî girîngiya xwe heye – Rola hokarên derûnî û hunerî di geşeya edebî de heye. Hokarên jîngehî, civakî, rewşenbîrî û aborî alîkariya wan dikin -Geşeya wêjeyî hertim form û naveroka edebiyatê diparêze – Geşeya wêjeyî qet bi rehayî rû nade, lê hertim tiştên din tev li wê dibin, hevdem xwe diparêze.

Heme Mentik-Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply