Gerstêrka Zaweyê (Mercury)

Gerstêrka zaweyê (mercury) bi gelek aliyên xwe ve dişibe hîvê. Wekî hîvê atmosfera zaweyê jî nîn e û rûyê wê jî bi giranî çal in. Ji bilî van, îhtîmal heye ku di wexta welidîna zaweyê de jî wekî ya hîvê bûyerên pir tund rû dabin.

Zawe ji rojê re nêziktrîn gerstêrk e û li Zagona Keplera Sêyemîn dike (zagona peryoda ne ku li gor  vê zagonê ji bo hemû gerstêrkan, çargoşeya peryoda gerstêrkek, rêjeyî ye bi kûba nîvmezina mihwera wê re). Peryoda herî kurt a zivirîna li dor tavê ya zaweyê ye ku ew li gor rojên dinyayê 88 roj didome ango zawetûra xwe ya dora tavê di 88 rojan de temam dike. Navekiya leza zaweyê ya herî bilind di saniyeyê de 48 kîlometre ye ku ev di saetê de 172,000 kîlometre dike. Ji ber ku ew pir nêzikî rojê ye diyarkirina wê ya li asmanê pir dijwar e û bi tenê em dikarin hêvî bikin ku rêgehawê ya eksantrîk carinan wê ji tavê dûr bike da ku em bikarin wê bibînin. Baristeya zaweyê bi qasî ji heştan-yekê dinyayê ye. Ji ber vê yekê, di nav gerstêrkan de ya herî biçûk zawe ye (xeynî gerstêrkên qambost). Tîreya wê 4,878 kîlometre ye. Çiriya (density) zaweyê bi 5.4g/cm kûbê ji çiriya hîvê pir gewretir e û ev jî dide nîşan ku pêkhînana hîvê û ya zaweyê pirî ji hev cüda ne. Pêkhînana zaweyê yek ji balkêşiyên wê ye ku di nav gerstêrkan de asta yektabûnê dide wê. Bilindbûna çiliya wê nîşan dide ku ew bipiranî ji materyalên giran pêk tê, wekî mînak, metal. Modelên ku ji bo wê hatine pêşniyazkirin nîşanî me didin ku dendikê wê metalî kesin-nîkel e û %60 î wê pêk tîne, %40 î wê jî bi giranî ji silîkatê (silicate) pêk tê. Tîreya dendikê 3500 kîlometre ye û stûriya qalikê ku dendikê dipêçe jî 700 kilometre ye. Em dikarin zaweyê wekî gogek ji metalê çêbûyî ku wekî hîvê mezin e bibînin ku ev gog bi qasî 700 kîlometre stûrî bi qîş hatiye pêçan.

Berevajiyê hîvê qada magnetîkî ya zaweyê lawaz e. Hebûna vê qada magnetîk bi mewcûda dendikek mezin û metal re li hev dike û pêşniyaz dike ku herî kêm parçeyeke dendikê şilek e, da ku ev qada magnetîk ku tê çavdêrîkirin were peydakirin.

Çetin Uğur-Amîda Kurd

Derbar ziman

Check Also

Pirsên Herî Mezin Ên Gerdûnê

1.Gerdûn bi çi awayî hat avakirin? Em dizanin ku gerdûn bi Teqîna Mezin (Big Bang) …

Leave a Reply