Germahiya Xwuşka Min

Rojekî dayka min ne li mal bû.

Rojekî dayka min û bavê min cîhekî de çûbûn,ez jî wê demê teze helege bûm ez peyî çûyîna dê hinekî giriyam.

Xwûşka min a mezin em komî dora xwe kirin,hembêza xwe mina konekî li ser me vegirt,çawa mîna mirîşkeke li ser kurkê rûnê cûcika dora xwe kom bike.

Xwûşka min a ji min piçûktir dayka min re çûbû,ji ber wê yekê delaliyê malê jî ez bûm, xwûşka min dema karê malê dikir ez jî xwe re digerandim,dema biçûya ser kaniyê der,cînara,kar û barê malê dîsa ez bi xwe re dibirim û digerandim.

Carekî dîsa em ser kaniyê vedigeriyan cote elb di çikal de dardakirî li ser milê xwûşka min bûn,lê wê dîsa jî destê min bernedida,çend caran jî di bin wan elbê tije,barê giran de,ser min de xwar dibû,berdilê min ve dihat û ez maç dikirim.

Germahiya xwûşka min nedihîşt dayka min bikeve bîrya min,ez wisa gel wê bextewar bûm min nizanibû roj çawa tê û çawa derbas dibe,ez her çiqas mal de piçûk ba ma jî lê min dûrîva xwûşka xwe dinhêrî dayka min şuxulê malê çawa dikir, wê jî wisa dikir,herçî kilitên mala me de hebûn xwûşka min tev bi bendekî rîs re derbaz kiribûn û ber mêzera xwe de darda kiribûn.

Mêzereke wê ye ji pirtiyê tîrevire hebû,wê demê bavê min diçû Nêsêbîne binxetê pirtî dihanî ,wisa dihat xweyan bala xwûşka min pir bi kewantiyê re hatibû.

Dema roj berbi ava diçû xwûşka min dîsa destê min digirt û em dora malê difetilîn,wê ji min re digot heke tu nebî ez newêrim tenê herim pişt xênî,wê ku wisa digot min jî yekcar xwe wek mêrekî eke didît,dihesiband û singê xwe bel dikir,paşê me derî,pace li ser xwe de digirt in,û em diçûn malê êdî me paldida.

Piştî çend rojan dayka me vegeriya hate malê,em xwûşk û bira tev reviyan bervê çûn,dayka me hembêza xwe ya mina cinetê me teva re vekir,ber me şa bû ,lê xwûşka min bi awakî xwe bawer hêdî hêdî,giran giran berva dayka me dihat.

Em çûn malê dayka me tûrikê destê xwe vekir,her yek me şekirê para me da me, me hilda û em çûne rasta pêşiya xênî leyistokê,lê ez yek caran dihatim ber devê derî de min hey teseliya wan dikir,dayka min û xuşka min wisa şirîn,şirîn gilî dikirin hewesa mirova pêra dihat,heya dereng jî gilî û gotinên wanên hûrik,hûrik xilas nebûn.

Xwişka min germahiyeke wisa dabû min,dayka min hatibû malê jî,dîsa ez wê şevê hembêza wê de xewra çûbûm.

Hela hê jî gelek caran dikeve birya min,ez dibêjim xwezil ez wê demê qet neçûbama derva, min qet neleyista,bila min şekirê para xwe jî qet hilneda,tenê min bizanibiya dayka min û xwûşka min wê demê wisa şirîn,şirîn qala çi dikirin,ew çito gilî û gazince bûn qet xilas nedibûn heya piştî razana û heya nivê şevê,şevbihêrka wan berdewam kir.

 

Yücel Aslan (Koçer)

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply