Genim geriya, yek ji cureyên leyîstikên zarokên Kurd e. Leyîstikeka zivistanê ye.
Bi sê û berjortir kesan tê leyîstin. Bingeha leyîstikê li ser baldarî, rastaxavtin û zîrekiyê hatiye avabûn. Destpêkê de herkes navê xwe yî rastîn bikartîne. Hergava ku yekê xwe şaş kir, navê wê tê guhertin û navên pêkenokî tên dayîn. Cara pêşîn ji ber ku hêj kes ne mastxur e, dor ji keçikan re tê dayîn. Keçik heya ku bibin mastxur dibin mîr û cezayê yên din dide.
Kî destpêkir wiha dibêje:
“Rojda: Genim geriya Rizgar!”
Rizgar: Li ser serê kî geriya ye?
Rojda: Li ser serê Baran geriya ye.
Baran: Li ser serê Baran qet û qet negeriyaye.
Rojda: Lê li ser serê kî geriya ye?
Baran: Li ser serê Rewşenê geriya ye.
Rewşen: Li ser serê Rewşenê qet û qet negeriya ye.
…..
….
Kê xwe şaş kir ji mîr re tê gotin.
Rewşen: Mîrê mîran!
Rojda: Deng nayê min.
Rewşen: Mîroooooo!
Rojda: Haaa?!
Rewşen: Xwedê lawek da te.
Rojda: Xwedê bela xwe bideyê.
Rewşen: Bila navê wî çi be?
Rojda: Bila navê wî “Tajiya zû tê” be.
Kî bûbe mastxur êdî navê wê “Tajiya zû tê” ye. Li vir genim di wateya spî û kêçan de ne. Divê mirov rastbiaxive, baldar be, xwe şaş neke.
kuWiki