Gelo Yar Dibe Neyar?

Di jiyana mirov de hîn tişt hene ku dilê mirovan him xweş û geş dikin û him jî dilê mirovan dişewitînin. Ji van tiştan yê ku herî tê zanîn jî; eşq e. Eşq tiştekî wisa ye ku hebûn an jî tinebûna wî  dilê mirovan dişewitîne. Lê piranî hebûna eşqê dilê mirov dişewitîne. Di dîrokê de gelek kesan derdê evînê kişandine û gelekan jî ji derdê evînê pirr zehmetî kişandine û bê miraz çûne li ser dilovaniya xwe.

Di dîrokê de gelek mînakên eşqên navdar hene ku ji keç û xortan re bûne mînak. Wekî mînak Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Leyla û Mecnûn, Romeo û Juliet û hwd. Ev mînakên han hema bêje di seranserê cihanê de tên zanîn. Taybetmendiya van mînakan ew e ku herdu dildar ji ber zehmetî, feqîrtî an jî bêbextiyan mirazê xwe nekirine û bê miraz koç kirine. Lê tişta balkêş ew ku ew zehmetî, feqîrtî û bêbextiyên ku kşandine evîna wana xurtir û geştir kiriye. Ango bêmiraziya wan bûye sedema naskirina evîna wan. Heger ku ew evîndaran mirazê xwe bikirana evîna wan jî wiha ne dihate nas kirin. Ji ber vî mirov dikare bibêje evînî dema mirov negihîje hev dibe evînî. Dema ku evîndar bigihîjin hevdu eşqa di navbera wan de jî xilas dibe. Ji wî jî tê fêm kirin ku eşq tiştekî pirr ecêb e lê dîsa jî tiştekî bêhempa ye.

Di destpêka mirovatiyê de heya niha eşq her tim hebûye û heya dawiya mirovatiyê jî yê her tim hebe. Evînî ji mirovan re her tim bûye mijareke girîng, ji nivîskaran re bûye mijara nivîsa pirtûkên wan, ji helbestvanan re bûye mijara helbestên wan, ji dengbêj û hunermendan re bûye mijara stran û kilamên wan. Bi hezeran pirtûk, helbest û stran li ser evin û evîndaran hatine nivîsandin. Gelek kesên aşiq bi van helbest û stranan evînên xwe xurt û geş kirine û gelekan jî bi van helbest û stranan dert û kulên xwe zêde kirine. Gelek kesên aşiq ji bo eşqa xwe gelekî zehmetî û derdan kişandine. Gelek ji wan jî canê xwe ji bo eşqa xwe dane û bê miraz koçî dinyayê kirine.

Werhesil her kesê ku ji xwe re gotiye aşiq, her tim ji bo eşqa micadele kirine. Lê di dewra îroyîn de gelo kesên wiha hene ku ji bo eşqa xwe û dildara xwe micadele dikin? An eşqên niha gelo eşqekî rast e an yeke derewîn e? Di dewra me de wekî gelek tiştan ez bawer im eqş û hezkirin jî ne wekî berê rast û biqîmet in. Hema beje hemû tişt li gorî berjewendiya mirovan pêk tê. Heger berjewendiya te tiştekî de hebe, ger eşq be ger zewac be an jî tişteke din be ji sedî not tu yê wî tiştî bikî. Heger tu ji malê dinyayê hez bikî tu yî/yê kesekî/ê dewlemend re bizewicî. Jixwe niha jî dema tu ji xortekî dipirsî dibêjî tu yeke çawa dixwazî? Dibêje bila keçeke bedew û çavreş û bejnbilind be. Dema tu ji keçikekê dipirsî, ew jî dibije bila yekî dewlemend û baş be. Helbet li gorî şert û mercên niha ev daxwaz jî ne tiştin wisa ecêb û xirab in. Lê dîsa jî divê hezkirin ji bo malê dinê ne be. Divê hezkirin ji dil û can were.

Di dema niha de jî ji ber ku qîmetdayîna eşq û hezkirinê zêde nemaye, zewacên niha jî sed mixabin zêde emir nakin  an jî bê eşq û hezkirin didomin. Ji ber vî jî gelek yar hene ku ji dildara/ê xwe re bûne neyar. Jixwe dema ku di navbera dildaran de hezkirin û eşq nema be, zewaca wan jî zêde emer nake. Û di dawiyê de jî yar dibe neyar. Gelo sedema van tiştan çi ye ku yara mirov ji mirov re dibe neyar? Gelo çima ewqas evîndar hene ku piştî ewqas zehmetî û dijwariyan di dawiyê de dibine neyarê hevdu?

Ji bo vî gellek sedem hene ku di navbera dildaran de hezkirinê xilas dike û yaran ji hevdu re dixe wekî neyar. Tabî wateya neyarbûnê jî ne ku wateya em dizanin ew e. Ango ne neyartiyekî wekî du dijminên ku ji hevdu mêran kuştibin. Ew neyartya wan tê wateya heznekirinê, ji hevdu acizbûnê. Jixwe dema ku mirov ji dildara aciz bibe ew acizbûn jî dibe wekî neyartiyê. Sedema van tiştan jî ew e ku di dewra niha de mirov bi ti tiştî qayîl nabe û dixwaze xwediyê hemû tiştan bibe. Hemû kes dixwazin ku jiyaneke dewlemend bijîn, xwediyê dewlemendiyeke mezin bibin, xwarin û vexwarinên xweş û biha bixwin û vexwin, xwediyê erebeyên herî biha bibin. Sedema van tiştan jî ew e ku mirov pirî fîlm, rêzefîlm û bernameyên çors û ecêb temaşe dikin, pirî medyaya civakî de jiyaneke xeyalî dijîn, ji jiyana rastîn dûr dikevin û dikevin din av xew û xeyalan. Heger mirov çiqas ji rastiya jiyanê dûr bikeve, ewqasî jî ji jiyana xwe sar dibe û ti tam ji jiyana xwe hilnade.

Eşq û hezkirin jî tişteke wiha ye, heger tu tam jê hilnedî, ji hezkirin û qîmetdayînê dûr bikevî; di dawiyê de yar ji mirov re dibe neyar. Heger hûn jî hez nakin ku yara we ji were bibe neyar li yara xwe, li eşq û hezkirina xwe xwedî derkevin.

Xwedayê alemîn yara tu kesî/ê li neke neyar. Di nav eşq û hezkirinê de bimînin…

 

Mamoste-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply