07 Sep 2004, Tibet, China --- Barley --- Image by © Keren Su/Corbis

Gelo Tebî’eta Însanan Çawa ye? – 2

Di nivîsan 1ê de ramanên derûnnasa me de ber çavan. Ku çawa hûn dibînin nêrîna wan bi yek aliyê û ser rexnetiya hevde derketiye holê. Emê niha li gor aqîda îslamê, Qur’ana pîroz û tefsîra wê ya ku Bedîûzzeman Seîdê Kurdî nivîsiye bidin berçavk û ser bisekinin. Qur’ana ‘ezimûşşanê de di sureyê Tin, ayetên 4, 5 û 6’an de wiha derbas dibe: “Me Însan di sureta herî rind de xuluqand(ehsenê teqwim) pey de me ew avêt lap jêrê(esfelê safîlîn), bilî wan ên îman kir û ’emelê salîh anîn cîh.” Çawa vê ayetên tê fêm kirin û wek Bedîûzzeman gotiye: Însanê de aliyê başî û nebaşiyê potansiyelek herî mezin heye. Însan bi îradeya xwe ya cuzî, ji xwe re aliyek dibijêre û diçe. Bedîûzzeman di vê mijarê de wiha gotiğe: “Belê, ew însanê suretê ehsenê teqwîm de hatiye afirandin, eger berê xwe bide dinê; çawa bi sermayên xwe şeş caran li heywana bilindtir e, wê wusa sed carê bikeve derekeya cucikek. Di Qur’anê de başî û nebaşiyê zeftir ser meyla insanê ya başî û nebaşiyê disekine. Dîsa di ayetek da gotiye; “Me, însan bi heriyek pîs afirand” (hicr,26). Ayetek din de wiha derbas dibe: “Me rihê xwe de pif kiriye însan”(secde, 9). Ev herdu ayeran mirov dibêje qey dûrê hevdunin; lê wek Eli Şerîatî gotiye van her ayetan de mirov dizane ku însan mexluqetek dualiste(du alî).

Heta vir me fêm kir ku aqîda îslamê de Însan herdu xessa li ser xwe dide nîşan û diparêzîne. Di vir de tê hişê mirov ku, tebî’eta insanê de başbûn an nebaşbûn zê de ye? Herdu wek hev hen in an ne qasî hev in? Bersiva vê pirsê jî dîsa me nav pirtûkên Ûstad Bedîûzzeman de dit ku wiha dibêje: “Di nav kainatê de maqsûda bi ‘esl ya herî zêde û herî firehî hatiye afirandin; başî, rindî û bedewî, xêrat.” Yanî nav kaînatê û nav kaînata biçûk însanê de rindî û başî, nebaşî û xerabiyê zêdetirin. Di vê mijarê de jî pirsek dinê tê hişê mirov ku; di tarîxan de derbas dibe ku şer, kuştin, zilm û zordarî zede ne ew çawa dibe? Bersiva wê pirsê di bin hêsanbûna xerabkirinê de ye. Mirov dizane ku kesek xaniyek yek rojê de dikare hilveşîne, lê sed kes werin nikarin wê ji xwaniyê bîne halê berê. Tu gulekî dikarî bi çend hereketên hêsan biqetînî, lê bo tu gulek bînî halê wê yê berê lazim e tu yek mehê bisekinî… Wek wiha gotinên ku: xirabkirin û texrib hêsanê çêkirin û avakirin zehmet e. Ber wê qasê de di tarîxa însanê de xirabî, şer û zilm ber çavê mirov zêde tê xwuyanê.

Derbar Rêvebir

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply