Sêşem , 24 Sermawêz 2020

Gelo sîr, dê qansêrê ji holê rake?

Em ê îro li ser girîngiya sîrê û li gor ayet û hedîsan û li gor zanistê, feydeyên wê çi ne vebêjin.

Xwedê Teala di Qur’ana Hekîm de wiha qala sîr dike “We gotibû ‘Ey Mûsa em êdî nikarin tenê cûreyeke xwarinê bixwin, ji Rebbê xwe re dia bike, bila ji bo me ji erdê, ji zebzeyên wê, ji ecûrên wê, ji sîrên wê, ji nîskên wê, ji pîvazên wê derxe.”

Resûlê Ekrem (eleyhîsselatu wesselam) jî di hedîsên xwe de wiha qala sîr dike “Sîrê bixwin, pê tedawî bibin. Lewra ew ji bo 70 derdan çare ye. Heke melyaket nehatana ba min, min ê jî bixwarana.”

Di hedîseke din de jî “Ji we kî sîr û pîvaz bixwe, (heta ku bêhna wê neçe) bila neyê mizgefta me! Heke hûn bixwazin miheqeq bixwin, bipijînin da ku bêhna wê bişikê.”

Navê Sîrê bi latînî Allium sativum e.  Di sîrê de vîtamînên A,B,C, şekir, madeya allicin û rûnê ku him bêhn û him jî tehma xwe dide, heye.

Sîr di dîrokê de wekî dermanê dihate bikaranîn. Di kevirên 3000 sal beriya mîladê de reçeteyên ku tê de sîr hatiye nivîsandin hene. Heman tişt di papîrûsên Misira Berê  de jî  heye. 1600 sal beriya mîladê xabatkarên ku di çêkirina pîramîtan de xebitîne, ji ber ku sîr û pîvaz di xwarinan de pir  tune bûye, xwestine ku dev ji kar berdin. Sedema wê jî ew e ku feydeya sîrê zanibûne. Li ba gelê Romayê  jî beriya derkevin şer û cengê, ji bo ku leşkerên xwe hêzdar bikin sîr dane wan.

Sîr gava tê xwarinê, bi rêya xwînê, li her derê laşê mirov belav dibe. Dûvre bi du rêyan derdikeve:

  1. Nefes
  2. Xwêdan

Ji ber vê yekê ye ku gava meriv sîr dixwe him ji devê meriv bêhn tê, him jî ji laşê meriv. Her wiha bêhna sîrê dikeve nav şîr jî, loma bila dayikên ku şîr didin zarokên xwe, nexwin.

GELO SÎR, DÊ QANSÊRÊ JI HOLÊ RAKE?

Li gor lêkolînerên Amerîkayê, sîr hin cûreyên pençeşêrê ji holê radike. Sîr herî kêm 60 madeyên kîmyayî di xwe de dihewîne. Ji vana piraniya wê sulfît in. Taybetmendiya wê ya herî mezin ew e ku tê de toksît tune ye.

Çavkanî: zamankurdi.com

About Rêvebirê Çandnameyê

Rêvebirê Çandnameyê

Check Also

Biryara qedexeya titûnê xelk mexdûr kiriye

  Firotina titûn û cixareya pêçayî bi biryareke nû ya hikûmetê, di 1ê Tîrmehê de …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.