- Di zewaca mêr û jinê de gelek tişt hevpar in; lê belê hêviyên wan cûda ne. Sal çiqas derbas bibin jî, jin û mêr daxwaziyên xwe yên herî girîng ji hevre nabêjin; taybetî jî mêr, daxwaziyên xwe, bi awayekî hêsanî nayne ziman.
- Di zewacê de, daxwaziyên mêr ji janan dikin; yên ku jin ji mêran hêvî dikin zêdetirin. Jin û mêr heman kargehê de bixebitin û wek hevdu biwestin jî, dema tên mala xwe, mêr ji jina xwe hêvî dike ku xwarin û vexwarina wî amade bike.
- Mêr, herdem dixwaze mala wî û kincên wî rêk û pêk bin. Gelek mêr tasek av jî hevce be, ji jana xwe dixwazin. Cîhê telefon, berçavk û goreyên xwe jî ji jina xwe dipir se.
- Ya herî girîng jî ewe ku ; mêr, dilovanî û hezkirina ku ji dayîka xwe dîtiye, ji jina xwe jî dixwaze. Mêr dixwazin, jinên wan, wan wek lehengekî qebûl bikin.
- Xweda, mêr zêdetir bi hêz afirandiye; mêr zêdetir esabî û azad e. Ji ber vê yeke, mêr dixwaze jin her dem li ber pozê wî be û wî ji belayetan dûr bixe.
- Ji ber ku malbatê rêve dibin; dixwazin wek rêvebirê dewletekî ,ji wan re rêz bê girtin. Ji nav van gengeşiyan de, jin ji hinek tiştan bi gazin in. Mînak: dibêjin ”Mêrê min çima ,ji dayîkbûna min û salvegera zewaca me ji bîr nayne û pîroz nake? Dibe ku ew êdî ji min hez nake”? Lêbelê mêr van tiştan bi hestiyarî nanirxîne .
- Mêr, herdem li hêviya ecibandinê ye û rexneyan zêdetir qebûl nake. Mêr li aliye madî ve naxwaze bikeve astengiyan û li gorî derfetan tevdigere. Mêr dixwaze jina wî, ji pirskirêkan zêdetir, bibe çareserî û naxwaze hêsrên çavên jinan wek çekekî, li hember mêr were karanîn.
- Gava ku bêhna mêr teng dibe,dixwaze ku bi awayekî aramî biponije. Lê bele, wê deme jina wî li ser wî re bisekine û beje:”Tu çima diponijî, dibe ku yareke te hebe; an te pereyên xwe di rêyeke qêrij de xerc kir”? Mêr bi van gotina pir aciz dibe û naxwaze jina wî bi wayekî wiha neyênî, tevbigere.
- Mêr ji hevaleke bêqusûr digere; hevaleke, ji hemû derd û kullên wî re bibe hevpar; hevaleke bi ehlaq û baştir.
- Bi kurtasî, em dikarin bejin ;mêr, ji jina xwe, dilovaniya dayîka xwe, dosteke bi ewle, rêhevaleke hevparê derd û êşên xwe dixwaze. Mêr, li hember dilê xwe, dilekî dilsoz dixwaze…
Cüneyt Yazıcı
www.candname.com