Gelo Mehmet Oncu Kî Ye ?

Mehmet Oncu, di sala 1961’ê de, li taxa Xarxarê

ya Semsûrê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Semsûrê xwendine û ji Zanîngeha Anadoluyê, Beşa Kargêriyê mezûn bûye. Nivîskar, ji sala 1983an û vir de, li ser folklora Kurdî dixebite û bi navê “Hemo Pêşeng” gelek berhem, nivîs û helbestên wî di kovar, rojname û malperan de hatine weşandin. Gotar û nivîsên wî yên li ser folklora Kurdî jî nemaze di kovarên wekî Zend, Rewşen, Nûbihar, Govend, Jiyana Rewşen, Kovara W yê de weşiyane. Nivîskar û hevalê wî, serekî li Bajarê Semsûrê rojnameyeke bi navê “Rojnameya Semsûr” derxistin. Nivîskarê ku di wê rojnameyê de xwediyê qûncikekî bi navê “Kenêrk” bû, heta weşana wê rojnameyê bi dawî bû di wir de li ser folklora Kurdan nivîsand.  Piştî rojnameya wan a bi kurdî ji dest şertên aborî weşana xwe bi dawî kir, nivîskar dîsa vegerî karê karê xwe yê nivîskariyê. Berhemên nivîskarê ku zewicî û bavê du keç û kurekî ye wekî yên li jêr in.

Pirtûkên Nivîskar-Lêkolîner Mehmet Öncü

Ji Kaniya Dil (Çarîne)

Xebata min ya bi navê “Ji Kaniya Dil (Çarîne) ji nêzî 500 rûbaiyên (çarînên) ku bi nexşên kilasîk lê bi awazeke modern hatî ristin pêk tê. Ji aliyê weşanxaneya Sîtav ve hat weşandin. Çarîneyên di berhemê de ji aliyê hûnermend Mahsûn Elmas ve bi hevalbendiya mizûkên kurdî di Cd yê de hatine xwendin û ew jî tevî pirtûkê diyarî xwendevanan hatiye kirin.

Ji Deftera Kurdekî

Berhema min a ku îsal derketî ya duyemîn, bi navê “Ji Deftera Kurdekî” ji aforîzmayên min ên ku min li ser her mijara jiyanê gotî pêk tê. Ew berhem ji notên min ên sih sal ji berî niha û heta roja me pêk tê. Min ew Aforîzma (Gotinên bi hîkmet) her yek li derekê nivîsandîbûn û gava min ew anîn arayekê berhemek derkete holê, ew jî di nav weşanên Sîtav de derket. 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply